﻿###########################
# Lîsteya soranî-kurmancî #
# Erdal Ronahî            #
# www.ferheng.org         #
# ferheng@ferheng.org     # 
# license: GPL            #
###########################

a	belê, erê, e, a
a	a? çi?
-a	carinan ciyê 'e' ya kurmancî di paşgirtikên lêkeratn de digire, wek: deka dike, naxwa (ew) naxwe
ab	gelavêj, tebax, meha 8em ji salnameya zayînî
abor	buhur, rê, rêk
abrû	şeref, namûs
abrû	şerm
adey!	de! dê! de bike! de haydî! haydî! yella!
aferîde	afirandî, xuliqandî
afirandin	afirandin, xuliqandin, dan
afret	jin, pîrek
aga	hay, aga, ageh
aga lê bûn	hay / aga jê bûn
aheng	şahî, cejn
aheng	aheng, harmonî
ajal	kewal, sewal, heywan
ajawe	têkoşîn, tevger, micadele, dijberî
akam	encam, dawî
akar	reftar, tevger, akar, rabûn-û-rûniştin
al	tila navîn
ala	ala, perçem
alif	êm, alif
aloz	tevlihev, dijwar, aloz, şêlî
aloz kirdin	tevlihev kirin, alozandin, şêlandin
altûn	zêr
alûgor	guher, guherîn, guhartin
alûgor	danûstandin, têkilî
alûgoz	guhestin, bi hev guherandin, pêguhartin
am	ap, mam
amade	amade, hazir
amaj	nîşane, delîl, gova
aman!	eman! hewar!
amanc	armanc
amar	hiljimar, statîstîk
amasan	werimîn, perçivîn
amêr	alav, amûr, alet
amêz	hemêz, hembêz, koş, pêsîr
amojin	jinmam
amoza	mamza, pismam û dotmam, kurmam û keçmam
amraz	alav, amûr, alet
amraz	(di rêzimanê de) pirtik, amraz
amser	şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î
apter	dîn, şêt, delodîn
aqil	biaqil, aqilmend, hişyar, hişmend
ara	le ara da li holê, li meydanê, li ber dest, berdest
araste	pêşkêşî, raberî, pêşberî
ard	ar, ard
ard	(agir) agir
areq	xuh, xwêdan
arezû	daxwaz, xwestek, hêvî
armûş	hevrîşm
asa	normal, adî, adetî
asan	hêsan, sanahî
asayî	asayî, normalî, adet
asayîş	ewlekar, asayîş, emniyet
asewar	kelepûr, bermayî, bermayiyên bavûkalan
asin	asin, hesin
asirme	kurtan, kincên li hesp, ker û hwd têt kirin
asîm	pispor
asîw	tengasî, rewşa dijwar
ask	xezal
asman	esman
aso	aso, horîzon
asok	sîber, sî, sih
ast	pile, derece, gihanek, merhele
astem	piçek, kêm, ne gelek
asûde	aram, biewle, tena
asûn	pozîsyon, rewş
aş	aş
aş	xwarin
aşaxe	rizî
aşçî	xwarinçêker
aşkira	aşkira, eşkere, diyar, xwiya
aşna	nas
aşpezxane	metbex, mitfax
aşt	aşt, aşt, tena, vehewayî, hedayî, tebitî
aşxane	xwaringeh
-at	carinan ciyê 'e' ya kurmancî di paşgirtikên lêkeran de digire, wek: dekat dike, bidat (ew) bide
ateş	agir
aw	av
awa	ava
awale	vekirî
aware	derbider, sergumkirî, aware, mişextî
awat	hêvî, daxwaz, xwezî, xwestek
awaz	awaz, melodî
awedan	avedan, nûkirin, avakirin
awedanî	gund
awedanî	gundî
awejû	vajî, berevajî
awelfirman	hoker
awelkirdar	hoker
awelnaw	rengdêr, adjektîv
awendyar	navbeynkar, moderator
awer	bawerî, wijdan
awerêj	avrêj
awha	wiha, hosa, awiha
awir	awir, nerîn, lênerîn, berêxwedan
awrîşm	hevrîşm
awsan	werimîn, perçivîn
awsandin	werimandin, perçivandin
awus	avis, ducan, bihemle
awzengî	rikêb, awzengî, ûzengî
axawtin	axiftin, peyivîn, ştexilîn
axêw	axivger, axiftinker, peyiver, ya/yê diaxive
axinîn	jê girtin, daxistin
axir	dawî
axir	jixwe, manê, nê
axlêf	mêrg, çîmen
axûn	melayê şî'iyan
aya	? ma? gelo? erê? ecebe?
ayinde	pêşeroj, rojên bên, ayinde
ayin-oyin	dekûdolab, firûfêl
ayîn	dîn, ol, ayîn
ayîn	seremonî
ba	ba
ba	belê, erê
ba	bila
babole	balolk
babet	mijar, babet
babuske	gewr
bac	bac, bêş, vêrgî
bace	xwişka mezin, hemberî "kek" bo keçan
bacî	xwişka mezin, hemberî "kek" bo keçan
baçe	belek, rengereng
badam	bahîv, behîv
badawe	berfebahoz, berfebarove
badewe	berfebahoz, berfebarove
bade	mey
badîhewa	bêfeyde, bêencam
baft	hejî, hêja, hêjayî tiştekî
bahêr	beyar, ziha, hişk
bak	kul, xem, tirs
bakûr	bakûr, şîmal, silal, jor
bal	çeng, bask
bala	bilind, berz
bala	bejn, bejnûbal
balabiste	bejnbost, bejnqut, quto, qutok
balbaz	leşker, esker
balê	belê
balêf	balguh, balîfk
balole	balolk
balon	pivdank, balon
ban	ban, serban
ban	ser
bang	bang, gazî
bang	bang, ezan
bangirdên	bagurdan, bangurdan, kevirê / berê li ser banên xaniyan têt gerandin daku ban qayim bibe û dilopan neke
bank	banke
banû	xatûn
bapîr	kal, bapîr, bavûkal
baqe	baq, dest (destek gulan û ww)
baqir	jeng, zeng
baqo	kerik, kojik, çilmik, negihiştî (fêkî û ww)
bar	xort, negihayî
Baram	Merîx, Mars
bare	par, behir, pişk
barimte	mişkane, barimte, îpotek
barist	berz, bala, bilind
barişt	nermebaran, lêzme
barîk	tenik, nazik
bas	bas, behs, mijar
bask	çeng, bask
bastan	berê, zemanê berê
bastannas	arkeolog
bastannasî	arkeolojî
basturme	sosîs, bastirme
baş	çê, qenc, baş, rind
başûr	başûr, jêr
batek	rewişt, reftar, tevger, rabûn-rûniştin
bateqa	hindî, bi qasî, temetî
batî	şûna, li şûna, li ciyê
batû	gun, ritil, hêlik
baw	bav, bab
baweqot	bejnbost, bejnqut, quto, qutok
bawer	bawer
baweş	hemêz, himbêz
bawêşk	bawişk
bawî	bahîv, behîv
bawk	bav, bab
bax	rez, bax, baxçe, gulistan
bax	cinîn
baxel	paxil, paşil
bayex	nirx, biha, bihagiranî, bayix, giramî, hêjayî
bayincan	bacan
bayincanî reş	bacanreş(k)
bayincanî sûr	bacansor(k)
bayist	sedem, ho, faktor
bayist	mebest, merem
bayî	biha, lêçûn
bazd	bez
bazd	rev
bazirgan	bazirgan, ticar, tacir
bazî	yarî, lîstik
bazor	baz
bazû	belek, rengereng
be	be
be	bi
be	li şûna destpêkirinê
be	bi- (bo çêkirina rengdêran ji navdêran)
be	bi
be	biwêj
be ... ewe)	bi ... ve
be daxewe	mixabin, heyf e ku
be be dest kewtin	bi dest ketin
be be dest kewtin	bi dest xistin
be kar hênan	bi kar anîn
be rê we birdin	bi rê ve birin
bed	nebaş, bed, xerab
bedbext	bextreş, bêsiûd, bênesîb
bedreqe	rêber, raber
befir	berf, befir
beha	biha, nirx, qîmet, fiyet
behane	hêcet, hincet, bihane
beharat	biharat
beheşt	biheşt, buhuşt, cennet, paradîs
beheşt	biheşt, buhuşt, cennet, paradîs
behr	par, pişk, behr
behr	derya, zerya, behr
behre	qabîliyet, tiwana, karîn, jêhatîtî
bej	erd, ax, beyaristan, bej
bel	şor, daliqandî, hilawîstî
bela	bela, qeza
belam	lê, lêbelê, welê
belaş	belaş, bêpare
belayen	alîgir, bialî, ne bêalî
belayenî	alîgirî, bialîtî, ne bêalîtî
beled	şareza, nas, aşna
belek	belek, rengereng
belem	beleme, keştîk, qayik
belez	bilez, lezgîn
beleyandin	pesend kirin, pejirandin, beliyandin, qebûl kirin
belê	belê, lebê, erê, rast e
belge	belge, nîşane, delîl, govahî
belkû	belkî, belku, dibe ku
belkim	belkî, belku, dibe ku
bem	bi vê, bi vî
beme	bi vê, bi vî
beman, bemane	bi van
bemaneş, bemanîş	bi van jî
bemeş, bemîş	bi vê / vî jî
ben	ben, benik, dezî, qeytan
ben	kezwan
benawbang	navdar, binavûdeng, meşhûr
bend	bend
bend	bend, baraj
bende	xulam
bende	kole
bendegî	xulamî
bendegî	koletî
beng	heşîş
beng	tilyak
bengkêş	heşîşkêş
bengkêş	tilyakkêş
beq	nêrekew, kewê nêr
beqal	beqal, firoşkar, bifiroş
beqlîsok	bêşerm, bênamûs, bêşeref
ber	berhem, ber
ber	alî, ber
ber	berfirehî, ber
ber	berî, pêş, elind
berawird kirdin	berhev dan, miqayese kirin
berayî	destpêk, pêşekî
berd	kevir, ber
berdewk	xweşheval, dost, birader
bere	enî, bere
berew	ber, ber bi, ber bi ... ve, ber bi ... de, berev, ber bi derekê ve
berewjêrke	nişîvî, berejêrk
berewjorke	evrazî, berejork
bereze	aware, derbider, bêmal
berêz	birêz, hêja
bergirî	berevanî
berjewend	bimenfeet, berjewend, bimifa, bisûd, bikelke, bifeyde
berjewendî	berjewendî, menfeet, mifa, sûd, kelke, feyde
berf	befir, berf
berg	berg, cild, rû
berge	şiyan, taqet, tiwana, karîn
bergeşte	bextreş, bêsiûd, bênesîb
bertîl	bertîl, rişwet
berûdiwa	berûpişt
berwar	roj, dem, tarîx, dema dê tiştek bibe yan bêt kirin
berz	bilind, bala, berz
berz	bihagiran, jêhatî, berkeftî, hêja
berze	hinda, wenda, berze, nediyar, nexwiya
besir	betir
beste	pûte, giringî, watedarî
bestin	girtin, bestin
bestin	li dar xistin
beş	par, behr, pişk, beş
beş	parçe, ker
beş	babet
beş	biwêj
beşdar	beşdar, tevîbûyî, ya/yê di civînekê / karekî û hwd de amade bûye yan tê de xebitiye.
beşka	belkî, dibe ku
beşkim	belkî, dibe ku
betal	vale, xalî, bênaverok
betal	betal, bêkar, bêşol, bêîş
betlane	azane, betlane, tatîl
bew	bi wê, bi wî
bewan	bi wan
bewr	piling
Bexa	Bexda, serbajarê Iraqê
bexş	diyarî, xelat
bexş	efû
bexşandin	efû kirin, bexşandin
bexşende	dilovan, mihrevan, camêr, merd, bexşende
bexşendeyî	dilovanî, mihrevanî, camêrî, merdî, bexşendeyî
bext	bext, şans, nesîb
bextewer	bextbaş, binesîb
bextiyar	dilşad, kêfxweş, bextiyar
bextreş	bextreş, bênesîb
beyan	spêde, elind, berbang, şefeq
beyan	daxwiyanî, ragihandin, îlan
beyanî	spêde, sibe, serê sibê, sihar
beyanname	daxwiyanî, îlan
beyar	beyar, erdê ziha / hişk
beyax	ala, perçem, beyrax
beyaz	destnivîs
beyaz	dîwan
beyçel	stewr, jina zarok nabin
beydax	ala, perçem, beyrax
beydest	bêdest, bêdestûdar, bêdesthilat, bêhêz
beynet	pêbawerî, emînî, sadiqî, bawerîpêanîn
beynetdar	pêbawer, sadiq, emîn
beze	guneh, xerabî, tewan
bezeyî	dilsozî, sempatî
bezeyî	dilsojî, dilşewitîn, gunehpêhatin
bezm	şahî, şehyan, kêfxweşî, aheng
bezm	mijar, babet
bê	were (raweya fermanî ya yekhejmar ji lêkera 'hatin'): Zû bê êre! Zû were vir!
bê	(hoker) bê: Bê ewey ke pêm bilê Bê ku bêje min
bê	be: Çon bê? Çawan be?
bê-	(pêşpirtik bo sazkirina rengdêran ji navdêran) bê-: bêaw bêav, bêeql bêaqil
bêcge	bilî, xeynî
bêcge le	ji bilî, xeynî: Bêcge le ewan ji bilî wan, xeynî wan
bêçû	têjik, sava (lawirên nûwelidî / nûbûyî)
bêdar	hişyar, miqate, liserxwe, haydar, agadar
bêgane	biyan, xerîb, biyanî
bêgane	ecêb, seyr, sosret
bêguman	bêşik, bêguman
bêguman	bivê-nevê, bêvirde-wirde, bêhirve-wirve
bêhîwa	bêhêvî
-bêj	-bêj, ya/yê dibêje: goranîbêj stranbêj
bêjar	pîne, pinî
bêlayen	bêal, bêalî
bêlayenî	bêalîtî
bên	werin (raweya fermanî ya pirhejmar ji lêkera 'hatin')
bên	bên, bihn, bîn, bêhn
bênewbere	prose, pêvajo
bêserûşiwên	bêsereder, nediyar, wenda
bêstan	bûstan, bîstan
bêşe	dal, dehl, dirîk, daristanok, tiraşistan
bêşelan	dalistan, dehlistan
bêşke	landik, dergûş, lehindik, dergûşan
bêtar	tengasî, tengije, tengavî, alozî, kosp
bêwe	bî-: bêwejin
bêwle	hirçok, têjika hirçê
bêwle	berazok, têjika beraz
bêx	bingeh, esas
bêxbir	akam, encam, dawî
bêzar	betilî, bêzar, tengezar, westayî
biçej	biçêj, bitam, bilezet
bidû	xeberxweş, biaxiftin
bijarde	bijare
bijardin	bijartin
bijûlk	bûjang, mûjang
bilaw	belav
bilh	bêwec, bêfeyde, bilh
bilind	bilind, berz, bala
bilîmet	dahî, bilîmet
bilît	bilêt
bilq	peqlîşk, bilq, bilqok
bilûr	belûr, krîstal
binaxe	bingeh, esas
binçe	nifş, cêl
binçîne	bingeh, esas
binçîneyî	bingehîn, esasî
binema	bingeh, esas
binewş	binefş
binewşe	binefşî
binêşt	benîşt, bênîşt, 'ilk
binke	bingeh, esas
bir	hin
bir	piç
birêk	hinek
birêk	piçek
birader	dost, heval, birader
birajin	jinbira, jina birayê yekê/î
biraw	birî, qutkirî, veqetandî
birdemenî	hûrûmûr
birdin	birin
biring	cew, biring
birîtî	pêkhatî: Em kitêbe birîtî ye le sê beş Ev pirtûk pêk hatiye ji sê beşan
birjandin	biraştin
birjaw	biraştî
birjang	bûjang, mûjang
birmên	wêrek, biste, mêr
biro	birû
biro	here
birsêtî	birs, birçîtî, birsatî
birsî	birçî, birsî
birûske	telegraf, birûske
birûske	çirûsk
birwa	bawerî
birwaname	karne, bawerîname
birxû	birxowî, boxrî, vîde, cer
birya	xwezî, keşke, xozî
biryar	biryar, qerar
bisên	bikir, bistîn, kiryar, ya/yê dikire / distîne
biske	girnij, bişir
bişêwe	tevlihevî, alozî
bit	pût, senem
biv	bive, xeter, talûke
bive	bive, xeter, talûke
biwêr	wêrek, biste, cesûr, bicesaret
biyanî	biyanî, xerîb, yabancî, ecnebî, xaricî
biyanû	bihane, hêcet, hincet
biz	boq, zîq (çavên vekirî)
bizav	tevger, bizav, hereket
bizan	pispor, zana
bizawtin	bizaftin, lezandin
bizawtin	livandin
bizir	berze, nediyar, nemewcûd, hinda, wenda
bizgur	bêbiha, erzan
bizûtnewe	bizav, tevger, hereke
bî	bih, bî
bîbin	kemer, kember, şal
bîbî	bîbok, pitik, sava
bîbî	bûkok, hirçok
bîcame	pîjama, bîcame
bîçm	biçm, serûçav, bejnûbal, rû, derdirûv
bîjû	bîje, bîjî (zaroka/ê ne ji dêbavên markirî welidî)
bîkmar	margîsok
bîlbîle	bûbok (ya çavan)
bîm	tirs
bîmar	nesax, nexweş, nisax, xeste
bîmaristan	nexweşxane, nesaxxane
bîr	bîr
bîr	bêrî
bîr	raman, pûnij, fikir, hizir
bîr bûn	hatin bîrê
bîr kirdin	bêrî kirin
le bîr çûn	ji bîrê çûn
bîr	bîr, bîra avê
bîraz	lome
bîraz	lêdan
bîre	bîre, bîra
bîrtesk	bênteng
bîrûra	bîrewerî, dîtin û nerîn, bawerî
bîsta	guhdar
bîster	bihîster, guhdar
bîstin	bihîstin, bîstin, guh lê bûn
bîstok	telefon, bîstok, bihîstok
bîstok	wergirk
bîstraw	bihîstî, ya hatî guhlêbûn
bîvir	bivir, darbirk
bo	bo, ji bo, ji bona, ji boyî
bo	jê re, ji ... re
bo	(~ çi) bo çi, çima, çire, ji ber çi
bo	bên, bîn, bêhn, bihn
boçûn	dîtin û nerîn, helwest, boçûn, bîrewerî
bon	bên, bîn, bêhn, bihn
bone	sedem
bone	minasibet, bone
boran	bahoz, barove, bager
boran	orîn (çêl)
borçîn	qaza / werdeka mê
bordin	borîn, buhurîn, bihirîn
boq	beq
boqete	patik, paşsto
boş	betal, boş, vale
boye	(bo ewe, le ber ewe) lewre, loma, bo wê, bo hindê
boye	(boyax) boyax, boye, siboq
boyinbax	stobend, krawat
buwêj	biaxiftin, devbixeber, zêdebêj
buxçe	buxçik, buxçe
buxtan	newehî, sêf, fesad, buxtan
bûdir	kun, qul (bi taybetî yên lawir ji xwe re çêdikin û tê ve dijîn)
bûdîne	nane
bûjan	vejîn, vejiyan
bûjandin	vejandin, vejiyandin
bûm	erd, zevî, ax, xak
bûm	avanî, sazî
bûmelerze	erdhej, zelzele
bûrdin	ji hal çûn
bûrdû	rizî, zêdegihiştî (fêkî)
bûse	xweveşartin, veşartokane
bûwardin	borîn, buhurîn
bûwardin	borandin, buhurandin
ca	îca, vêca, vêga, ca, ce, cevêca
cacik	benîşt, cûyek, 'ilk, bênîşt, cûyok
calcaloke	tevnpîrk, tevnepîr
cam	şûşe, cam
cam	pencere
cam	neynik, awêne, qotîk
cam	tirar (amanek / firaxek madenî yê avpêvexwarinê)
cambaz	akrobat, fenaker
cambaz	hîlebaz, fêlbaz, cambaz, cembaz
car	car, neql
car û bar	carinan, hin car, car-car, car û bar
car	danezan, daxwiyanî, îlan, ragihandin
caran	caran
caran	berê
Sovyetî caran	Sovyeta berê
carbilaw	belavok
caris	bêzar, tengezar, mehtil, aciz, bêçare
casûs	sîxur, zêrevan, casûs
casûs	pêşnerî
cax	tan, dîwarê darîn / textîn
cebeş	zebeş, şitî, jebeş, şûtî
Cecal	Decal
cefen	fabel, çîrok, dastan
cehenem	doje, cehenem, agiristan, dojeh, dozex
cehêl	genc, nûgihayî (bi taybetî keç)
cejn	cejn, şahî, roşan, roja taybet: cejnî newroz cejna newrozê
cejn	eyd: cejnî remezan eyda remezanê
cejnepîroze	pîrozname, karteya pîrozkirinê
celad	serbir, celad
celd	çist, çeleng, ziring, fêris
celeb	celeb, ker, bir, koma terş û tewalan yan dewaran
cemawer	cemahir, cemawer, girseya gel
cemawer	temaşevan, guhdar
cemat	cemat, cema'et, koma mirovan
cema'et	cemat, cema'et, koma mirovan
cemedanî	şaşik, cemedanî, serlav
cenab	: Cenabit çon e? Tu ya / yê hêja çawan î? Cenabê te çawan e? Cenabtan le kiwêwe dên? Hûn yên hêja / berkeftî / delal ji kû ve tên?
cencer	cencere, gêre
ceng	ceng, şerê çekdarî
cenge	gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind
cengel	dehl, rêl, devî, dehlûdir, dehlistan, cengel, daristana asê
cengelistan	dehl, rêl, devî, dehlûdir, dehlistan, cengel, daristana asê
cengene	dawênpîs, bênamûs, beredayî
cengewestan	agirbest, rawestandina şer bo demekê daku danûstandin bên kirin
cerbeze	çist, çeleng, ziring, fêris, têkoşer, destbişol, hewldêr
cerde	keleş, talanker, şelîner
cerdeyî	şelandin, talankerî, keleşî
ceretaw	şêlav, ava şêlû / şêlî
cerg	cerg, mêlak
cerg	ceger, dil
cerg sûtan	dil şewitîn / sotin
cergsûtaw	dilşewitî, dilsotî
cergqayîm	dilreq, dilqayîm
cerîme	ceza, siza
ceste	bir, çeşn, ker, celeb, çîn, sinif, ser
ceste kirdin	sinifandin, sefandin
cestekiraw	sinifandî, sefandî
ceste	cendek, leş, gewde, kelex
cew	cew, bireka hiriyê mihan yan mûyê bizinan
cew	cew, bireka çeqên darên rez
cewal	çewal, tûr, tûrik, têr, telîs, torbe
cewan	ciwan, xort û zerî, keç û kur
cewere	tengasî, tengavî, rewşa dijwar / kembax
cewher	resenî, cewer, gewer, cewher
cext	koşîn, têkoşîn, liberxwedan, lêxebitîn, cehd
ceynik	cênîk
ceyran	xezal, ask
cezo	cezwe, qehwedank, qawedank
cezwe	cezwe, qehwedank, qawedank
cê	cî, cih, war
cê	nivîn, cihê nivistinê / razanê / raketinê
cê	şûn, dêlv
   cêbecê	licî, bicîkirî
    cê be cê kirdin	bi cî kirin
    cê be cê kirdin	bi cî anîn
    cê nişîn	hatin şûnê, ciyê yekî girtin
    be cê man	li cî man, li cihê xwe man, pêş neketin
    be cê man	paşve man, pê re negehan, negihiştinê
cêbecêkirdin	bicîanîn, bicihînan
cêdar	nûner, cîdar, temsîlkar
cêga	cî, cih
cêga	şûn
cêge	cî, cih
cêge	şûn
cêgir	cîgir, cihgir
cêgîr	cîgîr, cihêxwegirtî
cêjn	cejn, şahî, roşan, roja taybet, eyd
cêmaw	paşmayî, peymayî, lipaşmayî, birêvehiştî
cêmaw	bermayî, mîras
cêwaz	cuda
cibexane	cebilxane
cifte	mûkêşk, mûçink
cifte	tiwîzer, pens, pense
cige	bil, xeyn, bilî
cige le	ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
bê cige	ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
bê cige le	ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
cilew	lixav
cilewdar	serkêş, pêşewa, elît
cilfir	goc, destgoc, bêzever, jênehatî, neşê, bêkêr
cim	liv, lebat
ciman	livîn, lebitîn
ciman	leqîn, qeliqîn, leqihan
cimandin	livandin, lebitandin
cimandin	leqandin, qeliqandin
cimandin	seferber kirin
cimk	cêwî, cêmk, hevalcêmk, cotik, cêmik
cimş	cejn, şahî, şehyan, roşan
cin	cin, ecin, "yên ne ji me"
cinêw	dijûn, xeber, sixêf, buxtan, devavêtin
cinîn	ker kirin, hûr kirin, parçe-parçe kirin
cinoke	cinok, ecinok, cinên biçûk
circ	curd, koremişk
cirît	rim
cirpin	goc, destgoc, bêzever, jênehatî, neşê, bêkêr
cirûkan	çûçîn (dengê çivîkan / çûçikan)
cirîwan	biriqîn, teyisîn (ronahiya stêran)
cirîwan	çûçîn (dengê çivîkan / çûçikan)
cirûciyazî	hûrûmûr, pertal
cisn	(r) resen, orîjînal, heqîqî, rasteqîne
cisn	(n) binyat, ejdad, serekanî
ciwamêr	camêr, ciwamêr, qenc
ciwamêr	xweşmêr, çeleng, fêris, egîd, gernas, wêrek
ciwan	spehî, delal, bedew, xweşik, can, ciwan
ciwan	genc, ciwan, xort, gênc
ciwanbext	merd, comerd, destvekirî
ciwanega	canega, gayê ciwan / negihayî
ciwanke	xweşik, delal, balkêş
ciwankele	xişkok, delalok, xweşkok
ciwanûesp, ciwanemayîn	canîk, hespê / mehîna ciwan / negihayî
ciwê	cihê, cuda, têvel, ferq
ciwêçeşn	cihêreng, têvel, ciyawaz, cudaçeşn
ciwên	dijûn, xeber, sixêf, buxtan, devavêtin, gotinên kirêt
cixz	xirxal, çember
ciya	cuda, cihê, têvel
    le ciya we	cuda, jê cuda, bi serê xwe
ciyabûn	cudabûn
ciyabûnewe	jêcudabûn, jêvebûn, jêparçebûn
ciyabûnewexwaz	cudaxwaz, jêcudabûnxwaz, separatîst
ciyabûnewexwazî	cudaxwazî, jêcudabûnxwazî, separatîzm
ciyawaz	cuda, têvel, cihêreng
ciyawazî	cudahî
ciyawazî	cihêrengî
ciyawazey...	cudayî..., ferq e li gel...: Ciyawazey bawerîman e Cudayî baweriya me ye, Bi baweriya me re ne yek e, Ferq e li gel baweriya me
ciyaxwaz	cudaxwaz
ciyaxwazî	cudaxwazî
cizm	beş, parçe, pişk, babet
cîhan	dinya, cîhan, zemîn
cîhan	gerdûn, kaînat
cîhangeraw	dinyadîtî, pirdîtî
cîhanî	dinyayî, cîhanî, ya / yê hemû dinyayê
cîhaz	cihaz, alav, amûr
cîhaz	pergal, sîstem, dezgeh
cîm	navê pêncem tîpa alfabeya kurdî-erebî, berginda tîpa c ya kurdî-latînî
cînçik	piç, piçek, piçokek, pirt, pirtek, pirtok, pirtkokek
cîqne	rîxik, pîsatiya firindeyan
cîr	çir
cîran	çîrîn, dengê çîr-çîr jê hatin (bi taybetî dema derî têt vekirin yan girtin)
cîrandin	çîrandin, dengê çîr-çîr jê anîn
cîwe	sîmav, nemed, cîwe, cive
coga, cogele	co, cok, coya avê, kenal
colane	colank
colane	hêsk, hejandok
colane	landik, dergûşan
com	şeq, qelş, derz, derk, cihê qeliştî / qelişandî
comerd	camêr, ciwamêr, qenc
comerd	xweşmêr, çeleng, fêris, egîd, gernas, wêrek
comerd	merd, comerd, destvekirî
conî	conî, cuhnî, kevirek bo hûrkirina dan bi qutanê
coq	nîr, nîrik, zincîr
core	bir, celeb, core, çeşn, teşîd, çeşît
cork	tûr, tûrik, torbe, telîs, têr
coş	coş, germî
cotyar	cotkar, cotyar
cum'e	în, eynî, înî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
cunge	pif, dengê nizm mîna hewa ji ber tiştekî biçe
cur	- nêre-: curekew nêrekew, curebaz nêrebaz, curepiyaw mêrê mêran, nêremêr
cuxrafya	erdnasî, zemînnasî, coxrafya
cû	cuhî, mûsewî, yehûdî
cûce	çûçel, mirîşk
cûcele	çûçelk, mirîşkok, çûçik
cûk, cûke	(dengê) çirpeçirp
cûk, cûke	(dengê) çîpeçîp
cûk kirdin	çirpîn, çirpeçipîn, çirpeçirp
cûk kirdin	çîpîn, çîpeçîpîn, çîpeçîp kirin
cûkandin	çirpîn, çirpeçipîn, çirpeçirp
cûkandin	çîpîn, çîpeçîpîn, çîpeçîp kirin
cûkî	cadû, pîretewt
cûlan	livîn, lebitîn, qeliqîn, leqîn, leqihan, liqîn, liqliqîn, hereket kirin, ji cihekê hatin yan çûn, cihê xwe guherandin
cûlan	colîn, li hewa livîn, hejîn
cûlan	bizaftin
cûlandin	livandin, lebitandin, qeliqandin, leqandin, liqandin, liqliqandin, hereket lê kirin, ji cihekê birin yan anîn, cihê tiştekî guherandin
cûlandin	colandin, li hewa livandin, hejandin
cûle, cûlanew	liv, lebat, qelq, bizav, tevger, hereket, bizûtnewe
cûlekan	cuhîgeh, taxa cuhiyan, ghetto
cûn	cûn, cûtin
cût	cot, (dijw. kit, tek, tenê)
cût	cot, cotkarî, cotyarî, karûbarê kêlan û çandina zeviyan
cût ajotin	cot kirin, zevî kêlan, cot ajotin, zevî ajotin
cûtbendan	demsala cotkirinê
cûtdar	cotkar, cotyar
cûte	zîtik, cotik, pêndanîna bi herdu paşpiyan / lingên piştê
cûte lê dan	zîtik avêtin, cotik lê dan
da-	da- (pêşgirtikek e dikeve destpêka hin peyvan, bi taybetî lêkaran, û wateyek nû dide wan ku bi piranî liv û tevgerên ji jor berev jêr diyar dike):
da-, dak, dalk	da-: dapîr dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî
... da	paşdaçekek e ku li gel van pêşdaçekan tê bikaranîn: lê da | pê da | tê da
da	de, dê, de ka: Da dey werin! De werin (lo)!
dab	werîs
dabarîn	dabarîn, (baran, berf) dahatin, ji jor barîn jêr
dabestin	girê dan, şidandin
dabeş	parve, lêkve
dabeş bûn	parve bûn
dabeş kirdin	parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan, parandin
dabeşandin	parandin, parve kirin, lêkve kirin, behr bi behr dan
dabeşker	parveker, lêkveker
dabezandin	dahînan, da-anîn, anîn xwarê, anîn jêr
dabezandin	(ji hesp, ker û hwd) peya kirin
dabezîn	dahatin, hatin xwarê, jê hatin xwarê
dabezîn	(ji hesp, ker û hwd) peya bûn
dabêjan	vebijartin, paqij kirin, saf kirin, ji qirş-mirşan paqij kirin
dabêjraw	vebijartî, paqijkirî, safkirî
dabiran	vebirîn, jê vebirîn, jê qut kirin, jê cuda kirin
dabiraw	vebirî, jêvebirî, jêqutkirî
dabirîn	bn. dabiran
dabîn	misoger, tekîd, esehî, piştrast
dabîn	terxan
daçek	rz daçek, hin peyvik in ku dikevin pêşiya peyva / peyvên serekî û demê yan cih diyar dikin, 'li malê', 'piştî nîvro'.
daçespaw	xweragir, qayîm
daçespawî	xweragirî, qayîmî
daçeqan, daçeqîn	beş bûn
daçeqan, daçeqîn	bel bûn, biloq bûn, zîq bûn, vekirî bûn / man
daçeqandin	daçikandin, di erdê re çikandin, kutan erdê
daçilekan, daçilekîn	bizdîn, behecîn, bizdan, bizdihan, be'ecîn, tirsek tavil ketin dilî
daçilekandin	bizdandin, behecandin, be'ecandin, tirsek tavil xistin dilî
daçilekaw	behecî,bizdayî
daçilekaw	bizdok, behecok, bizdonek
daçoran	miçiqîn, çik bûn, çikîn, hêdî-hêdî av jê kêm bûn ta ku bi temamî av jê qut bûn
daçorandin	miçiqandin, çik kirin, çikandin, hêdî-hêdî av jê kêm kirin ta ku bi temamî av jê qut kirin
daçûn	daçûn, çûn xwarê
dad	dad, edalet, heqî
dad	wey, ax, wax: Xwa dad! Wey Xwedêyo!
dad û bêdad!	Weyla li minê / mino: Dad û bêdad le dest em dunyaye! Weyla li mino vê dinyayê! Ax ji derdê vê dinyayê!
dadan	(pênûs) tiraşîn, tûj kirin
dadan	dilop kirin, çipik jê hatin: Em serbane daeda Ev ban dilopan dike
be ser mal da dadan	bi ser malê de girtin
dadber	dozker, dozveker, şikayetker
dade	dadê: dayê
dade	xwişkê
dadga, dadge	dadge, dozge, dadgeh, dozgeh, mehkeme, cihê doz lê tên meşandin
dadger	dadger, dadpirs, dozpirs, hakim
dadirûn	vedirûn, pîne kirin, pinî kirin, cihê dir(iyay)î yê cilan bi pate yan pîneyekê dîsan saxlem kirin
dadkuj	nedadperwer, neheq, nerewa
dadkuj	binpêkerê mafan
dadnûs	dadnivîs, doznivîs, noter
dadperwer	dadperwer, dadevîn, dadhez, adil, rewa, biheq, kesa/ê ji heqiyê hez dike yan bo heqiyê dikoşe
dadperwerî	dadperwerî, dadevînî, dadhezî, adilî, rewayî, heqî
dadpirs	dadger, dadpirs, dozpirs, hakim
dadpirsî	darizandin, dadpirsî, mehkeme kirin
dadwer	dadnas, dadwer, mafnas, hiqûqnas, jurîst, pispora/ê hiqûqê
dadwerî	dadnasî, dadwerî, mafnasî, hiqûq, hiqûqnasî, pisporiya hiqûqê
dafetan	şerm (ji xwe) kirin
daga	dapîr, pîrê, diya bavê yekî yan diya diya yekî
dager	birêveber, serperişt, serkêş, rêveber
dageran	dagerîn, hatin xwarê, berev jêr hatin, dijw. hewa ketin
dagirtin	dagirtin, tijî kirin, tije kirin
dagirtin	niximandin, rapêçandin
dagirtin	danîn, deynan, anîn xwarê, peya kirin
dagirtinewe	vedagirtin, dîsan dagirtin, dagirtin ve
dagirtinewe	bagurdan, bagurdan kirin, bagurdan (kevirek giran e) li ser banê xanî gerandin daku serban qayim bibe û dilopan neke
dagîr	dagir: dagîr kirdin
dagîran	giran bîstin, (guhên baş nabîzin, kesên guhên wan giran in)
dagîran	cangiran, dijw. çist û pist, çist û çeleng
dagîrandin	bn dagîrsandin
dagîrker	dagirker, (kesê / hêza / dewleta) cihek bi zorê girtiye
dagîrkiraw	dagirkirî (cihek / welatek) girtî, zeftkirî, zemtkirî (t. bi zorê)
dagîrsan	(agir / ronahî) vêketin, hilbûn, berbûnê
dagîrsandin	(agir / ronahî) vêxistin, hilkirin, berdanê
dagîrsaw	(agir / ronahî) hil, vêketî, hilbûyî, berbûyî, geş, gur
daguşîn	gemirandin, perixandin, mist dan, masaj kirin
dahat	destkeft, dahat, qazanc, kar, feyde
dahatû	ayinde, pêşeroj, dema (yan tişta) bêt / were
dahatû	(pirça / pora) şekirî, şehkirî
dahênan	peyda kirin, da-anîn, keşf kirin, damezrandin
dahênan	raber kirin, pêşkêş kirin, araste kirin
dahênan	şe, şeh (alavek didanokî bo sererastkirina yan veçirandina pirçê / por)
dahêner	peydaker, daîner, keşifker
dahêner	damezrîner
dahêner	raberker, pêşkêşker, arasteker
dahol	batirsok, ale, reşe (nîşaneyek e li nav bûstanan bo verevandina firindeyan daku berhemên şên dibin nexwin)
dajdar	pasevan, cerdevan, zêrevan, herese, çavdêr
dajendin, dajenîn	veqetandin, ji hev vekirin, ji hev derxistin (t. parçeyên makîneyan û hwd.)
dajendin, dajenîn	pitepit kirin, gilî û gazin kirin bê ku gotinên xwe bi deng û zelal bibêje
dajgîr	moxel, bêjing
dajimardin	dajimartin, dahijmartin, berev jêr jimartin
dajiyar	pêdijî, dajiyar, tiştên / pareyên / alavên pêdivî bo jiyanê
dakendin	jê kirin, pêlav / sol ji piyên / lingên xwe kirin, gustîlk ji tila xwe kirin, cil ji (ber) xwe kirin
dakewtin	daketin, ketin xwarê, ketin jêr
dakewtin	tehisîn, hilişîn, şemitîn, hulisîn
dakewtin	(êş, nesaxî, nexweşî) belav bûn
dakewtin	dest jê berdan, dev jê berdan, neyse kirin
dakewtin	bêzar bûn, ji şiyan ketin, ji taqet ketin
dakewtû	daketî
dakewtû	bêtaqet, neşê, bêzar, bêzever
dakêşan	dakişandin, dakêşan, berev jêr kişandin / kêşan
dakirmandin	mirçandin, mirçe-mirç kirin, bi dengê mirçe-mirç tiştek xwarin
dakiroştin	kirandin, keritandin, tiştek req gezandin, leq li tiştek req dan
dakişan	dakişîn, berev jêr kişîn
dakişan	hedinîn, arimîn, tena bûn (wek pêl yan bahoz hedinîn ango hêza wan kêm bûn)
dakişe	av dema seviya wê dadketî ye
dakokî	piştgirî, piştevanî, alîgirî, layengirî
dakujandin	birandin, vemirandin, telaftin, birhandin, dawî lê anîn, qelandin, qir kirin
dakutan	dakutandin, tê kutandin
dal	navê tîpa "d
dal	baz, şahîn
dalan	bersifk, eywan, korîdor
dalandûrep	qaştîk, tirkok, tirik, kesa/ê pir dirêj û zeîf
dalde	pena, stare, taraw, penageh, stargeh, spartgeh, tarawgeh, cihê xwe parastinê
dalde dan	sitirandin, parastin, pena dan (yekî), stare dan (yekî)
dalde hênane ber	xwe spartin (yekî / cihekî / tiştekî), pena birin (yekî / cihekî / tiştekî)
dalistin	qewartin, bi kêrê yan alavek wek wê kolîn yan kun kirin
dalle	bn dalde
dalye	şitil, derx, şax, fîdan
dam	dab, dam, edet, nerît, banek
dam û dezga, dam û destûr	damûdezge, mekanîzm, damûdestûr
dam û dezga, dam û destûr	rêveberî, kargêrî, îdare
damalîn	jê kirin, ji tiştekî kirin, bê tiştek hiştin: çek damalîn ji çek kirin, bêçek kirin / hiştin
daman	bê tiştekî man, pêdivî / pêwîstî pê hebûn: Damaw e bo aw Pêdivî / pêwîstî bi avê heye
daman	asê bûn, xetimîn, tê re man, jê sereder nebûn
damaw	jar, hejar, feqîr û hejar, tine, tinehe
damaw	rêwenda, bêçare
damawî	bêçaretî, bêumêdî
damawî	pêdivî, pêwîstî, kêmasî, tengasî
dame	dam, damanê, lîstika damê
damekirdin	dam lîstin, damanê kirin
damelaxas	şelandî, talankirî, kesa/ê tiştên pê re bi zorê jê hatine standin
damelaxasî	şelandin, talan, talankirin
damelaxasî kirdin	şelandin, talan kirin, rût kirin, darûtandin, her tişt jê standin
damezran	damezrîn, hatin damezrandin / danîn / avakirin / çêkirin / duristkirin
damezrandin	damezrandin, danîn, deynan, avakirin, çêkirin, durist kirin (t. dezgehek)
damezrandin	dest pê kirin
damezrêner	damezrîner, sazimankar, daner, avaker, çêker, binedaner
damên	bn dawên
damirdin, damirdinewe	birihîn, vemirîn, telifîn, dawî lê hatin, qelihîn, qir bûn, bê dûnde / ûcax mirin
damirkan, damirkanewe	tebitîn, vehewihîn, arimîn, hêminîn, sekinîn, rawestîn, hedinîn, bêtevger man, nelivîn, neqeliqîn
damirkandin	hedandin, tebitandin, arimandin, vehewihandin, tena kirin, rehet kirin, hêdî kirin, hêminandin, aram kirin, hêmin kirin
damxe	dax, nîşankirina (t. guhên tewalan bo nasîna wan) bi sujandinê / sotinê / şewitandinê
damûdezga, damûdestûr	mekanîzm
damûdezga, damûdestûr	rêveberî, kargêrî, îdare
dan	dan, dayîn: dan be de dînar dan (ango firotin) bi deh dînaran
dan	dan be kesêk dan kesekî
dan	dan be şû dan şû, zewicandin (t. keç)
dan	dan be zewî da (ê)xistin erdê, li erdê dan
dan	lê dan lê dan, lê xistin, qutan, deynan yekî
dan	dan be ser da bi ser de girtin, êrişî yekî kirin
dan	dan le şeqey bal firîn
dan	dane kêw  bi çolê ketin (kesek dîn ku ji mirovan direve)
dan	çûn serê çiya, bûn şervan / pêşmerge / gerîla
dan	dane be kirê dan bi kirê, bi kirê dan
dan	didan, diran
dan ajinîn	berdidan paqij kirin, bi zilik / darik didan paqij kirin
dan (piya) nan	li xwe anîn, dirkandin, îtîraf kirin
dan	dan, dexl, dexlûdan
dan	qût
dan	tomik, danê didin mirîşkan, firindeyan û hwd
-dan	-dank: guldan guldank, şekerdan şekirdank, çadan çaydank û hwd
dana	jîr, zîrek, tûjbîn, zûtêgih
danajin	berdidank, zilikê didanan, zilikê mirov (t. piştî xwarinê) didanên xwe pê paqij dike
danan	danîn, deynan, danîn erdê
danan	(stran) nivîsîn
danan	(awaz) çêkirin
danar	lib, kit, heb (ya dan, genim, tomik û hwd)
danar danar	lib lib, kitkite, heb heb, her yek bi tenê
danayî	jîrî, zîrekî, tûjbînî, zûtêgihî
dane	lib, kit, heb, tene, dane
dane	didanok, didanên şe, mişarê û hwd
dane, danelixaw	lixav
danebiraw	parvenebar, tişta nikare bêt parvekirin yan ji hev parçekirin yan ji hev birîn
daneçoqe	çirqe-çirqa didanan (ji ber sarmayê)
daner	daner, çêker, amadeker
danewandin	çemandin, tewandin
danewandin	şor kirin, nizik kirin, berev jêr birin
danewîn	çemîn, tewîn
danewîn	şor bûn, nizik bûn, berev jêr bûn
danexore	tomik, danik, çend libên dan ku di xefikê yan tepikê de yan li ber wê tên danîn daku firinde bên wan bixwin û bi wî awayî bikevin xefikê yan tepikê
dang	n rêje, sewiye
dang	r wekhev, hevseng, parseng, bibalans
danirxandin	danirxandin, biçûk hesibandin, kêmnirx hesêb kirin
danisqe	taybet, xas, xusûsî, kêmpeyda, nayab
danist	jîrî
danist	hişmendî, aqilmendî, aqildarî
danist	aqilê selîm
danîştin	rûniştin
danîştin	akincî bûn, bi cih bûn, cîwar bûn
danîştû	rûniştî
danîştû	akincî, bicîbûyî, şênî, rûniştvan
danîştwan	rûniştvan, gelhe, şênî, nifûs, xelka li cihekî dijî
dansaz	didansaz, doktorê didanan
dansazî	didansazî, doktoriya didanan
danraw	danî, deynayî, ya hatî danîn / deynan
danuştandin	(huçik) hildan
danuştaw	(huçik) hildayî
danû	dan, dexl, dexlûdan
danûstandin	danûstandin, gotûbêj, giftûgo, axiftina (ji dil yan fermî) li ser mijarekê
dapaçîn	dabirîn, dar ji kok û qurm ve birîn.
dapaçîn	tê re kirin, tiştek tûj tê re kirin, kêr yan xencer lê kutan
dapiçiran, dapiçirîn	beş kirin, faş kirin, fehş kirin (dev, çav û hwd zêde) vekirin
dapiçiran, dapiçirîn	(pî, ling ji hev) faş kirin, vekirin, şeq kirin, dûr xistin
dapijan	peritîn, perpitîn, pengizîn, pelate bûn, belave bûn
dapiloxandin	bi ava germ sotin / şewitandin
dapilosîn, dapilostin	lê dan, lê xistin, zora yekî birin, ji yekî birin
dapiroçke	tevnpîrk
dapirûskan	veqetîn, ji hev qut bûn, ji hev vebûn
dapîr	dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî
dapîre	pîrê (pîrejin di çîrokên zarokan de)
dapoşran, dapoşrîn	niximandin, nixamtin, di bin tiştekî ve parastin yan veşartin
dapoşraw	niximandî, nixamtî, di bin tiştekî ve parastî yan veşartî
daqilîşan	daqirçîn, qirçîn, wa şkestin ku dengê "qirç" jê bê
daqilîşandin	daqirçandin, qirçandin, wa şkandin ku dengê "qirç" jê bê
daqilîşaw	daqirçandî, qirçandî, wa şkestî ku dengê "qirç" jê hatibe
dar	dar
dar	dep, text, dar
-dar	-dar (paşpirtikek rêzimanî ye bo diyarkirina xwedîtiyê): paredar, maldar, sermayedar
dara	zengîn, maldar, dara, dewlemend, halxweş
daran, daranewe	ji hal çûn, ji hiş çûn, bêhiş bûn, hiş di serî de neman
darayî	darayî, malyetî, maldarî, dewlemendî
darayî	diravî, pareyî
darbend	milbend, çarçeve, dorber
darbest	darbest, tabût
dardest	gopal, dardest
dardojen	darmeşk
dare	dor
dareben	darkezwan
daremeît, dareterm	darbest, tabût
daresme	darkoke, firindeyek e daran bi nikilên xwe kun dike
darest	asteng, dijwarî, kend û kosp
daret	rewş, şert, merc, hal
darêj	kulînçe, kulçe, darêjk
darijan	darijîn, rijîn xwarê
darijan	qalib girtin, dirûv dan
darinde	dirav, malyet
daring	kerese, daring, malzeme, materyal, madde, xammadde
daristan	daristan, darûbar, cihê gelek dar lê şên in
darişt	dirûv, şêwe, şikil
darişt	deq, berhem, nivîs, tekst
dariştin	pêkanîn, damezirandin, afirandin, dariştin, çêkirin
dariştin	dirûv dan, şekl dan
dariştin	dariştin, formule kirin
dariman	hilweşîn, têk çûn, ruxîn, wêran bûn, xopan bûn, kembax bûn, kavil bûn
darimandin	hilweşandin, têk birin, ruxandin, wêran kirin, xopan kirin, kembax kirin, kavil kirin, ji bingeh ve pûç kirin
darimaw	hilweşî, têkçûyî, ruxî, wêran(bûyî), xopan(bûyî), kembax(bûyî), kavil(bûyî)
darinîn	werîn, werihan, dawerîn, pel / belg / çilû ji daran ketin
darinraw	rûtbûyî
darinraw	hûtbûyî
darinraw	verûçikî
darizan	pirtikîn, hûr bûn, hûr-hûr bûn, pirt-pirt bûn, hûrikîn, bi şkestinê parçe-parçe bûn
darizandin	pirtikandin, hûr-hûr kirin, pirt-pirt kirin, hûrikandin, bi şkandinê parçe-parçe kirin
darizaw	pirtikî, hûr-hûrbûyî, pirt-pirtbûyî, hûrikî, bi şkestinê parçe-parçebûyî
darîn	depîn, darîn, textîn, tiştê ji dar / dep
darkunkere	darkoke, firindeyek e daran bi nikilên xwe kun dike
darpaç	das, alavek pêbirîna daran e
darqepîçan	qaştîk, tirkok, tirik, kesa/ê pir dirêj û zeîf
darşeq	gulte
darşeqîn	kaşok
dartaş	necar, dartiraş
dartaşî	necarî, dartiraşî
darûtan	rût bûn, rûtikîn, pel / belg bi daran ve neman
darûtan	hût bûn, hûtikîn, mû bi serî ve neman
darûtan	rûçikîn, verûçikîn, pûrt pê ve neman
darûtandin	rût kirin, rûtikandin, pel / belg bi daran ve nehiştin
darûtandin	hût bûn, hûtikandin, mû bi serî ve nehêlan
darûtandin	rûçikandin, verûçikandin, pûrt pê ve nehêliştin
darûtaw	rût(bûyî), rûtikî
darûtaw	hût(bûyî), hûtikî
darûtaw	verûçikî, pûrt pê ve nemayî
daruxan	hilweşîn, têk çûn, daruxîn, kavil bûn, wêran bûn, pûç bûn, ruxîn, ji bingeh ve pûç bûn
daruxandin	hilweşandin, têk birin, ruxandin, wêran kirin, xopan kirin, kembax kirin, kavil kirin, ji bingeh ve pûç kirin
daruxaw	hilweşî, têkçûyî, ruxî, wêran(bûyî), xopan(bûyî), kembax(bûyî), kavil(bûyî), (ji bingeh ve) pûçbûyî
das	şalok, alavek e bo pêdirûna giya
das	das, alavek e bo pêbirîna çilû yan darên zirav
dasekandin	hedandin, arimandin, tena kirin, rehet kirin, hêdî kirin, hêminandin, aram kirin, hêmin kirin, sekinandin, rawestandin
dasolke	şalokok, şalokên biçûk
dasolke	dasok, dasên biçûk
dastan	dastan, destan, serpêhatî çîrok (t. yên evînî yan qehremanî)
daşkan	çemîn, tewîn, daşkîn, veçemîn, berê tiştekî bi aliyek din ve guherîn
daşkandin	çemandin, tewandin, daşkandin, veçemandin, berê tiştekî dan aliyek din
daşkandin	kêm kirin, jê kêm kirin, kêmandin
daşkelerm	qirnebût
daşor	tiraneker, tinazîbaz, galteker, henekbêj, qerfçî
daşore	daxuşîn, erozyon, bi avê yan ba re çûna hin ax û kevirokên ser rûyê erdê ji cihê xwe û cihê ax jê çûye êdî bo çandinê wek berê baş nemîne
daşt	sifteh, firotina yekem ya rojê
daştin	av dan, avandin
daştin	tinazî pê kirin, tirane pê kirin, galte pê kirin, henek pê kirin, qerf pê kirin
daştin	daliqandî şûştin
datekan	daweşîn, (bi hejîna daran) fêkî ji daran ketin
datekandin	daweşandin, (bi hejandina daran) fêkî ji daran xistin xwarê
datekaw	daweşî, (bi hejîna daran) fêkiyên ji daran ketî
datekaw	(aborî) têkçûyî, topavêtî, îflaskirî
datekîn	bn. datekan
datekîw	bn. datekaw
datepîn	hilweşîn, ruxîn, datepîn, têk çûn, hilweşiyan, ruxiyan
datepîn	(aborî) têk çûn, top avêtin, îflas kirin
datepîw	hilweşî, ruxî, têkçûyî, datepî, hilweşiyayî, ruxiyayî
dateqandin	lezandin, bizirandin, bizav kirin, lez kirin, lezûbez kirin
datilîşan	peritîn, pijikîn, hincirîn, kincirîn, dirîn, diriyan, dirhan, çirîn, çiriyan, çirhan, bûn kincir, (t. cil) kevn bûn  û xwe saxlem û yekparçe negirtin
datilîşan	peritandin, pijikandin, kincirandin, hincirandin, dirandin, çirandin, kirin kincir, (t. cil) kevn kirin û pûç kirin
datilîşaw	peritî, pijikî, kincirî, hincirî, dirî, çirî, çirhayî
daw	dav, xefik, tepik
daw (bo) nanewe	dav (li ber) venan, dav (li ber) danîn
dawa	daxwaz, xwestek, hêvî
dawa	doz, dawa, şikayet
dawa kirdin	xwestin, dawa kirin
dawakar	dozveker, xwedîdoz, şikayetker, dawaker
dawaname	dozname, şikayetname
dawaname	daxwazname
dawbaz	fêlbaz, hîlebaz, fena, şatir, şeytan
daweşan	hûr hûr bûn, parçe parçe bûn
daweşan	ketin şermê, ji xwe şerm kirin
daweşandin	hûr-hûr kirin, parçe-parçe kirin
daweşandin	dan şermê, şerma yekî birin
daweşaw	hûr-hûr, hûr-hûrbûyî, parçe-parçe, parçe-parçebûyî
daweşaw	gazindo, bigilî, bigazin
daweşîn	bn daweşan
dawet	vexwendin, dawet
dawet	dawet, cejn, şahî, şehyan
dawet kirdin	vexwendin, dawet kirin
dawet kirdin	dawet kirin, cejn kirin, şahî kirin
dawer	bn dadwer
dawên	dang, daw, danga / daw kiras, berdang
dawên	rewişt, reftar
dawêngir	xwestok, parsek, dangirok, dawgirok
dawênk	dawî, dûmahîk, diwayî, kotayî
dawênpak	mestûr, biexlaq, binamûs, dawpak, saf, paqij
dawênpak	rastgo
dawênpîs	bênamûs, bêexlaq, dawpîs, nesaf, pîs
dawênpîs	derewîn
dawûderman	giyayên derman
dax	n dax, nîşankirina (t. guhên tewalan bo nasîna wan) bi sujandinê / sotinê / şewitandinê
dax	n jan, azar, ezyet, êş, kul, keder, derd, keser, xem, kovanî, kovandarî
dax	mixabinî, heyf, dax
dax	ax: Dax le dest em çarenûse! Ax felek! Ax ji destê felekê
dax	r kel, gurî, zêde germ
dax kirdin	dax dan, bi sujandinê nîşan kirin
dax kirdin	kel kirin, gurî kirin, pir germ kirin
dax xwardin	xem xwarin, derd kişandin
be daxewe	mixabin, heyf, heyf e ku
daxdar	xemgîn, xembar, bixem, kovandar, derdgiran
daxiran	daxistin, daêxistin, bestin, qepat kirin, girtin, qilf kirin, kilîl kirin, kilît kirin
daxiraw	daxistî, daêxistî, bestî, qepatkirî, girtî, qilfkirî, kilîlkirî, kilîtkirî
daxistin	daxistin, daêxistin, bestin, qepat kirin, girtin, qilf kirin, kilîl kirin, kilît kirin
daxurpan	datezîn, dacemidîn, şokek tezî / cemidî bi ser leşî de hatin
daxwaz	daxwazker, dawaker, hêvîker
daxwazî	daxwaz, xwestek, hêvî, dawa
daye	dayê, dê, dayik
dayegewre	dapîr, diya bavê yekî yan diya diya yekî, pîra yekî
dayelê	dayê, dayikê (banga li dayikan)
dayen	dayê, dayen, kesa zarokên kesek din wek zarokên xwe xwedî dike
dayenge	dayengeh, dayêgeh, mala zarokan, cihê zarok lê tên xwedîkirin (t. bi roj dema dêbavên wan li kar in)
dayk	dê, dayik, da, mader
daykane	dayikane, bi awayê dayikan
dayke	dayê
daykûbawk	dêbav, dêûbav, dê û bav, da û bab, dayik û bav, mezinên kesekî
daylan	seyr, sosret, ecêb
daylax	canîhêştir, hêştirên hê mezin nebûne
dayîm	herdem, hertim, hergav, hercar, herûher
dayîm û derem	herûher, hertim
de	deh (jimare 10, X)
    de de	deh deh, her carê deh
de	de, dê: De were De were, De bêne De bîne, De ba bêt De bila bêt, De ba bihata De bila bihata / hatiba
de-	di-: deçim diçim, debird dibir, nedezanî nedizane
de'ba	dehbe, heywan, nemirov
debaşîr	tebeşîr
debax, debax	dantavê, reşbûn (li ber tavê)
    debax dan / kirdin	dan tavê, li ber tavê reş kirin
debaxxane, debaxane, debaxxane	dantavgeh, cihê mirov xwe yan tiştekî dide (ber) tavê
debdebe	şeng, şehyan, cejnane
debdebe	gir, gelek mezin, gewre
debe	peqlîşk, şeqok (li boyaxê / siboqê)
debe	şeq, jihevvebûyî
debe	avis
debe	dewlik, amanek avê û ruhniyên dî ye
debeng	delodîn, peledîn, tiredîn, kerçove, aqilsivik, kêmaqil, netemam, apter
debengî	delodînî, peledînî, tiredînî, kerçovetî, aqilsivikî, kêmaqilî, netemamî, apterî
debê	dibe, gengaz e, mimkin e
debê	divê, pêdivî ye, pêwîst e
debistan	dibistan, fêrgeh, xwendingeh, medrese, mekteb, cihê ders lê tên xwendinê
debîr	erkedar, karmend, memûr, wezîfedar, xebîr
deblax	canîhêştir, hêştira hê mezin nebûye
Decal	Decal, Deccal, Dij-Mesîh
de'ecanî	bn de'ba
def	def, înstrumentek muzîkê ye
defey şan	navmil, hestiyên navmilan
defir	aman, firax, firaq
defjen	defjen, kesa/ê li defê dide
defr	bn defir
defter	defter, tênivîsk
degeneg	kotek, tade, zor, zilm, tehda, te'da
deger	nirx, biha, bihagiranî
degmen	kêm, mînîmal
degmen	kêm car
degmen	kêmpeyda
be degmen	kêm car
dehem, dehemîn	dehem, dehemîn, 10., (ya / yê / yên) dehê / dehan
dehol	dehol, dahol
deholjen, deholkut	deholqut, kesa/ê li daholê dide
dej	mayî, bermayî, jibermayî, xercnekirî
dek	de: Dek be xêr bêy De bi xêr hatî
dek	hey, xwezî: Dek sax nebît! Hey / xwezî sax nebî!
del	wêrek, dilêr, biste, mêrxas, aza
del	dêl, dêhl, hin heywanên mê (wek se, beraz, şêr): dêleberaz dêleberaz, beraza mê, dêlegurg dêlegur(g), gur(g)a mê, dêlemeymûn dêlemeymûn, meymûna mê, dêleseg dêlese, seya mê, dêleşêr dêleşêr, şêra mê, dêlewurç dêlehirç, hirça mê
delak	berber, porkurker, pirçkurker, sertiraş
delakxane	berberxane, porkurkirinxane, pirçkurkirinxane, sertiraşxane
delal	navbeynkar, berger, ajan, mezatker
delalane	destheqê / destmizê navbeynkar / berger / ajan / mezatker
delandin	riştin, rijandin
delandin	çipandin, dilopandin, dilop kirin
delaqe	şeq, qeliş, derz, kelş, kelaştin, kelişandin
delaqe tê xistin	şeq xistinê, kelaştin, derizandin, kelişandin
delb	(cil / pêlav) mezin, fire
dele, deledel	lerz, recf
dele kirdin	lerizîn, recifîn
deleçe	nazdarker, dilxweşker
deleçeyî	nazdarî, dilxweşkirin
delek	simor, zerdewa
delese	meth, pesn, xwe yan kesek / tiştek mezin kirin yan mezin hesibandin
delê, delêt, delêtin	dibêje, dibê, dibêjit, dibêjitin, dibêt, dibêjît
delîqanî	bêşerm
delubîber	bîber, îsot, filfil
deluqel	nefsmezin, qure, pozbilind
delû	aqilsivik, peledîn, hepledîn, dîn, delî, delodîn, tiredîn, hepletiraş, apter
delûkar	aqilsivik
delûv	setil, satil
delûv	zerik
delya	bn derya
delya	pir, gelek, mişe, zaf, zor, zêde
delyadil	merd, comerd, dilfire
delyalûş	xwere, bixwere, pirxwer, kesa/ê pir dixwe
dem	dev
dem xoş!	Dev xweş! Sehet xweş! (dema kesekî tiştek xweş gotibe)
dem	dev, devik (devê alavên pêbirînê, wek kêr, birek, çeqo)
dem	(kat) dem, wext, zeman, kat
dem	bîsk, kêlîk, delîv, delîve
dem-	min di-: demzanî min dizanî, demkird min dikir, demxward min dixwar
demamk	maske, rûpoş, rûyîn, rûdank
deman-	me di-: demanxwênd me dixwend, demanbijard me dibijart, demanparast me diparast
demançe	demance
demandin	(agir) gur kirin, geş kirin, hilkirin, vêxistin, (agir) berdan (tiştekî)
demandin	(çay) dem kirin, demandin
demar	demar, reh, rih
demargîr	serhişk, fanatîk, radîkal
demargirî	serhişkî, fanatîzm, radîkalîzm
demawdem	devkî, bi dev gotina tiştekî ji kesekî bo kesek din
demax	(lût) poz, difin, bêvil, lût
demax	demax
dembest, dembestkiraw	devgirêdayî, devgirtî
dembên	lixav, devgirek, devgirêdek
dembil	devminok, kesa/ê axiftina wê / wî mine-minokî ye
dembir	dawîn, talî, dûmahî
demdirêj	dirêjbêj, kesa/ê mijarekê zêde dirêj dike
deme	kinar, qirax, lêv, serlêv
demelaske	zarîkirin, zehrîvekirin, texlîd, lasayî
demenî	persîv, (êşa) sarma
damerakol, damerakole	dûpişk
demeteqê	devjenkî, suhbeta ne giring / fermî
demew	berev, nêzî: Demew êware bû Berev êvarê bû (ango dê di nêz de biba êvar)
demew	demewjûr berevjor, serberjor, ser ber bi jor ve, demewxwar berevjêr, berevxwar, serberjêr, ser ber bi jêr ve
demewane	co, cok
demewer	zêdebêj, pirbêj
demewerî	zêdebêjî, pirbêjî
demewnixûn	serberjêr, ser li ciyê binî û bin li ciyê serî
demheraş	lewçe, zimandirêj
demheraşî	lewçetî, zimadirêjî
demîn	(agir) gur bûn, geş bûn, hilbûn, vêketin, (agir) berbûn (tiştekî)
demîn	(çay) dem bûn, demîn
demnixûn	serberjêr, ser li ciyê binî û bin li ciyê serî
demkut	devqut, kesa/ê devê xwe venake yan devê wê / wî hatiye girtin
dempel	devbeş, devfire
dempîs	zimandirêj
dempîsî	zimandirêjî
dempûçel	bêdidan, bêdiran
demsûr	jixwebawer
demter	bêjok, kesa/ê dibêje (dijwateya kesa/ê dike), kesa/ê dibêje lê napêje
demterî	bêjokî, pir gotin bêyî kirin
demûçaw	serûçav, rû
demûdan	devûdidan, devûdiran
demûdest	tavilê, di cî de, serdanser, derhal
demûduwan	dîtin û raman, bîrûray, helwest, boçûn
demûlimoz	devûlixav
demûpil	suhbet, axiftin
demwal	(aman, firax) nizm, dijw. kûr
demwer	methok, pesnok, kesa/ê pir pesnan (t. yên xwe) dide / methan (t. yên xwe) dike
demxoşane	mizgînî, nûçeya / peyama xweş / xêr
dena	yan, yan na, eger na: Bêne, dena min nayem Bîne, yan (eger neînî) ez nayêm.
dendûk	bn denûk
deng	deng, dey
deng	(di hilbijartinan de) deng, ray
deng danewe	deng vedan, olan dan
deng derçûn	deng (jê) hatin, deng (jê) derketin
deng diran / gîran	deng ketin (bi temamî)
deng hilbirîn	deng(ê xwe) bilind kirin
deng nûsan	deng ketin (ne bi temamî)
deng û seng	deng û pêjn: bê deng û seng bêpêjn, mit, bê deng û pêjn
dengedeng	dingeding, dingering, heytûhot, qerebalix
dengegaz	kêmbêj, kesa/ê kêm diaxive / dipeyive
dengeşe	bn dengedeng
denggiwê	galgal, galegot, galegal, gotinên bêbingeh
denggîraw	dengketî (bi temamî)
dengnûsaw	dengketî (ne bi temamî)
dengsazî	dengsazî, fonetîk
dengûbas	nûçe, dengûbas, êxbar, xeber
dengzil	dengbilind
denik	tovik, dendik
denik	lib (ya ceh, genim, nîsk, nok û hwd)
denke denke	lib lib, kit kit, yek yek, êk êk
denûk	nikil, nukul
deq	deq, berhem, tekst, nivîs
deq	tam: Yek mangî deq e min çawêrêm Tam mehek e ez bendewar im
deqendûqin	guherok, xweranegir, guherbar, nemayinde
deqîqe	deqe, deqîde, xulek, 60 çirke / saniye, 1/60 saet
deqne	deqne, xêra didin feqeyan
der	der, derve, dijw. hindir, hundur, jor
der	(derga) dergeh, derî, derok, cihê mirov tê re dikare biçe hindir û jê derbikeve
der-	der-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateyên nû didiyê: derçûn, derkirdin, derbirîn û hwd
-der	-der, paşpirtikek e dikeve paşiya hin peyvan û wateya "kesên tiştekî didin" dide peyvan: fermander
deramet	destkeft, qazanc, kar, feyde
deramet bûn	bazar hebûn, tişt hatin firotin
deraw	bn derbend
derawsê	bn dirawsê
derawurd	weşan, belavok
derawurd	berhem, deq
derbarey	derbarî, di warê ... de, li ser ...
derbaz	derbas, derbas, bor, buhur
derbaz bûn	derbas bûn, borîn, buhurîn, bihartin
derbaz kirdin	derbas kirin, borandin, buhurandin, bihartin
derbazge	buhur, bor, derbasgeh, cihê tê re borîn / derbasbûnê / borandinê / derbaskirinê
derbeder	derbider, aware, mişext, sergûmkirî, derkirî, derxistî
derbeder	revok
derbeder	beradayî, gerok
derbederî	derbiderî, awareyî, mişextî, sergûm, surgun
derbederî	revokî
derbederî	beredayîtî, gerokî
derbend	derbend, buhur, neqeb, rêyên teng yên di çiyayên asê re derbas dibin
derbest	berbend, têkildar, pêve, pêvegirêdayî, girêdayî, derbest
derbest	xemxwer
derbestî	berbendî, têkildarî, pêveyî, pêvegirêdayîtî, giêrdayîtî, derbestî
derbestî	xemxwerî, matîjêkirin, sereguhî
derbir	tûj, hişk (t. m.)
derbir	xurt, hêzdar, bihêz
derbirîn	gotin, derbirin, anîn ziman
derbirdin	debare kirin, îdare kirin, qetandin
derbiwardin	nekirin, nekirî hêlan / hiştin
derbiwardin	li derveyî tiştekî hiştin / hêlan
derbuwardin	nekirin, nekirî hêlan / hiştin
derbuwardin	li derveyî tiştekî hiştin / hêlan
derbûn	(pirzik, peqlûşk, lîr, dûmel) derbûn, çêbûn, diyar bûn, xwiya bûn
derbûne	kuçe, kolan (t. yên varê û neserekî)
derçûn	derçûn, derketin, hatin derê / derve
derçûn	(ji yan di ezmûnekê / îmtîhanekê / ceribidinekê de) derçûn, bi ser ketin
derçûn	(pirtûk / kovar / rojname) derçûn, weşîn, hatin weşandin, belav bûn
derçûn	(kesek) filitîn, revîn, xwe xilas kirin
derçûn	(bi destî yekî ji devê wê / wî) derçûn
derçûn	(ji fîşek çek) teqîn, derçûn
derçûn	(derfet, delîv) ji dest çûn, ji dest derçûn, derfet yan delîv yan îmkan ji dest dan yan wenda kirin
derçûn	piştî kirinê diyar bûn ku tiştek bi awayekî ye: Çîrokeket zor xoş derçû Çîroka te xweş derçû / derket ango Diyar bû ku çîroka te xweş e
derd	derd, kul, keder, kovan, keser, xem
derd	êş, nesaxî
derd	jan
derd	pirsgirêk, problem
derd e	derd e
derd e	(be daxewe) mixabin, heyf e (ku)
derdan	vale kirin, xalî kirin
derdan	vale, xalî, dijw. tijî, tije
derdan	(êşekê / nesaxiyekê / nexweşiyekê kesek) girtin
derdan	xuh dan, xwê dan, ji ber westînê yan germê av bi leşê kesekî de hatin
derdest	berdest, liberdest, tiştên mirov dikare bi asanî xwe bigînê, tiştên nêzîk in, tiştên nêzîkî dest in, tiştên li ber destê mirov in
derdest xistin	berdest kirin, xistin ber destê mirovî
derdestî	berdestî, liberdestî, nêzîkî, nêzîkî mirov, nêzîkî dest
dere	gelî, newal, nihal, dol
derebeg	derebeg, feodal, axa
derebegî, derebegêtî	derebegî, feodalîzm, feodalî, axatî
derece	derece, pile, paye
derem	hertim, herdem, hergav
daîm û derem	her û her, hertim
deretan	çare, hel, (mecazî) derman: Derdim deretanî bo niye Derdê min derman nîne, derdê min bêçare ye
derewe	derve, der, derê, dijw. hindir, jorve, di nav de
bo derewe	derve, derê: Min bo derewe deçim Ez diçim der / derve / derê
le derewe	li derê, li derve
le derewewe	ji derê, ji derve
le derewewe	ji derve ve
derê	bn derewe
derfet	delîv, derfet, îmkan, fersend, firset, gengazî, delîve, dema yan rewşa mirov dikare tê de tiştek (ku wek din nayê kirin yan nikare bi asanî bêt kirin) bike
derfet hênan	delîv / derfet / îmkan bi kar anîn, ji delîvê / derfetê / îmkanê sûde / kelk / mifa /feyde wergirtin / kirin
derfirtandin	dervirandin, derpirandin, derçikilandin, derkirin, bi zorê dan der, wa kirin ku tiştek bi zorê derbikeve yan serê xwe derbîne
derga	dergeh, derî, derok, derge, cihê mirov tê re dikare biçe hindir û jê derbikeve
derga kutan	derî qutan / kutan, li derî dan / xistin (t. bi hêz)
derga xir kirdin	derî / dergeh qilifandin / qilif kirin / qilif dan, derî daxistin
le derga dan	li derî dan / xistin
dergane	derok, deriyên biçûk
dergawan	dergevan, dergehvan
dergûş	pêçik, landik, dergûş
derhanîn	bn derhênan
derhatin	derhatin, derketin, diyar bûn, xwiya bûn, serê xwe deranîn
derhatû	derhatî, diyar, berçav, xwiya
derhawîştin	deravêtin, derhavêtin, deravêştin, derhavêştin, deravêjtin, avêtin derê
derhawîştin	red kirin, qebûl nekirin, dijw. bijartin
derhênan	deranîn, derînan, derhînan, derhanîn, anîn der / derê / derve
derhênraw	derînayî, hatî deranîn, înayî der
derîçe	derok, deriyên / dergehên biçûk
derîçe	pencerok, pencereyên biçûk
derk	bn derga
derkenar	(di nivîsînê de) têbînî
derkenar	perav, derav, berav, qerax, qirax, kenar, berkinar
derkewt	derket, derkeft (raweya demên borî ji lêkera derkewtin derketin, derkeftin)
derkewt	diyarde, fenomen
derkewt	derdirûv, rû, serû
derkewtin	derketin, derkeftin, hatin der / derê / derve
derkewtin	(kovar, pirtûk, rojname) weşîn, belav bûn, derçûn, hatin weşandin
derkewtin	diyar bûn, xwiya bûn, aşkira bûn, zelal bûn, berçav bûn, ron bûn
derkewtû	derketî, derkeftî, hatî der
derkewtû	diyar, aşkira, xwiya, zelal, berçav, ron, eşkere
derkêşan	derkêşan, derkişandin, kişandin der, bi kişandinê anîn der
derkirdin	derxistin, derkirin, ji cihekî avêtin / kirin derê
derkirdin	derxistin, weşandin, belav kirin
derkirdin	derkirin, hinare kirin, hinartin, îdxalat kirin, ji welatekî birin yek dî
derkirdin	derkirin, bi qaçaxî ji welatekî / cihekî birin yek dî
derkirdin	(pirzik, peqlûşk, lîr, dûmel) derkirin ango peqandin
derkiraw	derkirî, derxistî, deranî, derînayî, derhînayî, derhênayî
derkird	weşan, belavok
derkird	berhem, deq
derkirdin	derxistin
derkirdin	derkirin
derling	derling, delîng, herdu derên / devên binî yên derpî / pantolon / şelwal û hwd
dermal	derazînk, astane, derçik, şêmig, derîzan, dêrzigeh, pêder, şîpane, bilindeka li ber deriyan
derman	derman, îlac
dermange, dermanxane	dermanxane, eczexane, cihê derman lê tên standin
dermanzan	dermannas, pisporê dermanan, kesên ji pîşeya xwe dermanan dinasin
derperandin	derpirandin, derçikilandin, derkirin, bi zorê dan der, wa kirin ku tiştek bi zorê derbikeve yan serê xwe derbîne
derperîn	derpirîn, derçikilîn, bi zor yan bi lez derketin yan xwe dan der
derperîw	derçikilî, tişta serê wê rêkûrast berev jor derketiye
derpoqîn	derhatin, serê xwe deranîn, xwiya bûn, serê xwe hilanîn
derpoqî	derhatî, tişta serê xwe deranî, xwiya, serhilanî
derqel	pirtik, parçok, parîk, parçe, parî
ders	ders, wane, fêrkirin, hînkirin, elimandin
ders pê wutin	ders dan (kesekî), (kesek) fêr / hîn kirin, (kesek) elimandin
derteng	derbend, neqeb, berteng, buhur, rêyên teng yên di çiyayên asê re derbas dibin
derû	bênvedan, bênvekirin, rehetî, îstîrehet
derû lê kirdinewe	rehetî dan (kesekî / tiştekî) bên dan (tiştekî), delîva / derfeta bênvedanê / bênvekirinê dan kesekî / tiştekî: Xwa derût lê bikatewe Xwedê rehetiyê bide te
derûber	dorber, derdor, hawirdor, dewrûber, dewrûdor, çaralî
derûber	navçe, herêm
derûber	zom, com, gom
derûdeşt	derdeşt, deşt û çol, cihê pan û vekirî û neasê
derûdirawsê	dormal, cîran, kesên mala wan nêzî ya mirov e
derûjûr kirdin	her çûn der û hatin hindir - çûn der û hatin hindir
derûn	derûn, ruh, can, giyan
derûn	(wîjdan) wijdan, ûjdan
derûnî	derûnî, ruhî, ruhanî, canî, giyanî
derûnî	sinc, rewişt, exlaq, moral
derûnsaz	psîkiyatr, derûnsaz, bijîşkên / nojdarên ruhî / derûnî / giyanî
derûnzan	derûnnas, psîkolog
derwaze	dergeh, deriyên mezin
derwaze	azîne, awa, şêwe, metod, tewir
derwêş	derwêş
derwêşî	derwêşî
derxistin	derxistin, derêxistin
derxistin	diyar kirin, xwiya kirin, aşkira kirin, beyan kirin
derxistin	nîşan dan
derxistin	destnîşan kirin
derxistin	pîşan dan
derxward dan	xwarandin, dan xwarin, pê dan xwarin (t. bi zorê)
derxward dan	têkil kirin, tevlî kirin, tevlihev kirin, tiştek kirin nav tiştek dî
derya	derya, zerya, behr
derz	bn ders
derzî	derzî, dirêzî
derzî	cildirû, dirûnker, terzî, derzî
des-	dest-, des., dez-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya peyvan û wateya "dest" dide wan
desa	de, de ka, de madem wa ye..., haydî, dê
desa dey	de! de haydî! de yella! dê ka!
desebuxçe	çantik, çentik, çanteyê destan
deselat	desthilat, rêverberî, hêz, hukum, hukumranî, serdestî
deselat	bandor, kargêrî, tesîr
deselatdar	desthilatdar, hêzdar, serdest, hukumran
deselatdar	bibandor, bandorker
deselatî	desthilatî, rêveberî, hêzdarî, hukumranî, serdestî
desere	destere, birek, mişar, testere
desfiroş	etar, bazirganên / tacirên tiştên xwe digerînin û difiroşin
desinde, desinge	desinde, tehsîsat
desindexor, desingexor	desindegir, tehsîsatgir, desindewergir, tehsîsatwergir, desindestîn, desindedar
desk, deskegul	destik, baq (yê gulan û hwd)
desmal	desmal, kefîk
desnûs	destnivîs
desroke	desmal, kefîk
dest	dest
dest	zend
dest be ser da girtin	dest bi ser de girtin, desteser kirin
dest gîran	mijûl bûn
dest kuşîn	dest givaştin
dest birîn	dest rakirin, dest hildan
dest lê helgirtin	dest jê berdan, dev jê berdan, bes kirin
dest piya nan	dest danîn ser
dest piya nan	dest pê ve nan
dest tê werdan	dest tê werdan, tedexulî kirin, destên xwe kirin nav karên kesek dî re
dest	dest, taxim, bedle, qat, taxima cilan
destajo	kedî, kehî
destajo	zirşerm, dijw. kûvî
destajo	şermîn
destar	destar
destawdest kirdin	ji destên kesekî dan / ketin destên kesek dî, ji destekî dan / ketin destek din
destawêz kirdin	perixandin, mist dan
destçin	destdirû, tiştên bi dest hatine dirûn / kêlîkirin
destdar	hêzdar, destdar, bibandor
destdar	maldar, zengîn, dewlemend
destdarî	hêzdarî, destdarî, bandor
destdarî	maldarî, zengînî, dewlemendî
destdirêj	şerok, êrişker, şerxwaz, belakir
destdirêjk	kêlbetan
destdirêjî	destdirêjî, şerokî, êrişkerî, şerxwazî, belakirî
destdirêjî	destdirêjî, tecawiz
deste	deste, kom, taxim
destbendî	hevgirî, hevpeymanî
desteber	dilsoz
desteber	piştevan, piştgir
desteberî	dilsozî
desteberî	piştevanî, piştgirî
destebira	destebira, koma hevalan
destebira	destebira, hevta, tam mîna hev: Ew dîktator çû belam emeş destebirayetî Ew diktator çû lê ev jî destebirayê wî ye / ev jî tam wek wî ye
destejino, deste-ejino	destseqet
destelat	bn deselat
destele	cer, cêr, amanên / firaqên ji axê hatine çêkirin
destemo	(lawir) kedî, kehî, dijw. kûvî
destemo	sernerm
destemo	bindest
destestêre, deste-estêre	destestêr, komstêr, koma stêran
destewane	destparêzk, tiştek e mirov bi ser destên xwe de digire daku destên xwe ji xeteriyê / pîsiyê biparêze dema karekî dike
destewdawên	tika, rica, hêvî, daxwaz
destewdawên bûn	xwe avêtin ber bextê yekî, hêvî ji yekî kirin
destewsar	hefsar
desteykar	destekar, personel, koma karkeran li kargehekê
destxanû	destxanî, apartman
destgir	çembil, destik, destikên qazanan / qûşxanan
destgir	destgir, demgir, wextgir, tişta kirina wê gelek demê dixwaze
destgîr	berdestk, alîkar
destgîr	rêber
destî pê kirdin	xapandin, xirandin, hîle lê kirin
destkar	destkar, kesên karên destan (wek dirûn, kêlîkirin) dikin
destkewt	destkeft, bidestketî
destkewt	bidestxistî
destkewtin	destketin, bidestketin
destkêş	destgork, tilgork, lepik, dezgork, destkêşk, cilek e mirov dike destên / tilên xwe daku wan ji sarmayê biparêze
destkird	bidestçêkirî
destkird	çêkirok
destkurt	destkurt, feqîr, kêmhe, hejar, belengaz, perîşan
destkurt	bêbandor, bêtesîr, bêwate
destnerowîştû	bêbandor, bêtesîr, nekarîgêr, ne-efektîv, bêwec, bêfêde
destniwêj	destnivêj, destnimêj, şûştina bo nivêjê / nimêjê
destniwêj girtin	destnivêj girtin / şûştin
destniwêj şkan	destnivêj şkestin / ketin
destniwêj şkandin	destnivêj şkandin / xistin / êxistin
destniwêj şiştin	destnivêj şûştin / girtin
destpêşkerî	pêşgavî, înîsiyatîf
destqurs	goc, destgiran
destrast	destrast
destrast	segvan, kesa/ê zîrek e di lêdana tîr yan fîşekê yan tiştek wek wan li wî cihî yê digiritê
destrowîştû	bibandor, bitesîr, karîgêr, efektîv
destsûk	destsivik
destûbird	lez, bizav, lezûbizav
destûbird	pît, bilez, lezgîn, bilezûbizav, zû
destûbird lê kirdin	lezûbizav lê kirin, lezandin
destûpil	destûlep, hinêr, jêhatîtî, şiyan
destûr	destûr, izin
destûr	edet, irf, destûr, qanûn, zagon
destûr	rêziman
destûrî	destûrî, izinî
destûrî	qanûnî, makezagonî
destxaw	destsist, destxav, sistûxav
destxero	xapandî, xirandî, hîlelêbûyî
destxero kirdin	xapandin, xirandin, hîle lê kirin
destxeroyî	xapandin, xirandin, hîle, hîlekirin, hîlelêkirin
destxet	destnivîs, destxet, nivîsîna bi dest
destxoş!	destxweş! sehet xweş! her bijî! aferîn!
destyar	alîkar, berdestk, hevkar, harîkar
destyarî	alîkarî, harîkarî, berdestkî, hevkarî
deşt	deşt
det-	te di-: detwut te digot, detbird te dibir, dethêna te dianî
detan-	we di-: detanzanî we dizanî, detanwîst we dixwest, detanjimard we dijimart
detîr	(tivengên / demanceyên) dehlibxwer, (tivengên / demanceyên) deh fîşek dikarin bên têkirin
dever	dever, navçe, herêm, cî, cih, war
dew	(pele) lez, bizav, lezûbizav, ecele
dew	(rakirdin) bezîn, bazdan
dew	revîn
dewam	dewam, dom
dewam kirdin	domandin, dewamandin, dom kirin, dewam kirin
dewan	(xêra) pît, lezgîn, beza, bilez, tişta zû dibeze / dimeşe
dewan	(cewherdar) birqok, biriqdar
dewan	teyisok
dewen	tiraş, kêrat, devî, bûş, devîçirk, darkolik, kem, dirîk, çîtik, teraş
dewîn	(rakirdin) bezîn, bazdan, revîn, pît / bilez meşîn
dewît	pêzeweng, kodoş, kesa/ê jinan û mêran digihînin hev daku bi pare cot bibin ango bikevin têkiliyên cinsî
dewlemend, dewlemen	zengîn, paredar, halxweş, xanedan, dewlemend, maldar
dewlemendî, dewlemenî	zengînî, paredarî, halxweşî, xanedanî, dewlemendî, maldarî
dewlet	dewlet
dewlet	mal, maliyet, dewle, dewlemendî, zengînî, malûmilk
dewr	dewr, dor, dorber, çaralî, derdor, hawirdor
dewr	dewr, serdem, çerx, qirn
dewr dan	dewr dan, li dor zivirîn
dewr dan	(gemaro dan) dorpêç kirin
dewrandewr	dorber, çaralî
dewrî	sênîk, teyfik, lalik, dewrî
dexezar	nesax, nexweş, nesaxdiyar, nexweşxwiya
dexîl	gorî, qurban, heyran: Dexîlit bim! Ez gorî (te bim)! Ez heyran(î te bim)! Ez qurban(î te bim)!
dexl	dexl, dexlûdan, genim û ceh
dexl kirdin	têkil dan, tevlihev kirin, têk werdan, destkarî lê kirin
dey	de, dê
dey ba	de ka: Dey ba zû keyn De ka em zû kin
dey-	wê di-
dey-	wî di-: deygirt wê / wî digirt, deysend wê / wî distand, deyzanî wê / wî dizanî
deyan	dehan, bi dehan
deyan-	wan di-: deyangirt wan digirt, deyansend wan distand, deyanzanî wan dizanî
deyeha	bi dehan
deyek	dehêk, dehyek, yek ji dehan, 1/10
deyî	dehî, desîmal
deysa	de madem wa ye, neyse: Deysa, min nayem Madem wa ye, ez nayêm
dez-	dez-, des-, dest-, pêşpirtikek e dikeve pêşiya peyvan û wateya "dest" dide wan: dezga dezge, dezgîran destgirtî, yar
dezga	dezgeh
dezgadar	dezgedar, meyfiroş, barvan, meyxaneçî
dezgêr	etar, bazirganên / tacirên tiştên xwe digerînin û difiroşin
dezgîr	berdest, tiştên mirov dikare xwe bigihîniyê
dezgîran	dezgir, destgirtî, yar, keçeheval yan kureheval
dezmaye	sermaye, mal, maliyet
dezû	dezî, ben, benik
dezûle	demar
dê	(gund) gund
dê	(gel, çilûy wuşk) gil, gilgile, çilûyê hişk (pelên / belgên hişk yê daran) ku payizê ji daran werîne
dê!	peyvikek fermanî ye bo ajotina terşûtewal. Di kurmancî de bo pez (ango mih, berx û beranan) "hirehir!" û bo terş (ango bizin, karik û nêriyan) jî "çiteçit!" têt bikaranîn.
dêbaçe	pêşgotin, nasandina / destpêka pirtûkê / mijarê
dêhat	derbajar, gund, deverên nebajar yan derî / dûrî bajar
dêhatî	derbajarî, nebajarî, gundî, kesên / tiştên nebajarî
dêl	bn del
dêm	dêm, erdê bi dest mirovan nehatiye avdan
dêmî	dêmî, tiştên li erdê dêm şên bûne
dêmî	malî, xwemalî
dêmîle	dêmikî, fêkiyên / keskiyên (sebzeyên) li ber avdana baranê şên dibin
dêmke	şemedank, amanek / firaxek avê ye mirov wek çantik li gel xwe digerîne
dênişîn	gundî, gundnişîn, xelkê gund
dêr	dêr, kilîse, perestgeha fileyan / mesîhiyan
dêr	dereng
dêr	rêz, xet (ya nivîsînê)
dêran	dêrîn, dêran, (tiştek / taybetiyek di xwe de) hebûn, (xwedî tiştekî) bûn
dêraw	co, cok
dêrî	derengî
dêrîk	bn mêjû
dêrîn	dêrîn, kevnar, qedîm
dêrînbaw	tradîsyon, kevneşop
dêrînbîr	tradîsyonalîst, kevneperwer, kevneşopparêz
dêrîne	kevnare, (tiştên / serdemên) kevnar / qedîm
dêrînxwaz	kevneperest
dêw	dêw, hût, di mîtolojiyê de hin heyberên gir û gewre ne
dêz	gewr (t. gewrî tarî), xwelîrengî, ji rengê xweliyê
didan	didan, diran
dij	dij, zid, ters, hember, beramber
dij westan	dij raswestan, dijberî kirin
dij westan	li ber xwe dan
dijayetî	dijîtî, dijberî, dijayetî
dijewata	dijwate, dijmane, peyvên wateya / maneya wan tam dijî hev e wek: reş û spî, sar û germ, nerm û req
dijkar	dijber, nakok
dijkarî	dijberî, dijminatî
dijkarî	nakokî, lihevnekerî
dijmin	dijmin, neyar, dijw. dost, yar, heval, hevrê
dijminane	bi dijminatî, bi neyarî, dijminane
dijminayetî	dijminatî, neyarî, neyartî, dijminayetî
dijwar	dijwar, zehmet, çetîn, sext, dijw. asan, sanahî, hêsan, sanayî
dijwên	pîs, qirêj
dijwênî	pîsî, qirêjî
dijxû	belakir, şûm, neqet, venehewayî, şerok, şerxwaz
dijyar	dijber
dijyar	berevaj
dijyarî	dijberî
dijyarî	berevajîtî
dil	dil
           dil henûn	dil dil razî bûn
           dil pê sûtan	dil pê sujîn / sotin / şewitîn
           dil rifandin	dil bijandin, dil hebandin, dil birin xwe, bal kişandin, dên kişandin
           dil rengan	dilsar bûn, xeyal şkestin, dil şkestin
           dil şkandin	dil şkandin, xeyidandin, sil kirin, aciz kirin
dilara	dilveker, tişta dilê mirov pê xweş dibe
dilber	dilber, delala ber dilî, yar, kesa ketiye dilê yekî
dilbeste	dilbij, dilxwaz, kesa dilê wê / wî ketiye tiştekî, kesa/ê tiştekî dixwaze
dilbend	dilbijîn, dilhebîn, dêndar, balkêş, tiştê dilê mirovan dibijîne xwe, tiştê pir balkêş e
dilbêdar	haydar, sexbêr, miqate, hayjixwehe
dilçesp	dilbijîn, balkêş, balkêşîn, dênkêş, dilkêş, tiştek ku dilê mirov dibe xwe
dildar	dildar, evîndar, viyayî, xweşdivî, xoşewîst, yar, dost, hezkirî
dildarî	dildarî, evîn, evîndarî, viyan, xoşewîstî, dostî, hezkirin, eşq
dilekutê	dilqutî, qutequta dil, lêdana pît / bilez ya dil
dilelerze, dilelerzê	bn dilekutê
dilerawkê	dudilî, dilwasî, dilwaswasî, şik, guman
dilêr	wêrek, dilêr, gernas, mêrxas, fêris, çeleng, palewan, aza, qehreman, cengawer, camêr, mêr
dilêrane	bi mêranî, bi wêrekî, bi gernasî, bi mêrxasî, bi fêrisî, bi çelengî, bi pehlewanî, bi camêrî
dilêrî	mêranî, wêrekî, dilêrî, gernasî, mêrxasî, fêrisî, çelengî, palewanî, azayî, qaremanî, cengawerî, camêrî, mêrî
dilêşe	dilêşî, êşa dilî
dilêşe	kul, xem, derd, keder, keser
dilêşe	kerb, qehr
dilfirawan	bênfire, bisebir, baldirêj, bêhnfireh
dilfirawanî	bênfireyî, sebir, bisebirî, baldirêjî, bêhnfirehî
dilfirên	bikelecan, biheyecan
dilkerewe	dilveker, tişta dilê mirov pê xweş dibe
dilkirmê, dilkirmin, dilkirmol	dilwas, dilwaswas, biguman, bişik, dilpîs
dilkoçer	dilguher, (kesa/ê dilê wê / wî) xweranegir, (kesa/ê dilê wê / wî) guherbar
dilnaz	dilnaz, hestyar, hîsedar
dilnerm	dilnerm, diltenik, dilovan
dilnewa	dilhedîn, tişta dil rehet dike
dilnewayî	dilhedînî, rehebûna / rehetkirina dil
dilniya	pişrast, eseh, tekîd, jixwerazî, misoger
dilniyayî	pişrastî, esehî, tekîdî, jixwerazîtî, misogerî
dilop	dilop, çip, çipa avê / baranê
dilopandin	dasefandin, dawerivandin, dapalandin, dilipandin, dilopandin, kewidandin
dilope	darijî, çipeçipî, dilop-dilop rijîn avê
dilovan	dilovan, dilnerm, diltenik, birehim
dilovanî	dilovanî, dilnermî, diltenikî, rehim, merhemet
dilpak	dilpak, dilpaqij, dilsaf, qenc, bêgune
dilpakî	dilpakî, dilpaqijî, dilsafîtî, qencî, bêguneyî
dilpîs	dilpîs, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, kesa/ê baweriya wê / wî nayê
dilrencaw	dilsar, dilşkestî, xeyalşkestî, bêhêvîbûyî
dilreq	dilreq, bêrehim, bêdilovanî
dilrifên	dilbijîn, dilhebîn, balkêş, dêndar
dilrifênî	dilbijînî, dilhebînî, balkêşî, dêndarî
dilrin	diltezîn, tişta dil xemgîn dike
dilrûn	bn dilxoş
dilsard	dilsar, xemsar, sersar, bêcoş, dijw. dilgerm, bicoş
dilsard	dilsarî, xemsarî, sersarî, bêcoşî, dijw. dilgermî, bicoşî
dilsext	dilreq, bêrehim, bêdilovanî
dilsûtên	dilsoj, kesên / tiştên dilê mirovan pê disuşe / dişewite, gunehên mirovan pê tê, rezîl, riswa
dilsoz	dilsoz, jidil, xemxwer, bisoz, kesên ji dil tiştek in yan tiştekî dikin
dilsozane	bi dilsozî, dilsozane, ji dil
dilsozî	dilsozî, jidilî, xemxwerî, bisozî, kirina tiştekî ji dil
dilşad	şad, şa, dilşad, kêfxweş, dilxweş, bextiyar, bextewer, xweşbext
dilşadî	şadî, dilşadî, kêfxweşî, dilxweşî, bextiyarî, bextewerî, xweşbextî
dilşkaw	dilşkestî, xeyidî, sil(bûyî), aciz(bûyî)
dilşkist	bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilşkist	bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilteng	bênteng, bêsebir, balkurt, balkin
diltengî	bêntengî, bêsebirî, balkurtî, balkinî
dilxoş	dilxweş, kêfxweş, keyfxweş, dilşad, şa, şad
dilxoşî	dilxweşî, kêfxweşî, keyfxweşî, dilşadî, şadî
dilxurpê	dilqutî, qutequta dil, lêdana xurt ya dil
dima	bn paş
dine	bn han
dir	hov, wehş, barbar
dir	xirab, bedmebest, dijw. qenc
dir	belakir, şero
diran	didan, diran
diran	dirîn, çirîn, peritîn, kincirîn, hincirîn, diriyan, dirihan
dirandin	dirandin, çirandin, peritandin, kincirandin, hincirandin
dirav, diraw	pare, dirav, pere
diraw	hevrêyî, hevalbendî
diraw	dirî, çirî, peritî, kincirî, hincirî, diriyayî, çiriyayî
dirawsê	dormal, cîran
dirawsê	derdor
dirdong	aciz, zivêr, nerehet, sil, xeyidî, bêzar
dirdongî	acizî, zivêrî, nerehetî, silî, xeyidîtî, bêzarî
dil	dereng, direng, texîr, bêwext, ne di dema xwe de, ne di dema pêdivî de dijw. zû
dil	di dema xwe de
dil xistin	paş xistin, paşve xistin, taloq kirin
dil û zû, dil û zûyî	zû-dereng, yan zû yan dereng, yan niha yan carek din (tiştek dê her bibe)
direw	dirûnî, karê birîna giya
direwker	dirûnker, kesa/ê giya didirû
direwş	dirêş
direwş	ala, perçem, bayrax
direwşan, direwşanewe	biriqîn
direwşan, direwşanewe	teyisîn
direwşan, direwşanewe	çirisîn
direwşe	birq, biriqîn
direwşe	teyisok, teyisîn
direwşe	çirûsk, çirîsk, çirisîn
direwşedar	geş, birqok, biriqdar
direwşedar	teyisok
direwşedar	çirûskdar, çirisok
direxşan	geş, biriqdar, biriqok, zelal, teyisok
direxşanewe	biriqîn, geş bûn, birq dan
direxşanewe	teyisîn
direxşanewe	çirisîn
dirext	dar
dirêj	dirêj, dijw. kurt, kin
dirêje pê dan	domandin, dewam kirin
dirêx, dirêx	texsîr: Hîç katêk dirêxman nekirdûwe Me ticarî texsîrî nekiriye
dirêx, dirêx	Dirêx bo nebûnî xwênewarî! Ax ji derdê nexwendewariyê!
dirf	nîşe, nîşane, delîl, gova
dirin	bên, bêna pîsiyê, bihn, bêhn, bîn
dirindane	hovane, wehşane, dirindane, barbarane
dirinde	hov, wehş, dirinde, barbar, nemirov
dirişt	gir, girs, zexm, mezin, gewre
diriştî	girî, girsî, zexmî, mezinî, gewretî, giratî, zexmatî, mezinatî
dirj	xav, sist
dirk	strî, strîk
dirkan	xwiya bûn, aşkira bûn, diyar bûn, belû kirin, (rastî) derketin holê, eşkere bûn
dirkandin	xwiya kirin, aşkira kirin, diyar kirin, belû kirin (rastî) anîn holê, eşkere kirin
dirkandin	dirkandin, îtîraf kirin
dirkaw	diyar, xwiya, aşkira, belû, bellî, berçav, zelal
dirke	deng, pêjn, dey: Dirke nekey! Dey neke! Deng neke! Pêjnekê ji xwe neîne ha!
dirm	nesaxî, nexweşî, epîdemî
dirne	rik, serhişkî, înat, ji ser ya xwe nehatin xwarê
dirne lê girtin	rik lê girtin, serhişk bûn, ji ya xwe nehatin xwarê, riko bûn
diro	derew
dirofîşal	methok, metho, pesno, kesa/ê bi derew metheyan dike yan pesnan dide
dirok	dirok, çirok, dirînok, çirînok, tiştê yan alava dikare tiştan bidirîne / biçirîne
diroyîn	derewî, gotina bêbingeh
dirozin	derewîn, derewker
dirozinî	derewînî, derewkerî
diruşm	diruşm, nîşane
diruşm	slogan
dirust	durist, dirist, durust, rast
dirust	sax, saxlem
dirust	(xanî) ava, çêkirî, avakirî
dirust kirdin	durist kirin
dirust kirdin	rast kirin
dirust kirdin	sax kirin
dirust kirdin	ava kirin
dirust kirdin	çêkirin
dirustî	duristî, rastî
dirustî	saxî, saxlemî
dirustker	duristker
dirustker	rastker
dirustker	saxker
dirustker	avaker
dirustker	çêker
dirustkiraw	duristkirî
dirustkiraw	rastkirî
dirustkiraw	saxkirî
dirustkiraw	avakirî
dirustkiraw	çêkirî
dirustbêj	rastgo, rastîbêj
dirûd	silav, mehrebayî: Mihemed Pêxember, dirûdî Xwa lê bê Mihemed Pêxember, silavên Xwedê lê bin
dirûd	Be dirûd bît Bi xêr biçî, oxir be, ser çavan biçî
dirûdal	dehlûdir, cihê têrstrî
dirûman	dirûn, karê dirûnê
dirûn	dirûn, cil çêkirin
dirûn	dirûn, giya birîn
dirwêne	dirûnî, karê dirûnê
dirz	derz, derizîn, şkestin bê ku hûr-hûr bibe
dirz birdin / dan	derizîn, şkestin bê ku hûr-hûr bibe
dirz tê kirdin	derizandin, şkandin bê ku hûr-hûr bibe
diş	diş, xwişka mêrê jinekê
diş	: ~ kirdin (di lîstikan / yariyan de) dora xwe nekirin, derfeta xwe bi kar neanîn
diwa	dû, pey, dûv
diwa	paş
diwa	dawî, dûmahî
diwa	(li) pişt
diwa biran	birihan, birihîn, telifîn, hemû mirin
diwa car	cara berî vê
diwa car	(cara) taliyê, (cara) dawiyê, (cara) dûmahiyê, dûmahîkê
diwa be diwa	li pey hev, li dûv hev, yek li dû ya din
diwa kewtin	li paş man
diwa kewtin	ketin pey / dû / dûv (yekî), dan pey (yekî)
diwa xistin	paş xistin, bi paş êxistin, paşve êxistin, taloq kirin
be diwa geran	lê gerîn
be diwa hênan	bi dawî anîn
diwakewtû	paşvemayî, pêşneketî
diwamîn	dawîn, ya/yê li sirayê li pey / dûv hemûyan
diwaroj	ayinde, dûveroj, pêşeroj, demên bên
diwatir	paşî, dûre, peyre, dûvra
diwatirîn	dawîn, dawîtirîn
diwawe	paşve, berev paş, ber bi paş ve
diwayî	dawiyê, dûmahiyê
diwayî	taliyê
diwayî	paşî, piştre, paşê
    diwayî hatin	bi dawî hatin, gihan dawiyê, temam bûn
    diwayî lê hênan	dawî lê anîn, dûmahîk lê înan, bi dawî kirin
diwayîn	dawî, encam, kotayî, temamî
diwê, diwênê	do, duh, duhî, duhinî, roja berî îro û piştî pêr
diwêt	ximavdank, hibirdank, şûşeya ximavê / hibir
diwêt	dot, duht, keç, qîz, kiç
diyan	file, mesîhî, îsawî, xrîstiyan
diyan	gawir, kafir
diyar	diyar, xwiya, berçav, xuya, tişta têt yan dikare bêt dîtin
diyar	diyar, xwiya, zelal, ron, aşkira, eşkere
diyarde	diyarde, fenomen, bûyerek / rastiyek berçav
diyarga	diyarge, cihê jê çavdêrî li tiştekî têt kirin
diyarî	diyarî, hediye
diyarî	berçavî, xwiyayî, xwiyabûn, rewşa hatin dîtinê, rewşa hatin ber çavan: Diziyeke le kê diyarî da? Kî derket dizîker?
diz	diz, dizîker, kesa/ê dizînê dike
diz	asêgeh, senger, kele, kelhe, qela
dizdar	pasevanên / cerdevanên / parêzerên asêgehan / sengeran / keleyan
dizerê	varê, avarê, rêya kêt têt bikaranîn
dizî, dizêtî	dizî, karê dizînê
dizîn	dizî, dizî kirin
dizînewe	jê kirin, jê dûr xistin
    minal le şîr dizînewe	zarok ji şîr vekirin
diznêro	sîxur, casûs, zêrevan
dizran	hatin dizîn
dizraw	dizî, tişta hatiye dizîn
dizrêw	neviyayî, nehezkirî, nefretkirî, lanetkirî, pîs, kirêt, necis
dî	(ya / yê / yên) dî / din / dîtir
dîd	dîtin, dîtin û raman, bîrûbawer, bîrûray: Le dîdî towe cejnekeman çon bû? Bi dîtina te cejna me çawan bû?
dîde	bînahî, hinêra / şiyana / karîna dîtina tiştan / bûyeran / diyardeyan
dîde	pêbînik, çavik, çav
dîke	(ya / yê / yên) dî / din / dîtir
dîkeş	(ya / yê / yên) din / dî / dîtir jî
dîl	dîl, êsîr, êxsîr, girtî, zindankirî
dîlî	dîlî, êsîrî, êxsîrî
dîlan	gêjelok, peledîn, tiredîn, hepledîn, hepletiraş
dîlanê	(colan) hejîn
dîlanê	(helperkê) govend, dîlan
dîqet	hay, aga, dên, bal, dîqet
dîreg	stûn, dîrek
dîsan, dîsanewe	dîsan, cardin, dubare, dîsa, car dî jî
dîş	hûrûmûr, kelûpel
dîte	çiku, ji ber ku, çunke
dîtin	dîtin, bi çavan aga / hay jê bûn
dîtinewe	vedîtin, dîsan dîtin (t. tiştek wendabûyî)
dîw	al, alî, rex, hêl
dîwan	dîwan, helbestên berhevkirî
dîwan	dîwan, eywan, civat, encûmen, konsey
dîwar	dîwar, taq
dîwexan	mêvanxane, odeya mêvanan
dîy-	Bo peyvên bi "dîy-" dest pê dikin, binere "dîy-
do	dew (vexwarinek e ji av, mast û xwê têt çêkirin û tezî têt vexwarin): "Kes be doy xoy nalê tirş e" "Kes nabêje: dewê min tirş e"
doj	mat, seyr, ecêb
doj daman	mat man, ecêbê girtin, ecêbê serê yekî girtin
dojdamaw	matmayî, ecêbgirtî
doje	doje, cehenem, agiristan, dozex
dol	gelî, cihek nizm (û teng) di navbera du cihên bilind (gir, çiya) de
dol	dewl, dewlik, amanek / firaxek avê ye
dolab	dolab, qubale, qemsor
dolaw	çala avê
dolçe	dewlik, amanek / firaxek avê ye
dolezê	newal, nihal, ava di cihek nizm /(û teng) yê navbera du cihên bilind (gir, çiya) de re dibore
dolke	kûpik
dolke	dewlik
dolke	cerik
doran	xisirîn, têk çûn, dijw. bi ser ketin
dorandin	jê birin, xisirandin, têk birin, bi ser ketin
dorge	girav, cihek ax yê ku her çar aliyên wî av in
dorjing	tenî
dorniç	tenî
dost	dost, heval, birader, hevrê
dost	yar, evîndar
dostane	dostane, ji dil, dilsozane, bi dostînî, bi hevaltî
dostane	yarane, bi evîndarî
dostanetî	dostî, dostînî, dostanetî, hevaltî, hevalînî, biraderî
dostanetî	yaretî, evîndarî
dostênî	dostî, dostînî, dostanetî
doş	bn doj
doşaw	doşav
doşawî	doşavî, tişta ji doşavê yan doşav tê
doşawî	çeşnek tirî
doşek	doşek, nivînek nerm e bo li ser nivistinê / raketinê / razanê
doşekele	doşekok, doşekên biçûk
doşenî	doşînî, karê dotinê
doşîn	doşîn, dotin, duhtin
doşraw	dotî, doşî, duhtî (bizina / miha / çêla şîr jê hatiye dotin / derxistin)
dox	(t. "barûdox
dox	navik, nîvek, navend
doxî	bingehîn, giring, serekî
doxyan	navik, nîvek, navend
doxyanî	bingehîn, giring, serekî
doz	doz, dawa, daxwaz
doz	mebest, merem
doz	armanc
dozex	doje, cehenem, agiristan, dojeh, dozex
dozîn	dîtin, peyda kirin, pêrgî hatin
dozîn	lê gerîn, li pey gerîn
du'a	dua, lava, lavaj, liyan, hêvî û daxwaz kirin ji xweda yan mezinek olî / dînî
du'a gîra bûn	dua qebûl bûn, wek duayên yekî çêbûn
du'a xwastin	xatir xwastin, gotin "bi xatirê te / we"
du'axwazî	xatirxwazî
du'axwazî lê kirdin	xatir jê xwestin, gotin "bi xatirê te / we"
dugme	bişkoj, dugme, qupçe
dujmin	dijmin, neyar, dijber
dukan	dikan, firoşgeh
dukandar	dikandar, xwedîdikan
dukandarî	dikandarî, karûbarên (xwediyê) dikanê
duktor	doktor
duktor	bijîşk, nojdar, tixtor
dunya	dinya, cîhan, gerdûn
dunya	xelk, alem
dur	dur, morîk, mircan, cewer, micewher
durd	gerode, remolte, gemorte, xilte (ava binê amanan / firaqan ya ji ber qirş-mirşan pîs e û nayê vexwarin, çaya di bin peyaleyan de dimîne û ji ber ku tov tê de ye nayê vexwarin)
durv	nîşe, nîşane, delîl, gova
duşmin	bn dujmin
duwa	bn diwa
duwane	cêwî, cêmk, cotik, cêmik
duwê, duwênê	do, duh, duhî, duhinî, roja berî îro û piştî pêr
duwêt	ximavdank, hibirdank, şûşeya ximavê / hibir
duwêt	dot, duht, keç, qîz, kiç
duxreme	xiyarmast, mastê xiyarên kerkirî hatine têkilkirin
duxter	
duxter	doktor, tixtor, nojdar, bijîşk, pisîşk
duxter	f. keç, dot, qîz, kiç
dû	du (jimare 2, II)
dû	pey, dû, dûv bn diwa
dû	dûkêl, dûman, dûxan
dûawan	duav, cihê du çem / robar lê digin hev û dibin yek
dûbad	ducarî, duqatî, dumilî, duhêlî, dualî
dûbare	dubare, ducarî, tekrar, ji nû ve, ji nişka ve
dûbare bûn / bûnewe	dubare bûn, dîsan qewimîn, tekrar bûn
dûbare kirdin / kirdinewe	dubare kirin, dîsan kirin, tekrar kirin
dûbarepat	bn dûpat
dûberekî	hevrikî, duberî, rikeberiya di navbera du aliyan de
dûberekî û sê lê kirdin	bi lez û bizav karek kirin
dûberekî westan	hevrikî kirin, li dij hev rawestîn
dûberekî xistin nêwan	hêvotin, berdan hev, kiş kirin hev
dûca	duca, kare
dûçar	pêrg, rast, tûş
dûberekîî (şitêk) bûn	pêrgî / rastî (tiştekî) hatin
dûberekîî (şitêk) bûn	tûşî (tiştekî) bûn
dûçendane	ducar, ducarî hindî tiştekî, ducarî ji tiştekî mezintir / biçûktir / dirêjtir / kurttir û hwd.
dûçerxe	duçerxe, duçerxî
dûçerxe	bîsîklet, kerkê asinî, hespikê asinî
dûd	bn dû
dûdare	darbest, tabût, darên kesên mirî li ser tên rakirin û bo veşûştinê yan binaxkirinê dibin
dûdekî	qûnder, homoseksuel, sodomî, îbne
dûdil	dudil, dilwas, dilwaswas, biguman, bişik
dûdil	dudilî, dilwasî, dilwaswasî, guman, şik
dûdman	dûnde, ûcax, ziriyet, dûndeh, malbat, binemal, sûlal
dûdman	hoz, êl, eşîr
dûdmankiwêr	bêdûnde, bêûcax, bêziriyet
dûfaq	qosk, duçeq, duşeq, tiştên bi dirûvê / şikilê "v"
dûg	dûng, daw, dawa mihan (beşa ji leşê mihan ya derqûna wan diniximîne)
dûguman	bn dûdil
dûhem, dûhemîn	bn dûwem, dûwemîn
dûkan	bn dukan
dûkel	dûkêl, dûman, dûxan
dûkel	hilm, buxar
dûkelawî	dûkêlî, dûkêlgirtî, dûxanî, dûmanî, dûxangirtî, dûmangirtî
dûkeldan	dûkêlkêşk, kunek e li banê xanî bo ku dûkêl / dûman / dûxan tê re hilbikeve derveyî xanî
dûkeldiraw	dûkêlî, dûkêlgirtî, dûxanî, dûmanî, dûxangirtî, dûmangirtî
dûkeldiraw	hilmdayî
dûkelgîr, dûkelkêş	dûkêlkêşk, kunek e li banê xanî bo ku dûkêl / dûman / dûxan tê re hilbikeve derveyî xanî
dûla	dual, dualî, duhêlî, durexî
dûla	(derî / pencere) duqat
dûlge	pesn, pesnebêjî, gotarek pesndanê (t. bo bîranîna kesên mirî)
dûlike	duşeq, duçeq, qosk
dûlone	dual, duhêlî, dualî, duşaxî, duçeqî, duqatî
dûlûle	dulûlî, duborî, dukunî, tivengên dulûlî
dûmalekî	dumalî, dumalikî, dema jin û mêr di eynî malê de dijîn lê maiyeta xwe ji hev cuda dihêlin
dûmel	lîr, peq, peqûşk, peqûşkên li leş çêdibin
dûmelek	daholk, çeşnek daholên biçûk e
dûmirekî	bi herdu destan
dûnihom	duqat, duqatî, xaniyên duqat
dûnîme	dunîv, nîv û nîv
dûnîme kirdin	nîvandin, nîv û nîv kirin, wa parçe kirin ku nîvek li aliyekî û nîva din jî li aliyek din bimîne
dûpat	dubare, tekrar, dîsan
dûpat kirdin	dubare kirin, dîsan kirin, tekrar kirin
dûpat kirdin	deng vedan, olan dan
dûpel	duşeqî, duçeqî, qosk
dûpê	dupî, dulingî, jîndarên du pî / pê / ling hene
dûpê	dupêpikî, tiştên du pêpik / pî / pê / ling hene
dûpişk	dûpişk, dûlipî
dûqat	duqat
dûqat	ducarî
dûqet	duhêlî, dualî, durexî
dûr	dûr, dijw. nêz, nêzîk
le dûr dûrewe	ji dûr
le dûr dûrewe	ji dûr ve
dûrayî	dûrahî, dûrayî, mezafe, dîstans
dûrbîn	dûrbîn, kesa/ê pêşeroja mijarekê dibîne yan wê li ber çavan digire
dûrdest	dûrdest, tişta destê mirov bi asanî nagiyê, dijw. berdest
dûrendîşe	dûrpûnij, dûrfikir, sexbêr, kesa/ê dûr difikire û mijarê bi berfireyî li ber çav digire û li pêşeroja wê dirame
dûrî	dûrî, dûratî
dûrlesoz	bêhest
dûrlesoz	objektîv
dûrû	durû, xapînok
dûsibey	dusibe, dusibê, roja piştî sibe / sibê / sibehî bêt
dûşemme, dûşemmû	duşem, duşemb, ji rojên hefteyê ya piştî yekşemê û berî sêşemê
dûta	duta, duqat, ducar
dûtiwê, dûtuwê	duhêlî, dualî, duqat
dûwan	şêwirîn, suhbet kirin, (li gel hev) axiftin, qise kirin, şor kirin, (li ser mijarekê) peyivîn, bas kirin, qal kirin
dûwan	duyan, duwan, du liban / heban / kitan: Dûwan debînim Duyan dibînim, du (ji wan) dibînim
dûwan	cot
dûwan-dûwan	du-du, cot-cot, du bi du, her du carekê
dûwanbêj	şiroveker, raveker, basker, liseraxiv, kesa/ê li ser mijarekê diaxive
dûwander	peyvder, axiftger, kesa/ê axiftinekê pêşkêş dike
dûwandin	axaftin, peyivandin, li gel yekî suhbet kirin, wa kirin ta ku kesek biaxive
dûwange	axiftgeh, cihê axiftinên gelemperî, cihê axiftinên bo raya giştî
dûwane	cêwî, cêmk, hevalcêmk, du xwişk yan du bira yan xwişkek û birayek yên bi hev re ji diya xwe bûne
dûwane	du tiştên tam mîna hev
dûwanze	dazde, duwanzdeh, (jimare 12, XII)
dûwem, dûwemîn	duyem, (ya / yê / yên) duyê / duyan, (ya / yê / yên) pişta (ya / yê / yên) yekem / pêşîn
dûxale	duxalok, duniqtok (di niqteşaniya nivîsînê de nîşaneya ":")
dûxew bûn	xew lê herimîn
dûzaxe kirdin	nerehet kirin, aciz kirin
e	e: Ew kurd e Ew kurd e
e-	di-: ekat dike, edim didim, egiryan digirîn
-e	-o
-e	-ê (paşpirtika vokatîvî yekhejmar): kure kuro, mame mamo, apo, kake keko, bawke babo, bavo, kere kero
-e	dayke dayê, xwişke xwişkê, kiçe keçê
ebê	dibe, dibit, dibît
ebê	divê, divêt
ebleq	matmayî, ecêbgirtî, mestbûyî
ebyal	betenî
ebreş	(anatomî) zirav
ecinda	rojev, ajenda
eczacî	dermanfiroş
eczaxane	dermanxane
edî!	bêguman, bêşik, tabî, helbet
edî?	Ma ne? Ma ne wisan e?
efsane	efsane, çîrokên mîtolojîk
efser	serleşker, fermandara/ê leşkerî
egena, egîna	yan na, heke ne, egîna
eger	heke, eger, ger, herke
egîna	wek din
egîna	heke ne
egrîce	kezî, bisk
-eha	: sedeha bi sedan, hezareha bi hezaran, milyoneha bi milyonan û hwd.
ehlî	sivîl, medenî
ehlî	gel, xelk milet
ejdeha	ejdeha, marê bidestûpê
ejmar	hejmar, hijmar, jimar
ejmardin	hijmartin, jimartin, hesab kirin
ejmêr	hijmêr, hesabgir
ejno	çok
-ekan	-an: kiçekan wut keçan got
-ekanim	-ên min: kitêbekanim kitêbên min
-ekanit	-ên te: xizmekanit xizmên te
-ekanî	-ên: zimanekanî ewropî zimanên kurdî
-ekanî	-ên wê / wî: hevalekanî hevalên wê / wî
-ekanman	-ên me: dostekanman dostên me
-ekantan	-ên we: malekantan malên we
-ekanyan	-ên wan: pênûsekanyan pênivîskên wan
elbet	helbet, bêguman, bêşik, bivê-nevê, hebe-nebe
elê	dibêje
elfûbê	alfabe, komtîp, koma tîpan, pergala herfan
elqe	gustîlk, gustîrk
elmas	elmas
elmode	mode, bistîl
em	ev, eve, vê, vî, viya, vêya
ema, emma	lê, lêbelê, welê
emin	min
emin	ez
emîn	pêbawer, emîn
emn, emn û asayîş(t)	asayîş, ewleparêz, ewlekar, emniyet
emr	ferman, bang, gazî
emust	til, tilî
encam	encam, akam, dawî
encin	ker, parçe, qet
encin encin kirdin	ker kirin, qet qet kirin, hûr kirin
encumen	encûmen, deste, konsey
endazyar	endazyar, mihendis
endêşe, endîşe	bîrdoz, îdeolojî
enem	mem, çiçik, bersîng
engaw	gav, pêngav
engûr	tirî
entîke	seyr, sosret, ecêb
entîke	awarte
entîke	kevnare, antîk
eqil	aqil, hiş, bîr, awez
eramende	perîşan, hejar, belengaz, feqîr
erc	enîşk
ere	birek, mişar
erê	belê, erê
erê	ma, gelo, erê, ecebe: Erê deynasî? Gelo wê/wî dinasî?
erk	erk, wezîfe, kar, vatinî
erz	erd, ax, xak, zevî
eskirî	tirî, libên tirî
eskiwê	heskû, mifsik, kefçî
eslen	jixwe, eslen
esp	hesp
espardin	spartin
espayî	bêpêjnî, tenahî, bêdengî, bêgeremolî, bêqerebalixî
esrîn	hêsir, rondik, firmêsk, ava ji çavan tê dema mirov digirî
est-	Bi giştî cihê st-
Estembol, Estemol	Stembol
estêre	stêr, stêrk
estêrk	bendav
estêwilk	hevîr
estî	hestî
esto	patik, paşsto
estûn	stûn
eşk	enîşk
eşkence	şkence, lêdan, tazîb
eşkewt	şkeft
eşya	eşya, tişt, mal
etk	hetk, rûreşî, şermezarî
etûn	dojeh, cehenem, agiristan
ew	ew
ew	wê
ew	wî (yekhejmar)
ewan	ew, wan (pirhejmar)
ewanîş	ew jî, wan jî (pirhejmar)
ewca	paşî, peyre, dûre
ewca	encax
ewe	(amrazî amajekirdin) ewa/ê he, ewa/ê ha, ewa/ê han
ewe	(baştir e: ew e) ew e
-ewe	ve-: geranewe vegerîn, xwardinewe vexwarin
ewende	hind, ewqas, weqa
eweş	ew jî
eweta, ewete	işte, va ye, ev e, binere, bibîne
ewreng	mirêsdar, mihteşem, ewreng, şiko
ewsa	vêca, îca, îja, vêga
ewsa	hingê, vêca hingê, wê gavê, wê demê, wî wextî
ewzar	amraz, alav, amûr, alet
ey	pa, ma, gelo: Min kur im, ey to? Ez kur im, pa tu (çi yî)?
ey!	ey!
eylûl	rezber, îlon, meha 9em di salnameya romî de
eyna?	ma ne? ma ne wisan e?
ezbole	biharat
ezmûn	azmûn, ceribandin, test, îmtîhan
-êk	-ek: wilatêk welatek
-êk	carêk carek
-êk	carekê
'êl	hoz, êl, eşîr
ême	em
ême	me
-ên-	-în-: deçên
Êran	Îran
êrane	van deran, vira, van derdoran
êranî	îranî, xelkê / tiştê (ji) Îranê
Êraq	Iraq
êre	vir, vê derê, vira, vêrê, here, hire, êre, vî cihî, ev der
êsk, êsqan	hestî
êsta, êste	niha, noke, nika, niho, ana, aniha, vê gavê
êstayî	nihoyî
êstir	hêstir, qantir
êşta	hê, hê jî, hîn, hêşta, hîna, hîna jî
êwaran	êvaran, her êvar
êware, êwarê	êvar
êwe	hûn, hingo, win
êwe	we, hewe, hingo
êza	xelat, badaşt
fafon	fafon, bafon, aluminyum
fak	lêb, lêhb, lihb, fêl, dek, dekûdolab, hîle
fal	fal, pêşbînîkirin, diyarkirina bûyerên demên bên
fal girtinewe	fal vekirin, pêşbînî kirin
fal	telewî, rewşa mirovekî yan heywanekî ku tê de têkiliya cinsî pir dixwaze
falawêj, falbêj, falçî, falgir	falveker, falbêj, falçî
falawêjî, falbêjî, falçêtî	falvekerî, falbêjî, falçîtî
fam	fam, fehm, fêm, têgîştin, têgihiştin
fama	fama, têgîştî, fehma
famîde	famîde, kesa/ê dikare tiştekî binirxîne û wê fam bike
famîn	tê gîştin, fam kirin, famîn
fanos	fanos, lampe, çira
faqe	xefik, tepik, faqe, dav, davik
faris, fars	faris
farisî, farsî	farisî
fayiz	fayiz, faîz, selef, riba
fayl	dosye, fayl, belge
fekle	cênîk
fele	file, xrîstiyan, mesîhî, îsawî
fele	asûrî, siryanî
felsefe	felsefe, fîlozofî
fen	(erebî) bn huner
fena	wek, mîna, fena, nola, şibî, eynî
fend, feng	fen, fend, feng, lêb, lêhb, hîle, lîstik, leyistik, lehîstik
fend û fêl	fen û fêl, lêb, hîle, xap, xapandin
fener	fanos, fener, çira, lampe
feqê	feqe, feqî, şagirdê dînî (t îslamê)
feqîr	feqîr, hejar, belengaz, jar
fer	nirx, hêjatî, hejîtî: Ferî niye qiseyş legel bikeyt Ne hêjayî ye li gel biaxivî jî
feramoş	feramoş, nehesibandî, înkarkirî
feramoş	jibîrkirî
feramoş kirin	feramoş / pûç kirin, nehesibandin
feramoş kirin	ji bîr kirin
feramoşî	sersarî, xemsarî
feramoşî	înkar
feramoşî	jibîrkirin, nehesibandin
feraqe	bend, qeyd, zincîr (t yên pî / ling pê tên girêdan)
feraş	dergevan, kesa/ê karûbarên xaniyekî (t yên îdarî) yên mîna malînê dike
ferdar	bihagiran, binirx, hêja, hejî (tiştekî)
ferdar	bikêr, biwec, bikêrhatî
ferde	ferde, kîs, torbe, tûrik, telîs
ferec	bn fêlûferec
fereh	fire, fireh, fereh, firhe
fereh	xweşî, şadî
fereh	bereket, zêdehî
ferheng	ferheng, peyvname, bêjename, pirtûkên peyv tê de (li gor rêza alfabeyê yan mijaran) hatine rêzkirin û (bi zimanek din yan bi heman zimanî) hatine rave- û şirovekirin
ferhengok	ferhengok, peyvnamok, bêjenamok, ferhengên biçûk
ferhengok	fehengok, çend peyvên rêzkirî
ferîk	kerik, kojik, rizik, çilmik (fêkiyên / keskiyên / sebzeyên) negihayî / negihiştî
ferîk	-terk, -kelî: ferîkeqezwan kezwanterk, kezwanên ter, ferîkenok kelînok, kelînuhk, nokên ter
ferkandin	ferkandin, li ber nivîsîn, ji ber girtin, kopî kirin, lasa kirin, texlîd kirin
ferkane	jibergirî, lasayî, texlîd
ferkar	destnîşanî, tilnîşanî
ferkar	şîret, nesîhet
ferkar	pêşniya, pêşniyar, pêşniyaz, pêşniyad, teklîf
ferman	ferman, emir, emr
fermanber	fermanber, karmend, memûr, kesa/ê di karek fermî / hukumî de dixebite
fermanberî, fermanberêtî	fermanberî, karmendî, memûrî, karê gelemperî / hukumî
fermandar, fermander	fermandar, kesa/ê emir û ferman di dest de ne
fermandar, fermander	mîr, prens
fermandarî, fermanderî	fermandarî, erkê / hêza dana emir û fermanan
fermanga, fermange	fermange, biryarge, qerarge, cihê ferman / biryar / qerar jê / lê tên dan
fermangêrî	hukumî, fermî, resmî, fermangêrî
fermanî	fermanî, emrî, împeratîv
fermanrewa	rêveber, serok, serwer, fermanrewa, administrator
fermanrewa	walî, mihafiz
fermanrewayî	rêveberî, serok(at)î, serwerî, fermanrewayî, administrasyon
fermayişt	kerem: Wek 'Elî fermayişt kirdûwe, ... Wek Elî kerem kiriye, ... (Awayek rêzgirtinê ye li şûna "Wek Elî gotiye")
fermû	Kerem bike!
fermûn	kerem kirin
fermûn	kerem bikin
fermûn	gotin (t dema rêzgirtin û qedir û qîmet hemberî kesa/ê tiştek gotiye têt nîşandan) Xwa le Quran da fermûyetî ke... Xwedê di Quranê de kerem kiriye ku... (... gotiye ku...) (Herwa bi tiraneyî / tinazî jî têt bikaranîn:) "Cenabtan" çî defermê? Çi dibêjî, "ezbenî"?
ferq	ferq, cuda, cihê
ferş	merş, berik, xalî, xalîçe, mehfûr, hêsîl
ferş	ferş
fertene	firtone, bahoz, barove, hewayê bi bayek xurt
fertût	(kesa/ê ji pîriyê / êxtiyariyê) jitaqetketî, bêtaqet, neşê
ferû	per, perûpûrtê bi mirîşk û elokan ve
ferwar	serdar, serwer
ferxî	çeşnek tiriyê hûrî bêdindik e
ferya, feryad	bn firya
ferz	ferz, gerek, pêdivî, pêwîst, hewce, lazim
ferzîn	(di şetrencê de) wezîr
fesl	lihevhatin, sulh, rêkeftin, lihevkirin, dijminatiya di navbera xwe herdu aliyan de nehêlan
fetan	(dafetan) ji xwe şerm kirin
fetar	perit(and)î, hincir(and)î, dir(and)î
~ fetar	parçe-parçe
fetaret	birihîn, telifîn, neman, ji holê rabûn, ji navê rabûn
fetîr	(hevîrê) netirşkirî, bêhevîrtirşk
fewtan	pûç bûn, wêran bûn, kembax bûn, ruxîn, hilweşîn
fewtandin	pûç kirin, wêran kirin, kembax kirin, ruxandin, hilweşandin
fewtaw	pûç(bûyî), wêran(bûyî), kembax(bûyî), ruxî, hilweşî
felesûf	fîlozof, feylesof
fexfûrî	ferfûrî, çîn, porselen
fê	(êşa) atî, sara, epîlepsî
fêdar	atîdar, saradar, epîleptîk, kesa/ê êşa atî / sara / epîlepsî lê ye
fêl	fêl, lêb, lêhb, hîle, dekûdolab, lîstik
fêlbaz	fêlbaz, hîlebaz, lêbker, lêhbker
fêlûferec	dekûdolab, lêb, hîle, fêl, lêhb, xapandin
fênik	hênik, hînik, hûnik, hîn, ne germ û ne jî sar
fêr	fêr, hîn, hî, hû, elm
fêr bûn	fêr bûn, hî(n) bûn, elimîn
fêr bûn	tamijîn, elma xwe girtin
fêr kirdin	fêr kirin, hî(n) kirin, elimandin
fêr kirdin	tamijandin, elimandin xwe
fêrbû	fêrbû, hî(n)bû, dijw. zikmakî
fêrdar	fêrdar, hîndar, şagird, kesa/ê têt fêrkirin
fêrdarî	fêrdarî, hîndarî, ders(dan), wane(dan)
fêrge	fêrge, xwendinge, dibistan, qutabxane, cihê lêfêrkirinê û lêfêrbûnê
fêrkar, fêrker	fêrkar, fêrker, hîndêr, fêrdêr, hînkar, hînker, perwerdekar, perwerdekar, mamoste, kesa/ê fêr / hîn dike,
fêsan	şil bûn, şilîn, şilikîn
fikir	fikir, hizir, raman, bîr, pûnij
fikirîn	fikirîn, hizirîn, ramîn, pûnijîn
filan	filan: ~ car filan car(ê), ~ kes filan kes, ~ şit filan tişt, ~ û fîsar filan-bêvan, filan û bêvan
filçe	bn firçe
filis, fils	filis, hezarêk (yek ji hezarê, 1/1000) ji yekîneya diravî ya Iraqê: 1000 filis 1 dînar e
filîqan, filîqanewe	meriçîn, merçiqîn, perçiqîn, pelçiqîn
filîqandin	meriçandin, merçiqandin, perçiqandin, pelçiqandin
filîqaw	meriçî, merçiqî, perçiqî, pelçiqî, hatî meriçandin / merçiqandin
filîte	felîte, tûle, tolaz, pûç
filq	fehş, fire, mezin (cil û berg, sol û pêlav)
filq	şep, dengê mîna wî dengî yê ji avê têt dema tiştek giran (wek kevir) dikeviyê
filqê, filqin, filqîcan	qehbe, qehbik, fahîşe
filqefilq	şeperep, bn filq
filt	(dev) beş, zêde vekirî
filtandin	minandin, mine-min kirin, bi mine-minkî peyivîn, wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
filte, filtefilt	mine-min
filtedeme	devminok, kesa/ê wa nezelal û dengnizm axivîn ku bi asanî jê neyê famkirin
fim	kif, kif kirin, poz / difin / bêvil / lût ji kilmûş paqij kirin (bêyî ku tila xwe bike tê re)
fim kirin	kif kirin
fincan	fincan, kûpên qaweyê
find	find, şemal, mom, çira, şemalk
finddan	finddank, cihê find / şemal lê tên danîn
findiq	findiq, fisteq
fir	fir, qurt, qurç: firêk le çay dan firek li çayê dan, firek ji çayê vexwarin
fir	hay, aga: Firî be ser dunyawe niye Hay ji bayê felekê nîne, Ji ti tiştî ne agadar e
fir	têkilî, peywendî: Firî niye be ser karekey êmewe Ti têkilî bi karê me ve nîne
firajan	firajîn, peresîn, pêş ketin, guhertinên wa tê de çêbûn ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajandin	firajandin, peresandin, pêş xistin, pêşve birin, , guhertinên wa tê de çêkirin ku ji berê baştir / kêrhatîtir bibe
firajî	firajî, peresan, pêşketin, pêşxistin, pêkhatina hin guhertinan di tiştekî / kesekî / heywanekî de ku wê / wî ji berê baştir / kêrhatîtir dike
firajîwer	firajîwer, guherbar, tişta diguhere yan dikare biguhere (t. baştir bibe)
firan	bn firkan
firandin	firandin
firandin	bn rifandin
firawan	fire, berfire, fireh, firhe, dijw. teng
firawanî	fireyî, berfireyî, firehî, firhetî, dijw. tengî
firçe	firçe
fire	pir, gelek
fire-	pir-, gele-: fireayînî pirolî, pirdînî, geledînî, firehizbî pirpartî, firekulturî pirçandeyî, pirkulturî
fireayînî	pirolî, pirdînî
firebêj	pirbêj, zêdeaxiv
firefir	firefir, vexwarina fir bi fir û deng ji devê xwe anîn
firefir	pirepir, dengê berdewam yê çeng û baskan dema firinde / teyr difirin
firehizbî	pirpartî
firehizbayî	pirpartîtî, pluralîzm
fireyî	pirî, gelekî, zêdeyî, mişeyî, zafî
firez	qedîfe
fireneteweyî	pirneteweyî, multînasyonal
firê	avêtin, vir kirin:
firê dan	avêtin, virvirandin, vir kirin, vir (û) avêtin
firêdiraw	avêtî, virkirî
firêdiraw	bêxwedî(hiştî), bêxudan(hêlayî)
firfire	firfire, qelûna avî
firfiroke	firfirok, pêlîstokek zarokan e
firfîng	persîv, êşa sarmayê
firge	firgeh, cihê firîna balafiran
firin	firne, firin, tenûr
firinde	firinde, balinde, teyr, tilûr
firinde	firok, firinde, tiştên difirin
firink	kunên difinan / pozan / bêvilan / lûtan
firîn	firîn, li hewa meşîn, li hewa hatin û çûn (t. bi saya / alîkariya çeng û baskan)
firîşte	firîşte, melek, melaîket
firîw	xap, hîle, lêb, lêhb, fêl, dekûdolab
firîw dan	xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
firîw xwardin	xapîn, hatin xapandin, lê(h)b lê bûn, lê(h)b lê hatin kirin, hîle lê bûn, hîle lê hatin kirin
firîwandin	xapandin, hîle lê kirin, dekûdolab lê kirin
firîwbaz	xapînok, hîlebaz, hîleker, lê(h)bok
firîwxor	xapînber, kesa/ê bi asanî têt xapandin yan lê(h)b / hîle lê tên kirin
firîz	firîz, giyayek e li mêrg û çîmenan şên dibe
firka, firka-firka	panîk, bizdîn, behecîn
kewtin firka	bizdîn, behecîn, ketin panîkê
firkan	bîsk, kêlîk, gav: Be firkanêk gerayewe Di gavekê de vegerî
firkan, firkan-firkan	mat, ecêb, hêbetî, sosret, seyr
firke, firkê	pirepir, pirpir, dengê çeng û baskan dema firinde difirin
firman	vatinî, erk, kar, xebat
firman	rêz. lêker, verb, fiîl
firmêsk	rondik, hêsir, esrîn, ava ji çavan têt dema kesek digirî yan giriyê wê / wî têt
firoke	firoke, balafir, teyare
firokenehêl	dij-firoke, dij-balafir, çekên dijî firokeyan tên bikaranîn
firokewan	firvan, firokevan, pîlot, kesa/ê firokeyan difirîne
firstade	peyamber, qasid
firoşga, firoşge	firoşge, firoşgeh, dikan
firoşraw	firotî, hatî firotin
firoştin	firotin, bi pare dan, bi kirîn / standin dan
firoştinewe	vefirotin, dîsan firotin
firset	delîv, derfet, firset, firsend, gav, mecal
firşteng	bênteng, bênçik, dijw. bênfire
firt, firte	firt, liva / lebata tavil û bilez: Firt xoy hawîşt Firt xwe avêt (ango bilez xwe avêt)
firt kirdin	firtîn, firte-firt kirin, bi lezûbizav meşîn / hatin û çûn
firtene	firtone, bahoz, barove, tûfan
firzend	zarok, dûnde, biçûk
firû hênanewe	xwe tewandin / çemandin (li ber kesekî / tiştekî bi mebesta nîşandana qedir û qîmet)
firûc	marir, marirk, mirîşkên nûgihayî
firûfêl	dekûdolab, hîle, fenûfêl
firûn	firne, firin, tenûr
firya, firyad	hewar
firya kewtin	li hewarê hatin
firya kewtin	li hewarê çûn: Xelkîne, firwam kewin Xelkîno, li hewara min werin
firya kirdin	hewar kirin, bi bang û gaziyan alîkarî xwestin
firyaguzar	xêrxwaz, kesa/ê li hewara hewcedaran diçe
fis	fis, fisîn, fisikîn, dengê fisefisê
fis dan	fisandin, cotbûna dîk û mirîşkan, karê dîk mirîşkê digê
fis palewan	fisto, kesê xwe mêr û mezin dihesibîne lê di rastiyê de ne ti mêr e
fise, fisefis	fisefis, dengê "fisss..."
fiske	pistîn, dengê pir nizm (t li ber guhê kesekî)
fiskefisk	pistepist, peyivîna bi dengek pir nizm (t li ber guhê kesekî)
fiş	fis, goga / pifdanka / tekerê hewa kêm tê de heye
fiş	pif, perçivî, nerm û hewayî
fiş	bn fis
fişe	yarî, henek, qerf, tirane, tinazî, tiştek ne cidî
fişe	bn fise
fişegalte	tirane, tinazî, qerf, henek, yarî, galte
fişeker	pesno, metho, pesnok, methok, xwemezinker
fişqiyat	qerf, henek, tirane, galte, yarî, tinazî
fitîle	fitîl, fitîlk (wek ya fanosê)
fitîr	bn fetîr
fitre	fitre, fitir
fitwa	fitwa
fize	deng, pêjn
fîçqe	derzî, kutank, şirînqe, enjeksiyon
fîda	gorî, cangorî, fîda
fîdayî	fîdayî
fîdayî	di Iraqa serdema Sedam Huseyn de: komando
fîk	fît, fîr, fîtvedan, dengê fîtefît
fîkan, fîkandin	fîtîn, fîtikîn, fît vedan, fîtefît kirin
fîke	fîtik, dudik, fîrfîrk, fîtok, firîzok, alava pêfîtînê / pêfîtvedanê
fîke kêşan	fîtîn, fît vedan, fîtikîn
fîke lê dan	li fîtikê / firîzokê dan
fîkefîk	fîtefît, dengê fîtînê / fîtvedanê
fîl	fîl (di şetrencê de jî)
fî'l	lêker, verb
fîng, fîngefîng	kinekin, nalîn, girîna bi kinkinî
fîran, fîrandin	hinav çûn, zik çûn, fîrikîn, fîşikîn, îshal hebûn
fîrist	îndeks, fîrist, fihrist
fîrke	fîrik, fîşik, hinavçûn, zikçûn, îshal
fîro	(maliyet) pûç kirin, zêde mesref kirin
fîsan	şil bûn, şilîn, şilikîn
fîsar	(filan û) bêvan
fîsel	ziwa, zuha, hişk
fîş	fiş, fişefiş, dengê fişînê
fîşal	axivîna zêde dirêj û bêkêr
fîşefîş	fişefiş, dengê berdewam yê fişînê
fîşek	fîşek, teqok, telqe
fît	binas, xeta, xeletî, sûc: Axir hemû fîtî ew bû Jixwe hemû binasên / xetayên wê / wî bû, Jixwe ew sûcdarî hemûyê bû
fît	ser-bi-ser, beramber, wekhev: Sed dolar bide û fît debîn Sed dolaran bide û em dê ser-bi-ser bin, Sed dolaran bide û em dê beramber bin
fît	fît, fîtefît, (dengê) fîtînê / fîtvedanê
fîtefît	fîtefît, dengê berdewam yê fîtvedanê
fîz	quretî, pozbilindî
fîzar	nalîn, gilî, gazin, xem, derd, kul û kovan
fîzin	qure, pozbilind
fîzya, fîzîk	fîzîk
fû	pif, hewayê ji dev tê
fû dan	pif dan, pifandin, hewa kirinê
fû dan	nazdar kirin
fû kirdin	pif kirin
fû tê kirdin	pif dan, hewa kirinê
fûdiraw	pifdayî, perçivandî, tijî hewa kirî
fûrhe	sûlavok, sûlav (t biçûk), cihê ava çem / rûbar lê ji bilindayiyekê dikeve erdek nizm
ga	ga, gamêş
ga	ge, geh: ga ga carinan, car-car: Ga ga tarîk e û ga ga rûnak Geh tarî ye û geh (jî) ron, Carinan tarî ye û carinan (jî) ron
ga	rayê dema borî yê lêkera "gan"
ga-	ga-
ga-	gir-, gire-: gaberd girekevir, kevirên gir
-ga	-ge, -geh, paşqertafek e cih diyar dike: firoşga firoşge, cihê tişt lê tên firotin, fêrga fêrge, cihê fêrkirin û fêrbûnê
gabor	orîna gayan
gaf	navê tîpa "g" di alfabeya kurdî-erebî de
gagel	gagel, celebê gayan, çeşnê gayan
gagêre	gagêre, gêreya bi gayan
gagolkê	çarlepk, meşîna li ser herdu destan û herdu piyan
gakêwî	gakûvî, gayên kûvî
gal	gazî, bang, dey, deng, hewar
gale	qîrî, qêrî, qîjî, qêjî, giriyê bi dengek bilind
galekut	galegot, galgal, gotinên bêbingeh
galîske	erebe, erebane (ya hesp li dû xwe dikêşin)
galok	gopal, kaşok (t yên gavanan)
galte	qerf, henek, tinaz, tirane, galte, yarî, şoxî, tinazî
galtebêj	henekbêj, qerfbêj, tinazbêj, tiraneker, galtebêj, tinazîker, kesa/ê henekan dike / dibêje
galtecar	qerfok, pêkenok, qeşmer
galteçî	henekbêj, tiraneker, tinazîbêj
galtegê	deqşkên, kesa/ê henekan / tiraneyan / galteyan bi kesekî daku wê / wî bide şermê yan qedirê wê / wî bişkîne
gamelas	serhişkî, dijberî
gamêş	gamêş, ga
gan	gan, niyan, nan, tê nan, seks, cot bûn, têkiliya cinsî
ganawî	seksî, ganawî
ganek	ganek, sefîh, tûle, tolaz
-gar	-ger, paşqertafek e bo diyarkirina ku kesek tiştekî dike: parêzgar parêzger, kesa/ê tiştekî / kesekî diparêze
garandin	qidîn, qidqidîn (dengê mirîşkan)
garegar	qidqid (dengê mirîşkan)
garis	garis
gasin	gasin, gêsin
gaşe	kaş, kevirek hilû ye
gaûgotal	garan, koma çêl û gayan
gav	(hengaw) gav, pêngav
gav	(kat) gav, bîsk, kêlîk, dem
gawan	gavan, çavdêrê çêl û gayan
gawanî	gavanî, karê gavanan
gaware	dergûş, landik, cihê lêçêbûna yan jêdestpêkirina tiştekî
gawir, gawur	kafir, gawir, bêdîn
gawir, gawur	file, mesîhî, îsawî, xrîstiyan
gawus	meşk
gayilke	hêstir, qantir
gayî	geyî, car-carî, carinan, hin car
gayîn	bn gan
gaz	gaz, maddeyek sotemenî ye
gaz	(qepal) gez, leq, didanlêdan
gaz lê girtin	gestin, leq lê dan, didan lê dan, dan ber didan
gaz	(gazî pişt) hestiyê piştê
gaz	gazî, bang, dey, deng
gazera	nav, nêv, nîv, nava / nêva / nîva tiştekî / derekê
gazinde	gazin, gazind, gazinc, gazinde, gilî û gazin
gazinde	nalîn, kul û kovan
gazindok	gazinok, gazindok, kesa/ê pir gilî û gazinan dike
gazir	spîkirin
-ge	-ge, -geh, paşqertafek e cih diyar dike: firoşge firoşge, cihê tişt lê tên firotin, fêrge fêrge, cihê, karge karge, cihê kar(lêkirinê)
gecer, gecerûgucer	(mirovên) tûle, tolaz, pûç, bêwec, bêkêr
geç	gêç, cis, ces
geda	geda, parsek, xwestok, xwazo(k)
gedayî	gedatî, parsekî, xwestokî, xwazokî
gede	zik, ûr bn sik
gef	gef, hereşe, tehdîd
gef	rey, rew, hew (dengê se û kûçikan)
gefe, gefegef	hewhew, rewrew, reyrey (dengê berdewam yê se û kûçikan)
gefîn	reyîn, rewîn, hewtîn (dengê se û kûçikan)
gefûgur	gef, tehdîd, hereşe
gefûgur lê kirdin	gef lê kirin / xwarin
gel	gel, milet, xelk, mirov, netewe
gel	kom
gel	bir, celeb, ker, ref
gel bestin	civîn, (gel) hatin cem hev, (gel) kom bûn
gel	kel, navran, nava herdu piyan / lingan
gel	(dê, çilûy wuşk) gil, gilgile, çilûyê hişk (pelên / belgên hişk yê daran) ku payizê ji daran werîne
gela	pel, pelg, belg (yê daran / gulan), çilû, belçûn, pelçûn
geladar	peldar, bipel, belgîn
gelarin	pelwerandin, werandin, weşandin, dawerandin, ji pel / belg kirin, belgwerandin
gelarin kirdin	(pel ji daran / gulan) werandin, (dar / gul) ji pelan / belgan / çilû / belçûnan rût kirin
gelarêzan	8em meh ji salnameya kurdî, meha pelwerînê, bi salnameya julyanî (romî) her sal 210 - 20.11
gelakutk	şûnik, darek pan e cil û xalîçe pê tên qutan dema tên şûştin daku baş paqij bibin
gelal	celal, meyav, rûbarok, rûbar
gelale	pêşnima, miswede
gelawêj	stêra Gelavêj (bi zimanên ewropî Sirius)
gelawêj	meha 5em ji salnameya kurdî, bi salnameya julyanî (romî) her sal 28 - 20.9
gelawêj kewtin	(li payizê) seqa / hewa sar bûn
gelawgel	lingjevkî, pîjevkî, (meşîna yan rawestîna bi) herdu pî / ling ji hev dûr
gelawer	pelwer (dara / gula pelên / belgên wê diwerin / dikevin)
gele	bir, celeb, ker, ref, kom
gelerawêjî	komdevjenkî, komsuhbet, suhbeta di navbera gelek kesan de
gelexan	kotan, cihê tankirî / çeperkirî bo tê ve parastina sewalan
gelê, gelêk	gelek, pir, zor, zaf, zêde
gelho	famkor, mejîreş
gelî	gelî, newal, nihal, dol
gelor	peledîn, aqilsivik, mejîreş, famkor, xwelîser, delodîn, tiredîn, hepledîn, hepletiraş
gelû	bn gelî
gemal	birek seyan / kûçikan e
gemaro	dorpêç, dorgirtin
gemaro	ambargo
gemaro dan	dorpêç kirin, dor (lê) girtin
gemaro dan	ambargo danîn ser
geme	(yarî) lîstik, yarî
geme	(galte) henek, qerf, galte, tinazî, tirane, yarî
gemî, gemye	keştî, gemî, vapor, papor, sefîne, baxîre
gemûre	gilîz, tif, bilxem
gen	gen, bîna genî
gen	bn gend, geng
genandin	genandin, genî kirin
genandin	rizandin
genaw	genav, ava genî
genc	genc, ciwan, (kurekan) xort, (kiçekan) cehêl, gênc: kesên êdî ne zarok in lê hê bi temamî mezin jî nebûne
genc	kesên êdî ne zarok in lê hê pîr jî nebûne
genc	bn gencîne
gencêtî, gencî	gencî, gencîtî, ciwanî, ciwantî, xort(an)î, cehêl(t)î, gêncî
gencîne	gencîne, xwençe, xezîne
gencîne	embar
gencîne	paşdav, serdav
gencîne	destavgeh, tiwalet
gend, geng	genî, fistewî, bînew, bêhnewî, bînpîs, bêhnpîs
gende-	pêşqertafek e ku wateya biçûkî û kêmiyê dide peyvên dikeve pêşiyê: gendepiyaw mêrkok
gende-	gendexor gemşo, gemşok, kesa/ê çi xwarin (ya pîs û ne xweş jî) bikeve ber dixwe
gendel	riziyok, tişta/ê dirize
gendûgû	pîsî, qirêjî, bîna pîs
genim	genim, dexlûdan
genime	balûk
genimeşamî	genimê şamî, garis
genimgirdî	bênavbir, bêrawestan
genîn	genîn, genî bûn
genîn	rizîn, riziyan
genîw	genî, genîbûyî
genîw	rizî, riziyayî
gep	devjenkî, suhbet (t ya sivik û nefermî)
gep	gir, zexm, girs, mezin
gepegep	devjenkî, suhbet
gepegep	galgal, galegot, gotinên bêbingeh
ger	ger, eger, heke, heger, heku
ger	ger, geş, geryan, hatin û çûn
ger	lêgerîn
ger	gerewî, girewî, gurî, pîs, lewitî
ger	hêcet, bihane, hincet
ger	qerqeşe, şerenîx, teşqele, gengeşe
-ger	paşqertafek e kirde diyar dike: asinger
gera	hêk (yên masiyan yan pêşû-mêşûyan)
geran	gerîn, geriyan, gerihan, hatin û çûn
gerandin	gerandin, anîn û birin
gerandinewe	vegerandin, veanîn, dîsan anîn, înan ve
geranewe	vegerîn, vehatin, hatin ve
geraw	gerav, ava li hin sewalan têt kirin daku ji girewîtiyê bên parastin
gerd	gêr, girêl, çerx, dor, qulp, zivir
gerd	çip, piç, pirt, piçek, pirtik, pirtkok, hûrik, ziret, misqal
gerd	toz
gerdan	gêr, girêl, çerx, dor, qulp, zivir
gerdane	gerdenî, ristika gerdenê
gerdaw	tevlihev, serobin
gerdaw	zivirok
gerde	tozik, toz
gerde	armûş, hevrîşm
gerdelûl	babelîsk
gerdemil	bn gerdin
gerdin	gerden, sto, hustu: Gerdinit azad bê Gerdena te azad (Ango: Tu hatî bexşandin / lêborandin), Gerdinim azad ke Gerdena min azad bike (Li min bibore, Li min negire), Gerdinim le mû barîktir e (bw) Li ber emrê / fermana te me
gerdinkeç	nefsbiçûk
gerdinkeş	dijraber, serhildêr
gerdinkeş	xweragir, mukum
gerdinkêl	biînat, înato
gerdeş	pevçûn, şerenîx, ajawe
gerdeş	şoreş
gerdîle	pirtik, atom, ziret, misqal
gerdûgela	elind, berspêde, gizing, berbeyanî
gerdûn	gerdûn, kaînat, erd û esman
gerdûn	felek
gerdûxul	zivirok, çerxok
gerek	gerek, lazim, hewce, pêdivî, pêwîst, divê
gerek	daxwaz
gerekî	gerekî, lazimî, hewcetî, pêdivîtî, pêwîstî, divêtî
gerek	tax, mehel, beşek ji bajarekî
gerelawje	tevlihevî, serobinî, bêahengî
gerî	gerewî, girewî, gurî, pîs, lewitî
gerîde	geryayî, dinyadîtî
gerîde	lêger
germ	germ
germ	(dax) kel, gurî
germ	(şîletên) tênşîr, tînşîr, têhnşîr
germa	germa, germî (hewayê germ)
germajo	bn germbirdû
germanî	bn germiyan
germacman	4em meha salnameya kurdî, bi salnameya julyanî (romî) her sal 26 - 20.7
germapêw	germapîv, germîpîv, termometre
germaw	germav, ava (ji xwe) germ (e û têt bawerkirin ku derman e)
germawgerm	tavil, di cî de, serdanpê
germayî	germî, germayî, germatî
germbirdû	germbirî, tiştê li ber germayê pûç bûye
germegilê	bênavbir, bêbênvedan, bêîstîrehet
germegilê	navê lîstikek goganê / holanê ye
germesêr	bn germiyan
germêtî	germî, germatî
germiyan	deşt, nizmistan
germiyan	herêmek e li Başûrê Kurdistanê
germiyan	germiyan û kiwêstan deşt û zozan
germiyanî	deştî
germiyanî	xelkê herêma Germiyan li Başûrê Kurdistanê
germî	germî, germatî
germîpêw	germapîv, germîpîv
gerok	gerok, kesa/ê pir digere
gerol	reben, rebenok, xwelîbiser, tepeser
gerole!	rebeno! rebenê!
gerû	(ûk) gewrî, hefk
gerû	(gelî) gelî, newal, nihal, dol
gerûêş	gewrîêş, hefkêş, anjîn, angîna
gerwanke	pakêt
gesk	gesk
geske	xeleng, gezik, giyayê gezik jê tên çêkirin
gestin	gezandin, dan ber didanan, leq lê dan, gestin, gez kirin, leqandin
gestin	(mar) pê vedan
geş	geş, vebûyî, xweş, zelal, birqok, biriqdar, teyisok, gur
geşan, geşanewe	geşîn, geş bûn, (gul) vebûn
geşandin, geşandinewe	geşandin, geş kirin
geşayişt	geşedan, firajî, pêşketin, pêşveçûn
geşbîn	geşbîn, xweşbîn, hêvîdar, optimîst, umêdewar
geşbînî	geşbînî, xweşbînî, hêvîdarî, umêdewarî, optimîzm
geşe	gihiştin, geşe, pêşketin, zêdebûn, pêşveçûn
geşekirdû	gihiştî, pêşketî, pêşveçûyî
geşî	geşî, vebûyîtî, xweşî, zelalî, birqokî, biriqdarî, teyisokî, gurî
geşke	heyranî, şadmanî, mestî, jihalçûn, hîsterî, ekstasî
geşke girtin / kirdin	ji hal çûn, mest bûn, şadman bûn
geşkedar	jihalçûyî, mest(bûyî), şadman, heyran
geşt	geşt, ger, seyran, rêvingî, sefer, seyahet, rêwîtî
geştname	pirtûka bîranînên nivîser yên geştê
geştname	pirtûka şîretan bo rêvingan
gername	pirtûka bîranînên nivîser yên geştê
gername	pirtûka şîretan bo rêvingan
geştûguzar	turîzm
geştwer	gerok, lêger
geştyar	geşyar, turîst, rêving, rêwî
gew	kevan (tîr û kevan)
gewad	pezeveng, jinfiroş, gewad, bênamûs
gewah	govan, gova, şahid, kesê bûyerek dîtiye dema qewimiye
gewahî	govanî, govahî, şahidî, dîtina qewimîna bûyerekê
gewal	pîne, pinî
gewal	kom, deste, grûp
gewar	kêrhatî, baş, têr(a tiştekî dike)
gewar	saxlem, sax, qenc
gewc	aqilsivik, peledîn, tiredîn, hepledîn, hepletiraş, delodîn
gewc	gêj, gêjok, gêjelok
gewe	zivirok, xwarovîç (rê)
gewe	lêb, lêhb, hîle, xap, xapandin, dekûdolab
gewekar	lêbok, xapînok, hîlebaz, cambaz, xapîner, lêhbçî
gewher	gewer, cewer, gewher, dir, micewher, kevir û berên bihagiran
gewher	gewer, resenî, pakî, rindî, delalî
gewher	bingeh, esas
gewherbend	gewerlê, gewerkirî, bigewer
gewherdar	(pir) delal, bedew, rind, xweşik
gewherdar	bingehîn, giring, esasî
gewherkar	gewerkar, kesa/ê karê geweran dike
gewerî	gewerî, ji gewer
gewerî	resen
gewerî	bingehîn, esasî, giring
gewr	gawir, kafir, ne-misilman
gewre	mezin, gir, girs, zexm, giring
gewreyî	mezinî, mezintî, girî, girsî, zexmî, giringî
gewz	gevz, qulipîna berdewam yan çendcarî ji aliyekî li aliyê din di nav axê / heriyê / xwînê de
gewlaz	kesa/ê pir car jin / mêr kirine
gewun	devî, tiraş, kêrat
gewûr, gewûrk	kotan, cihê tankirî / çeperkirî bo parastina pez yan terş tê ve
gewûr, gewûrk	gov, axur, xaniyê pez yan terş
gewûr, gewûrk	şkefta sewal tê ve tên parastin
gewzan	gevizîn, perpitîn, pirpitîn, xwe gevizandin, di nav axê / heriyê / xwînê de her ji aliyekî qulipandin aliyê din û dîsan her wa
gewzandin	gevizandin, perpitandin, pirpitandin
gewzîn	bn gewizan
gey	kerb, kîn, qehr, nefret, nifir
geygir	bikerb, bikîn, binefret, binifir, qehirî, qehirokî, sil, aciz, xeyidî
geyandin	gihandin, gehandin
geyîn	gihîn, gihan, gihiştin
geyiştge	gihiştge(h), cihê (hev)gihiştinê
geyiştin	gihîn, gihan, gihiştin
geyiştû	gihayî, gihiştî, gehiştî
geyîw, geyû	gihî, gehî, gihayî, gihiştî (t fêkî)
gez	gez, leq
gez	gez, yekîneyek pîvanê ye, hemberî 0,5625m ye: ~î Heleb gezê Helebê = 0668m, ~î şa = 0,72m
gezaf	metho, pesno, xwemezinker
gezen	ziyan, zerer, ezyet, azar
gezgezan	baraneberfa giran
gezîn	gezîn, gestin, gezandin, dan ber didanan, didan lê dan, leq lê dan, leqandin
gezinde	gezok, gezînk, gezinde, leqok, kesa/ê yan tişta/ê digezîne / dileqîne
gezinde	ziyandêr, bive
gezne	gezgezok, gezgezînk (giyayek e)
 	
gêçel	şerenîx, xirenîx, gengeşe, qerqeşe, lihevnekirin
gêj	gêj, çavzivirok, serzivirok
gêj bûn	gêj bûn, ser / çav zivirîn
gêj kirdin	gêj kirin, serê yekî gêj kirin, nerehet kirin, mejîreş kirin, ser êşandin
gêjaw	serzivirok, çavzivirok
gêjaw	pirsgirêk, arîşe
gêjûwêj	gêjelok, mejîreş, kesa/ê tişt li bîrê namînin û hişên wê / wî ji ser tiştekî diçin yek dî û nikare serdariya hişê xwe bike
gêl	peledîn, aqilsivik, tiredîn, hepledîn, hepletiraş, bêaqil, delodîn, behle
gêlas	gilyas, kîraz, gêlas
gêlekî	bn goranî
gêlke	bn mêrûle
gêlî	peledînî, aqilsivikî
gêloke	peledînok, aqilsivikok
gêpere	hefik, sto, hustu, stu
gêr	şel, seqet
gêr	kulek
gêr	xwar, xwehr, nerast
gêr	gêr, guhorek, vîtes, fitêz
gêr	gêr, ger, zivir, dor, dewr, çerx
gêran	gerandin, gêran
gêran	(karûbarek) meşandin, bi rê ve birin
gêran	li dar xistin
-gêr	-gêr, paşqertafek e kirde diyar dike: şorişgêr şoreşgêr, kesa/ê şoreşê dike yan di nav (karûbarên) şoreşê de ye
gêranewe	vegotin, gêran, basa / çêra / qala tiştekî (t wek çîrok ji serî ta binî) kirin
gêre	gêre, gerandina alavek makîneyî yan hin dewaran yan gayan li ser dexlûdan daku ew hûr bibe û paşî bi danebayê / hilavêtinê dan û ka ji hev bên cudakirin
gêre pê kirdin	gêre pê kirin
gêre pê kirdin	m bo xwe dan xebitandin û heqdestê wê / wî nedanê
gêre tiya kirdin	m serobin kirin
gêreûkêşe	şerenîx, xirenîx, gengeşe, qerqeşe, lihevnekirin
gêsû	bisk, kezî (pirça / porê jinan)
gêtal	neti, çine, bêqîmet, erzan
gêtî	bn cîhan, dinya
gêwe	kalik, pêlavên / solên ji bilî binê wan bi dest hatine kêlîkirin
gêzer	gêzer, gizêr, gêzel
giçik, giçke	biçûk, biçkok, dijw. mezin
gift	soz
gift	axivîn, peyivîn
giftar	peyv, gotin
giftûgo	danûstandin, giftûgo, gotûbêj, mizakere
giftûgo	suhbet
giftûgo	devjenkî
gij	bejn, bejnûbal
gij, gijgiya	giya, gulûgiya, şênkatî
gij, gijgiya	êm, alif
gije, gijegij	gij, gijedij, dengê bayê tund
gijeba	gijeba, bayê gijok, bayê wa tund û tûj ku "gijegij" jê tê
gijnîj	gijnîj
gil	gêr, girêl, gilo, gindêr
gil bûnewe	gêr / girêl / gindêr bûn, gindirîn
gil kirdinewe	gêr / girêl / gindêr kirin, gindirandin
gil	zûrîna / êşîna çavan
gil	ax, herî, gêç
gilan	gindirîn, gêr / girêl / gindêr bûn
gilandin	gindirandin, gêr / girêl / gindêr kirin
gilar	gilar, libên tirî yên yek-yek ji mêwê / darê ketine
gilare	bîbika çavan
gilaw	pîs, kesa/ê ne wa paqij e ku bikare nivêjê bike
gileban	(ser)banê (ji) axê
gilespî	tebeşîr
gildan	hiştin, wek xwe hiştin
gilexan	mexel, cihê bênvedana lawiran / ajalan / heywanan
gileyî	gilî, gazin, gilî û gazin
gileyî	nalîn
gilêce	zik, 'ûr
gilêne	reşika çavan
gilêr	kom, berhev
gilêr bûnewe	(li hev) kom bûn, civîn
gilêr kirdinewe	(li hev) kom kirin, civandin
gilîn	axî, axîn, (tişta) ji axê (hatiye çêkirin yan çêbûye)
giloftin	(çav) perixandin, firikandin, mizdan
gilole	gulolik
gilop	gulop, şewle, lampe, ronahî, çira
gilpe	bn kilpe
gindor	gundor, petêx, talik, kalik
girifte	pirsgirêk, kêşe, girift
giriftar	bibela, bipirsgirêk, kêşeyî, giriftar
gir	gur, geş, gurmij (ya agir)
gir dan	(agir lê) geş / gur kirin
gir girtin	(agir lê) gur bûn, geş bûn
gir	(dengê) gir
gir	(di lîstikan de) sujandin, sotandin, şewitandin, wa kirin ku kesek di lîstikê de têk biçe û êdî nikare beşdar bibe
gir dan	sujandin
gir	dewr, zivir, zivirîn, li dor xwe yan tiştekî zivirîn / dewr dan
giran	giran, bihadar, nirxbilind
giran	dijwar, asê, zehmet. (Berevajî kurmancî, di soranî de "giran" bi wateya "gelek kîlogram" nayê bikaranîn. Bo vê giraniyê "qurs
giran	suşîn, sotin, şewitîn, agir berbûnê / vêketin
girandin	sujandin, şewitandin, sotandin, agir berdanê / vêxistin
giranî	giranî, bihadarî, nirxbilindî
giranî	giranî, dijwarî
giranî	xela, neyîna yan kêmheyîna qût û xwarinê
gird	gir, cihê bilind lê ne hindî çiyayan mezin û bilind
gird	dor, dewr, zivir, zivirok
gird	tev, tevayî, sercem, giş
gird bûnewe	berhev bûn, kom bûn, civîn
girde	hevok, tevok, cumle
girdeba	babelîsk, bager
girdele	zivirok, dewrok, dorok, dewra / zivira biçûk
girdele	qelewok, qelew
girdepiyaw	qut, kin, bejnbost, bejnkurt
girdîle	bn girdele
girdoke, girdolke	girik, gir, girê biçûk
girdoko	berhevok, tiştek komkirî / berhevkirî
girdolk	gend, gidîş, kom
girew	şertanê, qumar
girê	girê, girêk
girê	xilf
girê dan	girê dan
girêdiraw	girêdayî
girêkiwêre	girêkor, girêya nikare bi asanî bêt vekirin
girgir	agirgir, tiştaagir dikare (bi asanî)  berbibiyê / vêbikeve
girgirtû	agirvêketî, geş, gur
girift	bela
giriftar	(rewşa) dijwar, asê, zehmet, giriftar
giriftarî	bela, arîşe, kêşe, nexweşî
giring	giring, fer, muhîm, watedar, şandar
giringî	giringî, ferî, muhîmî, watedarî, şandarî
giringî	pûte
giringî pê dan	pûte pê dan, giring hesibandin
girî	girî, dijw. ken
girî	fereziye, hîpotez: Girîman ew naye, tu çî dekeyt? Me hesab kir ku ew nayê, tu dê çi bikî? Em bêjin ku ew nayê, tu dê çi bikî?
girîn	girîn, rondik ji çavan hatin, dijw. kenîn
girînok	kizgiriyok, girînok, kesa/ê bi asanî digirî
girîmane	bn girî
girîşme	nazdarî, qiştik, tewşik
girj	(rûgirj) rûtirş, buxumî, dijw. rûgeş, rûxweş, rûken
girj	qirmiçî, çilmisî, qurmiçî, qermiçî
girjî	rûtirşî, buxumîtî
girjî	girmiçîtî, çilmisîtî
girmejine	gurmij, agirê gur û geş
girmole	badayî, badok, tişta bi dirûvê gogekê li hev hatiye badan
girmole kirdin	(bi dirûvê gogekê li hev) badan
girmoleyî	badokî, badayîtî
giro	boş, pir, gelek, zaf, zehf, kom
giroyî, girohî	boşî, pirî, gelekî, zafî
giroyî, girohî	tevahî
giroz	gazindo, nerazî
girs	bor, boş, asê, di nav hev re
girtek	girtek, fatura
girtek	kupon
girtin	girtin
girtinewe	vegirtin, girtin
girtû	girtî, dîl, esîr, êxsîr
girtûxane	girtîxane, zindan, hefs
girûgal	axivîna pêşîn ya zarokan dema hê baş nizanin peyvan bi lêv bikin
girûn	girûn, çerm / pîst / post ji ser vekirin, ji kevil kirin
girwê	girewî, qirêjî
girwê	pûrtikî
girwêyî	girew, qirêjî
girwêyî	pûrtik
giryan	girîn, dijw. kenîn
giryandin	giryandin, wa kirin ku kesek bigirî, dijw. kenandin
gisik, gisk	bn gesik, gesk
gişt	giş, hemî, tev, gişt, gî, hemû, seranser
giştgir	gişgir, hemîgir, tevgir, seranser, komprehensîv, tişta gişan / hemûyan / tevan di xwe de dihewîne
giştî	giştî, hemûyî, tevayî, seranserî
giv	(pirç, por yan birû) bor, boş, zêde dirêj / bor
giv	qijavij
giv, give, givegiv	dengê "give-giv"
givî	borî, boşî
givî	qijavijî
giwan	guhan (memikên lawiran)
giwê	guh
giwê	rex, serlêv, berlêv, kenar, qerax
giwê leqandin	qaşo guh dan, guhdarî kirin lê ne ji dil
giwê lê bûn	guh lê bûn: bîstin
giwê lê bûn	guhê xwe danê
giwê xefandin	guh(ê xwe) girtin (daku nebîze)
giwêbel	guhbel
giwêcke, giwêçke	bn guh
giwêdêr	guhdêr, kesa/ê guh dide tiştekî (wek radyo)
giwêdirêj	guhdirêj
giwêdirêj	ker, guhdirêjk
giwêgir	bn giwêdêr
giwêgiran	guhgiran, kesa/ê xweş nabîze, dijw. guhsivik
giwêkip	guhkip, guhên ku bi demkî nabîzin
giwêlemist	zûbawer, kesa/ê zû ji tiştê têt gotin bawer dike bê ku bi rexneyî mijarê binirxîne
giwênî	tûr, kîs, telîs, tûrik, kîsik, telîsk
giwêqulax	hişyar, guhlê, bidîqet, kesa/ê guhê wê/wî lê ye ka dê çi biqewime
giwêqurs	guhgiran, kesa/ê xweş nabîze, dijw. guhsivik
giwêrayel	guhdar, kesa/ê guhê xwe dide kesekî / şîretekê, kesa/ê bi gotina / fermana kesekî / şîretekê dike
giwêrayelî	guhdarî
giwêre	gor, dû, wek: be giwêrey ke delên li gor ku têt gotin, wek ku tê gotin, angorî gotinê
giwêreke	golik, çêla / gayê biçûk û berşîr
giwêrep	guhrep
giwêsûk	guhsivik, xweşbîz, kesa/ê xwe guh li dengan dibe, dijw. guhgiran
giwêsûkî	guhzivikî, xweşbîzî
giwêz	gûz, gwîz
giwêzî ferîk	gûzterk
giwêzî kiwêr / pûç	gûza xirş / xalî
giwêzan	gûzan
giwêzer	gêzer
giwêzeranewe	bn guwastinewe
giwêziringanewe	zingîn, ziringîn, dengê "zing" yê dirêj di guhê mirov de
giya	giya, gîha, gulûgiya
giyan	can, giyan, ruh
giyan	beden, leş, gewde
giyan	kelex
giyan	can, ezbenî, ezgorî, ezqurban, ezheyran, ruha min: Bira giyan bira can
giyan bûn	li ber mirinê / sekeratê bûn
giyanas	giyanas, kesa/ê giyayan (t yên dibin derman) dinase û karûbarê wan dike
giyandar	jîndar, candar, biruh
giyandar	sax, zindî, nemirî
giyane, giyaneke	bn giyan
giyanelaw	jana / janên mirinê
giyanewer	jîndar, candar, biruh
giyanewer	lawir, ajal, heywan
giyankêş	canstîn, ruhstîn, firîşteyê mirinê, Ezrayil
giyanleber	lawir, ajal, heywan
giyanleber	jandar, biruh, jîndar
giyansext	ezyetkêş, kesa/ê ji berî mirina xwe pir ezyetê ji nesaxiyan dibîne û paşî dimire
giyayî	giyayî, gîhayî, ji giya / gîha
giz	daxwaz, xwestek (t. xwestinek zêde yan bêhed)
giz, gizî	lêb, fêl, hîle, xap, lêhb
gizing	gizing, tava spêdeyan, tîrêjên pêşîn yên rojê dema spêdeyan roj hiltê
gizing dan	tav dan (dema spêdeyan roj hiltê û tîrêjên xwe yên pêşîn digihîne derekê)
gizir	kizir, (ax yan giyayê) zuha / hişk yan kêmav
gizîr	(wezîr û) gizîr, serok, rêveber, serperiştkar
gîr	girê, girêk
gîr	asteng
gîr	dav, xefik, feq, tepik
gîr kirdin	(pê ve) girê dan
gîr xwardin	ketin davan / xefikan / feqan / tepikan
gîra	bicîhatî, bicihhatî (tika / daxwaz / dua)
gîran	hatin girtin
gîran	(mang, xor) xeyirîn, tarî bûn
gîran	(şerbet) hatin givaştin (şerbet ji fêkî)
gîran	(mast) hatin rakirin (sertûk / firû ji ser mast)
gîraw	girtî, hatî girtin
gîraw	xeyirî, tarîbûyî
gîraw	givaştî
gîraw	rakirî, bn gîran
gîrawe	têkilî, tevlihevî (ya du maddeyên têkilî hev bibin û maddeyek nû peyda bikin)
gîrawê	şedde, nîşaneya cotandina (kirin du ya) tîpên dengdar di zimanê erebî de
gîregîr	pitpit, gazin, gilî (t ne bi zimanek zelal)
gîrfan	berîk, kûrik, cêb, bêrîk
gîrfanî baxel	berîka paxilê / paşilê
gîrfanbir	berîkdiz, kesa/ê ji tiştan berîkan didize
gîrî	bn gîr
gîrkar	kesa/ê bi dijwarî razî dibe, zû razî nabe
gîro	girtî
gîro	girêdayî
gîro	rêgirtî, rêlêgirtî
gîro	(bi nesaxiyekê / nexweşiyekê) ketî
gîrobend	nûjen, nû, jinûve
gîrodar	serdest
gîrodar	serwer
gîrode	bn gîro
gîrsan	bn helgîrsan
gîrsanewe	(li hewa) vegirtin, ne hêlan / hiştin tiştek têt xwarê bikeve erdê
gîrsanewe	dadan, nişîn, niştin, ji hewa hatin û "rûniştin" erdê, bn firoke
gîrûgirift	asteng, dijwarî, pirsgirêk, zehmetî, gîrûgirift, arîşe, kêşe, astengî
gîsk	gîsk, bizina / nêriyê ciwan ku êdî ne kar / kehr e lê hê mezin jî nebûye ku jê re bizin / nêrî bêt gotin
gîşe	gidîş, giyayê (t genim yan cehê dirûyî) li ser hev hatiye komkirin
gîv	gij, qij, pirç / por / pûrt / mû dema ne rast û rêk û hilû ye
gîy...	bn giy...
gîz	dengê "vizeziz" yan "gizegiz"
gîzandin	vizandin, dengê "viz" (ji xwe)
gîzandin	derxistin
gîzandin	gizandin, dengê "viz" (ji xwe)
goçan	gopal
go	gog, hol, top, tepik
go kirdin	xebitîn, şol kirin, livîn, lebitîn, hatin û çûn: Le sermana demim kar naka Ji ber sarmayê devê min nagere
gobend, gobeng	qerqeşe, şerenîx, tevlihevî, geremol, qerebalix
goc	goc, ji destên xwe şel û seqet yan jî ne jêhatî / zîrek
gocî	gocî, şelî û seqetiya yan nejêhatiya / nezîrekiya destan
goçan	gopal, çogan, bostan
goçan	kaşok
gogird	kifrît, nifik, derbik, kirgot
gokar	(tişta / makîneya) dixebite (û ne xirabe ye)
gol	gol (di hin lîstikan de)
gol	se, kûçik (yê nêr, dijw. dêl)
gurc û gol	çist û çeleng
gole	cax, şifşe, bist, bistik, şîş
golk, golik	golik, çêla / gayê berşîr
gom	lîç, avgirk, ger(a avê), gerik, golik
gomelte	gidîş, kom, tiştên li ser hev berhevkirî
gone	awa, şêwe, reng
gonye	tûr, kîs, telîs, tûrik, kîsik, telîsk
gopîne, gopke	bişkuv, bişkuj, bûtik, xunçe, pindik
gopîne kirdin	bişkuvîn, bişkujîn, bûtik / xunçe / pindik dan
gor	gor, mezar, qebr, mezel, ziyaret, zêd, cihê kesên mirî tê ve hatine binaxkirin
gor	guher, guhor, guherîn
gorhelken	gorkol, kesa/ê goran dikole / çêdike
goristan	goristan, cihê goran
goran	kesên zaravaya / zimanê wan yê dayikanî kurdiya goranî ye (goranî)
goran	guherîn, guhorîn, hatin guherandin / guhartin, bedil bûn, têvel bûn, wek xwe / berê neman
gorandin	guherandin, guhorandin, guhartin, bedil kirin, têvel kirin, wek xwe / berê nehêlan
gorandinewe	veguherandin, veguhartin
goranî	stran, kilam
goranî	goranî, zaravayek zimanê kurdî ye
gorankar	guherbar, guhorbar, tişta diguhere yan dikare biguhere
gorankarî	guherandin, guhartin
gorepan	com, gom, meydan
gorewî	gore
gorîn	eynî, heman, her ew
gorîn	guherandin, guhartin, guhorandin, bedil kirin, têvel kirin, wek xwe / berê nehêlan
gorînewe	(ve)guhastin, (ve)guhezandin, bi hev guherandin,dan bi hev
gosale	golik, têjika çêlan
goş kirdin	mezin kirin, xwedî kirin (t zarok ji alî dayikê ve)
goşe	goşe, kuj, kujî
goşe	kunc, qunc, kuncik, quncik
goşe	balguh, balîfk, balgî
goşe	palgeh, palpişt
goşedar	goşedar, kujîdar, bigoşe, bikujî
goşegîr	terkemirov, tenêperest, kesa/ê nayê nav mirovan
goşegîrî	terkemirovî, tenêperestî
goşenîga	goşenîga, ruxsar, awayê / cihê lênerînê / jêdîtinê
goşt	goşt
goşt girtin	goşt girtin, qelew bûn, zexm bûn
goştî kal	goştê xav
goştaw	goştav, avika goştî
goştin	zexm, qelew, têrgoşt
goşpare	xilmiş, selix, birîna sivik
goştxor	goştxwer
got	neliv, bêliv
got	şel, felc, şat, axûz, şil, şel û seqet
got	qerimî, qerimandî
got bûn	wa lê hatin ku nikare bilive / bixebite
got bûn	şel / felc bûn
got bûn	qerimîn
got kirdin	wa kirin ku kesek / tiştek nelive / nexebite
got kirdin	şel / felc kirin
got kirdin	qerimandin
got	qeliq, hej
got	lerz, recf
got lê dan	qeliqandin, hejandin
got lê dan	lerizandin, recifandin
gotal	ref, koma firindeyan
gotre	bir, celeb, kom, tev
gotin	gotin, bêjîn, bêjan
govar, gowar	kovar, magazîn
goyîj	goyîj, goyîşk, fêkieyek e (bi îngilîzî "hawthorn" û bi tirkî "aliç" tê gotin)
goze	cer, cêr
gozer	cerçêker
gozele	cerik, cêrik
gudle	beşa / pişka ser eniyê ji pirça / porê mirov
gujm	tundî, tûjî, şidet
gujm	(bejnûbala xwe) hejandin
gucer	bn gecer
gul	girewî, lewitî, pîs, herimî, gurî, beloşîn, pîskî, larekî
gul	gul, kulîlk
gul girtin	gul girtin, kulîlk dan, pişkivîn
gulac	kapsûl, kîsik
gulale	(gula) nîsanî, (gula) bûkûzava
gulan	2yem meha ya salnameya kurdî
gulan	di salnameya zayînî de meha 5em ya her salê
gulaw	gulav, ava (ji) gulan
gulawî	gulavî, ji ava gulan
gulawî	gulavî, birek hirmiyan e
gulawpijên	gulavreşînk, lêreşandina ava gulan
gulbang	(peyva/ banga) bixêrhatin(ê)
gulbang	daxwaz, tika, rica
gulbaran	gulbaran, gul bi serê kesekî / tiştekî de barandin / weşandin
gulbedem	ter, hêşîn (fêkî, keske)
gulbijêr, gulçin	bijare, gulbijêrk, yên herî baş / xweş / jêhatî û hwd
guldan	guldank, amana gulan dikin tê de yan tê de şên dikin
guldar	guldar, dara / giyayê gulan dide
gulebax	sorgul
guleberoje	gulberoj
guleçawêşe	beybûn
gulendam	gulbejn, gulendam, kesa bejnûbala wê wa lihevhatî û bedew e ku jê re "gul" dikare bêt gotin
gulendam	navek keçan e
gulî	gulî, ji gulan, ji rengê gulan
gulgulî	gulgulî, cil û bergên wêneyên gulan li ser
gulle	gulle, berik, fîşek
gullebaran	gullebaran, gullereşan
gullepirêj	gullereşînk, tifeka makîneyî
gulme	tibab, parçe, parçeyek mezin
gulmêx	sing, mîx, arêx, spîn
gulreng	gulreng, ji rengê gulan
gulreng	gulreng, wek gulan bedew û delal
gulrêzan	gulbaran, gul bi serê kesekî / tiştekî de barandin / weşandin
gulşen	gulşen, gulistan, gulrez, rezê / baxçeyê gulan
gulunke	gulîfank, rîşelok, mengule
gulzar	gulistan, gulrez, rezê / baxçeyê gulan
gulî	girew, girewîtî, pîsî, herimîtî
gum	wenda, hinda, berze, rêwenda, nediyar
gum	jidestdayî, wendakirî
guman	şik, guman, dudilî, dilwasî
gumanbar	berşik, gumanbar, kesa/ê / tişta guman jê tên birin
gumanî	bişik, dudil, dilwas, dilwaswas
gumanreş	bişik, dudil, dilwas, dilwaswas
gumete dan	xwe hilavêtin, xwe hilavêtin
gumirk	gumirk
gumî	wendayî, hindayî, berzeyî, rêwendayî, nediyarî
gumî	jidestdan, wendakirin
gumnaw	bênav, nenas, kesa/ê jêhatîtiyên wê/wî nayên nasîn yan ecibandin
gumra, gumrê	xirayî, xirhayî, kesa/ê ji ser rêya rast (ya olî û dînî / sincî û exlaqî) çûye, li ser nemaye, heretîk
gumra, gumrê	bêbext, bêwijdan
gumraker	xapînok, xapîner, lêbok, cambaz
gun	gun, hêlik, ritil, (kîr û) gun
gunah	gune, guneh, xirabî, tawan
gunahbar	gune(h)bar, tawanbar, kesa/ê gunehek yan çend guneh kirine
gunahkar, gunahker	gunehkar, gunehker, tawankar, kesa/ê gunehan / xirabiyan / tawanan dike
gunahkarî, gunahkerî	gunehkarî, gunehkerî, tawankarî, kirina gunehan / xirabiyan / tawanan
guncan	(bi) kêr hatin, guncîn, lê hatin
guncandin	(bi) kêr anîn, lê anîn, guncandin, wa kirin ku (tiştek) kêrî (tiştekî) bêt
guncaw	bikêr, bikêrhatî, guncav, lêhatî, kêrhatî, minasib
gund	gund
gundarî	gundarî, derbajar, dernavend, deverên ne bajar in
gundore	gundor, petêx, talik, kalik
guntule	birek tiriyê zer e
gur	gur
gur	lez, bizav
gur	hêz, şiyan
gur pê dan	gur kirin
gur pê dan	lezandin, bizivandin, lez danê
gurbe	nêrepisîk, nêrekitik, pisîkên / kitikên nêr
gurbe	pindiloşk, (kur) pito, bito
gurbe	(kiç) pitê, bitê, kesa/ê kurt û qelewok
gurbiz	zexm, qayim, bihêz
gurc	gurc, leşsivik, destsivik
gurc	çist, çeleng
gurc	lezgîn, bilez, bibez, pît, hêl: ~ û gol çist û çeleng
gurçîle	gurçik, gurçîlk
gurçû	berçêlk, sersîng, bersînga firindeyan
gurd	wêrek, biste, mêr, dilêr, dilşêr, pelewan, bisteh
gure	qelebalix, geremol, qerebalix
gureşe	lêxurîn, gef, tehdîd: hereşe û gureşe gef û gur
gureşekar	gefker, gefxwer, tehdîdker
gureşekar	bive, xeter
gureûbire	heytûhot, deng û pêjn, qerebalix, dengê bilind û zêde
gurêz	xwejêkirin, xwejêdûrkirin, hevzaxwejêkirin, xwetêkilnekirin
gurg	gur, gurg
gurgangaz	xayîn, hevalê dijminan
gurîs	werîs, wêrîs, benek stûr e (t ji mûyê bizinan têt çêkirin)
gurp, gurpe, gurpegurp	(dengê) gurm, gurmegurm, dengê lêdana dil ya dil
gurz	gurz
gurz	kaşok
gurz	gurz, biserdegirtin, êriş
gurze	gurzik, destik, qevd (nim. yê gulan)
gurze	gurze, prîzma
gurzehon	werîs, bizîng, ben, hebl
gurzetîşk	tîroj, tîrêj
gustax	wêrek, biste, bêtirs, netirs, mêr
gustaxî	wêrekî, bisteyî, bêtirsî, netirsî, mêranî
guş	ben, benik, dezî
guşa, guşad	xirş, pûç, vala, xalî, bênaverok
guşar	givaş, guvaş, şidan
guşîn	givaştin, guvaştin, şidandin, givişandin
guşran	givişîn, guvişîn, şidîn, hatin guvaştin / şidandin
guşraw	givaştî, guvaştî, şidandî, givişandî
guşrawe	derkişandî, jêkişandî, jêderanî
guwan	guhan (memikên lawiran)
guwar	kewê ferx
guware	guhar, guhark
guwastinewe	raguhezandin, guhastin, veguhastin, guhezandin, ji cihekî birin yek dî
guwê	guh
guwê lê girtin	guh dan, guhdarî kirin
guwêçke	guh
guzare	giringî, watedarî, pûte, pûtedarî, ferî, muhîmî
guzaredar	watedar, giring, pûtedar, fer, muhîm
guzareyî	razber, abstrakt
guzer	kunc, qunc, kuncik, quncik, qulaç
guzer	buhur, rê
guzeran	meşîn, bi rê ve çûn (t mecazî)
guzeran	debar(e), îdare (ya jiyanê), qîm
guzeran kirdin	debare kirin, îdare(ya jiyanê) kirin, qîma xwe (bi tiştekî) anîn
guzerandin	meşandin, bi rê birin (t mecazî)
guzerandin	debare kirin, îdare(ya jiyanê) kirin, qîma xwe (bi tiştekî) anîn, (jiyana xwe) borandin
guzerga, guzerge	rê, rêgeh
guzeryu	(rêya) vekirî / bêasteng
gû	gû, pîsatî
gû kirdin	rîtin, gû kirin
gûboq	(qewze) kevz
gûp	gep, alek
gûpin	gepîn, gepqelew
gûran	dirûvîn, dirist bûn, şikil girtin
gûwawî	pîs, gûyî, herimî, qirêj, lewitî
gwê	bn giwê
ha	ha? çi? çawan? (Te) çi got?
ha	ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?
ha	ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: "Bigire")
ha	ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got
ha	ha ... ha ... ha ... ha, geh ... geh, car ... car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir
ha	([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera "bûn" têt bikaranîn: Ham le mal [Ez] li malê me. Hayt le mal? [Tu] li malê yî? û hwd.
-ha	: -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)
hac	bn har û hac
hacet, hacet	alav, amûr, hacet
hacî	hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye
hacîbadam	navê birek biskewîtan e
hacîbayef	bahîvtirşk
hacîleqleq	hacîleglege, leglege, quling
hacîreng	bn hacîreş
hacîreş	hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e
haçe	bn dirêjayî
hafiz	hafiz, kesa/ê Qur'anê ji ber dizane, kesa/ê Qur'an ji ber kiriye
hafiz	kor, bêçav, kore
haj	mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam
hajandin	xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherikîna / darijîna avê jê hatin
haje, hajehaj	xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherikîna / darijîna avê
haka	haha, aniha, di vê gavê de
hakayî	hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime
hakim	(fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr
hakim	(dadgêr, serokî dadga) dadgêr, dadger, hakim, serokê dadgehê
hakimane	hakimane, wek / mîna hakiman
hakimane	hikûmî, hukumetî, fermî
hakimêtî	hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim
hako	keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî
hal	hal, rewş, çawanî
hal û ehwal	çawanî, rewş, hal û ehwal
halî	serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma
    halî bûn	tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin
    halî kirdin	tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin
halaw	hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa
halet	rewş, destûdar, hal
halî bûn	tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin
halî kirdin	tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin
ham	bn haw
hamar	rastgeh, deşt
hamêz	hemêz, hembêz, koş, dergûş
han	pal, def, dehf, han, teşwîq
han dan	şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan
han	dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan
han	bn ast
hana	hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin
hana birdine ber ...	xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî  / tiştekî)
hana	hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be ("Min hingiv kir devê te." Dema kesek tiştekî pir baş vedibêje û li şûna "sehet xweş" yan "dev xweş" mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê)
hanaber	hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî)
hanehan	bn han
hander	palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker
handiraw	şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî
hane	bn kanî
hanê	bn ha
hanîn	bn hênan
hapulk	bn derfet
har	har, dînûhar, dirinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî
har û hac	şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî
haran	bn harîn
haraw	hêrayî, hêrandî, destarkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî
hare, harehar	şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan
hare kirdin	şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin
hare	kêzikek e
hariye	kêzek e
harî	harî, dînûharî
harîkar	alîkar, arîkar, alîkar
harîkarî	alîkar, arîkar, alîkar
harîn	hêran, hêrandin, hêrîn, destar kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin
harû	pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan
harûhûrt	pozbilindî, quretî, xwe mezin hesibandin / kirin
haş	bn bêkelk
haşa	haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa
haşa	ji bilî, ji xeynî, ... ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê
haşûhûş	dengûdor, qerebalix, qerqeşe, gengeşe, şerenîx
hat	dema borî ji lêkera hatin
hat	bext, nesîb, şans: rêy çûn û nehat rêya bêveger, rêya çûn û nehatinê
hatin	hatin
hatine dî	bi cî hatin, bi cih hatin, rast derketin: Awatekanman hatine dî Hêviyên me bi cî hatin
hatinewe	vegerîn, vehatin, hatinve, dîsan hatin
hatinewe yad / bîr	hatin bîrê
hatûçû	hatin-û-çûn
hatûçû	trafîk: polîsî ~ polîsê livok, polîsê gerok, polîsê trafîkê
havil	havil, xebat, berhem, encam
haw-	hev-, hev-, eynî-, êkûdu, hevûdin
hawahengî	hevahengî, lihevanîn
hawahengî	hevkarî, amadekirina tiştekî bi hev re
hawar	hawar, bang, gazî, hewar
hawar birdin (bo)	xwe spartin (kesekî), hawara xwe gihandin (kesekî)
hawar lê hestan	hawar kirin, kirin qîrîn û hawar
hey hawar!	hey hawar! wey li vî halî
hey hawar!	hawar e!
Xwa hawar!	Hewar Xwedê!
hawar	bn hewar
hawarî	hewarî, berbedel, mînek
hawarker	hewarker, gazîker, bangker, kesa/ê hewarê dike
hawbend	hevbend, hevgir
hawbeş	hevbeş, hevpar, mişterek, pêkve, şirîk
hawbeşêtî, hawbeşî	hevbeşî, hevparî, mişterekî, şirîkî
hawbîr	hevbîr, hemfikir, kesên (li ser mijarekê) dîtin û baweriyên wan mîna hev in
hawcê	hevber, tiştên mîna / beramberî hev in
hawcor	hevbir, hevceleb, hevçeşn, hevcor, tiştên ji heman birê ne / eynî hev in
hawcot	hevcot, tiştên tam mîna hev
hawcot	hevtov, zarokên cêwî / hevalcêmik yên ku tam dişibin hev
hawçaw	hevrik, dijber, kesên dijî hev
hawçawî	hevrikî, dijberî, berberkî, dijîtiya hemberî hev
hawçax	hevçax, hevserdem, hevdem, eynî demî
hawçax	nûjen, hevçerx, nihoyî, modern
hawçek	hevçek, kesên bi hev re dijî tiştekî / kesekî şer dikin
hawçeq	hevçeq, hevbin, tiştên bingeha wan yek e
hawçerx	bn hawçax
hawçeşn	bn hawcor
hawçire	hevbêj, kesên bi hev re (tiştekî, t stranan) dibêjin
hawderd	hevderd, kesên derd û kulên wan eynî ne
hawdest	hevdeste, mîna hev
hawdîn	hevdîn, hevol, kesên dînê wan eynî ye
hawen	hawin
-hawêj	-avêj, paşqertafek e dikeve pey hin peyvan û kirdeyan ji wan çêdike, nimûne: rimhawêj rimavêj, kesa/ê riman diavêje, tîrhawêj tîravêj
hawêr	jihevkirina mih û berxan bo dema dotina mihan
hawha, hawhaw	dengûdor, dingering, xiringediring, teqereq
hawîn	havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan
hawîne, hawînî	havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil)
hawînhewar	havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê
hawîştin	avêtin, havêtin, avêştin
hawîtin	bn hawîştin
hawkar	hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin
hawkarî	hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve
hawkat	hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin
hawkêş	hevkêş, paralel
hawkêşe	hevkêşe, hevber, beramber, wekhev
hevkêşî	hevkêşe, paralelî, paralelîzm
hawla	hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne
hawlif	bn hawta
hawmal	hevmal, kesên (ji / li) eynî malê
hawmil	hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin
hawmil	(m) heval, hevrê, hevbar
hawnaw	hevnav, kesên navên wan eynî ne
hawnaw	hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pir nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd
hawneberd	hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev
hawnişîn	hawjîn, kesên bi hev re dijîn
hawniştiman	bn hawwilat
hawnore	hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin
hawpa	hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine
hawpaye	hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in
hawpeyman	hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin
hawpirsî	hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev
hawpişt	hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin
biray hawpişt	birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye
biray hawpişt	(m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in
hawraz	hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin
hawrê	heval, hevrê, hogir, dost, birader
hawrêtî	hevalî, hevaltî, hevalînî, hevrêtî, hogirî, dostî, biraderî
hawsal	hevjî, hevtemen, hevsal, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawsame	hevbînahî, hevbîr, hemfikir, kesên baweriya / bînahiya / dinyabîniya wan wek hev e
hawsaz	hevgir, hevsaz, hevkêr, tiştên kêrî hev tên
hawsede	hevsedsal, kesên / tiştên li eynî sedsalê jiyane / qewimîne
hawseng	hevseng, serbiser, hevterazû, tiştên / kesên / giraniya / giringiya / bandora wan hindî hev e
hawseng	rewşa yan rawesteya normal / asayî
hawsengî	hevsengî, serbiserî, balans
hawser	şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î
hawserdem	bn hawçax
hawsê	bn dirawsê
hawsinûr	hevtixûb, hevsinor, cihên (t welatên) sinorên wan bi hev re ne
hawsiwênd	hevsoz, hevsond, hevpeyman
hawsiwêndî	hevsozî, hevsondî, hevpeymanî, komplo
hawşan	hevmil, kesên di pileya / asta / dereceya hev de
hawşan	hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî
hawşar	hevbajar, hevşar, hemşerî, kesên ji eynî bajarî
hawşêwe	hevawa, hevşêwe, hevreng, tiştên bi eynî awayî / şêweyî / rengî
hawşîre	hevşîr, kesên şîrê eynî dayikê xwarine lê ne ji eynî dayikê ne
hawta	hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî / xurt û hwd
hawtek	pêvek, pêrek, tiştê(n) bi hinek / yek dî ve / re
hawtemen	hevjî, hevtemen, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e
hawterazû	bn hawseng
hawwilat	hevwelat, kesên ji eynî welatî
hawwilatî	hevwelatî, kesa/ê ji welatekî ye û mafê wê / wî yê asayî wek ya / yê herkesa li wî welatî dijî heye
hawxak	hevax, cîran
hawxef	hevxew, kesên bi dinivin / radikevin / radizin
hawxiwan	hevsifre, kesên bi hev re dixwin û vedixwin
hawzêd	bn hawwilatî
hawzig	cêwî, hevalcêmik, hevzik, kesên bi hev re di heman demê de ji eynî dayikê bûne
hawziman	hevziman, kesên bi eynî zimanê wan (yê zikmakî) eynî ye
hawzom	hevzom, hevcom, hevgom, kesên ji eynî zomê / comê / gomê / herêmê / deverê / aqarî
hazir	amade, hazir
hazirî	hazirî, amadeyî
he	he!? çi? ha!?
he, he'	he', hi', ne', na, ne, no: He', nayem He', nayêm
he-	he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene
he-	[min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye
heb	heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib
hec	hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê
hec	ziyaretkirina cihek pîroz
hec	armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de
hecû	bn daşorîn
heçulûr	rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan
hed	hed, sinor, tixûb, rade, ast
hed	wêrekî, bistehî
hedîs	hedîs, pendên / şîretên / çîrokên têt bawerkirin ji devê Mihemed Pêxember in
heft	heft (jimare 7, VII)
hefta	heftê (jimare 70, LXX)
heftamîn, heftamîn	heftêyem, heftêyemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftêyê
heftane	heftane, meaşê heft rojan
heftane	hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hefte	hefte, heftî, heft roj, yekîneyek demî ye ji heft rojan pêk têt
heftem, heftemîn	heftem, heftemîn (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
hefteyî	hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe
hej	bn heş
hejan	hejîn, hejiyan, hejihan, hatin hejandin, şilqîn, qeliqîn, livîn
hejan	(wurûjan) arîn, ariyan, arihan
hejandin	hejandin, şilqandin, qeliqandin, livandin
hejandin	(wurûjandin) arandin
hejar	hejar, jar,belengaz, feqîr, reben, kêmhe, destkurt
hejarî	hejarî, jarî, belengazî, feqîrî, rebenî, destkurtî
hejde	hejde, hijdeh (jimare 18, XVIII)
hejdeha, hejdîha	bn ejdeha
hejdehem, hejdehemîn	hejdem, hejdeyem, hejdemîn, (di rêzê de ya / yê) hejdeyê
hejend	hejok, qeliqok, livok, venehewayî
hejêner	hejîner, qeliqîner, livîner, ya / yê dihejîne
hejêner	arîner, ya / yê diarîne
hejg	çeq, çiqil, çeqik, çikilk (yên daran / deviyan / tiraşan)
hejg	zend, dest
hejg	pî, ling
hekîm	hekîm, bijîşk, nojdar, dermanker, luqman
hel	delîv, derfet, firset, fersend, mecal, keys
hel	car, gav, dem, kêlîk, bîsk, hal, neql
hel-	hil- (pêşqertafek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateya berev jor / serî / silal dide wan)
helahel	bn helayil
helahela	rîçalok, zîçarok, peritî, pirtepirt, parçe-parçe
helal	pûyîn, debax
helal dan	pûyîn, debax kirin
helal	helal, rewa, durist, tiştê (bi taybetî ji alî dînî ve) destûr heye bêt kirin
helale	lale, alale, le'le
helale	sergul, gerik, toza kulîlkan
helale	awaz, melodî, dengê birêk û lihevhatî
helalxor	helalxwer, kesa/ê malê heram naxwe
helalxor	kesa/ê malê ne yê wê / wî be bêyî destûr destdirêjiyê lê nake
helalza, helalzade	helalza, helalzade, zaroka/ê ji dêbavên markirî çêbûye
helamet	persîv, arsim, harîk, zekem, asrîm, sarma
helametî	persîvî, arsimî, harîkî, zekemî, asrîmî, sarmayî, kesa/ê persîvê girtiye, ya / yê bi persîvê ketiye
helamsan	enflasyon, bihabûna tiştan û daketina qîmetê pare
helane	zembîl, sepet
helat	meth, pesn (t yên bêbingeh)
helat	bên, bêhn, bihn (ya pîs)
helat	tenê di rojhelat
helatû	revok, ya / yê direve
helatin	bn helhatin
helawêz	hilawîstî, daliqandî, (bi dîwar / ristê ve) kirî
helawird	(ji hev) veqetandî / cuda(kirî)
helawirdin	ji hev kirin, ji hev cuda kirin, ji hev veqetandin
helawisan	werimîn, perçivîn
helawisan	berfire bûn, belav bûn
helaxinîn	girtin, qepat kirin (t kun yan rê)
helaxinîn	xwe hilpîvan, qedirê kesekî şkandin bi gotina dijûnan li kesek wê / wî yê mirî
jehrî helayil!	jehremar! quzilqurt! quresim!
helbest	helbest
helbest	lihevînayî, çêkirok, xapînok, lêbok
helbeste	helbest, t çîrok yan dersa wek helbestê vehûnandî / lihevînayî
helbestin	hûnandin, vehûnandin, li hev anîn, hilbestin, kirin helbest
helbestin	li hev anîn, çêkirin (t derek yan tiştek bo xapandin û lêb û hîleyan)
helbestiraw	hûnandî, vehûnandî, lihevînayî
helbestiraw	lihevînayî, çêkirî, çêkirok, xapînok, lêbok
helbet, helbete	elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik
helbet, helbete	belkî, dibe ku
helbez	(xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin
helbezîn, helbezînewe	vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn
helbijardin	hilbijartin
helbijêr	hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye
helbijar	hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin
helbijar	bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî
helbijarde	bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî
helbijarde	hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin
helbijardin	hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin
helbijêr	hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre
helbijêr	ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye
helbijêraw	hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin
heldan	hilavêtin
helbirîn	hilketin, rabûn, bilind bûn
helbirîn	(ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gur bûn
helbirîn	rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve)
helbirwandin	meriçandin, merçiqandin, perçiqandin, zirviçandin
helbizirkan	(rûyê mirov ji tirsan) zer bûn / spî bûn
helbizirkaw	(rûyê mirov ji tirsan) zerbûyî / spîbûyî
helçeqîn	tê kutîn, tê çûn, tê re çûn, çûn tê re (bizmar, derzî, strî û hwd di tiştekî re çûn)
helçinîn	nijinîn, nijinandin, gidîş kirin, (li ser hev) kom / berhev kirin
helçinîn	dîwar danîn
helçinîn	(av yan ruhniyek dî) mêtin / mijîn (xwe)
helçinraw	nijinî, nijinandî, gidîş kirin, (li ser hev) komkirî, (li ser hev) berhevkirî
helçûn	firûn (t şîr dema zêde germ dibe û di ser qazanê / qûşxanê re diavêje)
helçûn	hilketin, hewa ketin, berev jor / serî / silal çûn
heldan	hilavêtin, avêtin hewa
heldan	(firfirok) hilfirandin
heldan	(çadir, kûn, xîvet) vedan
heldan	(zêde) pesnên / methên kesekî / tiştekî kirin
heldan	(gotina kesekî) vebirîn
heldan	geş bûn, xemlxweş bûn
heldanewe	(qepax / kevînk / serpoş / nivîn û hwd ji ser) rakirin
heldêran	hilqulipîn, xwe hilqulipandin, li hewa / firê xwe xwe qulipandin
heldiran	dirîn, çirîn, peritîn, hatin dirandin / çirandin / peritandin
heldiraw	dirî, çirî, peritî, dirayî, çirayî, (ya / yê) hatî dirandin / çirandin / peritandin
heldirîn	hildirandin, hilçirandin, dirandin, çirandin, bi devek tûj (t yê kêrê) dirandin / çirandin
heldirûraw	hildirû, derdirû (tişta/ê deriyê wê / wî bi dirûnê / kêliyan hatiye girtin)
heldirûn	hildirûn, derdirûn (bi dirûnê / kêliyan deriyê tiştekî girtin)
hele	şaşî, xeletî, çewtî
heledawan	lez, bizav, lezûbizav, ecele, pele
helehel	qîrîn, qîjîn, dengûdor
heleke	venehewîn, li cihê xwe nesekinîn / netebitîn
heleke	navê govendekê ye
heleke	navê birek teyrê baz e
helhele	tilîlî, dengê kêfxweşiyê di şahiyan de (t jin vedidin)
helhele kêşan / lê dan	tilîlî vedan, kirin tilîlî
helengûtin	hilingivîn, hilingiftin, likumîn, terpilîn
heleqmeleq	ehmeqî, serserî, gotinên / tiştên dûrî hiş û aqil
heleşe	lezok, bilez, bizivok, bilezûbizav, bêsexbêr, bêdîqet
heleşeyî	lezokî, bizivokî, lez, bizav, bêsexbêrî
helet	asê, cihê mirov nikare bi asanî lê bimeşe
helet	serhişk, neguhdar, mirovê serkêşiya wê / wî kirin dijwar e
helewer	kesa/ê têkilî nav karên (t axiftina) xelkê dibe
helexerc	felîte, destbelav, kesa/ê malê / pareyê xwe pir xerc / pûç dike
helfilîqandin	meriçandin, merçiqandin, zirviçandin, perçiqandin
helfilîqan	meriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
helfilîqaw	meriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn
helfirandin	hilfirandin, wa kirin ku tiştek bifire (t bi lez)
helfirîn	hilfirîn, firîn (t zû firîn dûr)
helfirîwandin	xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
helgeran	hilgerîn, li hindavî / raserî tiştekî gerîn yan dewr dan
helgeran	hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind
helgeran	berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike)
helgeran	(reng) guherîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd helgera Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik)
helgeranewe	qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn
helgêranewe	bn helgeranewe
helgiloftin	perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin
helgirtin	hilgirtin
helgîran	hatin hilgirtin
helgîraw	revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe)
helgîrsan	hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gur bûn (agir)
helgîrsan	çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn
helgîrsan	berbûn hev, li hev sor bûn
helgîrsandin	hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gur kirin (agir)
helgîrsandin	çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin
helgîrsandin	berdan hev, li hev sor kirin
helguşîn	givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin
helhatin	(roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin
helhatin	revîn, bazdan
helhatin	(reng) guherîn / guhorîn
helhatin	(hevîr) pif / bilind bûn
helhatin	(bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn
helhatin	(hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn
helhênan	(metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn
helhênan	(hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin
helhênan	(çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin
helhênanewe	vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin
helhêncan	(av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan
helhêncan	(av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn
helhênciraw	(av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî
helhênciraw	(av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî
helhêner	têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike
helhênge	hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne
helhênraw	têderxistî
helhênraw	meriqî
helhênraw	meriqandî
helhênraw	vekirî bn helhênan
helîz	çerm, pîst, post (yên heywanan)
helîz	meşk
heljimar	hiljimar, statîstîk, jimarko
heljimardin	hejmartin, hiljimartin, hijmartin, jimartin
heljimêraw	jimartî, hejmartî, hijmartî, hiljimartî
helk	zimanxweş, zimanşirîn, peyvzêrîn
helkalîn	pitpit kirin, gilî / gazin / lome kirin
-helken	-kol, -hilkol: gorhelken gorkol, kesa/ê goran dikole / çêdike
helkendin	hilkolîn, hilkêlîn
helkendin	hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan
helkendin	qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve
helkenran	hatin hilkolîn / hilkêlîn
helkenran	hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan
helkenran	hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve
helkenraw	hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn
helkenraw	(ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan
helkenraw	qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve
helkewt	hilkeft, bone, minasebet
helkewte, helkewtû	berkeftî, bijare, jêhatî, hêja
helkewte, helkewtû	awarte, nejirêzê, têvel, cuda
helkêş	hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne
helkêşan	hilkêşan, hilkişandin, kêşan / kişandin jor / serî / silal / hewa
helkêşraw	hilkêşayî, hilkişandî, ya / yê hatiye hilkêşan / hilkişandin
helkiran	selixîn, veçirîn, verûçîn, verûçikîn, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûn / çûn, bi sivikî birîndar bûn
helkirandin	selixandin, veçirandin, verûçandin, verûçikandin, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vekirin / rakirin, bi sivikî birîndar kirin
helkiraw	(ala) hildayî bilindkirî
helkiraw	(ben, dezî, rîs) alandî, alayî
helkiraw	(huçik) hildayî
helkiraw	(agir / ronahî) hilkirî, vêxistî, berdayî, geşkirî
helkiraw	selixî, veçirî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî)
helkizirandin	kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin
helkişan	hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn
helkişe	rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê)
helko	lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e
helkolan, helkolîn	hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne
helkolraw	hilkolî, hilkolayî
helkolraw	hilkolandî
helkulîn	hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin
helkutane ser	bi ser de girtin, êriş kirinê
hella	şerenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî
hellûşîn	daûrandin, dabeliandin, dabeli'andin, da'ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin
hellûşîn	nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan
helm	hilm, bixar, buxar, dû, dûkêl
helmalîn	hildan, hilmalîn, hilmaliştin
helmalran	hatin hildan / hilmalîn
helmalraw	hildayî, hilmalî, hilmaliştî, hilmaliyayî
helman	hilmîn, bûn hilm / buxar
helmat	tebel, xar, tîl, holik, gogik
helmatên	tebelanê, xaranê, tebelbazî, lîstika tebelan / xaran / tîlan
helmeqo	pêncokanê, lîstikek / yariyek e bi pênc berkokên / kevirokên biçûk têt kirin
helmet	êriş, pelamar, lêdan, biserdegirtin
helmetcar	operasyon, êriş, lêdan, biserdegirtin
helmijîn	hilmijandin, hilmêtin, av bi boriyan hilkişandin, av / hewa kişandin devê xwe, mêtin xwe
helmîzan	hilmîstin, hilmîzîn, ji piyan ve mîstin / mîzîn
helnan	gavîn, gav avêtin, pêngav avêtin, hewa ketin
helnan	(dav / xefik / feq) venan / danîn
helnîştin	venîştin, (mirîşk / dîk li ser lîsê xwe) nivistin / razan / raketin / di xew çûn
helnîştin	venîştin, rehet rûniştin
helo	eylo, elih, qertal, holî, qertel
helol	xilole, xulole
helok	kaşok, gopal, dar
helork, helorke	landik, dergûşan, lehndik, dergûş, mehdik, dêdîk, deydik, colank, textê zarok tê de tên nivandin / razandin dema hê sava / biçûk in
helpaçîn	qusandin
helpaçîn	kur kirin
helpaçîn	cewandin, cew kirin
helpaçraw	qusandî
helpaçraw	kurkirî
helpaçraw	cewandî, cewkirî
hepandin	bn hepîn
helpe	bêrî, bêrîkirin, (tiştek pir) xwestin, ji dil xwestin
helpenman	werimîn, perçivîn
helperandin	(zarok) hilavêtin (û vegirtin)
helperdawtin	bn helpaçîn
helperîn	govend / dîlan / dawet kirin / girtin, reqisîn
helperkê	govend, dîlan, dawet, reqas
helpesardin	spartin, pal dan, pişt dan, pala / pişta tiştekî / xwe dan tiştekî
helpesaraw	paldayî, piştdayî (tiştekî)
helpêç	dang, daw, dawên, berdang
helpêçan	hilpêçan, hilpêçandin, hildan, rakirin
helpêçan	gihîn, gihiştin, ji kulîlk bûn fêkî
helpêçraw	hilpêçayî, hilpêçandî, hildayî, rakirî
helpêçraw	gihayî, gihiştî, ji kulîlk bûyî fêkî
helpiçran	peritîn, çirîn, dirîn, hatin çirandin / dirandin
helpiçraw	peritî, çirayî, dirayî, çirandî, dirandî
helpiçrîn	peritandin, çirandin, dirandin, vekirin
helpijan	(av û hwd) hilbilqîn, vemistin, hilvizîn, hilvizikîn, di ser re avêtin
helpirûkan	betilîn, westîn, kerixîn, mandî bûn
helpirûkandin	betilandin, westandin, kerixandin, mandî kirin
helpirûkaw	betilî, westî, kerixî, mandîbûyî
helpirûzan	kizirîn, suşîn, sujîn, şewitîn, bûn qerqûş(k)
helpirûzandin	kizirandin, sotin, sujandin, şewitandin, kirin qerqûş(k)
helpirûzaw	kizirî, suşî, sujî, şewitî, (bûyî) qerqûş(k)
helqe	bn elqe
helqirçan	çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik bûn, ziwa bûn, hişk bûn, ji ber germayê av jê qut bûn
helqirçan	çikandin, miçikandin, miçiqandin, çik kirin, ziwa kirin, hişk kirin, bi germayê av jê qut kirin
helqirçan	çikî, çikiyayî, miçikî, miçiqî, çik(bûyî), ziwa(bûyî), hişk(bûyî), ji ber germayê av jê qut(bûyî)
helqulan, helqulîn	hilbilqîn, bulqîn, dengê bilq-bilq / bulq-bulq yê ji avê têt (t dema dikele / difûre)
helqunan, helqunîn	îşqilîn, xwe hilavêtin (t bi lingekê gav avêtin)
helqun-helqun	îşqilk, îşqilkî, îşqilkanê, meşîna / bi rêveçûna li ser lingekî / piyekî
helqurandin	qurtandin, qurçandin, (av û hwd) qurç-qurç / qurt-qurt vexwarin
helqurtandin	(xwe tê ~) (destê) xwe kirin di nav karekî re, xwe têkilî karekî / tiştekî kirin
helqutandin	bn helqurtandin
helrijan	hilrijîn, hilrijan, hilrijiyan, av bi ser de çûn, av yan tiştek dî yê ruhn dema aman tijî dibe û av / ruhnî di ser lêvan re dirije
helrijraw	hilrijî, hilrijayî, hilrijiyayî (bn helrijan
helriştin	hilrijandin, hilriştin, hilrêtin (bn helrijan
helsan	rabûn
helsan û danîştin	rabûn û rûniştin, irf û edet, rewişt
helsan û kewtin	bizav, leptûliv, tevger
helsandin	rakirin
helsanewe	verabûn, dîsan rabûn
helsaw	rabûyî
helsengandin	hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin
helsengandin	kêşandin, giraniya tiştekî pîvan
helsengêner	hilsengîner, nirxîner, kesa/ê dinirxîne / hildisengîne
helsengêner	pîvan, krîter
helsipardin	bn helpesardin
helsûkewt	leptûliv, tevger, rabûn-û-rûniştin
helsûran	çêbûn, durist bûn, saz bûn, pêk hatin, afirîn, amade bûn, hatin pê, berpê bûn
helsûrandin	çêkirin, durist kirin, saz kirin, pêk anîn, afirandin, amade kirin, anîn pê, berpê kirin
helsûraw	çêkirî, pêkînayî, durist(kirî), sazkirî, afirandî, amadekirî, berpê(kirî)
helsûrêner	çêker, pêkîner, duristker, sazker, amadeker, afirîner, birêveber
helşaxîn	(piya) lê xwirîn, gef lê kirin, enirî û bi qehr li gel kesekî axivîn
helşêlan	hilşêlandin, şêlandin, têkil kirin (t hevîr)
heltekan	hilhejîn, bi bingeh ve hejîn yan hatin hejandin
heltekandin	hilhejandin, bi bingeh ve hejandin
heltekandin	hêrandin, hûr-hûr kirin
heltekandin	(bejnûbala) xwe hejandin
heltek-heltek	hêdî-hêdî, bi sexbêrî, bi hişyarî (meş û birêveçûn)
heltekîw	hilhejî, hilhejandî, bi bingeh ve hejî yan hatî hejandin
heltilîşan	peritîn, pirt-pirt bûn, parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn
heltilîşandin	peritandin, pirt-pirt kirin, parçe-parçe kirin
heltilîşaw	peritî, pirt-pirt(bûyî), parçe-parçe(bûyî), hûr-hûr(bûyî)
heltirûşkan	totî kirin, totî vedan, rûniştin
heltirîn	finîn, finihan, ne li ser xêrê çûn (Wek nifirîn têt bi kar anîn: Heltire! Bifine! Bifinihe! Here ji ber çavên min!)
heltîzandin	bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
heltoqîn	bilqîn, hilbilqîn, bilq dan
heltoqîn	derketin, serê xwe deranîn
heltoqîn	pirzik
heltûrandin	bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn
heltûtan	bn heltirûşkan
helûje	hilû, hilûk, încas, hilîk, hulûk
helûjereşe	hilûreşk
helûmerc	şertûşirûd, rewş, destûdar, kewdan, barûdox
helwasîn	hilawîstin, daliqandin, (bi dar / dîwar ve) kirin
helwasîn	li sêdare dan
helwasran	hatin hilawîstin, hatin daliqandin, hatin (bi dar / dîwar ve) kirin
helwasraw	hilawîstî, daliqandî, (bi dar / dîwar ve) kirî
helweran	werîn, weşîn, weriyan, dawerîn, daweşîn, vewerîn, veweşîn, werihan, pel / dindik / tov jê veqetîn / cuda bûn
helwerandin	werandin, weşandin, vewerandin, veweşandin, pel / dindik / tov jê veqetandin / cuda kirin
helwerîn	bn helweran
helweşan	hilweşîn, ruxîn, têk çûn, pûç bûn
helweşan	verûşîn, verûşan, verûşiyan, verûşihan, (girêk / dirûn) vebûn
helweşandin	hilweşandin, ruxandin, têk birin, pûç kirin
helweşandin	verûşandin, (girêk / dirûn) vekirin
helweşaw	hilweşî, hilweşiyayî, ruxî, ruxiyayî, têkçûyî, pûçbûyî
helweşaw	verûşî, verûşiyayî
helweşênraw	hilweşandî, ruxandî, têkbirî, pûçkirî
helweşênraw	verûşandî, (girêk / dirûn) vekirî
helwêst, helwîst	helwest, bîrewerî, dîtin û nerîn
helwutin	pesinandin, pesn dan, metihandin, meth kirin
helxeletan	xapîn, hatin xapandin, bi ser de çûn, lêb lê bûn, hîle lê bûn, lêhb lê hatin kirin
helxeletandin	xapandin, bi ser de birin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, lêhb lê kirin, fêl lê kirin
helxeletaw	xapî, xapandî, lêblêbûyî, lêhblêkirî, hîlelêbûyî, biserdebirî
helxeletêw	xapînok, lêbok, lêhbok, ya / yê xapan / hîleyan / lêban dike yan dikare bibe sedema wan
helxilîskan	hilisîn, tehisîn, şemitîn, hulusîn
helxilîskan	xwişîn, xijîn, xuşîn, xîj bûn, xwiş bûn, terişîn, şelipîn, xijikîn
helxilîskandin	hilisandin, tehisandin, şemitandin, hulusandin
helxilîskandin	xwişandin, xijandin, xuşandin, xîj kirin, xwiş kirin, terişandin, şelipandin, xijikandin
helxiran	hatin raxistin / raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) hatin bi ristê ve kirin
helxistin	raxistin, raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) bi ristê ve kirin
helxistin	bi cî kirin
helxistin	berdest kirin
helxwêndin	(piya ~) bi xerabî basa kesekî kirin
helzilepîn	pifîn, pif bûn, perçivîn, werimîn
helzilepîw	pif, pifî, pifbûyî, perçivî, werimî
helzinîn	bn helgeran
hem	hem, him, herwa, jî, û, herwiha: Hem eme û hem êwanîş hem em û hem jî ew, em jî û ew jî
hem	z 'em, xweş e bo xwarinê: emî ke 'em ke, bixwe (zarê zarokan e)
hem-	bn haw-
-hem	-yem, paşqertafek e bo çêkirina jimarên rêzî ji jimarên sade dema jimara sade bi tîpek dengdêr bi dawî bêt: nohem nehem, (di rêzê de ya) nehê
hemahengî	bn hawahengî
hemal	hemal, hilgir, xizmetkar, kedkar
hemal	karîte, darên banên xaniyan xwe li ser digirin
hemam	hemam, serşok
hemam	germav
heman	eynî, heman, wek, mîna, şibî
heman kat	hevdem, di eynî / heman demê de
hemayel	nivişte, niviştok, hemaîlk
hemaz	malzaro, malzarok, zarokdank, rehîm, cihê zarok tê de ye ji berî biwelide
heme-	tev-, heme-, ji hemûyan, ya hemûyan
heme-	pir-, gele-
hemedeşîn	bn hemşîn
hemelayene	tevalî, hemealî
hemelayene	piralî, gelekalî
-hemîn	bn -hem
hemîşe	herdem, hergav, hercar
hemîşe	tim, hertim
hemîşe-	her-: hemîşezîndû herzindî, hersax, nemir, hemîşebehar herbihar, herdem-bihar
hemîşeyî	herdemî, herherî, hetahetayî, ebedî, bêdemî
hemşîn	mijmije, mişmiş, qeysî
hemû	hemû, hemî, giş, tev, gî, gişt, xir
hemû	her: hemû şewêk / rojêk her şev / roj
hemûpirsî	gelpirsî, hemûpirsî, referendum
hemûwanî	gelemperî, giştî, tiştê / karê / malê hemûyan
hemûyî	hemûyî, giştî, tevî, tevayî, gelemperî
hemwar	qebûl, razî, pesend, pejirandî, pejirbar, heqdar
hen	(hûn / ew) hene (dema nihoyî pirhejmar ji lêkara "hebûn")
hena	bn hana
henar	hinar (fêkiyek e)
henarde	hinarde, îxracat, bo bazirganî eşya / mal ji welatekî birinek yek dî
henardin	bn nardin
henase	henase, nefes, bên (ya mirov dikêşe û berdide)
henase	axîn, oxîn (kişandin)
henasebirkê	bênbiserketin
henasesard	bextreş, bêsiûd, bênesîb
henasesiwar	bênçik, êlpik, astmayî
henasewiwarî	bênçikî, êlpikî, astma
henaw	hinav, ûr û rîvîk, nav
hencîr	hejîr, hêjîr
hend	hin, hinek, hindek, çend (lib / heb û hwd)
hendaz	hendaz, birêk, birêkûpêk, rêzkirî, birêz, sererast, sîstematîk
hende	hindî, bi qasî, temetî, bi temet
hender	der, derve, dijw. hindir
henderan	derveyî welat
henderan	biyanistan, dûrî, xerîbî
henderho	hêsk, colank
hendese	bn endaze
hendê, hendêk	hin, hinek, hindek
hendê, hendêk	(kemêk) piçek, kêmek
hendê car	carinan, hin car
henefî	henefî, mezhebek îslamê ye
henefî	henefî, çeşme, kanî
heneza	nevis, zarokên mêrê / jina yekî yên ji jinek / mêrek dî
heng	hing, mêşa hingiv / hingivînî
hengame	tevlihevî, serobinî
hengaw	gav, pêngav
hengaw	dem, gav, wext
hengaw	heyam
    hengawhawîştin / nan	gav avêtin, gavîn
    hengaw hênan	gavandin, gava xwe di ser tiştekî re avêtin
hengdan	şan, şana hingiv / hingivînî
hengeşelê	îşqilk, bezîna / meşîna / xwe hilavêtina li ser yek piyî / lingî
hengil	ran, qalçe, newq, hengil
hengilşelê	bn hengeşelê
hengiwîn	hingiv, hingivîn, berhemê şirîn yê hingan
hengûr	bn tirê
henisk	îsk
henisk	(henasebirkê) bênbiserketin
henisk heldan	îskîn, îske-îsk kirin, îsk hatin (kesekî)
heniskbirkê	bn henasebirkê
henû, henûke	niha, noke, nika, niho, bn êsta
henûkeyî	nihoyî, ya niha / noke / nika / niho
henûn	sûn, hesûn, hilû kirin
hepe, hepehep	rew, rey, rewrew, dengê se / kûçik yan mîna wan
hepe, hepehep	axiftina zêde û bêwate
hepesan	heyirîn, mat man, ecêbgirtî man / bûn, hêbitîn
hepesandin	heyirandin, mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin
hepesaw	heyirî, mat, matmayî, ecêbgirtî, hêbitî
hepîn	hewîn, rewîn, reyîn (dengkirina se / kûçik yan wek wan)
hepol, hepole, hepolemêşxor	peledîn, delodîn, tiredîn, hepletiraş, xwelîbiser, rebenok, hol, aqilsivik, kêmaqil
heprûn	hûr, hûr-hûr, parçe-parçe
heps	hefs, zindan, dîlî, êsîrî, êxsîrî, heps
hepsxane	hefsxane, zindan, girtîxane, girtîgeh, dîlxane, êsîrxane
hepû	z hepû, xilas, nema
heq, heq	maf, heq: Heqt e Tu heq î, Heqê te ye
heq, heq	Tu heqt nebê Karê te pê nebe, Tu xeman nexwe
heqanî	adil, dadperwer
heqanî	rastgo
heqayet	çîrok, heqayet
hegbe	tûr, kîs, çante, tûrik, telîs, torbe, çewal
heqdest	heqdest, destmiz, meaş
her	her
    her çî	her çi, çi: Her çî bibêt min le gel tom Çi bibe jî ez li gel te me
    her çî	Her çi ew e, ta êsta     diyar nebûwe Herçi ew e, hê diyar nebûye
    her emende	her hinde, her ev qas
    her emende	tenê hinde, tenê ev qas
    her ewende	her hind, her ew qas
    her ewende	tenê hind, tenê ew qas
    her kat	her dema, her gava, kengî ku
    her kes	her kes, her kesek
    her nebê	qene, ti nebe jî, çine-çine, çune-çune, qet nebe jî, herî kêm, bi kêmanî
    her şit	her tişt
    her yek	her yek, herêk
her	her, bi berdewamî: Her wut dêm belam nehat her digot dê bêm lê nehat
her	(tenya) tenê: Her carêk çûbûm Tenê carekê çûbûm
her	(dîsan, dîsanîş) her, dîsan, dîsa, dîsan jî: Çi bilêyş her naçim Çi bibêjî her naçim, Çi bibêjî jî dîsan jî naçim
her êsta	aniha, haha, vê gavê, vê kêlîkê, tam niha
her, herg	herî bn qur
hera, hera û hurya	qerqeşe, şerenîx, xirenîx, pevçûn, gengeşe
hera	rev, bazdan, bez
hera kirdin	revîn, bazdan, bezîn
herac	herac, mezat, mazat, bazara pitirandinê ya tê de mal dikeve destê kesa/ê herî zêde pare pê bide
heram	heram, qedexe, yasax, tişta nabe bêt kirin (t ya ji alî dînî ve hatiye qedexekirin)
herame	ewk, ewka, ewkê, ew-a-dî, ew-ê-dî, çîk, çîkê, çîka
heramxor	heramxwer, bertîlxwer, rantxwer, kesa/ê malê ne yê wê / wî bi xwe ye dixwe / bi kar tîne bêyî destûr hebe
heramxor	kesa/ê tiştên dîn heram kirine dixwe (bo nimûne: misilmanên goştê beraz bixwin)
heramza, heramzade	bîje, bîjî, zaroka/ê ne ji dêbavên markirî çêbûye
heramza, heramzade	şatir, şeytan, hîleker
heras	acizî, nerehetî, bêzarî, bîntengî, tengezarî
herasan	tengezar, nerehet, bêçare, bêzar, bînteng
heraş	gihber, ya / yê li ber gihiştinê, ya / yê dê di nêz de gihiştî be (fêkî, keske)
heraşawis	maka li ber zanê
heraşawis	dayika li ber welidandinê
demheraş	lewçe, zimandirêj
hercayî	binefş, gulbinefş
herd	tat, teht, helan
herde, herdebanan	(cihê) tatî / tehtî / helanî
herdebîr	dudil, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, bêbiryar
herdegêl	derbider, gerok, bêmal
herdû	herdu
here	(ya/yê) herî / here, ...tirîn, ji hemûyan ...tir: rojî here sard roja herî sar, sartirîn roj, roja ji hemûyan sartir
here	mişar, destere, birek (ya daran / asin û hwd)
hereme	tevlihev, têkil, serûbin, bêserûber
heres	aşût, aşît, berfxwişî, axxwişî, dahatina axê / berfê ji erdek bilind berev yek nizm
heres	lehî, rabûna avê, boşûna avê
heres	şirebaran, barana boş
heres	hilweşîn, ruxîn, pûçbûn
hereşe	gef, tehdîd, hereşe, lêxwirîn
hereşe lê kirdin	gef / hereşe, tehdîd lê kirin / lê xwarin
hereşe û gureşe	lêxwirîn, bi peyvên hişk êriş kirin
heret	gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind yê tiştekî (t çiyayan yan daran)
heret	demsal, werz
herewez	hevkar
herewez	xizmetkar
herêm	herêm, navçe, dever, cih, war
herêmî	herêmî, navçeyî, deverkî (ya / yê ne hemû netewe / welat / dinyayê)
herêz	firîz, giya, gîha (t yê mêrg û çayir û çîmenan)
herfî	berkêr, berxên berkêrê, pezê bo serjêkirinê têt xwedîkirin
hergîne	cerûmer, keramîk
hergîz	qet, hîç, ti car, çi car, qe
hergîzaw hergîz	qet û qet, qet'en, hîç, ti car, çi car, qe
herî	hirî, herî, pûrtê pez
herîf	hevta, wekhev, herîf, kesên / tiştên bi hêza / zîrekiya / şiyana / bedewiya û hwd xwe wek hev in
herîf	heval, hogir
herle	kêz, kêzik
hermê	hirmî, hirmîk, karçîn, hermî
hermê kêwîle	hirmiya çolî / beyarî / bejayî
hermê	pên, pehîn, pêhn (t ya li derqûna kesekî têt dan)
hermêpişkiwan	berbihar, dema pişkivîna hirmiyan
herwa	herwa, herwiha, herwisa
herweha	bn herwa
herzale	bingeh, esas
herzan	erzan, negiran, bihakêm, djw. giran, bihadar, bihagiran
herzanbeha	bihakêm, bihaerzan, erzan
herzanî	erzanî, negiranî, bihakêmî
herze	ciwan, xort, genc, cehêl, negihayî
herze	tûle, tolaz, felîte, pûç
herzebêj	kesa/ê axiftina wî dûrî aqilan e
herzeçene	devjen, lewçe, zêdebêj
herzekar	ciwan, xort, genc, cehêl, gihber, kesa/ê di jiyek wa de ye ku dê haha bibe jin yan zelam
herzekar	tûle, tolaz, felîte, pûç
herzekarane	cahilane, ciwanane, xortane, karê ne mîna kesên gihayî û aqildar
herzekarane	tûlane, tolazane, felîtane, karê kesên pûç û nehêja
herzekarî	ciwanî, xortî, gencî, cehêlî, gihberî
herzekarî	tûletî, tolazî, felîteyî
herzeyî	ciwanî, xortî, gencî, cehêlî
hes	(heye) heye, dijw. nîne, tine
hes	(xest) tîr, pît, pehêt
hes	bn hest
hesan	hesan, berê / kevirê pêhesûnê
hesan, hesanewe	hewîn, vehewîn, hewiyan, hewihan, bêna xwe vekirin, (bi navdemî / demkî) li derekê bi cî bûn û bêna xwe vekirin
hesandin, hesandinewe	hewandin, vehewandin, xwirak û vexwirak û cihê nivistinê / raketinê dan yekî
hesandin, hesandinewe	bên vekirin, bên dan yekî
hesar	hesar, kelhe, dîwar, dorbend
hesare	bn estêre
hesawe	hewayî, vehewî, hewiyayî, vehewiyayî, bênaxwevekirî, bêndayî
hesîr	hêsîl, mafûr, xalîçe, berik
hesîrmeyan	cezakirina bi lêdana li ber çavên xelkê
hest	hest, hes, his, pêhesîn, naz, dilîn
hest	bn hes
hestan	bn helsan
hestandin	bn helsandin
hestber	hestber, bihest, hesas
hestber	nazdar
hestberî	hestberî, bihestî, hesasî
hestberî	nazdarî
heste	nf hilo! rabe!
hestewer	hestewer, hesas, alerjîk
hestewerî	hestewerî, hesasî, alerjî
hestirî	strî, giyayên tûj
hestyar	hestyar, kesa/ê dikare (bi asanî) hest bi tiştan bike / pê bihese
hestyarî	hestyarî, (bi asanî) hestkirina bi tiştan, pêhesîn
heş	heş, îndîgo
heş	heşî, şînî tarî
heşar	veşarî, veşartin, berşar
heşar dan	veşartin, berşar dan, (li cihekî) wa bi cî kirin ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşardiraw	veşartî, (li cihekî) wa bicîkirî ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşbeser	heşbiser, xwelîbiser, bêsiûd
heşerî	zewqî, kêfî, keyfî, coşdar
heşheş	pasevan, çavdêr, zêrevan, heres, dergevan
heşir, heşr	heşir, daraz
heşt	heşt, heyşt (jimare 8, VIII)
heşta	heştê, heyştê (jimare 80, LXXX)
heştalû	xox, bn qox
heştamîn, heştahemîn	heştêyem, heşêyemîn, (di rêzê de ya / yê) heştêyê / heştêyan
hefte, hefte	hefte, heftî, heft roj yên bi hev re yekîneyek demî pêk tînin û 52 ji wan dibin salek
heştem, heştemîn	heştem, heştemîn, (di rêzê de ya / yê) heştan
heştyek	heştyek, heştêk, yek ji heştan, 1/8
heta	heta, ta, heya, heyanî
heta	daku, bo ku, ji bo ku, da: Hatim heta pêt bilêm Hatim daku bibêjim te, Hatim ji bo ku ji te re bibêjim
heta	hê, hêj, hêşta, hê ku: Zû ke heta nemirdûwît şitêk bike Zû be hê nemirî tiştekî bike
heta diwayî	ta dawiyê
heta diwayî	(htd) hwd, her wek dî
heta ser	ta serî, ta dawiyê
hetar	zinar, kevir, ber
Hetarek û metarek, hacî hecit mibarek	"Bimbarek û tebarek, hecî heca te mibarek"
hetaw	tav, hetav, roj
hethetoke	niviştok, hemaîlk (t yên bi stoyê zarokan ve tên kirin)
hetîw	sêwî, êtîm, bavmirî, daymirî, kesa/ê herdu dêbavên wê / wî yan yek ji herduyan mirine
hetîw	(m) xwelîbiser, rezîl
hetîw û metîw	kolanî, zarokên kolanan, zarokên bêkes / bêxwedî
hetîwbar	sêwîbar, (jin) daysêwî, dayêtîm, jina mêrê wê miriye û zarokên hûr hene
hetîwbar	(piyaw) bavsêwî, babsêwî, bavêtîm, babêtîm
hetîwxane	sêwîxane, xaniyê / lêgeha sêwiyan / êtîman
hetk	bn etk
hetre	pelate, belav
hetwan	melhem, milhem
heval	heval, hawrê
hevde	hevde (jimare 17, XVII)
hew	hew! 'ew! vêca ev / ew çi ye / çima!
hew	kul, birîn
hew	werimîn, perçivîn
hew	'ew! hew! (peyvikek e dide diyarkirin ku yê wê dibêje mat maye yan ecêbê serê wî girtiye: ev çi ye!? ev çawan wa ye!?)
hewa	hewa, seqa, siqa, avûhewa
hewa	ba
hewa	esman
hewa	piçek, kêmek, hinek
hewa	bn hewa
hewal, hewalekan	nûçe, dengûbas, peyam, êxbar
hewal, hewalekan	hal, rewş, kewdan, barûdox
hewale	raguhestin, raguhezandin, hinartin, şandin
hewale	spartin
hewale be gewale	beramber, hember, bergind, bedel, berdêl
hewalguzarî	agastînî, îstîxbarat
hewançe dan	hilavêtin, berev jor / serî / silal avêtin
hewançero, hewançero	roket, sarox, hewa-avêşk
hewandinewe	vehewandin, xwedî kirin, xudan kirin, matî jê kirin, sereguhiya yekî kirin
hewanewe	vehewîn, tebitîn, hedinîn, sekinîn, rehet bûn, rawestîn, li cihê xwe man
hewawî, hewawî	fekirin, hêvkirin, berêxwedan, nerîn, nihêrtin
hewawîlke, hewawîlke	hewayîk, eriyal
hewawîlke, hewawîlke	roet, sarox, hewa-avêşk
hewar	war, kamp, lêmangeh, havîngeh, cihê havînan koçer yan seyranî lê dijîn
hewarge	wargeh, havîngeh, kamp, aqar, kûngeh, kongeh
hewarî	kûn, kon, xîvet, çadir
hewayî	hewayî, seqayî, siqayî
hewayî	bayî
hewayî	esmanî
Hewbira	bn Hewtewane
hewcar	hevcar, gasin
hewcoş	asinê / hesinê helandî
hewcoş	mesîn, misînk
hewda	ben, dezî, benik, rîs, ta
hewel	pêşîn, ewil, yekem
hewes	hewes, daxwaz, arezû, hêvî, çêj, tam, xwestina tiştekî pir / ji dil
hewes lê bûn	ji dil xwestin, hewes hebûn
hewesdar, heweskar	dilxwaz, hewesdar, biarezû, dilsoz, dildar, kesa/ê tiştekî pir / ji dil dixwaze
hewê	hewî, jina mêrê wê jinek yan çend jinên dî jî hebin ji wan jinan re hewî ye, ew hewiyên hev in
hewên	hêvên, haveyn, dermankek e dikin nav hevîr daku hevîr pê pif bibe û kêrî pehtina nan bêt
hewînc	giyayek derman e
hewînewe	bn hewanewe
hewîr	hevîr, hêvîr, ar û av û hêvênê têkilî hev hatine kirin daku nan jê bêt çêkirin
hewl	koşîn, hewl, têkoşîn, lê xebitîn, koşîş, cehd, ceribandin, mihawele
hewl dan	koşîn, tê koşîn, hewl dan, mihawele kirin, lê xebitîn, cehd dan
hewr	ewr, 'ewr
hewramî, hewramanî	hewramî: zaravaya hewramî ya kurdî
hewramî, hewramanî	her tiştê / kesa/ê ji herêma Hewraman ya Kurdistanê
hewraz	evraz, berjor
hewraz û nişêw	evrazî û nişîvî
hewrebala	balexane, avahiyên bilindiya wan digihe ber ewran
hewretirîşqe	birûsk, şirqîna ewran
hewrîs	(dara) qaç, hevriz, hêvriz, merx, dara kêmê
hewsar	hefsar, hevsar, benê bi serê hespan / keran û hwd tê ve tê girêdan daku pê bên kişandin yan zeft kirin
hewsar	alava serkêşiyê / serkêşîpêkirinê
hewsele	bênfireyî, sebr, taqet, xwegirî, baldirêjî
hewş, hewşe	hewş, dermal, bermal, derdorên malê (t dema bi tan / çeper / dîwar hatine tixûbkirin)
hewt	heft (jimare 7, VII)
hewtane	bn heftane
hewte	hefte
hewte	heftî, heft rojên piştî zewicînê / welidandina zarok ku bûk / dayik li gor edetan ji malê dernakeve
hewtem, hewtemîn	heftem, heftemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftê
Hewtewane	Heftbira, Termê Mexîl, Hirça Mezin (komek stêran e)
hewtîr	demance (ya heftlibxwer)
hewz	hewz, birk, birka avê
hewzane	hewzane, heqê (bikaranîna) hewzê
hey	hey! hêy! ey! wey! (peyvikek bang- / fermankirinê ye): hey hawar!
heya	fedî, fihêt, şerm, eyb, heya
heybet	hêbet, heybet, sosret, seyr, ecêb
heyf	heyf, mixabin
heynî	în, eynî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
heyran	heyran, gorî, qurban, kesa/ê wa pir ji tiştekî / kesekî hez dike ku dikare xwe jê re bike gorî / qurban
heyran	heyranok, heyran, birek stranên kurdî ye
heys	heyîn, hebûn
heyş	jiyan, derbara jiyanê, îdareya jiyanê, meşîna / meşandina jiyanê
heyş pê helgirtin	jiyan lê dijwar kirin
heyşo	fehêt, fedî, şerm, eyb
heyşo lê helgîran	xwe di bêşermiyê danîn, derpiyê xwe dan ser milê xwe, mîna bêşerman kirin
heytar	bn kêr
heyte	nesefandî, venebijartî
heyte	polîs
heyte	komek leşkerên osmanî
heytûhot, heytûhût	dengûdor, heytûhot, heysûbeys, deng û qerebalix zêde û bêwate
heywan	eywan, bersifk, sefik
heywan	şaneşîn, balkon
heywan	heywan, lawir, ajal
heywanan	havîn, dema mirov dikare li eywanan binive (ji derengî biharê ta berpayizê)
heywanat	heywanet, koma / civata lawiran / ajalan / heywanan
heyzeran	heyzeran, rûl, qamûş
hez	hez, viyan, xwestin, evîn, hêvî, daxwaz
hez lê bûn	çêtirandin, hez lê bûn, viyan, xwestin
hez lê kirdin	jê hez kirin, hez jê kirin
hez û nahez	dost û dijmin
hezar	hezar, hizar (jimare 1000, M)
hezare	hezarsal, hezare, mîlenyûm
hezarem, hezaremîn	hezarem, hezaremîn, (di rêzê de) ya / yê hezarê
hezaryek	hezaryek, hezarêk, yek ji hezaran, 1/1000
hezbêle	giyaderman, davûderman, giyayên wek derman tên bikaranîn
hezîran, hezîran	pûşber, hezîran, 6em meh ji salnameya romî
hezm	helandin (t ya xwarinê)
hezm bûn	(xwarin) helîn / hatin helandin
hezm kirdin	(xwarin) helandin
hezret	hezret, amadeyî, hazirî
hezret	hezret, rêzdar, birêz, hêja
hê	navê tîpa H / h
hê	navê tîpa H / h
hêdere	bn gamêş
hêdiz	aciz
hêdî	hêdî, dijw. zû, pît, bilez, hêl
hêl	hêl, qaqûle
hêl	xet, rêz, hêl
hêl	ray, rê
hêlî asinî	rayên asinî, asinrê, asinên / hesinên trên li ser dimeşin
hêlan	hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêlane	hêlîn, cihê firinde hêkên xwe tê de diparêzin
hêlim	zeliqek, çirek, demûş, debûş, lehîm, girek
hêlînc	êlinc, ilq
hêlînc dan	ilqîn, êlincîn, êlinc kirin / dan
hêliz	heliz (navê giyayekê ye)
hêlkarî	grafîk, xetkarî, hêlkarî
hêlke	hêk
hêlke	(hî masiyan) xerz, xirz
hêlke	(gun) hêlik, gun, ritil
hêlkewron	hêkrûn
hêlkeyî	hêkî, (tişta dirûvê / şikilê wê) mîna hêkê
hêma	nîşan, hêma, remz, sembol, nîşe
hêma	bn hêşta
hêmayî	sembolîk, hêmayî, nîşeyî, remzî
hêmin	aram, rehet, nerm, hêdî
hêminî	aramî, rehetî, nermî, hêdîkî
hênan	anîn, înan, hînan
hênane dî	bi cî anîn, kirin rastî
hênanewe	vegerandin, anîn ve, dîsan anîn
hênanewe	ji devê xwe avêtin (zû piştî ku bo xwarinê xistiye devê xwe)
hêncan	bn helhêncan
hêre	bn êre
hêriş	êriş, biserdegirtin, pelamar
hêro	hêro (navê gulekê ye)
hêwer	tî, birayê mêrê kesekê
hêriş	êriş
hêstir	bn êstir
hêş	bn gasin
hêşta	hê, hê jî, hîn, hîna, hêşta, ta niha, heta noke
hêştin	hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin
hêşû	wîşî, guşî (yê tirî / xurmeyê)
hêşxan	aşxane, odeya xwiraka malê tê ve têt parastin
hêwaş	hêdî (tişta / mirovê pêdivî bi demek dirêj heye ta ku biqewime / bibe / bike), dijw. zû, bilez, lezgîn, pît, hêl
hêwaş	hêdî, rehet, aram, tena
hêwaşî	hêdîtî, rehetî, tenahî, aramî
hêwaşkar	(mirova/ê yan tiştê - t dermanê -) hêdîker, tenaker, rehetker, aramker
hêwer	tî, birayê mêrê kesekê
hêwerjin	jintî, jinên tiyên kesekî
hêwerza	(kiç) keçtî, keçên birayên mêrê kesekê
hêwerza	(kur) kurtî, kurên birayên mêrê kesekê
hêwir	rehet, aram, tena
hêwir	objektîv, hêwir, dûrî hestên kesînî / şexsî
hêwirane	bi rehetî, bi aramî, bi tenahî
hêwirane	bi objektîvî, hêwirane
hêwîrî	rehetî, aramî, tenahî
hêwîrî	objektîvî, hêwirî
hêz	hêz, quwet, şiyan, xurtî, taqet
hêza	pûjan, pûşan, tihtawik, nane, ne'ne
hêzim	êzing, tirik, darên sotinê / şewitandinê
hikûmet	hikûmet, hukumet, civata wezîran (û serokkomar), serokatiya dewletê, rêveberiya dewletê
hil	qebûl, pesend, razîbûn
hisêb	hesab, hisêb
hizb	partî, hizb
hizir, hizr	hizir, fikir, raman, pûnij
hizir kirdin	hizirîn, fikirîn, ramîn, pûnijîn
hizirî, hizrî	hizirî, hizrî, ramanî, fikirî, pûnijî
hî	yê, ya
hî	yên ew nan hî min e ew nan yê min e, eme awe hî êwe niye Ev av ne ya we ye, kitêbekanî sur hî ew in Pirtûkên sor yên wî ne
hîkmet	hikmet, hişmendî, aqildarî, hişyarî
hîkmet	hiş, aqil
hîlandin	hîrandin, hîre-hîr kirin, dengê hespan kirin
hîle	lêb, hîle, lêhb, xap, xapandin, fêl, fen
    be hîle	bi hîle
    be hîle	bîlasebeb, bê ti sedemekê
hîle, hîlehîl	hîre-hîr, dengê bilind yê hespan
hîlke, hîlkehîlk	hîl, hîlhîl, tîq, tîqtîq, tîrqetîrq, kenê bêterz
hîç	qet, ti, hîç, çu
hîç	neti, netitişt
hîçî	hîçî, tineyî, çineyî, çuneyî, ne-ti-tiştî
hîdayet	rêberî, rênîşandan, hîdayet
hîlak	westayî, mandî, betilî, kerixî
hîlak	mirin, hîlak
hîmet	koşîn, koşîş, hewl, cehd, hîmet, berxwedan
hîn	ewk, ewê-dî, ewa-dî, ew-çî-ke, ewkê, ewka, filanok
hîn	hîn, fêr, ilim, ders, wane
hîn bûn	hîn bûn, fêr bûn, elimîn, ders / wane (ji tiştekî / kesekî) wergirtin
hîn kirdin	hîn kirin, fêr kirin, elimandin, ders / wane dan (yekî)
hînce, hînce	kit, hece, tîp, herf
hînce kirdin	kitandin, hece kirin, tîp bi tîp / herf bi herf gotin
hîr	gêjok, peledîn, sergêjok
hîsab	hesab
hîsab	matematîk
hîwa	hêvî, umêd, awat, hîvî
hîwa	daxwaz
hîwa	xwestek.
hîwabiraw	bêhêvî, hêvîşkestî, hêvînemayî
hîwadar	hêvîdar, umêdewar, bihêvî
hîy...	bn hiy...
hîz	hîz (h wek heft), qehbe, gander, qehbik, xwefiroş, bêşerm, rûreş
hîzane	hîzane, bi bêşermî, wek qehbikan
hîze	pîst, çerm, post (t yê reş bo têdeparastina rûn)
hîzel	neşê, nekar, kesa/ê nikare / neşê tiştekî bike
hîzêtî	hîzî, hîzîtî, karê hîzan
ho	sedem, sebeb, faktor, say, bone, mak, hîm, hêm, hêman, şert, merc
    ho danewe	xêr dan, berhem dan, ber dan, bereket dan, hêjayî tiştekî bûn
    ho kirdinewe	bi kêr hatin, kêrhatî bûn
    be ho	ji ber: Be hoy ewe min nayem Ji ber wê / wî / hindê ez nayêm
ho	ho! hê! hêy! (peyvikek e bo bang-, ferman- yan hişyarkirinê têt bikaranîn): Ho kure wa meke! Ho kuro, wa neke!
be hobe	bi hev re, li gel hev, tev, pevre, pêkve, vêkre
hodar	hîmdar, mantiq, lojîk, tişta sedema xwe ya asayî yan diyar heye û dikare bêt famkirina ka çima wa ye yan wa dibe
hocene	niviştî, nivişte
hode	ode, jore
hogir	pêvek, pêrek (tişta bi tiştek dî ve ye yan li gel wê ye)
hogir	hogir, heval û hogir
hokar	hîmker, bandorker, sedem, sebeb
hokil	xizmetkar, berdestk
hokil	xulam, noker
hol	kotan, cihê tankirî / çepekirî bo parastina pez yan terş tê ve
hol	hol, hal, salon
çol û hol	çol û hol, virtîvala, cihê ti tişt lê ne
hol	hol, nezan, gêjelok, xwelîbiser, peledîn, ti-nizan, çu-nizan
hole	bn gêre
holik, holk	kolik, holik, koxik, xanîk (yê biçûk û bêserûber)
hon	kezî, hûn
honer	helbestvan, hozanvan, helbestnivîs
honîn, honînewe	hûnandin, vehûnandin, kezî çêkirin / saz kirin / durist kirin
honîn, honînewe	hûnandin, helbest danîn / nivîsîn / amade kirin / saz kirin
honraw, honrawe	hûnandî, vehûnandî, helbest, hozan
hoqe, hoqe	hoqe, yekîneyek pîvanê ya nêzî 0,3 kîlogramî ye
hor	têr, çewal, tûrik, kîs, telîs, torbe
horin	horin, tûtik, dengê agadarkirinê yê tirimpêlan û hin tiştên dî
hordû	artêş, ordî, leşker, cêş, esker
hore	hoo! boo! wiştê-êê lelo! (bo mêran) wiştê-êê lelê! (bo jinan) (dengê li dijî kirinên kesekî bi armanca ku ew kirin nayên pejirandin yan jî kesa/ê dike "boo!" yan "hoo!" pê ne razî ye)
horêşe	bn rêwî
horî	horî, zeriyên biheştê, keçên bedew / pak / xama li biheştê
horte	edet, banek, irf û edet, tore
hoş	hiş, , hay, bîr, mejî
hoş	şoş! şoş kero! şoşe were! (bangkirina li keran)
hoşbir	hişbir, bêhişker, haybir, bêhayker
hoşmend	hişmend, hişyar, haydar, aqildar, biaqil, têgihiştî, zana, ronakbîr, rewşenbîr
hoşmendî	hişmendî, hişyarî, haydarî, aqildarî, biaqilî, têgihiştinî, zanayî, ronakbîrî, rewşenbîrî
hoşyar	hişyar, haydar, kesa/ê hay ji xwe heye
hoşyar	şiyar, kesa/ê ne di xew e
hoşyarane	hişyarane, haydarane, bi hişyarî, bi haydarî
hoşyarî	hişyarî, haydarî
hoşyarî	şiyarî, nedixewî
how	ha! belê! te çi ye! (bersiva ho
hoz	hoz, êl, eşîr, binemal, ûcax
hozkî	hozkî, êlkî, eşîrkî, binemalkî, bi hozî
hozan	hişmend, hişyar, aqildar, zana, xwenda, zanyar, têgihiştî, dinyadîtî
hozanî	hişmendî, hişyarî, aqildarî, zanayî, xwendayî, zanyarî, têgihiştinî, dinyadîtinî
htd	(kurbêje ji heta diwayî) hwd, her wek dî, her wek wan
hucet	bn hêz, zor
hucre	hucre, odek, odeya biçûk
huje	giyayek e şorbe jê têt çêkirin
hukim, hukm	hukim, hikim, ferman, desthilat, rêveberî, serokatî
hukim, hukm	daraz, hukim, biryara dadgehê yan daîreyek dî ya fermî / resmî
hukimdar	fermandar, hukimdar, serok, desthilatdar
hukmet	bn hikûmet
hule	pîsatiya hêştiran / deveyan / sareyan
hulesê	angaşt, îdîa
hulhulî	guherok, xweranegir, guherbar
huma	firindeyek çîrokane ye ku herdem piştî şewitîna xwe dîsan ji nav xweliya xwe radibe û vedijî û bûye sembola nemirina hêviyan. Di zimanên ewropî de jê re "fenîks" (bi îngilîzî "phoenix") têt gotin
humelxeza	tevlihevî, serobinî, taromarî
humêd	bn umêd
huner	huner, afirînerî, efrînerî
huner	hinêr, hunêrî, şiyan, jêhatin, karîn, kanîn
huner niwandin	hinêr / jêhatin nimandin / nîşan dan
hunere ciwanekan	hunerên spehî
hunerga	hunergeh, cihê huneran
hunerî	hunerî, afirînerî
hunermend	hunermend, afirîner
hunermendane	hunermendane, afirînerane, bi hunermendî, wek hunermendan
hunerwer	bn hunermend
hurde	bn hûrde
hure	bn wure
hurew	garana berazên kûvî
hurmet	rêzgirtin, hurmet, qedirgirtin, qîmetgirtin
Hurmiz	Hormiz, Hirmiz: di zerdeştiyê de xwedayek e
Hurmiz	gerestêra Hormiz, Jupîter
hurûjan	bn wujûwan
hurûjim	bn êriş, pelamar
huştir	hêştir, deve, sare
huştirewan, huştirwan	hêştirvan, siwara/ê yan xwediya/ê hêştirê / hêştiran
huzeyran	pûşber, hezîran, xezîran, meha 6em ji salnameya romî, meha piştî gulanê û berî tîrmehê
huzûr	hizûr, pêşberî, hizûr, bi amadebûna (kesekî): le huzûrî dadga da li pêşberî dadgehê, li hizûra dadgehê
hû	sûde, kêr, kelk, mifa, feyde, kar, qezenc, qazanc
hûha	hooha! boo! hoo! (tinazî / henek / galte pê kirin)
hûhûkere	kund, bum, bim
hûr	dengûdor, dengê bilind / nexweş
hûrde	hûrde, pareyê asinî / biçûk / kêmnirx
hûrde	hûr, biçûk
hûrdebînî	hûrnerî, tûjandin, vekolandin, hûrsehî, hûr lênerîn / vekolandin / pûnijîn bo diyarkirina rastîniya tiştekî
hûş	bn haşûhûş
hûşe	meth, pesn, quretî, pozbilindî
hûşekar	metho, pesno, xwemezinker
hûşekar	xweperest, ezperest
hût	avilke, neheng, hût, balîna, mezintirîn lawirê guhandar yê avî
im	im: Min kurd im Ez kurd im
im	e, im, belê, erê
-im	min, a min, ê min, ya min, yê min
-im	-im Min naçim Ez naçim
-î	-a, -ê: malî min mala min
-î	espî reş hespê reş
îca	vêca, îca, vêga
îca	(ew kat) hingê, wê demê, vê gavê
îcgar	yekcar, êkcar, bi temamî, bivê-nevê, êdî tew
îftade	êxtiyar, pîr, kal
îlla, îllan	îlle, îlleh, bivê-nevê
îm	ev
îm-	î-, ev-: îmro îro, evro
îm-	îmsal îsal, vê salê
îmro	îro
îmsal	îsal
îmşew	îşev
în	(em) in: Ême kurd în Em kurd in
-îne	(vokatîv pirjimar) -no, -îno, -ino: kurîne kurîno, kurino, xelkîne xelkîno, xelkino
înca	vêca, îca, vêga
înca	(ew kat) hingê, wê demê, vê gavê
îrhab	teror, terorîzm, tirskarî
îrhabî	terorîst, tirskar
îskan	peyale
îstîqale	îstîfa, destjêberdan, devjêberdan
îtir	
îxtiyar	êxtiyar, pîr, kal
îş	kar, şol, şuxl, îş
-îş	jî: minîş min jî
-îş	ez jî
îtir	êdî, hew, ji niha pê ve, ji niha şûnde
jaj	jaj, giyayek e têkilî nav penîrê vexewixandî dikin û jajî jê çêdikin
jajik	benîşt, ilk, jajik, cûtek
jakan	(cil) qirmiçîn, qermiçîn, qurmiçîn
jakan	(gul) çilmisîn
jakandin	(cil) qirmiçandin, qermiçandin, qurmiçandin
jakandin	(gul) çilmisandin
jakaw	(cil) qirmiçî, qermiçî, qurmiçî
jakaw	(gul) çilmisî
jale	jale, kerkujk, darek yan deviyek jehrî ya her-şên e bi gulên geş yên spî yan pembe (pîvazî) yan sor
jan	jan, êş, azar, ezyet
jandar	jandar, bijan
janeser	janeser, serêşî, êşîna serî
janesik	zikêşî, êşîna zikî
jar	jar, jehr, jehrî, zehr
jaraw	jarav, jehrav, ava jehrî
jarawî	jarawî, jehrawî, bijar, bijehr, jehrkirî
jarber	jarber, jehrber, antîtoksîn
jark	(gulûgiyayên) pirsalî, gulûgiyayê di salekê de namirin lê zivistanê di bin berfê ve dimînin û dîsan biharê jiyana xwe didomînin
jarqende	jarqende, jehrqende, nîkotîn
jarûjeng	rikmane, dijberî, kerb, kîn
jawejaw	dengûdor, qerebalix, geremol, dengên bilind û tevlihev
jek	(şîrê) terezak, şîrê yekem yê piştî zana sewalan. Ji şîrê terezak ne mast lê firû wiha çêdibe: şîrê terezak têt germkirin û bêyî bêt hêvênkirin dihêlin ta bicemide û piştî cemidî têt xwarin.
jem	xwarin, zad (t ya danek / demek diyar, wek: taşt / firavîn / şîv)
jem	xizmet
jem	alîkarî
jem	bicîkirin
jem	bicîanîn
jemk	mastê dew jê çêdikin
-jen	-jen, paşdankek e bo çêkirina peyvên nû bi wateya "ya / yê lê dide": defjen defjen, kesa/ê li
amûra muzîkê defê dide, deholjen deholjen, kesa/ê li deholê dide	
jendin	jenandin
jendin	şilqandin
jendin	hejandin
jendin	qeliqandin, livandin, lebitandin
jeng	jeng, zeng, jengarî
jengar	jengar, jengdar, zengar, zengdar, jengî, bijeng, tişta bandora jengê lê bûye
jengar	birek hejîran e
jengalî	şînî tarî, şînî xwerû
jengawî	jenggirtî, jengawî, tişta di bin jengê ve maye
jengdar	bn jengar
jengin	bn jengawî
jenîn	bn jendin
jeqnebût	ziqnebût, darek bi fêkiyê jehrewî ye. Herwa wek peyvek tal yan nifrîn yan dijûn têt bikaranîn û wateya wê nêzî "quzilqurt" û "jehremar" e
jêr	bin
jêr	jêr
jêrberan	derazînk, bilindeka li ber deriyan
jêrçepoke	serşor, ruhkole, neazad, neserbilind
jêrdest	bindest, neazad, neserbixwe, kesa/ê / welatê û hwd yê di bin destê hinên dî ve
jêrdestî	bindestî, rewşa yên bindest tê de dijîn
jêrewe	jêrve, berev jêr, ber bi aliyê jêrî / binî ve
jêrewenan	ji bin ve rakirin, ji bin ve pûç kirin, ji reh û rîş ve hilkişandin, ji qop hilkêşan
jêrîn	bn jêrû
jêrkenare	jêrenot, binnivîsk, nîşeyên / ravekên / şiroveyên li binê her rûpelî yan li dawiya nivîsarê bi tîpên hûr tên danîn
jêrpê	binpêk, kursîka mirov rûniştî piyên datîne ser daku xwîn li piyên bilindkirî bigere
jêrpiyale	binkask, binpiyalok, sênîkoka piyaleyekê / fincanek datîne tê de daku cihê kefçikê têkvedanê û belkî şekira kabik hebe û belkî ji ber germiya çayê û germbûna piyaleyê baştir e mirov li şûna piyaleyê dest biavêje wê sênîkokê ku jê re binkask tê gotin
jêrser	balguh, balîf, balîfk, binserk
jêrtîp	bintîp, kontrol, dîsîplîn
jêrû	jêrî, jêrîn, binî
jêrû	başûr
jêrûzeber	serobin, tevlihev
jêrzemîn	binerd, binax
jêrzemînî	binerdî, binaxî
jilêwandin	şarandin, lê sor kirin, kiş kirin, kişkişandin
jilêwe	kiş, kişkirin, şarandin, lêsorkirin, kişkişandin
jimar	jimar, hejmar
jimar	hesab
jimardin	jimartin, hejmartin, hijmartin
jimare	jimar, hijmar, hejmar, nimre, reqem
jimaregir	jimaregir, hesabgir, kesa/ê karê jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan dike
jimaregirî	jimaregirî, hesabgirî, jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan
jimareyî	jimareyî, jimarî, tiştê bi jimaran / hejmaran e
jimarkar	jimarkar, makîneya hesabkirinê
jimarko	hiljimar, statîstîk, jimarko
jimaryar	bn jimaregir
jimêre	jimêre, di matematîkê de beşa jimare û jimartina wan
jin	jin, pîrek, kabanî, kevanî, jinik
jinane	jinane, mîna jinan
jinane	ya / yê / yên jinan
jinanî	jinanî, jinok, serjin, jinik, nemêr, nezelam
jin-be-jin	pêguhorkanê, jin-bi-jin (t dema zavayek xwişka xwe dide birayê jina xwe û wa du malbat li hev tên bêyî ku next / qelen ji hev bistînin)
jineşa	şabanû, jina şah / padişah / qral / melik
jinewtin	bn bîstin
jinêtî	jinî, jinîtî, jinbûn
jinxuşk, jinxwişk	diş, xwişka jina kesekî
jiwan	bn juwan
jiyan	jiyan, heyat
jiyan	jîn
jiyanewe	vejîn, vejiiyan, dîsan sax / jîndar bûn, dîsan geş bûn
jiyandin	jiyandin, wa parastin ku sax bimîne
jiyandin	bi hestekê / di rewşekê de jiyan
jiyandinewe	vejandin, vejiyandin, dîsan jîndar / geş / sax kirin
jiyanî	jiyanî, hindî jiyanê giring
jiyar	jiyar, bingehîn, pir giring / fer / mihim
jiyarî	jiyarî, debara / îdareya jiyanê
jî	bn jiyan
jîhatin	pêşketin, peresîn, firajî
jîjk	bn jîşk
jîlemo	xwelî (t ya germ / sor)
jîn	bn jiyan
jîname	jînname, jiyanname, jînenîgar, bîbliyografî, çîrokjiyan, çîroka jiyana kesekê/î
jîndar	jîndar, sax, nemirî
jîndar	saxlem
jîndarî	jîndarî, saxî, nemirinî
jîndarî	saxlemî, tenduristî
jîr	jîr, ya / yê dikare / dişê (zû yan bi asanî) tê bigihe / fam bike
jîr	aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîrane	jîrane, bi jîrî, wek jîran
jîrane	aştane, tenayane, wek yên aşt / tena
jîrbêj	jîrgo, (mirova/ê) bi mantiqî / lojîkî karên xwe dike
jîrbêjane	jîrgoyane, wek jîrgoyan
jîrbêjî	jîrgoyî, mantiq, lojîk
jîrî	jîrî, hêza / şiyana têgihîna / famkirinê (t zû yan bi asanî)
jîrkele	aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî)
jîşk	jûjî, jûje, jîjo
jîwar	jîwar, pozîsyon, rewşa / pileya mirovek di jiyana xwe de tê de
jîy...	bn jiy...
jor	bn jûr
juwan	jivan, soz, randevû, hevdîtin, dîdar
juwanga	jivangeh, hevgeh, cihê hevgînê, cihê gihiştina hev
jûr	ode, mezel, hode, çavî, jore
jûr	jor, serî, silal
jûr	bakur
jûr	super
jûran	demsala nivistina / raketina / razana li hindir, dijw. heywanan
jûrewe	hindir, jor, jorve, hundur
jûroçke	çavî, hucre, odek, odeya biçûk
ka	ka, giyayê hişkkirî
kaban	kabanî, kevanî, jin, jina bermalî
Kabe	Kabe, Ke'be, kevirê reş yê Mekehê yê ku hecî li dor dizivirin
kabîne	kabîne, hukumet, civata wezîran
kabra	camêr, zelam, mêr, mêrik, peya, kabra
kaç	(dar) kaj
kaç	qaç
kaçax	bn gamêş
kad	kad, qad, meydan, gorepan, com, gom, zom
kadan	kadîn, xaniyê ka tê ve têt parastin
kaf	navê tîpa "k" di alfabeya kurdî-erebî de
kafar	bn nawçe
kafir	kafir, gawir, bêîman, bêdîn, kesa/ê baweriya wê bi dînî (t bi îslamê) û Xwedê nîne
kafir	zalim, stemkar
kafir	bêwijdan
kafirman	bn giwêzan
kahû	xes, giyayek e selete jê tê çêkirin
kaj	bn kaç
kajaw	kajav, cûnek e ji tiriyê reş
kajelax	kulox, ser
kajele	bn kajelax
kajer	bn katjimêr
kajere	bn kajelax
kak	kek, kak, birayê mezin
kak	kek, hêja, birêz, berkeftî, ezîz, bihagiran
kake	keko (forma bangkirinê ji peyva kak
kakelê	kako (forma şirînkirinê ji peyva kak
kakeyî	endama/ê hozek kurd ya t li Başûrê Kurdistanê dijî
kakeyî	endama/ê rêbazek dînî (terîqeketê) ya t li Başûrê Kurdistanê peyda dibe
kakil	kakil, nava tiştekî ya giring
kakil	pirtik, parçe
kakil	pate, paçe
kakîbekakî	(erdê) beyar / hişk
kako	gidîş, koma kayê
kal	kal, pîr, salmend, dijw. qenc, xort, ciwan
kal	kerik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî
kal	xav, nekelî, nekelandî
kal	rengê jêçûyî
kal	kej, rengê vebûyî, rengê ne tarî
kal kirç	kerik, kojik, şînik, xang, (fêkiyên / keskeyên) negihiştî
kal	bn kiştûkal
kala	pertal, perok, cil, libas
kalakut	bn gelakutk
kalan	kevlan, şûrdank, kaloxk, alava şûr tê de têt danîn dema mirov wî bi xwe re tîne û dibe daku ziyanan negihîne mirov yan daku pîs nebe
kalat	talan, şelandin
kale	pêlav, sol
kalek	gundor, petêx, talik, kalik
kalemiste	lîstikek e kesek herdu destên xwe û tiştikekî dibe pişt xwe û paşî herdu destan miçandî tîne û ji yê dî dipirse ka ew tişt di kîjan destî de ye
kalî	kalî, pîrî, dijw. gencî, xortî, ciwanî
kalî	navdêr e ji rengdêra kal
kalîn	bn helkalîn
kalyar	cûnek xiyaran e
kam	kîj, kîjan, kîşk
kam	kî
kam	çi
kam	daxwaz, hêvî, xwestek, hez, bêrî, hesret
kamar	dorber, tixûb
kamax	ran, rehn, qalçe, derqûn
kame	bn kam
kameran	bextiyar, bextxweş, kameran, dilşa, dilşad
kameran	serkeftî
kameranî	bextiyarî, bextxweşî, kameranî, dilşayî, dilşadî
kameranî	serkeftinî
kameta	ka, kanî, kanê, li kû ye, li kû ve ye
kamil	kamil, temam, bêkêmasî
kamil	gihiştî
kamp	kamp, war, wargeh
kan	kan, kehn, kanî, kehnî, serekanî, ciyê tiştek lê çêdibe / dizê yan jê tê
-kan	-yan: mamostekan wut mamosteyan got
kanaw	kanav, ava binerdî
kanga	bin, kûratî, kûrahî
-kanim	-yên min: birakanim birayên min
-kanit	-yên te: birakanit birayên te
kaniyedirozine	kaniya havînan hişk dibe
kanî	kanî, kehnî, ciyê av jê dizê, cihê av lê ji bin erdê hildibilqe
-kanî	-yên: mamostekanî kurdî mamosteyên kurdî
-kanî	-yên wê / wî: mamostekanî mamosteyên wê / wî
kanîaw	kanîav, kehnîav, ava kaniyan / kehniyan
kanîberdîne	kanîkevir, (ciyê) ava (lê) ji nav keviran derdikeve
kanîle	kanîk, kehnîk, kaniyên / kehniyên biçûk
-kanman	-yên me: hawrêkanman hevalên me
-kantan	-yên we: hawrêkantan hevalên we
-kanyan	-yên wan: hawrêkanyan hevalên wan
kanûnî yekem	kanûna yekê, berfanbar, meha 12 ji salnameya romî
kanûnî yekem	
kanûnî duwem	kanûna duyê, rêbendan, meha 1 ji salnameya romî
kanza	kanza, maden, metal
kanzayî	kanzayî, madenî, metalîk
kapol	kulox, ser
kar	kar, şol, îş, şuxl, sin'et
kar	ked
kar	mijûlî
kar	pîşe: Ewan çi kar in? Ew mijûlî çi ne? Pîşeya wan çi ye?
kar	karûbar
kar	bandor, tesîr, karîgerî. Biwêj: Kar le kar tiraza Mesele ji dest derket
kar	kar, karik, kehr, kehrik, bizina hê mezin nebûye
-kar	-kar, ya karê wê / yê karê wî tiştek e
-kar	-ker, ya / yê tiştekî dike
kara	kara, bibandor, tesîrker, giring, fer, karîger
karame	jêhatî, bişiyan, karzan
karask	karxezal, xezalên hê mezin nebûne
karaşna	şareza, karnas, pispor, kesa/ê karekî baş dizane / dinase
karaşnayî	şarezatî, karnasî, pisporî
karbedest	karbidest, rayedar, desthilatdar, kesên kar (t yên fermî / resmî) di bin fermana / rêveberiya wan de ne
karbedestî	karbidestî, rayedarî, desthilatdarî
karbir	karbir, tişta dawiyê li karekî tîne
karbira	hevkar, kesên li gel hev karekî dikin
karbirayetî	hevkarî, kirina karekî li gel hev
karbîn	pispor, şareza, zanaya/ê karekî
kardanewe	bertek, bersiv, reaksiyon
kardîtû	kardîtî, karkirî, şareza
kareba	kareba, kehreba, elektrîk, ceyran
kareba	zîqok, zîqzîqok, hin pirtikên gewerî yên biriqin in bi cilên jinan / keçan ve tên zeliqandin daku xweşik bin
kareker	xidam, xizmetkara jin / keç
karesat	bela, karesat, bextreşî
karez	coya binerdî, kanala binerdî, ava di bin erdê re diherike
karezaw	karezav, ava di bin erdê re wek coyan / kanalan diherike
karezken	karezçêker, kesa/ê karê çêkirina coyên binerdî baş dizane
karg	kivark, hacîlok, kuvark
karge	karge, kargeh, cihê kar lê têt kirin
karger	sedem, binas, sebeb, ho, faktor
kargêr	kargêr, serkêşa/ê yan birêvebera/ê karekî, kesa/ê serkêşiya karkeran dike
kargêrî	kargêrî, birêveberî, serkêşî
karguzar	bikêr, bikêrhatî
karguzar	xizmetkar, destsivik, kesa/ê dixwaze xizmetan bike
karguzarî	kêr, bikêrhatin, bikêrî
karguzarî	xizmet, xizmetkarî
karhatû	kêrhatî, bikêr, bikêrhatî
karî	(êş / nesaxî ya) kujek, ya dikuje yan dikare bikuje
-karî	-karî, kirina karekî: tawankar tawankar, kesa/ê tawanan / xirabiyan dike
karîger	bibandor, karîger, tesîrker, efektîf
karîgerî, karîgerêtî	bandor, tesîr, karîgerî, karîgertî, efekt
karîte	karîte, darê dirêj û qayim yê banên xanî xwe lê digirin
karjole	karik, kehrik, kara / kehra sava / nûçêbûyî
karkenar	karkinar, zanenşîn, teqawid
karkenarî	karkinarî, zanenşînî, teqawidî
karker	karker, şolker, îşker, şuxlker, kesa/ê kar / şol / îş / şuxl dike
karkirde	şareza, pispor, karzan, karkirde
karname	karname, nameya / plana birêvebirina kar
karname	karname, belgenameya ku kesekî filan kar li bêvan demê kiriye daku kesa/ê kar kiriye vê belgenameyê di pêşerojê de wek nîşaneya pisporiya / şarezatiya xwe bi kar bîne
karnas	bn karzan
karniyar	karxwaz, karniyar, kesa/ê daxwaz dike ku bikeve ser karekî
karniyarname	karniyarname, karxwazname, nameya / forma têt dagirtin dema daxwaza ketina ser karekî têt kirin
kart, karte	karte, name, belgename, kaxez
karte	dirûna cara duyem, berhemrakirina cara duyem ji heman zeviyê
karsaz	karsaz, kesa/ê yan şirketa tiştan çêdike
karsaz	çêker, kesa/ê tiştekî çêdike / karekî dike
karûbar	karûbar, kar, kar û tiştên dî yên pê re
karûfirman	bn karûbar
karûs	waz, şiroveya dînî
karwan	karwan, kerwan, koma mirovan / dewaran ya bi hev re dimeşe
karwançî	karwançî, berpirsa/ê karwanekî
karwanî	karwanî, endama/ê karwanekî, ya / yê li gel karwanekî
karwanker	gerestêr, planet
karwankuj	stêra spêdeyê, karwankuj
karwanqiran	bn karwankuj
karxane	karxane, kargeh, cihê kar lê têt kirin
karxane	fabrîqe
karzan	karzan, pispor, şareza, kesa/ê karekî (baş) dizane
karzanî	karzanî, pisporî, şarezayî
kas	gêj, bêhay
kas	mat, ecêbgirtî, matmayî
kas	mismid, ya / yê guhên wê / wî ji ber dengek bilind kêlîkekê tiştekî nabîzin
kase	kase
kase	kûp
kase	tirar
kase	şûşe, cam
kasib	bazirgan, ticar, tacir
kasib	dikandar
kasibî	bazirganî, ticaret
kasibî	dikandarî
kasî	gêjî, bêhayî
kasî	matî, ecêbgirtinî, matmanî
kasî	mismidî
kasp	bazar, bazirganî, ticaret
kastî	kêmasî, kêmûkasî
kaş	cot, kêlan, çandin
kaşane	koşk, koçk, seray, qesr, xaniyên mezin û bihagiran
kaşe	kaşe, tiştê mirov li ser / têde rûdine û xwe li ser berfê dixwişînin
kaşî	kaş, libin, blok
kaşka	bn keşke
kat	dem, wext, çax, zeman
katewkat	carinan, car car, geh geh
katê	dema, gava, hingê ku, (wê) dema ku, (wê) gava ku, wexta ku
katî	demkî, navdem, berdem, rabor, neberdewam, neherherî, nemayinde
katjimêr	demjimêrk, saet
katpêw	dempîvk, alava pêpîvana / pêdiyarkirina demê
kaw	kerb, kîn, nefret
kawêj	cûn, cûtin
kawil	kavil, wêran, xopan, xerabe
kawir	kavir, mihên di navbera temenê 3 û 6 mehî de
kawiş	sosret, ecêb, seyr, neasayî, nesiriştî, nexwezayî
kawîr	navê giyayekî ye
kawlî	bn qereç
kaxez	per, kaxez, kaxiz, pel
kaxez	name
kaxezdar	kaxezdar, kesa/ê karê wê /wî (t li daîreyên hikûmî) tomarkirina kaxezan e
kaye	com, gom, meydan, sahe, gorepan
kaye	dor ("Dora min e, ne ya te lew ez dê pêşî bikim paşî tu.")
kaye	rişte, biwar, şax (yê zanistê)
ke	ku
ke	dema (ku), gava (ku), wexta (ku)
ke	madem, pa madem: Ke wa ye, bo nayê? Madem wa ye, çima nayê?
ke	daku, da: Hatim ke bitbînim Hatim daku te bibînim
ke	ger, eger, heke, heger, heker, heko: Ne nazanî melê Eger nizanî nebêje
dî ke	ya / yê / yên dî / din
dîke	ya / yê / yên dî / din
-ke	paşbendika diyariya (# nediyariya) yekjimar e (Di kurmancî de bi piranî nayê wergerandin: Pencereke sor e Pencere sor e. Bi inglîzî li şûna wê pêşpeyvika "the
-ke-	-k- (rayê dema niho ji lêkera "kirdin = kirin": [Min d]ekem, [to d]ekeyt, [ew d]eka[t], [ême d]ekeyn, êwe [d]eken, ewan [d]eken
kebab	kebab, pirtên goşt yên bi şifşeyan ve li ser yan ber agir tên biraştin
kebar	xumamiya / tarîgewrikiya spêdeyan
kebar	dawayên (bi li meha rojîgirtinê remezanê) berspêdeyan ji mizgeftê bi bangek bilind tên xwendin
kebat	cûnek lîmonan e
keç	(serê) şor / berjêr
keçe	(heywanên / lawirên) şaxbadok, şaxçemiyayî
keçel	keçel, hewês
keçelî	keçelî, hewêsî, keçeltî
keçeşax	bn keçe
keçî	lê
keçî	tevî ku, herçend e
kede	bn namo
kef	kef (ya sabûnê / pêlên deryayê)
kef	bilq (ya şorbê)
kef	gilîz (yê ji devî)
kef çandin	gilîz (ji devî) hatin
kef	lêb, lêhb, hîle, xap, xîf
kef bûn	(xwe) xîfandin, hîleyan xwe jê xilas kirin
kef lê dan	(jê) xîfandin, lêb lê kirin, xapandin, bi fêl û hîleyan jê standin
kefalet	kefalet, gerew
kefalet	garantî, misogerî
kefaret	filitîn, xilasî, azadî, silametî
kefaret bûn	(ji belayekê / nexweşiyekê) filitîn, xilas bûn
kefaw	kefav, ava kefdar
kefîl	kefîl, gerewdêr
kefîl	garantor, misogerker
kefûkol	bilq, kefa bi ser tiştekî dikele dikeve
kehlan	(hespên) kihêl / kehêl [h wek 7]
kej	tat, teht, helan
kej	zinar
kej	rizde
kej	gir
kejawe	şixre, darqetkên / darbestên wek baran li hespan / hêstiran tên barkirin
kejel	bn keçel
kejmal	kom, gurûb, deste
kel	ker, pirt, par, parçe, qet
kel	gupik, gupîtk, lûtke, cihê herî bilind (yê çiya / darê û hwd)
kel	hût, rût, hilû, keçel
kel	nêr (t heywanên mezin)
kel girtin	telew bûn, nêr xwestin, (hin lawirên mê dema dixwazin yên nêr li gel wan di nav têkiliya leşî de bin)
kela	varê, avarê, dûrî rê / navendê, dûr
kelafe	bn kilaf
kelak	kelex, term, leşê mirî
kelam	kelam, kilam, nivîsên pîroz yên hin mezheban (t. kakeyiyan): we kelam bi kelam, bi sond, sond dixwim ku...
kelan	serek, serok, mezin
kelanter	bn kelan
kelar	gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî
kelar	navê bajarokekî ye li Başûrê Kurdistanê
kelare	kum, kulav, şewqe, şepqe
kelaş	bn kilaş
kelb	gumtil, gumtilk, komik
kelbe	kêlbe, kelbe, didanên tûj, didanên dirinde (wek yên seyan < kelb (A) = se, kûç)
kele	kulox, kele, ser
kele	ser-, sere-: kelepaçe serûpêk (xwarinek e ji ser û piyên heywanan tê çêkirin), keleberaz înato, serhişk, sereberaz,
kele-	nêre-: kelejin nêrejin, jina wek mêran, keleşêr dîk, dîkilê, mirîşkê nêr
-kele, -kele	-ve (paşpirtikek e bo diyarkirina hin rengên dişibin rengekî lê ne tam ew reng in): sûrkele sorve, rengek nêzîkî sor lê ne tam sor
keleget	bejndirêj, dirêj
kelek	kelek, darên bi hev re girêdayî yên pê mirov di ser avê re derbas dibin
kelek	kom
kelek	gidîş, koma giyayê li hev civandî
keleke kirdin	kom kirin, danîn ser hev, kirin gidîş
kelek	lêb, fêl, hîle, xap, fen, lêhb
kelekbaz	lêbo, hîlebaz, xapînok, hîleker
kelekçî	kelekvan, kesa/ê rêveberiya kelekekê dike
kelekçî	bn kelekbaz
kelekuç	perasû, parsû
kelela	seqet, bêdest yan bêpî, birîndar, kirêtkirî
kelem	kelemî, kelem
kelepçe	kelemçe, kelepçe
keleper	şeq, tîk, tiştê ji hin deran ji hev vebûye û kunek dirêj ketiyê
kelepûr	kelepûr, mîras, bermayî, tore, çande
kelepûrî	kelepûrî, mîrasî, mermayî, toreyî, çandeyî
kelerm	bn kelem
keles	bizîng, werîs
keleşeq	serhişk, înato, biînat
keleşêr	dîk, dîkil, mirîşkê nêr
keletezên	tikîtezî, cipîcemidî, sirûsar, pir tezî / cemidî / sar
kelewê	giyayek bor û strîtûj e
kelêj	bn deselat
kelên	şeq, tîk
kelên	meydan, qad
kelk	sûd, sûde, mifa, feyde, kelk, kar, qezenc, qazanc
kelle	bn kele
kelos	kesa/ê didanên wê / wî yên pêşiyê ketine
keltûr	çande, tore, kultûr
kelûkom	bêserûber
kelûpel	kerûper, pirtûmirt, hûrûmûr
kelûrî	cûnek stiranên gelêrî yên kurdî ye
kelwaz	sirûseqem, sirûsarma
kelxane	kelxane, dikana çek-/ tivengçêkeran
kem	kêm, hindik, piçek
kem keme	piço-piço, kêm-kêm, hindik-hindik
kemal	kemal, kamil, tam, temam, bêkêmasî, têrûtijî
keman	keman, alavek jendar ya muzîkê ye
kemançe	kemançe, viyolîn, alavek jendar ya muzîkê ye
kemançejen	kemançejen, viyolînîst, kesa/ê li kemançeyê dide
kemax	bn simt
kemayesî	kêmayesî, kêm yan biçûk hesibandin
kemayetî	kêmayetî, mînorîte, kêmanî
kemayî	bn kemî
kembîr	kêmbîr, kesa/ê tişt baş namînin li bîrê, kesa/ê bi asanî tiştan ji bîr dike
kemçîkildane	venehewayî, bêsebr, balkurt, dw. baldirêj, bisebr
kemdest	destkurt, hejar, feqîr, belengaz, perîşan
kemdû	kêmbêj, kesa/ê kêm suhbetê dike
keme	rex, kinar, qirax, tenişt, serlêvî, sersinorî
kemekêk	piçekê, kêmekê, hinekî
kemer	kemer, navteng, newq
kemerî zewî	kemera zemînê, ekwator
kemebend	kemerbend, kemerek pan e
kemerbest, kemerbeste	parastî, neşkê, îmmûn
kemerbest, kemerbeste	camêr, qenc
kemerbestî	îmmûnîte, parastinî
kemerçîn	çarşev, mêzer
kemerdar	kemerdar, kemerkirî, bikemer
kemereyî	kemerî, ekwatoriyal
kemeyî	rexî, kinarî, qiraxî, teniştî, serlêv, sersinor
kemêl	pîsatiya bi dawa / derqûna mihan ve hişkbûyî
kemêtî	bn kemî
kemî	kêmî, piçekî, hindikî, kêmayî, hindikahî
kemnaw	kêmnas, kesa/ê yan tişta/ê kêm tê nasîn
kemo	jîr, zîrek, jêhatî, hişyar
kemokar	manîpûleker
kemokarî	manîpulasyon
kemoyar	jêhatî, dîplomat
kemoyarî	jêhatinî, dîplomasî
kemrû	şermîn, fedîker, kesa/ê şerm / fedî / fihêt dike
kemsal	kêmsal, kêmtemen, jîkêm, kesa/ê ji alî temen / jî / umur ve biçûk (t ya / yê hê nebûye 18-salî)
kemşîr	kêmşîr (bizina / miha / çêla û hwd) ya kêm şîrî dide
kemterxem	xemsar, sersar, kesa/ê baş pûte bi tiştek giring nake, kesa/ê giringiyê nade tiştek giring
kemterxemî	xemsarî, sersarî
kemtiyar	kemtiyar, hiyena, lawirek kûvî yê dirinde ye û dişibe gur û seyan
kemtîn	kêmtên, kêmbandor, kêmtesîr
kemûkastî	bn kemûkûrî
kemûkurtî	bn kemûkûrî
kemûkûrî	kêmasî, kêmûkasî, netemamî
ken	ken, kenî
ken	(kiç) keç, qîz
ken	dot
kenar	kinar, qirax, lêv, serlêv, rex, alî, hêl, tenişt
kenaraw	avdestxaneya / tiwaleta derveyî xanî
kenareyî	asoyî, kinarî, horîzontal
kenargir	terkemirov, kesa/ê zû-zû nayê nav civatan lê bi tena serê xwe dimîne
kenargirî	terkemirovî
kend	kend, çal, xendek, newal, nihal
kend û kosp	kend û kosp, astengî, dijwarî
kendal	kendal, cihê av yan ax tê de datêt
kendaw	kendav, xelîc, cihê ava deryayekê lê dike navber du bejayiyan (Agadarî: Ger av li van bejayiyan bisekine, jê re 'kendav' (ing. 'gulf') tê gotin. Ger di wê navbeyna du bejayiyan re bibore û dîsan bigihe ser avek berfire, jê re 'tengav' (ing. 'straits') tê gotin
kendek	xendek, kendek, kend
kendekar	kolîner, kolînkar, kesa/ê dikole
kendelan	kend, şeq, kun, tîk, çal
kendesme	bn kenesme
kendin	kolîn, kêlîn
kene	bn kine
keneft	hewce, lazim, neçar, mecbûr, pêdivî, pêwîst
keneftî	hewcetî, lazimî, neçarî, mecbûrî, pêdivîtî, pêwîstî
kenesme	navê teyrikekî ye
kenêr, kenêre	navê giyayekî ye
kenişt, kenişte	kinîşte, perestgeha / pîrozgeha cihûyan (hevberî mizgefta misilmanan û dêra fileyan)
kenî	bn ken
kenîçe	navê teyrikekî ye
kenîlê	keçik, qîzik, keça / qîza biçûk
kenîlê	zerî, canik, bernavê rêzgirtinê bo keçan (li şûna 'camêr' bo zelaman û 'xanim' bo jinan)
kenîse	bn kilêse
kenîşk	bn ken
kentor	kentor, dolaba cilan
kenzek	yar, hevala keç, destgirtî
kenzek	xidam, bermalî, keçika karûbarên navmalî yên malbatek biyanî dike
kepçe	bn eskiwê
kepek	sivî. bn sos
kepenek	kepen, kepene, kepenek, qapûtek / saqoyek / çakêtek dirêj e (t şivan şivan bi ser milê xwe de dikin)
kepir	bn kepr
kepiran	bn kepran
kepke	bn lûtke
kepr	kepir, banek e ji çeq û çilû ye ku li ser çar stûnan yan jî du stûnan û aliyek dîwarê xanî hatiye danîn û daku hîn û sîber be û bo lêrûniştina yan lênivistina heyamên germ e
kepran	kepiran, heyama / demsala mirov li bin kepiran dijî / dinive
keproke	kepirk, kepirok, kepirên biçûk
kepû	(limoz) lixav
kepû	(lût) kepî, poz, difin, bêvil
ker	ker, guhdirêjk (lawirek e)
ker	ker, kerçove, bêaqil
ker	ker, kesa/ê (ti tiştî) nabîze, kesa/ê guh lê (li ti) nabe
ker	qerisî, (pir) tezî / cemidî / sar
-ker	-ker (paşbendikek e bo diyarkirina ya / yê dike): niwêjker nivêjker
keranbawkgaw	kerbav, kerbab, keça / kûrê keran (dijûn)
kerane	kerane, mîna keran / bêaqilan
kerbeş	kerbeşk, kelbeşk, giyayek bistrî ye (t ker jê hez dikin)
kerdir	kerdir, navê giyayekî ye dişibe garis
kere	nîvişk, rûn
kerecî	belem, keştîk, keştiyên biçûk, amraza raguhezandinê ya seravî
keredêz	mejîreş, kesa/ê ti tişt naçe mejî / serî yan tê nagihe yan fêr nabe
kerekêwî	kerekûvî, zebra
kerekî	kerî: barêkî kerekî barek kerî
kerekontê	(bi temamî) ker
kereniso	bêxem, sersar, xemsar, kesa/ê t tişt bo ne xem e
kerentû	şalok, alava giyadirûnê
kerese	kerese, materyal
kereste	bn kerese
keret	car, gav, dem, bîsk, kêlîk
keretî	carcarî, carinan, carcar
kerewale	jêhatî û dilsaf
kerewale	navê teyrikekî ye
kerewz	kerefs, bexdenoz, meydenoz, navê giyayek xwerbar e
kerêtî	kerî, kertî, kerînî, kerîtî
kergez	xertel, sîsalk, sêmir, dalereşk, kergezk
kerheng	kerhing, hingên (ango mêşên hingivî / hingivînî yên) dixebitin
kerî	kerî, nebûna hinêra bîstinê / guhlêbûnê
kerke	nîvgirav, bn nîmçedorge
kerkuj	kerkujk, jale (giyayek e. ing. orleander)
keroke	kerok, kerkok, bêaqilok, peledîn
kerpese	xemegurî, margîsok, marik, marok
kerpiyaw	kermêr, mêreker, mirovê mîna keran
kerseg	kerse, mirovê mîna keran û seyan
kerû	pijûk
kerû	kûfîk
kerû hêlhênan	pijûkîn, pijûkê girtin, bûn pijûkî
kerû hêlhênan	kûfikîn, kûfîkê girtin, bûn kûfîkî
kerûwawî	pijûkî
kerûwawî	kûfîkî
kerûbar	kerûbar, karwanê keran
ker-û-xolemêş	kêrhatî, lihevhatî, mîna ker û mêşan li hev
kersek	bn gilimtik
kert	ker, pirt, pişk, par, parçe, pirtik
kert bûn	ker bûn, kerîn, hatin kerkirin
kert kirdin	ker kirin, kerandin
kerte	kîte, kite, kit, pirtikên peyvan. Nimûne: peyva "azadî" sê-kîteyî ye: a-za-dî
kerte	piç, piçek
kertî	kerî, pirtî, pişkî, parî, parçeyî
kertkiraw	kerkirî, bn kert
kertûpert	kerûper, pirtûmirt, kitûmat, hûrûmûr, bn kert
kerwêşk	kerguhk, kîroş, kêvrûşk, xirnîfk, xirnaq
kerwêşke	çirisok, biriqok, teyisok, birqdar
kerx	bn sinor
kes	kes, mirov, şexs
kes	(kesûkar) kesûkar, xizm, lêzim, mrov, eqrebe
kesane	kesane, prîvat, şexsî, kesî
kesîre	qerisî, qefilî, cemidî, tezî, teziyayî
kesk	(rengê) kesk, bn sewz
keskî	keskî, ji rengê kesk, bn sewzî
keskûn	tîj, xwarina tama wê bihêz
keskûsor	keskûsor, keskûala, bûka baranê, bn pelkezêrîne
kesnedar	kesnedar, împersonal
kesnedîw	nedîtî, kesê-nedîtî, berê-nedîtî
kestek	guloka berfê / befrê, goga / hola / topa / tepika ji berê çêkirî
keş	seqa, avûhewa, siqa, rewşa tevayî ya avûhewa
keş	bn keşûfiş
keşakeş	derd, kul, keder, keser, eger, elem, êş, jan
keşe	werz, demsal
keşe	car, dem, gav, kêlîk, bîsk
keşeng	kincir, peritî, diryayî, çiryayî
keşîde	bn keşye
keşîş	keşîş (di filetiyê de hevberê "feqe" yê misilmanan)
keşk	keşk, mastê / şîrê / penîrê hişkkirî
keşke	xwezî, xwezîka, xweziya, xozî, hêvî dikim ku..., baştir e / bû ger...
Keşkelan	(stêrgela / koma stêran ya) Kakêşan, Rêya Kadizan
Keşkelanî felek	ber perên esmanan, cihê pir bilind, ciyê mirov nikare bi asanî bigihiyê
keşmekeşm	qerebalix, heytûhot, geremol
keştiyewan	bn keştîwan
keştî	keştî, gemî, sefîne, baxîre, vapor
keştîgel	keştîgel, koma keştiyan, fîlo, donenme
keştîwan	keştîvan, keştîgêr, kesa/ê karê meşandina keştiyekê dike
keştîwanî	keştîvanî, keştîgêrî
keşûfiş	pesno, metho, xwemezinker
keşxe	keşxe, xweşik, delal, spehî, bedew, ciwan
keşye	keşye, şaşik, cemedanî, dersok (t ya zer ya hecî dikin zerê xwe)
keşzan	seqanas, hewanas, kesa/ê bi zanista hewa û seqayê mijûl
keşzan	seqadêr, hewadêr, kesa/ê di navgînek ragihandinê de (televizyon yan radyo) rewşa seqayê radigihîne
keşzanî	seqanasî, hewanasî
ket	bermayiyên ar / ard dema tê patin
ketan	kitan, ketan, qumaşek e
ketan	kitan, caw, ketan
ketane	kitane, ketane, cûnek stranên gelêrî yên kurdî ne
ketanî	kitanî, ketanî, cûnek behîvan / bahîvan e
ketan-û-kewan	kule, ketan-û-kevan. bn kule
kete	gir, milpan, mezin, girs, debdebe, gembolan
ketik	bn ketk
ketin	lêb, xap, lêhb, hîle, fêl, fen, xapandin
ketîre	gezo, ava / dewê daran
ketk	kitik / ketik , hejîrên hişkkirî
ketn	bn ketin
ketû	alavek e bo kolîna coyan / cokan / kanalan
kew	kew, firindeyê neteweyî yê kurdan
kew	kew, saxkirina birînan
kew kirdin	kewandin, kew kirin
kew	moxel, bêjing, alavek e bo bijartina t birinc yan ar ji qirşikên pîs
kew	(şîn) şîn, rengê şîn
-kew-	-kev- (rayê dema nihoyî ji lêkera "kewtin = ketin / keftin")
kewa	eba, hin cûn cilên dirêj
kewale	kavil, xopan, xerabe, wêran
kewan	kevan, kivan (tîr û kevan)
kewan	(qareman) pelewan, mêrxas, çeleng, fêris, qehreman, egîd, gernas
kewane	(le nûsîn da) kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)
kewane	kevane, banê ji alî binî ve mîna kevanê
kewane	(pêlaw) kele, cûnek pêlavên / solên ser berfê yên ji rûlên vehûnayî çêkirî ne daku pî di berfê re kûr daneçin
kewankoşe	kevanek, ev nîşandeka nivîsînê: (...)
kewbar	têjkew, kewên sava / temenbiçûk
kewbaz	kewgîr, kesa/ê kewan digire û xwedî dike
kewbazî	kewgîrî, nêçîra kewan, xwedîkirina kewan
kewbedar	kewlidar, ew heyama salê ya kew bi piranî li ser daran in
kewçik	kefçik, kefçî, kevçik, kevçî, alavek pêxwarinê ye
kewçî	bn kewçik
kewdaw	kewdav, vedana kewekî li ber kewan daku bên nik kewa vedayî daku bên girtin
kewden	mejîreş, kesa/ê ti tiştî fam nake
kewden	peledîn, tiredîn, hepletiraş, delodîn, bêhiş
kewe	şînî zelal, rengê şînî esmanî
kewer	cûnek pîvazterkan e
kewêl	bn kepr
kewgîr	mifsik, heskû, kefçiyek e di çêkirina xwarinê de bo têkvedanê tê bikaranîn
kewirk	cûnek hirmiyan e
kewî	kedî, kehî, malî, dj. kûvî, kovî
kewj	hez, dilbijî, daxwaz, dildarî, azwerî, arezû
kewjîn	kewjîn, dil bijîn, xwestin, hez kirin, dil ketin tiştekî
kewl	kevl, pîst, çerm, post
kewmar	navê cûnek marên rengzelal e
kewn	bn kon
kewot	kevot, kevotk, navê darekê / teraşekê ye
kewş	pêlav, sol, kalik
kewşek	navê lîstikekê / yariyekê ye
kewşeken	berika / cihê pêlavan / solan / kalikan
kewşekon	navê lîstikekê / yariyekê ye
kewşen	bazar, cihê kirîn û firotinê
kewşen	meydan, qad, gorepan
kewtin	ketin, keftin, kevtin
kewtû	ketî, keftî, kevtî
key	kengî, çi demê, kinga, kingê, çi wextê, çi çaxê
keybanû	kabanî, kevanî, xanim, bermalî, jin, hurmet
keyf	kêf, keyf, xweşî, şadî, zewq
keyf	rewş, hal
keyl	xemgîr, xemgîn, têrxem, xembar
keyl	serxweş, mest, sermest
keylan	spehî, delal, bedew, şirîn, şeng
keynûbeyn	tiştûmişt: her xerîkî keynûbeyn e Her mijûlî tiştûmiştan e / Her bi hin tiştan ve mijûl e.
keynê	bn key
keys	delîv, derfet, delîve, keys, şens
Keywan	Keywan, Satûrn (planetek e)
kezaxe	kezaxe, qusandina / kurkirina mêwên tirî
kezaxe kirdin	kezaxtin, kezaxe kirin
kezî	kezî, pirça / porê hûnandî
kê	kî
kê	kê: Kê ye? Kî ye? Bo kê ye? Bo kê ye?
kêç	kêç, spih
kêçawî	kêçewî, kêçan-girtî
kêl	(berdî ser gorekan) kêl, kevirê li ser gorê tê vedan û pirî caran tekstek li ser tê nivîsîn
kêl	(kox) kol, kolik, kox, koxik, xanîkê bêserûber
kêlan	kêlan, bo çandinê ax (ne kûr) kolan, cot kirin, gasin lê dan
kêlge	kêlgeh, zevî, cihê kêlanê
kêlraw	kêlayî, (ne kûr) kolayî
kêr	kîr, xir, pido, doqişk, organê cinsî yê mêran
kêr	xet, rêz
kêrat	kêrat, teraş, devî, tiraş
kêrd	bn çeqo
kêrzil	pozbilind, difinbilind, kesa/ê xwe pir mezin dihesibîne
kêrzilî	pozbilindî
kêş	kêş, kêşandin, kişandin
kêş	giranî, qursî
kêş	kêş, pîvana helbestan
kêş kirdin	kêşandin, kişandin, kêşan
kêşan	kêşandin, kişandin, kêşan
kêşan	(xayandin) vekêşan (Civîn dê du saetan vekêşe" ango "Civîn dê du saetan dirêj be)
kêşanewe	vekişandin, paşve kişandin / kêşan
kêşdar	dirêjvekêş, bûyera demek dirêj didome
kêşe	pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem, girift, dubendî
kêşe	ked, rênc, rêncberî
kêşe dan	ked kirin, rêncberî kirin
kêşedar	bn kêşdar
kêşk	kêşik, alava tişt pê tên kişandin
kêşman	kêşman, dirêjker: gurîsî kêşman werîsê kêşman, werîsê li werîsek din hatiye zêdekirin daku dirêjtir bibe û bigihe ciyekî
kêşmekêş	şerenîx, nîgaş, gengeşe, rikmane
kêşran	kişîn, kêşîn, hatin kişandin / kêşandin / kêşan
kêşraw	kêşayî, kişandî, kêşandî
kêw	çiya
kêwî agirpirjên	volkan, çiyayê agiravêj
kêwî	kûvî, kovî (dijberî 'kedî', 'kehî')
kêwî	hov, wehşî
kêwîle	dêm, beyar, giyayê / fêkiyê bi xwe (ne bi avdana bi destê mirovan) çêdibin
kêyetî, kêyêtî	kesîtî, kiyetî, nasnav, îdentîte
kibrît	şixar, şixart, kibrît, gogird
kiç	keç, qîz, kiç, dot
kiçane	keçane, mîna keçan yan yên keçan
kiçetîw	keçsêwî, keça bav yan dayik yan herdu nînin
kiçeza	keçeza, nevî, zarokên keça kesekî
kiçênî, kiçêtî	keçanî, dema mirovekê ya ew tê de keç e / bû
kiçinî	keçok, mîna keçan (t peyvek neşirîn e bo kuran / zelaman)
kiçke	bn kiçole
kiçkole	biçûk, biçûkok, biçkok
kiçole	keçik, kiçik, keçên biçûk
kif	pif
kif bûn	pif bûn, perçivîn, nepixîn, werimîn
kif kirdin	pif kirin, perçivandin, nepixandin, werimandin
kifin	kifin, kefen, cilên (t spî yên) li miriyan dikin û wan binax dikin
kifindir	kifindirîn, ya / yê rê lê nikare bêt girtin
kifindir	berxwedêr
kifir	kufur, kifir, guneh, bêîmanî
kifirbaz	kufurbaz, gunehkar, bêîman
kift	betilî, westî, tehibî, mandî, westiyayî
kij	demsal, werz, heyam
kil	kil, dermankek reş e li mijûlankên / bijangên çavan têt dan
kil	çêkirina ceran û alavên dî ji axê bi agirdanê
kila	bn kela
kilaf, kilafe	gulolk, gog, hol, tepik, benê / deziyê / rîsê li hev hatiye alandin û wek gogekê lê hatiye kirin
kilaş	kalik, pêlava / sola serê wê ji rîs hatiye çêkirin
kilaşçin	kalikker, kalikçêker
kilaw	kulav, kum, tiştek e mirov dike serê xwe t daku serê xwe biparêze
kilawasin	kumzirx, kumasin, kulavasin, kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
kilawçin, kilawdirû	kulavçêker
kilawe	gupik, gupîtk, lûtke, serikên çiyayan
kilawkure	bn kilawne
kilawne	navê firindeyekê ye
kilawqij	perûk, pirça / porê çêkirok / nerastîn
kilawzirê	kumzirx, kumasin, , kumê / kulavê madenî / asinî / hesinî
kilçan	fanos, lampe
kilçêwk	kilçîv, kilçîvik, çîvê / çîvikê / pênivîskê kildanê
kildan	kildan
kildan	kildank, cihê alavên kildanê tê de tên parastin / ragirtin
kildûman	mij, moran, dû, mij û moran
kile	bn helm
kiler	embar, depo
kilês	birihayî, qelihayî, qir, nemayî
kilês	demborî, kevnbûyî
kilês bûn	birihîn, qelihîn, qir bûn, neman
kilês bûn	dem lê borîn, kevn bûn, êdî kêr nehatin
kilês kirdin	birihandin, qelihandin, qir kirin, nehêlan
kilêse	dêr, kilîse, perestgeha îsawiyan
kilêsman	seramîk
kilêşe	kefş, binkefş
kilêşe	gulte
kilift	stûr, qalind
kilift	asê
kilîl	kilîl, kilît, vekerk, enextar
kilîle	cihê kilîl dikin tê re
kilîle	gulolika berfê, komikek berfê ya hewa bi xwe re dimeşîne
kilîm	kilîm, xalîçe, berik, mehfûr, merş
kilk	kilik, kurî, dûv, daw, kurîk, dûvik, dawik, tiştek dirêj e bi derqûna gelek cûn lawiran / ajalan / heywanan ve
kilk	destik, li alavên pêkarkirinê (wek bivir / das / kêr) cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê bibire
kilk	çembil, li amanan / firaxan cihê mirov dikare destê xwe biavêjiyê û pê rabike
kilk	(pence) til, tilî, tibl
kilk	(pênûs) qelem, pênivîsk
kilk kirdin	kilik / kurî / dûv qusandin / kurt kirin
kilo	gumtil, gumtilk, kom, komik
kiloc	bn şêwe
kilol	bextreş, bêsiûd
kilolî	bextreşî, bêsiûdî
kilonce	bn kulonce
kilor	xulole, dara jixwe kunek yekderî li qurmê wê heye
kiloş	cehê li ber gihiştinê lê yê hê nehatiye dirûn
kilpe	qirç, qirçik, çirûsk, çirîsk (yên agirî)
kilpe lê helsan	hilbûn, (agir) berbûnê, vêketin, geş bûn
kilpûhûr	gurmij, agirê pir gur
kilt	navê giyayekê ye hin cûnên tilyakê jê tên çêkirin
kiltûr	kiltûrik, tûrikê alavên kildanê
kin	nik, cem, bal, ba, def, deve
kin	rex, tenişt: Malyan le kin malman e Mala wan li rex mala me ye
kina, kinaçe	bn kiç
kinan, kinanewe	(giyayek çandî) şên nebûn, çênebûn
kinar	rex, kinar, qerax, lêwar
kinar	kinar, navê darekê û fêkiyê wê ye
kine	lêkolîn, hûrlênerî, ezmûn, ceribandin, vekolîn
kinekar	lêkol, hûrlêner, ezmûnker, ceribîner, vekol
kinêr	navê giyayekî ye
king	qûn, paşî, pişt, derqûn
kingder	qûnde, qûnder, kesê qûna xwe dide / difiroşe (herw. mecazî)
kinge-	qopik, bermayiya nayêt bikaranîn ya hin tiştan: kingecigere qopikê cigareyê, pirtika nekêşandîmayî ya cigareyê
kinge-	kundiloşk, qut, qutok, kurt, kin: kingeçinoke kundiloşk, quto / qutê, bejnbost
kinge-	biçûk kingeşer pevçûn, lêkdan, lihevxistin
kingir	kereng, kengir, giyayek xwarbar e
kingir	ben, dezî, ta, rîs
kingxilîskê	qûndaxwişk, qûndaxwişînk, xwexwişandina jêrve li ser qûnê
kingxişkê	qûnxwişk, qûnxwişînk, meşîna li ser qûna (t zarok dema hê nikarin xwe li ser piyan bigirin lew qûna xwe dixwişînin ta ku xwe digihînin tiştekî)
kinîwal	pîvazterk
kinoşe	bn gesk
kip	kip, kesa/ê bi demkî ker, kesa/ê bo demek neberdewam tiştan nabîze
kip	mit, ciyê / kesê / tiştê qet ti deng jê nayên
kip	kip, dengek pir kêm
kipene	bêkipên, bêdeng, mit
kipî	kipî, keriya / kerbûna neberdewam
kipî	mitî, rewşa tê de ti deng nayên bîstin
kir	kir, mit, ker, bêdeng, bêpêjn
kir	kurk, mirîşk û çengdarên dî dema li ser hêkên xwe rûdinin daku wan bimeriqînin û çûçelokan / çêlikan jê derbixin
kir kewtin	kurk bûn
kiras	kiras
kiras	gumlek, qemûs
kiraw	kirî, hatî kirin, (ya / yê) hatiye kirin
kirawe	vekirî, dijw. girtî
kirç	qirç, dengê "qirçe-qirç"
kirç, kirçûkal	req (fêkî / keske ji ber ku hê negihaye)
kird	kir, dema borî ji lêkera "kirdin" ango "kirin"
kirdar	lêker, verb
kirdar	kirar, kiryar, kirin, kir
kirdarî lêkdiraw	lêkera hevdudanî
kirdarî têper	lêkera gerguhêz, transîtîv verb
kirdarî têneper	lêkera gerneguhêz, întransîtîv verb
kirdarî	kirarî, pratîkî, jiyanî
kirde	kar, xebat: Kirdey min û birdey ewe Ez dikim û ew dixwe
Kirdegar	Yezdan, Afirîner, Xwedê
kirdekar	rêveber
kirdekar	çêker
kirdewe	kirar, kir, kirin
kirdewe	reftar, rabûn-û-rûniştin
Kirdgar	bn Kirdegar
kirdin	kirin
kirdinewe	vekirin, dijw. daxistin, girtin, girê dan
kire	conî, cuhnî
kire	destar
kirek	bêruh, nejîndar
kirê	kirê
kirê	paletî
kirê	miz, heq, heqdest, meaş
kirêbar	kirêbar, mizê / heqê barhilgirtinê
kirêkar	kedkar, pale, şolker, îşker, karker
kirêkarî	paletî, kedkarî, karkerî, palehî, şolkerî, îşkerî
kirêne	berzûr, zeviya ber / kevir / xij lê pir in lew kêrî kêlan û çandinê nayê
kirêş	keveşk, kepek, pab, serebêj
kirêşawî	keveşkî, kepekî, pabawî, serebêjî
kirêwe	berfebahoz, rewşa seqayî ya tê de bi hev re berf dibare û bayê tund tê
kirisp	kerefs, giyayek xwarber e
kirîn	kirîn, standin, stendin, dijw. firotin
kirîv	heval, hogir, dost, yar
kirîv	xizm, lêzim, mirov, eqreba
kirk	deşt, nizmistan, nizmgeh, rastgeh
kirkewtû	kurk, kurkbûyî
kirkewtû	pûjber, kesa/ê ketiye hizir û pûnijina û kûr difikire
kirkirage	kerik, kirik, kerika guhî
kirm	kirm, kurm
kirmanc	kurmanc, kirmanc, kurd
kirmancî	kurmancî, kirmancî, kurdî, kurdiya bakur
kirmawî, kirmê	, kirmol
kirmdil	biguman, bişik, kirmdil
kirok	kakil
kirok	gewer
kirok	nav, hindir
kirosk	cûnek hirmiyan çolê ye
kiroştin	kirandin, keritandin, bi dengê "kire-kir" tiştek req xwarin
kirot	cûnek hirmiyan e
kirtnak	tîrok
kirûhur	dengûdor, dengê bilind û berdewam
kirûzanewe	kizîn (girîna zarokan / savayan)
kirûze	kiz, kizgirî, giriyê savayan / zarokan
kiryar	bikir, kiryar, kesa/ê dikire
kiryar	mişterî
kisok	bn seg
kisp	kerb, kîn, qehr
kispûko	kerb, kîn, qehr, kerb û kîn
kisse	kişe! bigire! (bang li se / kûçik)
kiş	bn kişûmat
kişan	kişîn, kêşîn, xwe kişandin / kêşan
kişan	xwişîn
kişan	qeliqîn, velivîn, lebitîn
kişan	(stêr) darijîn, xwiricîn
kişan	jêk çûn, ji hev çûn
kişt	çandin, cotkarî, çandinî, zîraet
kiştek	ben, dezî, rîs, benik, ta
kiştgeh	cotgeh, çandingeh, zevî
kiştkar	cotkar, cotyar, çîner
kiştûkal	çandinî, cotkarî
kişûmat	mit, kir, bêdeng, bêpêjn
kişûmat	bindest, çewisandî
kişûmatî	mitî, kirî, bêdengî, bêpêjnî
kişûmatî	bindestî, çewisandinî
kitêb	pirtûk, kitêb, kîtab
kitêbbaz	pirtûkbaz, kitêbbaz, kesa/ê pir dixwîne
kitêbbaz	kesa/ê serê xwe ji pirtûkan / kitêban venake û karek dî nake
kitêbevan	pirtûkxanevan, kesa/ê li ber pirtûkxaneyekê kar dike
kitêbfiroş	pirtûkfiroş, kitêbfiroş, kesa/ê pirtûkan / kitêban difiroşe
kitêbxane	pirtûkxane, kitêbxane, ciyê pirtûkan
kitik	kitik, pisîk, pişîk
kitiknewtîne	belakir, kesa/ê dixwaze her belayan peyda bike
kitkî	kufîkî, kifîkî, rizî, genî, fistewî
kitûpir	tavil, tavilê, di cih de, di cî de, derhal, serdanser
kiwê	kû, kû der, kîj cî, kîjan cih: le kiwê li kû, li kû ve, li kû derê
kiwê	le kiwêwe ji kû ve, ji kû, ji kû derê
kiwêle	kole, xulam, xizmetkar, berdestk
kiwêledar	koledar, xwediyên koleyan, kesên kole hene
kiwêledar	kolekirî, kesên hatine kolekirin
kiwêledarî	koledarî, pergala / sîstema hebûna / kolekirina / firotina / kirîna / xwedîkirina mirovan wek kole
kiwêletî	bn kiwêleyî
kiwêleyî	koleyî, koletî, rewşa koleyan
kiwênderî	kûderî, xelkê kîj derê / deverê / bajarî / welatî: Êwe kiwênderîn? Hûn kûderî ne? Hûn ji kû ne?
kiwêr	kor, kore, ya / yê nikare (ti tiştî bi çavên xwe) bibîne
kiwêr	bêûcax
kiwêr	(kaniya) hişk(bûyî)
kiwêra	(di) kû re, (di) kêrê re, çawan wa zû: Kiwêra hatît!? Kû re hatî!? Çawan wa zû hatî!?
kiwêrane	korane, mîna koran
kiwêraw	korav, ava hêdîka dimeşe (ya çem / rûbar)
kiwêrayî	bn kiwêrî
kiwêrdere	kordere, ava / çemê / rûbarê çikbûyî / hişkbûyî
kiwêredê	gundên varê / avarê, gundên marjînal
kiwêrekanî	korekanî, kaniya hişkbûyî, kaniya (êdî / niha) av jê nayê
kiwêremar	koremar
kiwêremûşe	şêlîbîn, kesa/ê bi çavên xwe baş nabîne
kiwêrerê	korerê, rêya dawî lê tê û bi derek din ve naçe
kiwêrerê	tengerê, rêya teng
kiwêreşeqam	korekolan, korekuçe, kuçeya / kolana dawî lê tê û bi derek din ve naçe
kiwêrewerî	tengasî, tengavî, rewşa dijwar
kiwêrî	korî, koreyî, kortî, korbûn
kiwêstan	zozan, deverên hîn(ik) yên (t koçer) havînan lê dijîn dema ji germiya li deştan direvin, dijw. deşt
kiwêstanî	zozanî
kiwêt	(hespên) kihêl
kiwêwe	kû ve, kû de: Le kiwêwe gerawît? Ji kû ve vegeriyayî?
kiwêxa	axa, muxtar, serokê / serdarê gundekî / hozekî / êlekî / eşîrekî
kiwêxayetî	axatî, muxtarî, serdarî
kix	kix, pîs e, nexwe, biavêje (bo bangkirina li zarokan)
kiz	kêmron, nîvtarî, mat
kiz	kiz, bêhêvî, dilsar, xeyalşkestî
kizandinewe	kuzurandin, bi êşek tûj şewitandin / sojandin / suşandin
kizanewe	kuzurîn, bi êşek tûj şewitîn / suşîn
kize	jan, azar, êş, şewat
kiz	rîsî, giyayê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye
kiz	solhe, birincê nû hatiye dirûn û hê hişk nebûye
kizele	bn kizole
kizir	kizir, nîvziwa, erda ne herî û ne jî toz
kizî	kêmronî, nîvtarîtî, matî
kizî	kizî, bêhêvîtî, dilsarî
kizole	kizok, bêhêvî, dilsar
kîf	kalox, kaloxk, tişta demanceyan dikin tê de
kîj	keç, qîz, kiç, kîj, bn kiç
kîjele	keçik, qîzik, kiçik
kîjole	bn kîjele
kîla	bn kela
kîn, kîne	kîn, nefret, qîn, dijminatî, heznekirin
kînedar, kînekêş	bikîn, kînedar, nefretdar, kesa/ê di dilî de kîn û nefret heye
kîr, kîre	qîr, qîj, qîrîn, qîjîn, dengek pir tûj û bilind derkirin
kîrekîr, kîrehûr	qîreqîr, qîjeqîj, qajewaj
kîs	kîs, kîsk, çiwal, torbe, telîs, zerf
kîs	cizdan, berîk
kîs	peq, pelq, porg, peqlîşk, peqik, pelqik
kîs	bn keys
kîsel	kûs, kûsî, kûsele, req
kîşwer	kîşwer, parzemîn, qita, kontînent
kîşwerbir	navkîşwer, transkontînental, tişta navberî kîşweran
kîşwerî	kîşwerî, parzemînî, qitayî, kontînental
kîtele	cerik, cer
kîwar	strî, dir, giyayek çeqiktûj e
ko	kom, berhev
ko	tevayî, tevahî, hemû, giş
ko	tax, mehel, pişkek / beşek ji bajarekî
ko	~î zoxal kul, derd, xem, keser, azar, ezyet, êş, jan, kovan
ko	kox, çiya
ko bûnewe	civîn, kom bûn, berhev bûn
ko kirdin	kom kirin, berhev kirin, civandin
Ko	Perwîn, navê komstêrek heftstêrî ye (bi îngilîzî "Pleiades" e)
kobend	kombend, civang, civîn
kobûnewe	kombûn, civîn
kocele	kas, kasik, tirar, tirark (amanek / firaxek e)
koç	koç, (mal)barkirin, ji ciyekî bar kirin cihek dî
koçî diwayî	koça dawîn, mirin, wefat
koçawkoç	koçerî, koçkirina berdewam
koçek	koçek, gerok
koçek	koçek (hin alim û zanayên êzidiyan in)
koçeke	kum, kulav (t cûnek kulavên bo jinan)
koçer	koçer, kesên bi berdewamî yan jî li gor demsalan malên xwe bar dikin û ji ciyekî diçin yek dî (t yên zivistanan li deştan û havînan li zozanan diborînin)
koçerêtî	koçertî, (awayê) jiyana koçeran
koçerî	koçerî, mîna koçeran
koçî	koçî, hicrî, salnameya îslamî
koçker	koçker, gerok, geştiyar
kod	den, dewlik, bîdon
kod	zerik (amanek e şîrî ji bizinan / mihan didoşinê)
kode	bn bac
kofiroş	komfiroş, kesa/ê yan şirketa tiştan kom bi kom difiroşe
kofiroşî	komfiroşî, firotina tiştan bi kom / li ser hev
koga, koge	komgeh, civîngeh, cihê kombûnê / civînê yan komkirinê / civandinê
koga, koge	enstîtu
koga, koge	embar
koga, koge	dikan
kogawan, kogewan	komgehvan, civîngehvan, rêvebera/ê yan karmenda/ê komgehekê / civîngehekê
koje	pisto, pistok, berstu, berstuk, yax, girîvan
kojo	xirab, xopan, kembax
kokirdinewe	berhevkirin, komkirin, berhevkarî
kok	kêlî, kêlîk (karê derzî û dirêziyan)
kok	lihev, lihevkirî, pêkhatî
kok bûnewe	li hev kirin, pêk hatin, sulh kirin, aşt bûn
kok kirdinewe	li hev anîn, pêk anîn, sulh pê kirin, aşt kirin
kok	bn koke
koke	kuxik, kux
kokekok	kuxekux, kuxîna berdewam
kokêtî	lihevkirin, pêkhatin, sulh
kokîn	kuxîn, dengê kuxikê jê hatin
kol	pişt (t beşa jorîn ji pişta mirovan)
kol	pişto, piştî, barê mirovek dide pişta xwe û hildigire
kol	goc, (kesên) destên (wan) baş naxebitin, destên nikarin tiştan zeft bikin
kol	goc, reben, feqare, nejêhatî, nekar, nikar
kolan	kolan, kuçe, cadde, rê, şeqam
kolandoz	kolanname, kuçename, berhevoka / ferhengoka / îndeksa kuçe û kolanan,
kolankut	kolanî, gerok, kesa/ê li kolanan dijî (ango ne di xaniyekî ve / ne li mala xwe)
kolare	(yariyeke) firfirok, pirpirok (navê pêlîstokekê ye ku têt firandin)
kolare	(balendeke) kolare, qereqûş, xertel, qertal (navê firindeyekî ye)
kole	zarokên bavê wan miriye û dayika wan dîsan zewiciye
kole	cehê / genimê avêtî / çandî
koley sing	hestiyê sîng(î)
-kole	paşbendikek e wateya "pûç" / "nebaş" dide peyvan
koleke	stûn, dîrek
koleke dan	li ber xwe dan, xwe çirikandin
koler	koler, kesa/ê tiştekî dikole
koler	vekoler, lêkolîner, kesa/ê azmûnan li ser tiştan dike
kolewar	gocewar, bi dijwarî seqet / birîndar
kolêk	piştoyek, piştiyek, barek piştê
kolêk	pir, gelek, zêde (kar, bar, berpirsiyarî)
kolgêr	piştgêr, kesa/ê malê firotinê (t çît û qumaşan) dide pişta xwe û digerîne û difiroşe
kolhelgir	piştohilgir, piştîhilgir, hemal
kolinc	qolinc, milreqî, êşîna ji ber reqiya navbera milan û patikê
kolincan	qolincan, pirjimariya "kolinc"
kolincan	qolincan, giyadermanek e bo saxkirina ji êşa qolincê têt bikaranîn
kolinge	patik, paşstu, pate, stukur
kolîn	kolîn, kolan, kolandin
kolîn	kêlîn, kêlan, kêlandin
kolînewe	vekolîn, lê kolîn
kolîsk	alavek e kefçiyên darîn pê tên çêkirin
kolît	kolik, xanîk, kox, koxik
kolît	stargeh, asêgeh, senger
kolk	kok, qurm
kolk	bn amanc
kolkêş	piştokêş, piştîhilgir
kolneder	xweragir, xurt, kesa/ê (bi asanî) rê nade ku kesek zora wê / wî bibe
kolraw	kolî, qewartî, kolayî, tiştên (darên / kevirên) hatine kolandin
kolû	cûnek nanê tenûrê ye
kom	qoz, kûz, xûz, qilûz, piştkûz, piştqoz, piştxûz, kesa/ê pişta wî daçemiyaye û rast nabe
kom	avsûrk, ava sûr(kirî/bûyî)
kom	bn ko
kom	bn king
koma	qumtil, qumtilk, komikek (axê / şekirê û hwd ya) hevgirtî
koman, komanewe	daçemîn, (pişt) qoz / xûz / kûz / qilûz bûn
komar	komar, cimhûriyet, cumhûriyet, pergala / sîstema dewletî ya tê de gel (bi hilbijartinên rasterê yan jî bi rêya nûnerên gel) seroka/ê dewletê hildibijêre
komar	êl, hoz, eşîr
komar	civak
komar	civat
komarî	komarî, cimhûrî, cumhûrî
komawe	qozbûyî, kûzbûyî, xûzbûyî, qilûzbûyî
komek	alîkarî, arîkarî, harîkarî, harî, alî, arî
komekî	bn komek
komel	komel, civat
komel	kom, grûb
komel	berhevok
komel	cûn
komel	bir
komel	kerî
komel	ref
komel	deste
komel	civak
komelayetî	civakî, sosyalî
komele	komele, komîte, sazî, rêxistin, yeketî
komele	kom, grûb
komele	berhevok
komelga	civak, tevaya têkilî û peywendiyên navbera komek mirovan t yên bi hev re çandeyek hevpar pêk tînin yan li welatek hevbeş dijîn
komelzan	civaknas, sosyolog
komelzanî	civaknasî, sosyolojî
komfiroş	komfiroş, kesa/ê yan şirketa eşya li ser hev difiroşe, dijw. kitfiroş
komfiroşî	komfiroş, firotina eşya li ser hev, dijw. kitfiroşî
komî	(pişt) qozî, xûzî, kûzî, qilûzî
kon	kevn, dijw. nû
kone	kincir, kevne, kevnekincir, tiştên (t cilên) kevn
kone	kevnenû, tiştên (t cilên) hatine bikaranîn lê hê pûç nebûne
kone-	kevne-, yê kevn
kone-	ya / yê berê
konebaw	mêjîn, dijw. nûjen / modern
konefiroş	kevnefiroş, kesa/ê yan şirketa tiştên kevnenû difiroşe
koneperist	kevneperest, konservatîf
koneperistî	kevneperestî, perestina irf û edetên berê û dijberiya nûbûnê
konepoş	kinc, cil û bergên mêjîn (ne nûjen / modern)
konesal	pîr, salmend
konî	kevnî, kevntî, kevnatî
konîne	kevnar, kevnare, mêjîn, dêrîn, qedîm, antîk, (tiştek zemanê) berê
kopan	bn kurtan
kopare	kovik, qozik, xûzik, cihê bilind yê pişta hêştiran
kor	bn kiwêr
kor	nav, navend, hindir
kor	kom, gel, grûp
kor	civîn
kor	semînar, semposyûm
Bw: Çi heye le korê? Çi xeber hene? Çi nû heye?	
korge	civang, encûmen, şûra
korpe	sava, zarok(ên nûbûyî / welidî)
korpele	savak, zarokên hê di zikê diya xwe de
kos	bn dehol
kos	bn kosp
kosar	koxistan, çiyastan, cihê çiyayîn / koxîn
kose	semasî, sêmasî, dirindeyek avî ye (ing. shark, tirkî köpekbaligi)
kosp	kosp, asteng, kend û kosp, rêya nexweş
kospayî	kospayî, erda nedûz / ne-edil
kospe	bn kospayî
koste	kose, mirov bêmû (t zelamê bêrih)
koste	şatir, fena, hîlebaz, fêlbaz, jîrek, şeytan
kostewewî	sexte, sixte, ne resen, ne rast
koş	koş, pêsîr, hemêz, dergûşan
koşan	koşîn, xebitîn, dan xwe, hewl dan, mihawele kirin
koşiş	xebat, koşiş, hewl, koşîn
koşiş	ra-anîn, rahênan, ders, temrîn
koşîn	bn koşan
koşk	koşk, koçk, eywan, dîwan, seray, qesr
koşyar	koşyar, xebatker, têkoşer, koşer, hewldêr
kot	qurm, kok (yê daran)
kot	stûn
kot	kot û zincîr bend û zincîr, nîr û zincîr
kota	dawî, talî, kuta, kota, hew, bes
kota	kurtenerî, kurtebêjî, kurtebas
kotan	kotan, koz, guhêr, cihê tankirî / çeperkirî bo têve parastina terş û tewal
kotayî	dawî, ya dawî, dawîn
kotayîyî pê / dan hênan	dawî lê anîn, bes kirin, hew kirin
kotayî	texsîr, xemsarî, sersarî
kotel	  qirş, qirşik (t zîwan / reşreşk / narîcank / birabirinck û hwd yên di nav dexl yan birinc re şên dibin lê divê yên bên derxistin çiku kêr xwarinê nayên)
kotel	li gor hin edetan spêdeyek şînî û behiyan / taziyan e bo kesek mirî
kotere	qurmik, kokik
kotere	stûnik
kotere	serikê stûnan
kotir	kevok, kotir, kotirk, kevot, kevod, kevotk, navê firindeyekê ye
kovan	kovan, kul, xem, derd, keser, keder
kox	kol, kolik, kox, koxik, xanîk
koxte	bn kox
koxwazî	lihevkirin, konsensûs
koz	koz, kozik, kotan, guhêr, cihê tankirî / çeperkirî lê bêban bo têve parastina terş û tewal
koz	koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar bn koze
kozanîn	komzanîn, akademî
koze	koze, kom, komel, rêxistin, komek mirovên li pey hin armancên hevpar
kozere	belim, pûşk, tûşk, çeltûk, qirş, qirşik
koziman	saziya / akademiya ziman
kozir	bn kozere
kuçk	bn berd
kuçûle	xefik, dav, tepik
kudele	bezarok, têjikên berazan
kuf kirdin	pif kirin (t dema lava û dua tên xwendin)
kufar	kafir (t pirjimar)
-kuj	-kuj, paşqertafek e: piyawkuj mirovkuj, ya / yê mirovan dikuje, qatil
kujandinewe	temirandin, vemirandin, mirandin, birhandin, nehêlan
kujanewe	vemirîn, temirîn, birhîn, neman
kujaw, kujawe	vemirî, temirî, birhayî, nemayî
kujênraw, kujênrawe	bn kujraw, kujrawe
kujran	hatin kuştin
kujraw	kuştî, (ya / yê) hatiye kuştin
kul	ko, kuh, koh, devê / devikê (birekan / kêran yê) xweş nabire, dijw. tûj, xweş
kul	kel, pir germ, tişta ku dikele
kul	kel, kela dil
kul	kund, firindeyên kilikên / dûvikên wan hatine birîn
kul	qut, lawirên (ker / çêl û hwd yên) kuriyên / kurîkên wan hatine jêkirin yan kurtkirin
kul	qut, kurt, kin, dijw. dirêj
kul pê dan	kel dan (tiştekî), piçekî kelandin
kulaf	pencirk, dest û tilên firindeyan
kulan	kelîn, kel hatin (tiştekî), pir germ bûn
kulandin	kelandin, pir germ kirin
kulandinewe	kulandin, êşandin, arandin, zûrandin
kulandinewe	vekulandin, vezûrandin, dîsan kulandin / êşandin / arandin / zûrandin (t bi bîranînên têrxem)
kulanewe	arîn, ariyan, zûrîn, êşîn
kulanewe	vearîn, vezûrîn
kulaw	kelî, kelayî, keliyayî, tiştê ku keline yan hatiye kelandin
kule	kulî
kule	kule, perdeyek e bo xweparastina ji pêşûmêşan (t dema havînan mirov li derveyî odeyan li bin kepiran dinivin / radizin)
kule-	kurte-, qut-, kin-
kulebes	nevisî, nevis, zarokên jina kesekî yên ji mêrê wê yê berî yê niha
kulebine	bejnqut, kin, kurt, bejnbost, qut, qutik, quto, qutê, kinê, kino
kulehesar	balavgeh, ciyê jin lê leşê xwe û cilan dişon (t li beravên çem û rûbaran)
kulemergî	astengî, dijwarî
kulemergî	tegasî, tengavî
kulenan	sêr, efsûn, cadû, sihir
kulenanî	sêrker, cadûbaz, efsûnkar, sihirbaz
kulence	çoxik, êlek
kulepaç	tevir
kulepêç	neliv, kesa/ê nikare bilive
kulêre	cûnek nan e
kuling	kulîn, kûratiyek e di dîwaran re û li şûna dolaban tê bikaranîn, bb stêrk
kulîçe	kulîçe, kulîparçe, xwarinek ji nan û gûzan û şekirê / xurmê yê
kulîn	bn kulan
kulk	kul, birîn
kulk	(pirça / porê) qijavij, ne hilû
kulk	(vexwiraka) tîr
kulkule	avreşînk
kulle	bn kule
kulm	alek, gep, hinarik, rû
kulo	bn kilo
kulok	kelok, tiştên baş kêrî kelînê / kelandinê tên, dijw. çir, nekelok
kulol	bn kilol
kulor	bn kilor
kuloş	bn kiloş
kulot	kemax, hêt, ran, qorik
kulp	tengasî, tengavî, rewşa dijwar
kulûko damirkan	vemirîn, temirîn (çirûsk / ronahî / hest)
kulxan	argûn, ciyê agir tê ve tê hilkirin li hindirî xaniyan ve
kumse	bn tiwana
kun	kun, qul, kulek
kunar	kenarî, navê deviyek / teraşek strîtûj e
kunawder	kunkirî, qulkirî
kunbir	hewaragir, tişta hewa nikare tê re biçe
kunc	kunc, qunc, ciyê ne ber-rê / ser-rê
kunc	kuncal, quncal, ciyê du dîwar lê digihin hev
kunc	zîwanî, zîwanîk, çinçinî, çinçinîk
kunc	bazbazî
kuncên	kuncanê, navê lîstikekê / yariyekê ye
kuncire	cûnek giyayê mord / mûrtik e
kuncî	kuncî (Bot. Indicum)
kunçik	kunik, kunên hûr(ik)
kuncûr	bn qujbin
kunde	bn meşk
kundebebû	bn kunebebû
kune-	pêşpirtikek e wateya "kuna / kunên" ya kurmancî dide: kunegiwê kuna guh
kune-	kunelût firnik, kunên pozan / difinan / bêvilan / kepiyan
kunebace	pixêrîk, pace, kuna sobeyan, kuna li ban dûkêl tê re derdikeve derî xanî
kunebebû	kund, bum, pepûk
kungî	bn kotan
kunîle	kunik, kunên hûr(ik)
kunîledar	kunkunîk, kunkunîşk, tiştê pir kunik / kunên hûr lê hene
kunkere	kunkerk, alava kunkirinê
kunkere	birxû
kunkiraw	kunkirî, qulkirî
kuntîle	kuntîle, leqem, tunel
kunzeyn	delodîn, tiredîn, peledîn, netemam, aqilsivik
kur	kur, law, pis, xort, gede, sebî, kurik, lawik. dijw. keç, dot, qîz, kiç
kurane	kurane, lawane, xortane, gedane, sebiyane, mîna kuran / lawan / gedeyan / sebiyan
kurd	kurd
kurdane	kurdane, mîna kurdan
kurdayetî	kurdayetî, kurdîtî, kurdînî, hesta neteweperweriya kurdî / kurdistanî, tevgera neteweyî ya kurdan
kurdewan	bn kurdşinas
kurdewarî	kurdewarî, jiyana (mîna ya) kurdan
kurdhez	kurdhez, kurdvîn, kesa/ê ji kurdan hez dike
Kurdistan	Kurdistan, welatê kurdan, deverên (piraniya) nişteciyên wan kurd
kurdistanî	kurdistanî, kesa/ê yan tişta/ê ji Kurdistanê
kurdistanî	kurd û gelên dî yên li Kurdistanê dijîn
kurdistanî	welatiyên Kurdistanê
kurdistanî	kurd
kurdî	zimanê kurdî
kurdî	tiştê ser bi kurdan ve
kurdîaxêw	kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive
kurdîaxêw	kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
kurdîaxiv	kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive
kurdîaxiv	kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
kurdîpeyiv	kesa/ê bi kurdî diaxive / dipeyive yan dizane biaxive / bipeyive
kurdîpeyiv	kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
kurdîzan	kurdîzan, kesa/ê zimanê kurdî dizane
kurdîzan	kurdînas, kesa/ê pispora/ê zimanê kurdî ye
kurdîzanî	kurdîzanî, zanîna zimanê kurdî
kurdîzanî	kurdînasî, pisporiya li ser zimanê kurdî
kurdîziman	kesa/ê zimanê wê / wî kurdî ye
kurdîziman	tişta bi zimanê kurdî ye
kurdînî	bn kurdayetî
kurdkuje	navê cûnek xurmeya / qespên bêxêr / nexweş e
kurdperwer	kurdperwer, kesa/ê dilsoza/ê doza kurdan e
kurdşinas	kurdnas, kurdevan, kurdolog, kesa/ê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan dike, kesa/ê li ser (jiyana) kurdan pispor e
kurdşinasî	kurdnasî, kurdevanî, kurdolojî, karê lêkolînan li ser (jiyana) kurdan
kurdziman	bn kurdîziman
kurgel	xort, kurgel, komek kuran / lawan
kure	kuro! lawo! (bangkirina li kuran / lawan)
kurek	nîvek, nav(a tiştekî), navik, navend
kureza	kureza, lawza, zaroyên kurê kesekî, nevî
kurezaza	kurezaza, lawzaza, zaroyên zaroyên kurê kesekî, nevîçirk
kurêtî	kurtî, kurîtî, xortanî, xortî, lawanî, lawtî
kurêtî	tolazî, tûletî
kurêtî	kurgerî, karê keç dibin pey kuran
kurk	kurk, cilek e ji hiriya / pûrtê hin heywanan têt çêkirin
kurk	bn ciwanû
kurkandin	kinkinîn, bi kinkinkî girîn / nalîn
kurke, kurkekurk	kin, kinekin, kinkin, giriyê / nalîna kinkinkî
kurkure	kolare, qereqûş, xertel, qertel, qertal, navê firindeyekî ye (zool. Milvus)
kurnûş	tewîn, çemîn
kurnûş birdin / kêşan	(bejna xwe li ber kesekî / tiştekî) tewandin / çemandin
kursî	kursî, rûniştek, cihê liserûniştinê
kursî	kursî, text, cihê rûniştina mîr / serok
kurt	kurt, kin, qut, gurc. dijw. dirêj
kurt û kirmancî	kurt û kurmancî, rasterast, bêyî dirêjkirin, bi sadeyî
kurtan	kurtan, palik, hawid
kurtandirû	kurtançêker, kurtandirû, kesa/ê kurtanan didirû
kurtbir	kurtbir, kurt û kurmancî, bi kurtî
kurtbirî	kurtbirî
kurtbîn	ya / yê ku çavên wê / wî tiştên li dûr (baş) nabînin
kurtbîn	ya / yê ku (baş) li encamên karekî nikare binirxîne. dijw. dûrbîn
kurtbînî	kurtbînî
kurte	kurte, kurtebêje
kurtebala	bejnkurt
kurtebala	bejnbost
kurtebine	kurtik, kinik, qutik, hûrik, hûrkok, qutok
kurtek	qutik, êlek
kurtim	qut (zelam: quto
kurtim	jin: qutê), kinik, kurtik, bejnbost, kurt û qelew
kurtî	kurtî, kinî, qutî, gurcî
kurtîle	kurtik, kinik, qutik, kurtok, pir kurt / kin / qut
kurtîle-	kurtike-: kurtîleçîrok kurtikeçîrok, çîrokên pir kurt
kuşinde	kujer, kujende, bikuj (tiştê dikare bibe sedema kuştinê wek jehr)
kuştar	kuştar, kujî, karê kuştinê
kuştbendan	komkujî, kuştina gelekan bi carekê
kuşte	kuştî, mirandî, birhandî, telaftî, telifandî, qetlkirî
kuşte	gêç, cis, ces
kuştera	rende, planya
kuştin	kuştin, mirandin, telaftin, telifandin, birhandin, qetl kirin
kut	pirt, pert, qet, ker, parçe, parî, pirtik
kutal	pertal, kerkon, qerpal, eşya
kutan	qutan, kutan: a) lê dan, lê xistin b) hûr kirin, hûr-hûr kirin c) derzî lê dan, şirînqe kirin
kutan	(~ be zewî da) avêtin erdê, li erdê dan
kut-kut	kut-kut! (bangkirina li seyan / kûçikan e: "were vir")
kutûmit	tam, tam wa, eynî
kutûpir	tavilê, di cî de, bi lez
kuwa, kuwanê	ka, kanê, li kû ye
kuwang, kuwanû	kuçk, cihê li derve agir lê hatiye hilkirin
kuwang, kuwanû	argû, cihê li hindir agir lê têt hilkirin
kuz	quz, virçik, zî, zîlik, poz (endama cinsî ya mêyan)
kuzan	kuzirîn, kuzîn, suşîn, şewitîn, sotin, kuziryan
kuzandin, kuzandinewe	kuzirandin, kuzandin, sujandin, şewitandin, sotin
kuzanewe	bn kuzan
kû	çawan, kusan, çilo, çawa, kusa, bi çi awayî bn çon
kûçe	kuçe, kolan, cadde, şeqam, şarih, rêyên nav bajar yan gund (t yên çîmento- yan kevirkirî)
kûkele	kulind, kundir
kûkû	kûkû, dengê pepûkan
kûkûkere	pepûk, kund, bum, kûkûk
kûnî	qûnde, qûnder
kûnî	bêkulek, newêrek, newêrok, bizdok
kûp	kûp, amanek e çay / qawe / av pê tê vexwarin
kûpe	kûp, kûpe, tas, tirar (amanek e)
kûpele	kûpik, tirarok, tasik, kûpê biçûk
kûr	kûr , nêriyê xort ku êdî ne gîsk e lê hê nebûye nêriyê temam (Ji yên mê re bi kurmancî "tiştûr / tiştîr / teştîr / tuştîr" û bi soranî "tiştîr / çiştîr" tê gotin.)
kûr	çemiyayî, tewiyayî
kûr	xwar, xwehr, xêl
kûr	badok
kûr	qoz, xûz, qilûz, kûz
kûr	rizde, nişîviyê asê
kûr bûnewe	girêl bûn, gindirîn
kûre	agirdank, ciyê agir: argûn, di mal ve ciyê agir tê de tê hilkirin
kûre	kuçik, li derî xanî ciyê agir lê tê hilkirin
kûreperxane	bn kûre
kûrexane	bn kûre
kûz	ker, parçe, pirt, par (t ji hin fêkiyan mîna sêv / pirteqal)
kw...	bn kiw...
la	al, alî, rex, hêl
la	cem, nik, bal, ba, dev
la	ber
la	neserekî, duyem
la	dor, derdor, dorber
la	pirt, par, pişk
la birdin	dan / birin aliyekî
la çûn	xwe vedan, xwe dan aliyekî, ji rê rabûn, veder bûn, rêya kesekî / tiştekî kirin
la danan	danîn / deynan aliyekî
la dan	dan alî, dan rexekî, ji ser rê rakirin, veder kirin, vedan
la kirdin	berê xwe dan
la lê kirdin	alîkarî kirin
la tê kirdin	pişta / guhê xwe danê, pûte pê nekirin, giringî nedanê
xo la dan	xwe vedan, xwe dan aliyekî, veder bûn, ji ser rêya kesekî / tiştekî rabûn
lababet	albabet, babeta duyemîn / neserekî
labar	albar, tiştê li gel barê serekî tê barkirin
laberhem	alberhem, berhema neserekî / duyemîn
labiraw	dayî / birî aliyekî
lacang	cênîk
lacîwerd	lacîwerd, şînî zelal
laçû	demkî, berdemî, dw. berdewam, herdemî
ladê	derbajar, gund
ladêyî	gundî, derbajarî
laencam	albandor, alencam, bandora / encama neserekî / duyemîn
laf	meth, pesn
laf û gezaf	meth û pesn
lafaw	lehî, lêhî, avrabûn
lagîr	alîgir
lagîr	piştevan
lagîrî	alîgirî
lagîrî	piştevanî
lajig	nezan, bêhay, bêaga
lajigî	nezanî, bêhayî, bêagayî
lak	kelex, term (t yê lawirên sekitî / mirî)
lakarî	karê pirtdemî, karê ne bo temamî rojê (ango 8 saetan), karê neserekî / duyemîn
lakêş	kêmkêş, kesa/ê carinan cigareyan dikêşe
lakêşe	stêl, çargoşeya çik, rektangel
lakolan	alkolan, kolana neserekî / duyemîn
lal	lehl, yaqût (dir û miceherek e)
lal	lal, bêziman (kesa/ê nikare qet yan baş zimanê xwe bigerîne û bipeyive)
lalanewe	lava / dia / dua kirin, hêvî kirin, tika / rica kirin, xwestin
lale	xal, birayê dayika kesekî, bn xal
lale	tika, rica, hêvî, daxwaz, dua, lava
lalengî	lalengî, tangerîn (navê fêkiyekî ye)
lalepete	nîvlal, kesa/ê baş nikare zimanê xwe bigerîne û bipeyive lê ne bi temamî lal e
lalixawe	aliyê devî
lalî	bn lale
lalî	lalî
lalo	bn lale
lalupal	pelate, pijale, belawela
lam	navê tîpa "L" di alfabeya kurdî-erebî de
lamelîfla	di alfabeya kurdî-erebî de tîpên hevedudanî "LA"
lamî qelew	tîpa di alfabeya kurdî-erebî de "L" ku di soranî de wek tîpa "l" di peyva "sal" de tê       xwendin
lamil	stu
lamil	patik, paşstu
lan, lane	hêlîn, mala firindeyan / teyrikan
lan, lane	kunc, mala hin lawiran
lanewaz	derxistî, aware, mişext, derbider, derkirî, bêmal, bêhêlîn, penaber
lanewazî	derbiderî, mişextî, awareyî, bêmalî, penaberî
lapal	beten, aliyek çiyayekî / girekî
lapere	rûpel, berper
lapere	serlêv, alper, marjînal
lapçîn	lapçîn, lafçîn, gezme, pêlav, sol
laq	ling, pî, pê, bn qaç
laqe kirdin	dest tê werdan, destê xwe kirin di nav karekî re, xwe tûşî tiştekî kirin, dest kirin (tiştekî), dest (li tiştekî) dan
laqirdî	qerf, henek, tirane, galte, yarî
lar	xwar, xwehr, xêl, çemayî, tewî, tewayî, çemandî, tewandî, dw. rêk, rast
larelar	hejhejok, bi hejhejokî
larew	varê, avarê, aliyekî rê, derî rê, rexî rê, ne li ser rê
larewlar	xwarûvîç, çepûçûr
larê	alrê, rêya neserekî / duyemîn
larî	xwarî, xwehrî, xêlî
las	qane, îqna, razî
lasar	serhişk, înato, biînat
lasarî	serhişkî, înat
lasayiyane	lasayiyane, texlîdane, zarveker, îmîtatîv
lasayî	zarvekirin, çavlêkirin, lasayî, texlîd
lasayî kirdinewe	zarve kirin, texlîd kirin, çav lê kirin, lasayî kirin
lasayîker	zarveker, çavlêker, texlîdker, lasayîker
laseng	bêseng, alseng, bêbalans
lasengî	bêsengî, alsengî, bêbalansî
lask	destik
lastîk	lastîk, plastîk, elastîk
laş	laş, leş, beden, gewde
laş	kelex, term, cesed
laş	mirar
laşan	yekal, rêyên tenê yekalî
laşe	bn laş
laşer	şernexwaz, aştîxwaz, pasîfîst
laşerî	şernexwazî, pasîfîzm, aştîxwazî
lat	jar, hejar, feqîr, bêhal, belengaz, perîşan, reben, nehe
lat û liwar	feqîr û hejar
lat û liwat	reben û perîşan
lateraf	tenişt, rex, teref, alî
latirqewç	vajî, berevajî, berûpişt, serberjêr
latuxm	jêrcûn, jêrtuxm, cûnên / tuxmên / celebên / coreyên ji hin cûnên / tuxmên celebên serekî
law	ciwan, genc, xort, law
lawandinewe	lorandin, lorîk pê gotin, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan gotin
lawanewe	lorîk, stiranên şîniyê li behiyan / taziyan
lawaz	lawaz, qels, bêhêz, zeîf, nazik, hejar, lehwaz, dw. xurt, bihêz
lawazî	lawazî, qelsî, bêhêzî, nazikî, hejarî, zeîfî, dw. xurtî, hêzdarî, bihêzî
lawçak	xortemêr, xweşxort
lawe	balkêşî, balkişan, dênkişandin, bi alî xwe ve birin, qanekirin, îqnakirin,
lawekî	biçûk, kêm, neserekî, duyemîn
lawelawe	bn lawe
lawênî	bn lawêtî
lawêtî	ciwanî, gencî, xortî
lawik	lawik, cûnek stiranên kurdî ye
lawirge	parasît, pêrejîn
lawje	cûnek stiranên kurdî yên evînî ye
lawlaw	navê giyayekî ye
lawuk	bn lawik
lay	alî
lay	hêl
layen	al, rex, tenişt, alî, hêl
layengir	alîgir, piştevan, piştgir
layengirî	alîgirî, piştevanî, piştgirî
laylaye	lorîk, stiranên dergûşan / landikan, stiranên bo zarokên biçûk tên gotin dema landikên wan tên hejandin
le	li
le	(le ... da) di ... de, tê de
le	li
le	(le ...ewe) ji
le ara (da)	berdest, amade, hazir
le ara (da)	li meydanê
le ara (da)	di nav de
le ast	li ber / pêşberî / miqayeseyî (kesekî yan tiştekî)
le ban	li ser
le ban	li serbanî
le batî / ciyatî	li şûna, li dewsa, pêşve, ji dêlva
le bar	li ber, bicihkirî, amade, li cihê xwe yê rast
le bar birdin	ji ber birin (t zarok)
le bar birdin	wa kirin ku bi ser neketin
le bar bûnewe	welidandin, hemleya xwe danîn (dayika Xwedê zarokê wê dide)
le bar çûn	ji ber çûn, hemle têk çûn, zarok pêşdem û mirî welidîn
le bar kewtin	têk çûn, bi ser neketin
le bar kewtin	ji taqet û şiyan ketin
le bare / bareyî	li ser, li dor, derheq, derbareyî (mijarekê / babetekî),
le ber	ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku)
le ber	li ber, li pêş
le ber	(le pênawî, bo xatirî) ji ber, (ji) bo xatirê, bi pêxemet
le ber	ji ber, ezber, bêyî ku lê binere: Ew zor şî'r le ber dezanê Ew gelek helbestan ji ber dizane
le ber	(cil û berg) (cil û berg) lê, li ber: Kirasekey le berî ke, ba zû biçîn Kirasê wê bike ber (lê bike) daku em zû biçin
le ber çî	ji ber çi, çima, (ji) bo çi, çire, çira, sedema wê çi ye (ku)
le ber dem da	li pêşberî / rûyê / hizûra (kesekî)
le le ber dest da	berdest, li ber dest, tişta/ê mirov dikare (bi asanî) xwe bigihîniyê
le ber ewe	ji ber hindê, ji ber wê yekê, ji ber wê çendê, lew, lewre, lewma, loma, lema
le ber helsan	pêşve rabûn, rabûn daku bixêrhatinê li (kesekî / tiştekî) bike
le ber kirdin	ji ber kirin, ezber kirin
le … bew lawe	ji bilî..., ji ... pêve, ji xeynî...: Le min bew lawe kesî tir lê nebû Ji bilî min kes lê nebû, ji min pêve kes lê nebû, ji xeynî min kes lê nebû.
le bin	li bin, di bin (tiştekî) ve
le binewe	ji bin ve
le birew	li ber zêdebûnê
le birîtî	li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
le bîn gîran	(xwarin) li gewriyê (asê) man
le bîr birdinewe	ji bîrê (bîra kesekî) birin, wa kirin ku (tiştek) ji bîra (kesekî) biçe
le bîr bûn	li bîrê (bîra kesekî) bûn
le bîr kirdin	ji bîr kirin
le … da	li …
le … da	di … de
le ciyatî	li şûna, ji dêlva, li cihê, pêş (tiştekî) ve
le çap dan	çap kirin, (pirtûk / rojname û hwd) derxistin
le çap dan	dan çapkirin, dan derxistin
le çaw	lew çawit! va ye! işte, ha ev e! li ber çavê te ye!
le çaw ... da	di çav(î) de
le çaw ... da	li ber, ger bêt berhevdan / miqayesekirin: Le çaw to da tawanekanim hîç nîn! Li ber tawanên / xirabiyên te, yên min ne ti ne! (Ger xirabiyên min û te bên berhevdan / miqayesekirin, yên min qet ne ti tişt in.)
le ... çûn	şibîn (tiştekî), wek tiştekî bûn, pê ve çûn, bi ser ve bûn: Kurekeyş her lêy eçê Kurê wî jî dişibiyê, Kurê wî jî wek wî ye
le daw derhatin	jê (ji belayekê / dijwariyekê) filitîn / xilas bûn
le dem	ji devê (kesekî / lawirekî)
le demêkewe	ji mêj, ji mêj ve ye, ev demek dirêj e (ku)
le dest dan	li dest(î) dan, li dest(î) xistin
le dest dan	(delîv / derfet / jiyana xwe û hwd.) ji dest dan, hinda / wenda kirin
le dewr geran	xwe gorî / qurban kirin
le diwa(y şitêk)	piştî (tiştekî), li dû (tiştekî), li pey (tiştekî), li dûv
le dû	dû re, dûvre, bo razî kirinê: Hatûwe le dûm Hatiye dû(v) min re (= Hatiye min razî / qane bike. Hatiye ji min daxwaz bike.)
le em	bn lem
le 'eyn	bn le heman
le 'ezretana	li erd û esmanan ("Ez li esmanan li te digerim, tu li erdê bi dest min dikevî."), pir bi coş
le êre	bn lêre
le gel	li gel, di gel, pê re, bi (tiştekî / kesekî) re
le gel	di dema (bûyerekê) de
le gel ewe(ş) da ke	tevî ku ... (jî), herçend e (ku) .... jî: Le gel eweş da ke temenim bîst sal bû, her beminyan dewut: "Tu minal ît." Tevî ku ez bîstsalî bûm jî, wan her digote min: "Tu zarok î."
le ger da bûn	xebitîn, di gerê / tevgerê de bûn
le ger kewtin	êdî nexebitîn, ji gerê / tevgerê ketin, ji kar ketin
le gij	bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
le gire	bn lêre
le go çûn	xirabe bûn, êdî nexebitîn
le go kewtin	bn le go çûn
le go xistin	xirabe kirin, wa kirin ku êdî nexebite
le giwê	li (ber) guhê (kesekî)
le giwê	li hindavî / kinarî / rex / qiraxa (tiştekî)
le giwê kirdin	kirin guhê (xwe / kesekî)
le giwê kirdin	paşguh kirin, paş guhê xwe ve avêtin, pûte pê nekirin, giringî nedanê
le hemû ... (da)	li hemû / hemî
le hemû ... (da)	li her: le hemû katêk da herdem.
le hoş xo çûn	ji hal çûn, ji hiş çûn, aga / hay ji xwe neman
le jêr	li bin
le jêr	li jêr
le jêr (şitêk) da	di bin (tiştekî) ve
le jêr (şitêk) da	li bin (tiştekî) ve
le jêr (şitêk) da	li jêr
le jêrewe	ji binî ve
le jêrewe	ji jêr ve
le jûr	li jor, li serî, li silal, li hindavî / raserî (tiştekî)
le jûr	ji jor, ji serî, ji silal, ji hindavî / raserî (tiştekî)
le kanga	ji binê / kûratiya (tiştekî): le kangay dilmewe ji kûratiya dilê min (ve)
le kelk kewtin	bûn bêwec / bêkêr, êdî (bi) kêr nehatin
le kelk xistin	bêkêr / bêwec kirin, wa kirin ku tiştek êdî bibe bêkêr / bêwec
le kerem kewtin	bn le kelk kewtin
le kin	li nik, li cem, li bal, li dev, li rex, li tenişt, li gel
le kin xo	qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe
le kiwê	li kû, li kû ve, li kû derê, li çi cihî
le kiwêwe	ji kû, ji kû ve, ji kû derê ve, ji kêrê ve, ji çi cihî (ve)
le kîs çûn	ji kîsê (kesekî) çûn, derfet / delîv ji dest çûn, îmkan wenda bûn
le kîs dan	ji kîs dan, ji dest dan, derfet / delîv / îmkan ji dest dan / wenda kirin
le kurtî	bi kurtî, bi kinî
le kurtî birînewe	kurt vebirîn, nehiştin / nehêlan / rê nedan ku (t suhbet) dirêj bibe
le lawe	ji alî ve, ji al(iy)ekî ve, ne rikerast
le layekewe	ji al(iy)ekî ve, ji milekî ve, ji layekî ve
le layekî tir(îş)ewe	al(iy)ek dî / din ve (jî), ji milek dî / din ve jî, ji rexek dî / din ve (jî)
le layen kesêkewe	ji alî kesekî ve, ji kesekî
le mêjewe	ji mêj ve, demek / heyamek dirêj e / bû ku
le nakaw	ji nişkê ve, qewimîna bûyerekê bêyî ku kesek li bendê be
le nax da	di kûr de, di kûratiyê de
le naw ... (da)	bn le nêw
le nêw ... (da)	li nav, li nêv
le nêw ... (da)	di nav / nêv ... de
le nêwan ... (da)	li navbera (du tiştan) de, navberî (du tiştan)
le nîwan ... (da)	bn le nêwan ... (da)
le palewe	paldayî, rûniştî, hewante
le paş	piştî, li dû, li pey, li dûv
le paşan (da)	paşî, paşê, dûre, dûrve, peyre
le paş mile	li pişt guhê (kesekî), baskirina kesekî dema ew bi xwe ne amade / hazir
le pena	li pişt, li paş
le pena	li ber stara (kesekî / tiştekî): Le penay Xwa da bin! Li ber stara Xwedê bin! Spartiyî Xwedê bin! Xwedê we bistirîne!
le pesta	bi berdewamî, bê rawestan, bê navbir
le pê kirdin	(pêlav / sol) kirin piyê (xwe / kesekî)
le pê kirdinewe	(pêlav / sol) ji piyê (xwe / kesekî) kirin
le pênaw	bo, ji ber, (ji) bo xatira/ê (tiştekî), bi pêxemet
           le pêş	li pêş, li hember
           le pêş	li pêşiya (kesekî / tiştekî), li berî / berahîka (kesekî / tiştekî)
le pir	ji nişkê ve, bi lez
le pirêk da	ji nişkekê ve, ji nişkê ve, bi lez û bê plan
le pişt	li pişt, li paş
le qestî	ji qesta, ji yarî ve, ne ji dil
le qestî	ji qesta, bi mebest, bi zanebûn
le rastî (şitêk)	li rasta (tiştekî), hemberî / miqabilî (tiştekî)
le rastî da	bi rastî
le rastî da	di rastiyê de
le regûrîşe	ji reh û rîş(an) ve, ji bingeh ve
le rê laçûn	xwe ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê derçûn, xwe ji (ser) rê dan aliyekî
le rê ladan	ji (ser) rê vedan, ji (ser) rê dan aliyekî
le rêz (da)	li rêzê, di rêzê de
le rêz (da)	bi rêz, yek li pey / dû ya din
le rû(y kesêk) da	li rûyê (kesekî), di rûyê (kesekî) de, li ber çavên kesekî
le rû da man	neçar man, mecbûr bûn
le rû da westanewe	li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe ragirtin
le rû(y kesêk/ şitêk)ewe	ji ber (tiştekî), ji sedema (tiştekî): Le rûy nebûnî kitêbewe natiwanîn ders bideyn Ji ber (ti)nebûna kitêban em nikarin dersê bidin
le rû(y kesêk/ şitêk)ewe	ji alî (tiştekî) ve: Le rûy abûriyewe ji alî aborî ve
le rû hatin	wêrîn, wêriyan, bistehî / wêrekî hebûn, cesaret / cur'et kirin
le ser kirdin	rê dan ku kesek beşdarî (t lîstikê) bibe
le ser kirdinewe	li ber xwe dan, berevanî ji xwe kirin, xwe parastin
le ser la	li ser lêva / rexê / tenişta / aliyê (tiştekî)
le ser şan	li ser milê (kesekî), erkê / berpirsiyariya (kesekî)
le ser westa	li ber destê hoste, li ber tamîrkirinê
le ser westan	li benda / hêviya (tiştekî / kesekî) man / rawestîn / sekinîn
le ser xo	bi dilê xwe, hêdî-hêdî, rehet-rehet, bê lez û bez
le ser xo	liserxwe, bn leserxo
le ser xo çûn	ji hal çûn, ji xwe çûn, aga / hay ji xwe neman
le ser xo kirdin	bi dilê xwe kirin, bê lez û bez kirin, hêdî-hêdî kirin
le serêkî tirewe	ji serek dî / din ve, ji rexek dî / din ve
le serêkî tirewe	("li aliyekî / milekî mesele wiha ye" û) li aliyê / milê dî / din
le sêdare dan	li sêdarê dan, daliqandin, xeniqandin, xendiqandin, (mirov) bi darekê ve hilawîstin daku bimire
le şîr birînewe	ji şîr ve kirin, êdî şîrê dayikê nedan zarokekî/ê
le taw	ji ber, bo, ji bo, ji sedema (ku), çiku, çimkî, çunke
le tek	bn le gel
le tenîşt	li tenişt, li rex, li nik, li cem, li bal, li ba, li dev, nêzîkî (tiştekî)
le wê	li wir, li wê derê, li wêrê
le wê	ji wir, ji wê derê, ji wêrê
le wê ra	di wir re, di wê derê re, di wêrê re
le wên derê	bn le wê
le wêwe	ji wir, ji wê derê, ji wêrê
le wêwe	ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
le wûze(y kesêk) da bûn	jê hatin, karîn, pê çêbûn, ji destî hatin, şiyan
le xem çûn / rexsîn	bi ser xwe bûn, serbest bûn (zarok yan firinde ku êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan namîne)
le xew helsan	ji xew rabûn, şiyar bûn, hişyar bûn
le xew raperîn	(ji xew) ceniqîn, veceniqîn, hilceniqîn
le xêw derçûn	fehma bûn, mezin bûn, (zarok) gihiştin wê pileya temenî ku êdî dikare bi xwe xwe xwedî bike
le xirte çûn	(hestî / til / tilî / tibl) ji geh çûn, ji cih çûn (lew êşîn)
le xişte birdin	xirandin, ji ser rêya rast birin, kafir kirin, xapandin, lêb / hîle / dekûdolab lê kirin
le xo	ji xwe, ji alî xwe ve (bêyî ku jê bêt pirsîn / xwestin)
le xo bûrdin	bo xwe nekirin xem, guh nedanê
le xo çûn	ji xwe çûn, ji hal çûn, aga / hay ji xwe neman
le xo da rabînîn	di xwe re dîtin, wa hesibandin ku dikare tiştekî bike: Le xo da ranabînim le ser ew babete binûsim Di xwe re nabînim li ser wî babetî binivîsim (Bawer nakim dê ji min were ku li ser wî babetî binivîsim)
le xo kirdin	ji xwe kirin, li xwe biyan / xerîb kirin, ji xwe dûr xistin
le xorayî	bîlasebeb, bêsebeb, ne ji ber ti tiştî
le xorayî	bêkêr, bêwec, bêmifa
le xowe	ji ber xwe ve, ji xwe ve, ji alî xwe ve
le xurênî	bi exrînî, bi zikê birsî / birçî, bêyî ku tiştek xwaribe
le xwar	li jêr, li xwarê, nizmtir
le yad bûn	li bîra (kesekî) bûn, hatin bîra (kesekî)
le yad kirdin	ji bîr kirin, ji bîra (kesekî) çûn, neman li bîra (kesekî)
le yek	li yek / êk
le yek	li hev / hevdu / êkûdu
le yek berbûn	berbûn hev, pev çûn, êrişî hev kirin, bera hev bûn / çûn
le yek berdan	berdan hev, bera hev dan, wa kirin ku (du mirov / kom û hwd) êrişî hev bikin
le yek bûn	ji hev bûn (serekaniya wan eynî)
le yek bûn	ji hev (cuda) bûn, ji hev veqetîn, ji hev sil bûn, ji hev xeyidîn
le yek çûn	şibîn hev, mîna hev xwiya kirin, dirûvê / rengê wan wek hev bûn
le yek dan	li hev dan, li hev xistin, bi hev ketin, li hev qelibîn, deynan êkûdu
le yek dan	li hev dan, xistin hev, bi hev re girê dan, zeliqandin
le yek kirdin	li hev kirin, kêrî hev hatin
le yek kirdin	li hev kirin, pêk hatin, aşt bûn, sulh kirin
le yek kirdin	ji hev (cuda) kirin
le yek negeyiştin	di hev negihiştin, ji hev fam nekirin
le tirazan	ji hev vebûn / veqetîn / cuda bûn, pêkve neman
le ziman (kesêk)ewe	ji zarê / devê (kesekî)
le ziman kewtin	ji ziman ketin, nekarîn bipeyive
-le	-ik, -k, -ok (paşbendek e bo biçûkkirina hin peyvan): birale birak, pişîle pisîk, pişîk
-le	bn -le
lebarî	kêrhatin, biwecbûn, bikêrbûn
leberçav	berçav, diyar, xwiya, tişta tê dîtin yan dikare (bi asanî) bê dîtin
leblebî	leblebî, nokên qelandî
lebz	(e) gotin, qese, peyv, bêje, kelîme
leçer	çepel, çirûk, çirîk, tema, nemerd, temah, tema'
leçerî	çepelî, çirûkî, çirîkî, temayî, nemerdî, temahî, tema'î
leçik	kevînk, dersok, serpoş
legel	bn le gel
legen	legen, amanek mezin yê avê ye
legij	bilez, bilezûbez, bilezûbizav, mijûl, destbişol
lefaf	birînpêçk, lifaf
lehîm	zilqek, lehîm
lek	kurdên lek, kurdên bi zaravaya kurdî ya lekî dipeyivin
lekan	cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
leke	lewt, tewz, leke, teqme, pîsatiya li ser tiştekî
lekedar	lewitî, tewizî, lekedar
lekedar bûn	lewitîn, tewizîn, herimîn, pîs bûn
lekedar kirdin	lewitandin, tewizandin, herimandin, pîs kirin
lekedarî	lewitînî, tewizînî, lekedarî, herimînî
lekî	lekî, zaravayek zimanê kurdî
lel	kip, kipîn, kipên, dengek nizm / kurt / biçûk: Nawêrê bilê lel Newêre kipênê ji xwe bîne, Newêre ti dengî bike
lel kirdin	kipîn, kipên ji xwe anîn
le'l	bn lal
lele	xulam, evd, xizmetkar: Ey min leley tom!? Ma ez xulamê te me!?
lele	hînker, fêrker, perwerdeker
leleyî	xulamî, evd, xizmetkarî
lem	li vê
lem	li vî
lem	ji vê
lem	ji vî
lem cêgaye da	li vî cihî, li vê derê, li vir
lem dîwewe	ji vî alî / milî / rexî / teniştê ve
lemew ber	berî niha, beriya vê gavê
lemew (be) diwa	ji niha şûnve, ji noke pêve
lemew la	bn lemew (be) diwa
lemew lawe	ji bilî vê, ji vê pêve(tir), ji xeynî vê
lemew pêş	berî niha, beriya niha
leman	li van, li evan
lemanewe	ji van, ji evan
lemer	ya / yê (kesekî): kerekey lemer to kerê te
lempa	lampe, lempe, çira, şewl, gulop, ronahî
lemper	asteng, kosp
lemper	lemper, baraj
lemper perandin	asteng rakirin / nehêlan / nehiştin, rê xweş kirin
lenc, lence	lîtik, xwehilavêtin
lenc kirdin	lîtik li xwe dan, bilind meşîn, xwe hilavêtin
lencîn	lîtikîn, lîtik li xwe dan, xwe hilavêtin
le'net	lanet, nalet, le'net, ne'let, xezeb, bela
leng	leng, kulek, seqet
leng	nelihev, nehevseng, neparseng, bêbalans, newekhev
lenger	lenger, asinê giran / qurs yê diavêjin binê avê daku keştî / belem ji cihê xwe neçe
lenger	hevsengî, parsengî, balans, lihevî
lenger	teşîrêsk, sekinîna yan lidorxwezivirîna li hewa (ya firindeyan / firokeyan)
lenger	wezn, qafiye (ya helbestan)
lenger	sênî, beleme
lengere	hejek, lengere, pendulum, tiştikên dihejin
lengerî	bn lenger
lengêze	tavîbaran, şirebaran, barana pir boş
lengî	lengî, kulekî, seqetî
lengî	nelihevî, newekhevî, bêparsengî, bêbalansî
lengîn	lengîn, kulîn, wek lengan / kulekan / seqetan meşîn / bi rê ve çûn
lep	lep, paniya destan
lepî dest	lepê destî
lepalep	lepelep, du lep hemberî hev
lepaşecêmaw	peymayî, bermayî, mîras, mîrat, kelepûr
lepewrû	devûdev, rû-û-rû
lepewrû kewtin	devûdev ketin, rû-û-rû ketin
lepî	lepî, wek / mîna lepan / lepên destan
lepmal	lepmal, malîna / maliştina / paqijkirina bi lepan / lepên destî
lepmal kirdin	bi lepan malîn / maliştin / paqijkirin
leq	leq, leqleqok, livlivok, ne şidayî / baş pê ve girêdayî
leqan	leqîn, leqleqîn, livlivîn, baş li cihê xwe nesekinîn
leqandin	leqandin, leqleqandin, livlivandin, velivandin, vehejandin, ji cihê wê / wî hinekî anîn û birin
leqandin	dalivandin, dahejandin, daçemandin, datewandin, da-anîn, daînan, serê xwe bi mebesta "belê / bila" livandin
leqe	pên, pehîn, pêhn, derbeyên bi (t binê) piyên mirovan
leqe	zîtik, zîçik, derbeyên bi simên dewaran
leqe weşandin	pên / pehîn veweşandin / tê werkirin
leqeb	paşnav
leqeb	bernav
leqefirtê	bn leqe
leqekut	pêqutk, pêkutk, çendîn car li dû hev piyên xwe li erdê dan / kutan / qutan
leqeleq	leqleq, leqeleq, bn leq
leqeşêl	bn leqe
leqleq	leglege, quling, firindeyek ling- û stulkdirêj e
leqîn	bn leqîn
leqûloq	leqleqok, livlivok, hejhejok
ler	lawaz, qels, zeîf, qaştîk, çermok
ler û lawaz	qels û qaştîk, pir lawaz / zeîf
leran	lerizîn, recifîn, ricifîn
leran	qeliqîn, livîn
lerandin	lerizandin, recifandin, ricifandin
lerandin	qeliqandin, livandin
lerandin	velerizandin, verecifandin, vericifandin
lerandin	veqeliqandin, velivandin
leranewe	velerizîn, verecifîn, vericifîn
leranewe	veqeliqîn, velivîn
lere, lereler	lerz, recifk
lere, lereler	qelik, liv, lebat
lerî	lawazî, qelsî, zeîfî, qaştîkî, çermokî
lerînewe	bn leranewe
lerok	bn lerzok
lerû	rastgo, rastbêj, dw. derewker
lerûyî	rastgoyî, rastbêjî
lerz	lerz, recifk, livîna leşî ji ber sarmayê yan tirsê
lerzan	lerizîn, recifîn, leş ji ber sarmayê yan tirsê livîn
lerzan	vehejîn
lerzan	velivîn, veqeliqîn
lerzan	
lerzandin	lerizandin, recifandin
lerzandin	vehejandin
lerzandin	velivandin, veqeliqandin
lerze	bn lerz
lerzek	bn lerz
lerzîn	bn lerzan
lerzok	lerizok, recifok, ya / yê ku dilerize
lerzok	vehejok
lerzok	livlivok, velivok, veqeliqok
leserkerewe	berevan, parêzvan, berxwedêr
leserxo	liserxwe, kesa/ê bi xwe dikare karûbarên xwe bi rê ve bibe, kesa/ê xwedî şiyan / taqet
leserxo	hêdî, rehet, bêlezûbez
leserxoyî	liserxweyî
leserxoyî	hêdîkayî, bêlezûbezî
leş	leş, laş, beden, gewde, kelex
leşî	leşî, tişta têkildarî leş
leşkir	leşker, leşkir, esker, artêş, ordî, şervan, şerker, ordû
leşkirga	leşkergeh, navenda / cihê leşker lê
leşkirgêr	leşkergêr, stratejîsta/ê leşkerî
leşkirgêrî	leşkergêrî, stratejiya leşkerî
leşkirnişîn	bn leşkirga
leşqurs	leşgiran, keslan, tembel
leşsûk	leşsivik, destsivik, zîrek, çalak, aktîv
leşûlar	bejnûbal
let, lete	qed, parçe, pirt, ker
letger	budje, hesaba lêçûn û jêhatinan
letke	bn let
letûkut	bn letûpet
letûpet	qedûped, pirtûmirt, parçe-parçe
lew	li wê
lew	li wî
lew	ji wê
lew	ji wî
lewe be der	ji derî wê, li derî wê, ew ne tê de, ji bilî wê, ji xeynî wê
lewe be diwa	bn lewe diwa
lewe bew lawe	ji wê wêvetir, ji wê wêdetir
lewe diwa	piştî wê
lewe diwa	ji wê pêve
lewe pêş	berî wê, beriya wê
lew lawe	ji wî alî / milî / rexî / serî ve
lew per	di zêdetirîn bilindiyê / spehîtiyê / zîrekiyê û hwd de: lew perî ciwanî da di bilindtirîn pileya bedewiyê de
lew serewe	ji wî serî / rexî / alî / milî ve
lewan	li wan
lewan	ji wan
lewane ye	dibe ku, belkî, gengaz e ku, mimkin e ku
lewaşe	cûnek nanê tenûrê yê dirêjok e
lewaze	çartilk, çetelk
lewç, lewçe	lewçe, zêdebêj, zêdeaxiv, kesa/ê zêde dipeyive, kesa/ê çi tê ber devî dibêje
lewç, lewçe	rûqayim, bêşerm
lewçelewç	lemçelemç, xwarina / cû(ti)na bi dengek bilind ji ber ku dev vekirî dikirîne / dicû
lewçeyî	lewçeyî, zêdebêjî, zêdeaxivî, axivîna / peyivîna / şitexilîna / xeberdana zêde û bêwate
lewçeyî	rûqayimî, bêşermî
lewen	leven, rûl, qamûş, qamîş, çîq, giyayek dirêj e ku di avê de yan li ber avê şên dibe
lewer	mêrg, çîmen, şayir, şêngeh
lewer	çerîngeh, çergeh, çêrgeh, çêrîngeh
lewer kirdin	çerandin, çêrandin, giya pê dan xwarin
lewer kirdin	çerîn, çêrîn, giya xwarin
leweran	çerîn, çêrîn, giya / gîha xwarin, dema heywan giyayê li mêrg û çîmen û çayiran şên dibe dixwin
ber ser kesêkewe leweran	ji kîsê kesekî xwarin / jiyan: Hîç îşêk naka
ber ser kesêkewe leweran	be ser minewe elewerê Ti kar û sen'etî nake
ber ser kesêkewe leweran	ji kîsê min dixwe / dijî
lewerga	çerîngeh, çêrgeh, cihê / meydana çerînê
lewerîn	bn leweran
lewê	li wir, li wê derê, li wêrê
lewê	ji wir, ji wê derê, ji wêrê
lewêç	mist, kulm, lep (tijî / miştî mistekî / kulmekî / lepekî xwê / şekir û hwd)
lewênderê	bn lewê
lewêra	di wir re, di wê derê re, ji wêrê re
lewêwe	ji wir, ji wê derê, ji wêrê
lewêwe	ji wir ve, ji wê derê ve, ji wêrê ve
lewsawe	ji hingê ve, ji vê demê ve, ji wê gavê şûnve
lews	lêv (t lêva jêrîn ya şor / dirêj / stûn), bn lêw
lewsin	lêvşor, lêvşotirk, kesa/ê lêva wê / wî ya jêrîn zêde dirêj e
lexem	mîn, mayin, lexem, elxam (hin alavên teqok in ku tên binaxkirin daku piyê dijminan bikeve ser û biqete)
lexem	tunel, şkefta herdu aliyan ve vekirî
lexemrexsîw	serbixwe, serbest(zarokên yan firindeyên êdî pêwîstiya wan bi dêbavên / makên wan nemaye)
lexişteber	xapîner, xirîner, xapînok
lexwanetirs	jixwedênetirs, xirab, bêîman, nebawer
lexwanetirsî	jixwedênetirsî, xirabî, bêîmanî, nebawerî
lexwatirs	jixwedêtirs, rast, durist, biîman, bawer, bawermend, qenc, heq, rêrast
lexwatirsî	jixwedêtirsî, îman, bawerî, qencî, rastî, rêrastî, duristî, heqî
leylax	bn kiwêstan
leylûk	bn colan, colane
lez	lez, bizav, lezûbez, lezûbizav, zûkahî, pîtî, ecele
lezgêr	lezgîn, bilez, bibizav, bilezûbizav, bilezûbez, pît
lezgêrî	lezgînî, bizav, lezûbez, lezûbizav, pîtî
lezandin	lezandin, bizivandin, lez lê kirin
lezet	çêj, tam, lezet
lezîn	lezîn, bizivîn, lez kirin, ecele kirin, lezûbez kirin, lezûbizav kirin, pîtîn
lezjimêr	bn lezpîw
lezpîw	lezpîvk, alava leza / bizava meşîna tiştekî dipîve
lê	lê, li wê / wî / wan
lê	jê, ji wê / wî / wan
lê bêzran	jê kerixîn, jê betilîn, pê ve kerixîn / betilîn / westîn, pê ve mehû bûn, êdî nexwestin, êdî bala / dêna (kesekî) nekişandin
lê bûnewe	jê vebûn, jê veqetîn, jê filitîn
lê bûnewe	bela xwe jê vekirin, hêlan, rê danê
lê bûnewe	jê çêbûn, jê peyda bûn, jê berpê bûn
lê bûrdin	lê borîn, lê negirtin, efû kirin, bexşandin
lê çuwandin	şibandin (hev / tiştekî), kirin mîna / wek hev / tiştekî, wek hev / tiştekî lê kirin
lê çuwandin	pişaftin, bişaftin, helandin, asîmîlandin, asîmîle kirin
lê çûn	şibîn (tiştekî), pê ve çûn, wek / mîna / nola / fena / şibî tiştekî bûn yan xwiya kirin: 'Elî zor le Osman eçê Elî pir dişibe Osman, Elî gelek wek Osmanî ye, Elî gelek mîna Osmên dixwiye
lê çûnewe	jê qut bûn, êdî nekirin: Mirîşkekeman le hêlke çûtewe Mirîşka me êdî hêkan nake
lê dan	lê dan, lê xistin, pê dadan, deynan (tiştekî / kesekî), qutan, kutan
lê dan	(amûrek muzîkê) lê dan / jenîn / jenandin / jendin / qutan
lê dan	(bîra avê / kend) kolan
lê dan	(şitil / fîdan) çandin / çikilandin / kirin di axê re
lê daşkandin	jê daxistin, jê kêm kirin, jê kuştin (t bihayê / nirxê malî)
lê diran	hatin lê dan
lê diwan	suhbet kirin, axivîn, axiftin, peyivîn, şitexilîn, xeber dan, qese kirin
lê firê dan	jê avêtin, jê kêm kirin
lê geran	jê gerîn, hêlan, hiştin, hêliştin, bela xwe jê vekirin, bi tenê hêlan
lê geran	jê hêlan, nehêlan têkil / tevlî bibe
lê girtin	lê girtin, rê nedanê
lê girtin	pê girtin: Heşîş pêy girtûwe Heşîş pê girtiye, Dîtiye ku heşîş pê heye û (lew) girtiye
lê goran	lê şaş kirin, li hev şaş kirin, xirîn, xirihan, xapîn, hatin xirandin / xapandin, tiştek li ber kesekî xelet bûn
lê gorîn	lê şaş kirin, xirandin, xapandin, li ber kesekî xelet kirin
lê hatin	lê hatin, lê qewimîn, bi serî hatin: Çî le konesaetekt hat? Çi li saeta te ya kevn hat? Ka saeta te ya kevn?
lê hatin	lê hatin, kêr hatin, bo baş bûn: Cilûbergekanî niwêy zor dên Cilên wî yên nû pir lê tên, Cilên wî yên nû bo wî xweşik dixwiyin
lê helbirîn	rakirin, bilind kirin, hildan
  lê hele bûn	(tiştek) li ber kesekî hinda / wenda / berze bûn, lê şaş bûn, rêya xwe şaş kirin
lê helkewtin	bi ser hilbûn, ew tişt / cih dîtin yê ku lê digere
lê helsan	lê rabûn, dijî (kesekî / tiştekî) rabûn / derketin / li ber xwe dan, tiştek qebûn nekirin
lê kela bûn	xwe jê varê kirin, xwe jê avarê kirin, xwe jê dan alî, hevza xwe jê kirin, xwe jê parastin
lê kirdinewe	jê kirin, piçandin, çinîn (gul, fêkî ji daran, keske / sebze ji nav bûstan)
lê kirdinewe	jê vekirin, pê ve nehêlan / nehiştin
lê kirdinewe	devê xwe lê vekirin, bi gotin êrişî kesekî kirin
  lê kolînewe	vekolîn, lê kolîn, lêkolîn li ser tiştekî kirin, azmûn lê kirin, seh kirin
  lê la birdin	jê birin, jê kêm kirin, jê veqetandin, jê vekirin
  lê mare kirdin	lê mar kirin, lê mehr kirin, jinek / keçek dan kurekî / zelamekî
  lê mor bûnewe	eniya xwe lê şidandin, cênîkên xwe lê şidandin (ji ber ku jê qehirî / enirî ye)
  lê nan	(xwarin) danîn ser agirî
  lê nan	(bar) li (dewarekî) kirin
  lê nan	bi bernavî bangî / gazî / dey li kesekî kirin (wek "Heme / Mem / Miho" li şûna "Mihemed")
lê negirtin	lê negirtin, rê danê
lê negirtin	lê negirtin, lê borîn, efû kirin, bexşandin
lê pir bûn	jê têr / tijî bûn, pê ve / jê kerixîn
lê qewman	lê qewimîn, (bela / qeza / miqeder) bi serî hatin, tûşî (t belayekê) hatin
lê rawestan	lê sekinîn, lê rawestîn, li cihekî bênvedan
lê rawestan	li ser (babetekî / mijarekê) rawestîn / sekinîn, pûte bi (mijarekê) dan, giringî dan babetekî, li ser babetekî nivîsîn / peyivîn / vekolîn
lê têk çûnewe	şexitîn, tevlihev bûn, serûbin bûn, gêj bûn
lê tûjînewe	vekolîn, lê kolîn, lê vetûjîn, seh kirin, axulme kirin, teftiş kirin
lê we	jê, ji wê / wî / wan
lê we	jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
lê wergeranewe	lê vegerandin, bersiva (kesekî) dan (t dema du kes bi hev re stiranan dibêjin ku yek dibêje û yê din lê vedigerîne)
lê westan	bn lê rawestan
lê westanewe	li ber / hember (tiştekî / kesekî) rawestîn / sekinînin, li ber xwe dan, xwe ragirtin, dijî kesekî rabûn, berevanî ji xwe kirin
lê weşanewe	jê hatin, pê çêbûn, karîn, şiyan, kêr hatin
lê wurd bûnewe	lê hûr bûn, bi hûrî / sexbêrî / kûrûdûr / dûvûdirêj seh kirin tiştekî daku wê baş fam bike, vekolîn, lê kolîn, tûjîn, tûjandin
lê xefetan	xem jê xwarin, (tiştek li / bo kesekî) bûn xem / kul / mereq / derd / kovan
lê xoş bûn	lê borîn, lê negirtin, bexşandin, efû kirin, lê hatin rehmê
lê xurîn	ajotin, tirimpêl meşandin / anîn û birin
-lê	- (rayê lêkera 'gutin / wutin') -bêj- (ji 'gotin'): Min delêm Ez dibêjim
lêbûrde	lêbor, lênegir, bexşîner, bexşende, rehman, rehîm, efûker
lêbûrdin	lêborîn, lênegirtin, efû, bexşandin
lêbûrdû	lêborî, lênegirtî, efûkirî, bexşandî
lêçû	eynî, heman, şibî
lêçûnêtî	bn lêçûnî
lêçûnî	hevrengî, şibînî, şibîtî, wekhevî, mînahevî, mînayî, nolayî, fenayî, wekîtî, eynîtî
lêder	lêder, kesa/ê (t amûrek muzîkê wek sazê / kemanê / deholê) lê dide
lêdû	raveker, şiroveker
lêfe	lêf, lihêf, lihêfk, nivînek (stûr) e mirov bo xweparastina ji sarmayê bi xwe dadide dema dinive / radize / radikeve
lêhatû	kêrhatî, lêhatî, bikêr
lêj	xwehr, xwar, xwêl, nerêk, nerast, çemiyayî, tewiyayî
lêj	(rêya) zivirok, çepûçûr, xwarovîç, xwehrovîç
lêjaw	herik, ava bilez diherike / dimeşe
lêjayî	bn lêjî
lêje	bn lêj
lêjî	xwehrî, xwarî, xwêlî, xwehrayî, xwehrahî, nerêkî, nerastî
lêjî	zivirokî, çepûçûrî, xwarovîçî, xwehrovîçî
lêk	lêk, li hev(du), lev(du), li êk(û)du, li yek(û)du
lêk	jêk, ji hev, jev, ji yek(û)du, ji êk(û)du
lêk biran / bûnewe	jêk / ji hev veqetîn, jêk / ji hev vebûn, jêk / ji hev cuda bûn, jêk dûr ketin, jêk qut bûn
lêk berbûnewe	pev çûn, berbûn êk(û)du
lêk berdan	berdan hev / êk(û)du, bera hev dan, li hev xurandin
lêk ciya kirdinewe	jêk cuda kirin, ji hev cuda kirin, ji hev qut kirin
lêk ciya kirdinewe	(dema du yan çend kes pev çûne) jêk vekirin, ji hev vekirin
lêk dan	lêk dan, (parçeyên / pirtên tiştekî) xistin hev
lêk kirdinewe	ji hev kirin, ji hev cuda kirin, lêkve kirin
lêk nan	(çav) miçandin, neqandin, danîn ser hev, girtin
lêk nan	(devê xwe) girtin, dan êk, lêvên xwe danîn ser hev
lêk rewînewe	jêk sist bûn, ji hev sist bûn, ji hev vebûn
lêkdiraw, lêkdirawe	lêkdayî, berhevkirî
lêkdiraw, lêkdirawe	(di rêzimanê de) hevedudanî
lêkolînewe	vekolîn, lêkolîn, azmayîş, azmûn, sehkirin
lêl	şêlî, şêlû, nezelal
lêl	tîr
lêl	mijî, bimij, bi mij û moran
lêl	ewrîn, şêliya çavan
lêlaw	şêlav, ava şêlî / şêlû
lêlayî	ewrik, ewrikê / şêlatiya ser çavan, kêmasiya nezelaldîtinê ya çavan
lêlayî dahatin	ewrik / şêlatî ketin ser çavan, êdî bi çavên xwe baş nedîtin
lêlayî dahatin	biwêj: Lêlayîm dabêt boy! Nemînim bû wî! Ez qurbanî wî bim!
lêle	tarîgewrik, xumamî, dema spêdeyan yan êvaran ku dinya ne tarî û ne jî ronahî ye
lêlî	şêlîtî, nezelalî, mijûmoranî, nexwiyayî
lêm	li min
lêm	ji min
lêman	li me
lêman	ji me
lêpirsraw	bn berpirsiyar
lêqewmaw	lêqewimî, lêqewimiyayî, biserîhatî, gorî, qurban(ê belayekê / erdhejînekê / şerekî û hwd)
lêr	dehl, dehlûdir, daristan, cihê dar lê şên dibin (t yên pir dar / devî / teraş di nav hev re ne yan li nêzî hev in)
lêrane	bn lêre
lêrewar	dehlistan, dehlûdir, daristana asê / bor / boş
lêre	vir, vê derê, vira, vêrê, vê dirê, vî cihî
lêre	li vir, li vê derê, li vêrê, li vê dirê, li vî cihî
lêre	ji vir, ji vê derê, ji vira, ji vêrê, ji vê dirê, ji vî cihî
lêre be diwawe	ji vir pêve, ji vê derê pêve, ji vî cihî pêve
lêre be diwawe	ji niha pêve, ji noke şûnve
lêreş	vir jî, vê derê jî
lêreş	li vir jî, li vê derê jî
lêreş	ji vir jî, ji vê derê jî
lêsan, lêsanewe	alîstin, alastin, zimanê xwe li ser gerandin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
lêse	moçik, kefçî
lêsîn, lêsînewe	bn lêsan, lêsanewe
lêş	ava bilez diherike
lêş	zêde, bêqam, pir, mişe
lêşaw	bn lêş
lêt	li te
lêt	ji te
lêtan	li we
lêtan	ji we
lêw	lêv (dev û lêv)
lêwan	tirar, kas, amanek avvexwarinê ye
lêwar	serlêv, lêv, rex, kinar, qerax, lêwar
lêwawlêw	bi-lêvan-re, ta berlêvan dagirtî, mişt, tijî, tije, dagirtî, ta berlêvan dagirtî / tijî / mişt, wisan tije ku ger piçek din lê bêt zêdekirin dê birije
lêwe	jê, ji wê / wî / wan
lêwe	jê ve, ji wê ve, ji wî ve, ji wan ve
lêweI	ta, pejî, êş, jan
lêwedar	tawî, pejîdar, kesa/ê ta digire
lêwrêj	lêvrêj, zêde, ya zêde ku di ser lêvan / berlêvan re dirije
lêxur	ajo, ajovan, kesa/ê tiştekî diajo
lêy	li wê / wî
lêy	ji wê/wî
lêyan	li wan
lêyan	ji wan
lêzan	jêzan, amator, kesa/ê hinekî ji tiştekî dizane lê di wî warî de ne pispor / zana ye
lêzg	bênvedangeha firindeyan / teyrikan
lêzge	benê / zincîra morîkan
lêzm, lêzme	lehî, avrabûn
lêzm, lêzme	tavî, şirebaran, baran boş / pir
liç	lêv (t ya jêrîn)
liçestûr	lêvstûr
liçin	bn liçestûr
liçûlêw	devûlêv
lifke	lîfik, parçeyek pateyê gir e bo pêşûştina amanan
lifke	navê giyayekî ye
lik	liq, pirt, pişk, parçe, par, beş
likan	zeliqîn, man pêve, ketin pêve, pêve bûn
likandin	zeliqandin, pêve kirin, xistin pêve
likawe	pêvek, servek, tişta neserekî ya li gel ya serekî
likênraw	pêvekirî, zeliqandî
lim	xîz, qûm, ax
limîn	xîzîn, qûmîn, axî, tişta/ê ji xîzî / qûmî
limoz	poz, difin, kepî, bêvil (t ya heywanan)
ling	ling, pî, pê, laq
ling	derling, deling, delîng
ling	lib, kit, tek, heb
lingelerê	lerz, recifîn
lip	bn liq
liq	liq, çeq, çeqil, çiq, çiqil, şax, gulî, aj, ajik, çuqlî
lirf lê dan	daqurandin, da'ûrandin, bi lez (bê cûn / cûtin) xwarin
lirfelirf	bire-bir, dengê bayê bihêz
listin, listinewe	alîstin, zimanê xwe pê ve anîn û birin
liwan	lê hatin, kêr hatin
liwandin	lê anîn / înan, kêr anîn / înan
liwar	bn lat û liwar
liwaw	lêhatî, kêrhatî
liwaw	aşt
lixaw	lixav
liyan	cûnek pêlavên / solên ser berfê ye
lîçal	rîçal, reçel, lîçal
lîjne	lijne, licne, deste, kom, komîte
lîjne	(lîjnedar) koma darên / êzingên / terikên / tirikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
lîjne kirdin	kom kirin, berhev kirin, danîn ser hev
lîjnedar	koma darên / êzingên / terikên / tirikên bo sotinê / şewitandinê hatine berhevkirin
lîk	gilîz, gilêz, şorik, kefşil, ava bi devûlêvên mirovan de dê xwarê
lîkin	gilîzok, gilîzo, kesa/ê gilîz / şorik / kefşîl bi devûlêvan ve tê xwarê
lîme	parçe, ker, qed, pirt
lîmo	lîmon, leymon, fêkiyek tirş e
lîmonî	enirî, esebî, înato, qehrokî
lîmoyî	lîmonî, ji rengê lîmonê, mîna rengê lîmonê
lînc	çirîk, kesa/ê yan tişta bi asanî ji mirovî venabe yan bela xwe ji mirovî venake
lînc û fînç	çirîk, kesa/ê yan tişta wek benîştî ji mirovî venabe
lîncî	çirîkî, bn lînc
lîndû	bn hewîrtiş
lîp	gav, pêngav (t yên dirêj)
lîp	(benê / bizîngê / têla / werîsê pir / gelek) dirêj
lîp	lep, kulm, hind / ewqas xwarin ya ku mirov bi carekê diavêje devê xwe
lîp lê dan	lep lê dan, bi lepan ketin ser, bi destan bi coşek / hezek mezin pir xwarin
lîpawlîp	bn lêwawlêw
lîq	lîç, nermok, nermovîç, nerm (t fêkiyên / keskeyên / sebzeyên pir gihiştî)
lîqin	bn lîq
lîr	lîr, pirzik, kulik
lîs	lîs, venîştek, cihê bênvedana / nivistina firindeyan (t dîk û mirîşkan)
lîs	gopal, çogan, baston, darikê mirov xwe dispêriyê daku bêyî ketin bikare bi rê ve biçe
lîs	(lîsî çalçaloke) tevnê tevnpîrkê
lîsk	bn tîşk
lîste	lîste, rêzname, nameya / kaxeza / perê navê tiştan / kesan lê hatine rêzkirin / nivîsîn
lîtaw	lîçav, lîça avê, gerika ava biherî / biteqn / biçamûr tê de
lîte	bn lîtaw
lîwa	parêzgeh, wîlayet
lîwa	lîwa, tûgay (yekîneyek leşkerî ye)
lîxin	şêlî, şêlû, (ava) nezelal
lo	bn bo
lobiya	bn lobya
lobya	navê giyayekî ye
lok	ben, bizîng, werîs
loke	pembû
lokkiraw	girêdayî, benkirî, bizîngdayî, werîskirî
lole	zz bn role
loleke	bn lole
lolo	cûnek stiranan e
lome	lome, gazin, gilî
lone	ta, lone: dezûy dûlone deziyê duta
long	kevînk, dersok, serpoş
long	desmal
long	xawlî
loq	gav, pêngav (t dema mirov xwe diavêje)
loq	leqleqok, hejok, lerizok, recifok
loqandin	(xwe) hilavêtin, bi çargavkî meşîn
loqe	çargavkî
loqe kirdin / hawîştin	çargavkî kirin, bi çargavkî meşîn
lor	rewş, kawdan, hal, barûdox
lore	cûnek stiranan e
lorî	lorî, tir, kamyonên dirêj
lort	(< ing. lord) pir zengîn / dewlemend / halxweş
lote	tiriyê meriçî / rizî
lotiyêtî	lotiyetî, lotîtî, hunera mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen
lotiyêtî	qeşmerî
lotî	lotî, mitirbên / meymûnên reqisvan / muzîkjen
lotî	qeşmer
lotrewan	tiredîn, peledîn, delodîn, bêteşe, pêkenok, qerfok, hepletiraş
lotrewanî	tiredîn, peledînî, delodînî, bêteşeyî, pêkenokî, qerfokî, hepletiraşî
loxan	şahî, festîval, gala
lozender	gir, bejndirêj, zexm, girs
lur	lor, nijada / gelê lor, kurdên bi zaravaya lorî dipeyivin
lurî	lorî, zaravaya lorî ya zimanê kurdî
Luristan	Loristan, herêma / welatê loran
luwan	bn liwan
luwandin	bn liwandin
luwar	bn liwar
luwaw	bn liwaw
lû	bîrov, pirzik, cihê werimî / perçî yê leşî
lûde	gidîş, koma giyayê dirûyî û li ser hev civandî
lûl	lol, balol, badok, badbadok
lûl	(pirça / porê) xelek, qij, qijavij, nehilû
lûl dan	badan, kirin lol / balol / badok
lûlaq	ling, çok, lûlaq
lûle	lûlî, sîlînder
lûlêne	cûnek ceran / cerikan yê lûlîdirêj e
lûleyî	lûlîkî, wek lûliyê
lûlk	bilûl, bilûr, fîq (alavek muzîkê ye)
lûlkiraw	badayî, badok, lolkirî
lûrandin	lûrîn, zûrîn (dengê guran / ba)
lûre, lûrelûr	lûrelûr, zûrezûr (dengê guran / ba)
lûs	hilû, hilis, nerm, rêk
lûs û pûs	hilû (t gep û alek piştî tiraşîna rihan)
lûske	kose, bêrih, kesên rih lê nehatine
lûsûpûs	hûtûhilû, hût û hilû (t gep û alek dema nû hatine tiraşîn)
lûşîn	bn hellûşîn
lûşkandin	kinkinîn, bi dengek nizm girîn
lûşke, lûşkelûşk	kinkin, giriyê bi dengek nizm
lût	poz, difin, kepî, bêvil
lût çûzanewe	xeyidîn, sil bûn
lût pijan	xwîn ji pozê / difinê / kepiyê / bêvilê hatin
lût sirîn	(poz / difin / kepî / bêvil) kif kirin
lût şkan	poz şkestin
lût şkan	ketin şermê
lût	rût, hût, rûs, xwas
lûtberz	pozbilind, kesa/ê xwe pir mezin dihesibîne
lûtberzî	pozbilindî
lûte	(peyvek neşirîn e bo kesên poz-/ difinmezin) pozo
lûte	pozê: Heme-lûte Memê pozo
lûte	Eyşe-lûte Eyşê pozê
lûtela	biyanbûyî, xerîbbûyî, jêdûrketî
lûtewane	xizêm, difinark, pirtika zêrîn ya li şûna guhan (guhark) dixin poza / difina xwe
lûtfiş	pozfiş, difinfiş, pozkunikmezin, kesa/ê kunikên poza / difina / kepiya / bêvila wê / wî mezin in
lûtke	gupik, gupîtk, lûtke, cihê / beşa herî bilind
lûtqulinge	difinşalok, pozxwehr, kesa/ê kepiya wê / wî çemiyayî / tewiyayî ye
lûtzil	pozmezin, difinmezin
lûzew	rêjen, herik, av, çem, rûbar
-m, -m-	min: dembînin min dibînin, dembîna min didît
-m, -m-	-(y)a min: malekem mala min
-m, -m-	-(y)ê min: espekem hespê min
-m, -m-	(ez ...) me: Min mamostam Ez mamoste me
ma	(çiyayê / girê / zûrê) rût
ma-	ma-: maker maker, kera mê, dw nêreker
ma-	mê-, -marî: makew mêkew, kewmarî, dw nêrekew
maç	maç, ramûsan, ramîsan
maç kirdin	maç kirin, maçî kirin, maçandin, ramûsandin
maçe	hêstira mê, qantira mê
maçe	maçe, qeremaç(e), yek ji çar cûnên kartên kumkanê (lîstika kartan) e
maçekî	bn maçe
maçmaçên	hevmaçî, maçkirina hev
maçûmûç	maçûmûç, hev maç kirin û xwe li hev alandin
mad	bn mîd
madde	bn made
maddî	bn madî
made	made, madde, bend, xal, paragraf
made	mijar, babet
made	made, tişt, materya
made	berdesk, pate, tişta nanpêj hevîrî datîne ser û diavêje tenûrê
made	pên, pehîn, pêhn, çift, refes, zîtik, zîçik, lêdana bi piyan / lingan
maden	kanza, maden, bn kanza
madeperist	madeperest, materyalîst
madeperistî	madeperestî, materyalîzm
mader	mader, mak, dayik, dê, deyk, da, bn dayk
maderza	zikmakî, xwezayî, xweriştî
madeyî	bn madî
madî	madî, diravî, aborî, pareyî
madî	medî, bn mad
maf	maf, heq: Azadî mafî her gelêk e Azadî mafê / heqê her gelî ye
maf	par, behr: Mafit bem pareye niye Para / behra te di vî pareyî nîne
maf	têkilî, pêwendî, pevgirê, pabendî: Mafî be ser qisekey minewe niye Ti têkilî bi gotina min re nîne
mafûr	mehfûr, merş, xalîçe, berik, hêsîl, lop, mişot, mêzer, sucatk, xawlîçe
mahek	mahek, navê êşekê ye (ing. mumps, parotitis)
mahî	mahî, şaxên fîlan
mahî	tiştên ji şaxên fîlan hatine çêkirin yan bi wan hatine xemilandin
mahîzerd	gupik, gupîtk, lûtke, serê çiya, bilindtirîn cihê çiya (t yên rût ango yê ti tişt lê şên nabe)
mak	mak, dayik
mak	mak, kan, serekanî, cihê yan tiştek tiştek jê tê yan çêdibe
mak	mak, gewer, bûnewerî, sirişta rast ya tiştekî ango ne tenê xwiyanga wê / wî
mak	zêdeêş, pêveêş, komplîkasyon, êşek biçûk ya li gel êşa serekî ye
makaw	makav, serekanî, ava serekî
makaw	cûnek şorbeyê ye
maker	maker, kera mê, dw nêreker, kerê nêr
makermele	xweşirînkirin, xweşirînkirina li ber dilê kesekî
makew	mêkew, kewmarî, kewa mê, dw nêrekew
mal	I
mal be qur girtin	mal (li kesekî) wêran kirin, ziyan(ek mezin) gihandin kesekî
mal be qur girtin	Mal be qur gîrê, bo wat kird? Malwêran, te çima wa kir?
lût birîn	(bo diziyan / xirabiyan) ketin malekê
lût û minal	bn malûminal
lût xistin	mal dan, barê mala xwe danîn û li cihekî bi cih bûn
mal	II
malat	pez, koma mih û berx û beranan
malat	terş, koma karik û bizin û nêriyan
malawa bît!	Malava (bî)! Mala te ava be! Bi xatira/ê te!
malawayî	xatirxwestin:
malawayî kirdin	xatir xwestin Malawayî lê kirdîn Xatir ji me xwest
malbend	malbend, bênvedangeh / rawestgeh in li ber rêyên karwanan
malbend	der, dever
malbend	war, welat
malbend	navend, cihê girse / gel lê dicive, meydana bûyeran
maldar	maldar, zengîn, dewlemend
maldarî	maldarî, rêveberiya / karûbarên aboriya malê
maldarî	maldarî, zengînî, dewlemendî
malewe	malve, berev malê, ber bi malê ve: Eçim bo malewe Ez ê bi nik mal ve biçim
malewe	malbatî, ehlê malê, kesên ji malekê: Malewe çon in? Malbatî çawan in? Zarûzêç çawan in?
malewênçe	cûnek giya ye
malewmal	mal bi mal: pişkinînî malewmal (lê)gerîna mal bi mal
malî	xwemalî, xumalî, yên malê, malî
malî	kedî, kehî, dw kûvî, kovî
malîn	malîn, maliştin, (bi firçeyê / gêzîk / motorê gilêşî) paqij kirin
maloçke	xanîk, mala / xaniyê biçûk û bêserûber
malos	mahû, beraza mê, mehû, mawî
malran	hatin malîn / maliştin
malû	bangurdan, bagurdan, mangêr, mehlî, tapan, şûnkê serbanan, bangurdank, alavek e li ser banan tê gerandin daku ban bihêz bibe û dilopên avê tê neçin mal ve û malê şil nekin
malûm	malim, serekên dînî yên cihûyan (li şûna melayên misilmanan yan qeşeyên fileyan)
malûminal	zarûzêç, erzûeyal, jin û zarok
malwêran	malwêran, malkembax, malxirab, xwelîser
malwêranî	malwêranî, malkembaxî, malxirabî, xwelîserî
malxo	lêzim, dost, kesek ku ji malbatê tê hesibandin. (Agadarî: Di kurmancî de "malxwê
malyat	maliyet, berhem, hate, dahate, kar, qazanc
mam	mam, ap, am, birayê babê yekî
maman	pîrik, jina di welidîna / çêbûna zarok de alîkariya diya zarok dike
mambirayîme	cûnek tirî ye
mame	mamo, apo, amo
mamele	bn mamile
mamexeme	xalxemo, kesê pir xeman dixwe
mamik	mamik, tiştonek
mamil	mamil, mi'amil, kesa/ê bi berdewamî bazirganiyê / ticaretê li gel kesek din dike
mamile	mamilet, mi'amilet, bazirganiya / ticareta berdewam di navbera du hevpeymanan de
mamilepeşîmanî	pêşînat, beşek / pişkek ji bihayê tiştê dê bêt kirîn ku yê bikir dide yê firoşer daku ger yê bikir paşî li bazara xwe poşman bibe û nexwaze tiştên sparişkirî bikire hingê ev pişka / beşa pare bo yê firoşer bimîne
mamir	mamir, mamirk, mirîşkên ciwan, mirîşkên dê di nêz de bigihin jiyê / temenê hêkkirinê
mamiz	xezal, bn ask
mamîl	bn mamil
mamîlan	cûnek giya ye
mamîran	bn mamîlan
mamk	bn mamik
mamleçûqe	kum, kulav, t yê bi saqo / qapût ve
mamnawendî	navincî, tiştê ji mezinatiya / başiya / jêhatiniya xwe ve ne pir mezin / baş û ne jî pir biçûk / xirab
mamo	bn mame
mamojin	jinmam, jinap, jina mamê / apê kesekî
mamosta	mamoste, mamhosta, fêrker, dersdêr, wanedêr, hînker, kesa/ê dersan / waneyan li dibistanan yan fêrgehên din dide
mamosta	bernav bo kesên xwenda / zana
mamostayane	mamosteyane, mîna / wek mamosteyan, hosteyane, bi hostetî
mamotk	jêhatî, bihinêr, kesa/ê baş dikare tiştan çêbike, kesa/ê ji destên xwe ve zîrek / jêhatî
mamwesta	bn mamosta
man	man, xweragirtin, sekinîn, nelivîn, neçûn, nemirin, neguherîn
man	grev, karnekirina ji ber nerazîbûnê
man girtin	grev kirin, ketin grevê, karê xwe rawestandina ji ber ku ji kardêra/ê xwe ne razî ye û dixwaze bi rawestandina karê xwe bandorê li kardêr bike daku daxwazên kesa/ê kar rawestandiye bi cih bîne
manewe	veman, li paş man
manewe	man, wek mêvan li derekê man
mangir	girevgir, kesa/ê karê xwe radiwestîne ji ber ku ji kardêra/ê xwe ne razî ye û dixwaze bi rawestandina karê xwe bandorê li kardêr bike daku daxwazên kesa/ê kar rawestandiye bi cih bîne
-man, -man-	me: namanbînin me nabînin, lêman dizîwe ji me diziye
-man, -man-	-(y)a me: malekeman mala me
-man, -man-	-(y)ê me: espekeman hespê me
-man, -man-	-(y)ên me: espekanman hespên me
mana	wate, mane, me'ne
manadar	watedar, manedar, bime'ne
manayî	wateyî, maneyî, razber, abstrakt
mandû	westî, betilî, kerixî, mandî, tehibî, te'ibî
mandû bûn	westîn, betilîn, tehibîn, te'ibîn, mandî bûn
mandû kirdin	westandin, betilandin, te'ibandin, mandî kirin
mandûnebûnî	mandînebûn, silav li kesek ji rêvingiyê tê / hatiye: "Xwedê qewetê bide" yan biwêjek wek wê
mang	heyv, hîv
mang	meh, heyv, heyamek salnameyî yê nêzî 30 rojî
mang gîran	heyv xeyirîn, dema heyv bi temamî yan jî hin parçeyên wê tarî dibin û nayên dîtin
mangî çiwarde	meha çarde(hî), meha tevav, dema meh bi temamî tê dîtin
mangî dahatû	meha bêt / were
mangî raburdû	meha borî / çûyî
manga, mange	çêl, çêlek, "gayên mê"
mangane	mehane, her meh
mangane	mehane, li gor mehan
mangeşew	tavheyv, tavehîv, hîveron, ronahiya heyvê yan şeva ronahiya heyvê li dinyayê dide
mangî	mehî, bi mehan, li gor mehan
mangî	heyvî, bi heyvê, li gor heyvê
manî	bn mana
maqûl	maqûl, jêhatî, berkeftî, qenc, çê, baş, çak
mar	mar, heywanek xwişok yê bi piranî jehrawî ye
mar	bn tarûmar
marasa	zivirok, badok, badbadok
marangaz	marpêvedayî, kesa/ê marekî yan çend maran jehra xwe gihandiyê
marçêwe	çavmark, meroje, navê giyayekî ye
mare	mehr, mar, zewac, jin- yan mêrkirin
mareke	zîn
mareke	kurtan
mareke	têr
marekol	dûpişk, bn dûpişk
mareyî	next, qelen, pareyê / malê malbata zavayî dide ya bûkê
marezîw	hezarpêk, navê heywanikek biçûk ya pirling e
marîfet	marîfet, me'rîfet, xîret, namûs, şan, şeref
marîfet	hinêr, şiyan, jêhatin, pêçêbûn
marîje	giyayek xwerbar e
marmêlke	margîsok
marmasî	marmasî, cûnek masiyên dirêj e ku dişibe maran
marnegez	cûnek pêlavan / solan e ta çokan dirêj e daku mar bi mirovî venedin / jehra xwe neavêjin mirovî
maro	beş, niqteya spî li eniyan hespan
masan	werimîn, perçivîn, pifîn, avisîn, pif bûn, bn awsan
masandin	werimandin, perçivandin, pifandin, avisandin, pif kirin, bn awsandin
mase	bn mêz
masî	masî, masû, me'sî, lawirek avî ye
masîgir	masîgir, kesa/ê yan lawirên masiyan digirin
masîgire	masîgirk, navê firindeyekî ye
mast	mast, şîrê germkirî û hêvênkirî û meyandî
mastaw	dew, mast û av û xwê (û cemed / bûz) têkilkirî / tevlihevkirî
masulke, masûlke	zeblek, masûlke, zevlek
masûle	bilolk, gulolk, masûr, deziyên li hev alandî
masûle	bn fîke
maş	maş, maşik, gulgiyayek xwerbar e ku libên wan dişibin nokan / nîskan / fasoliyan û bi taybetî di nav birincî de tê xwarin. Navê wê yê zanistî Phaseolus aureus e.
maşe	cûnek toran e bo masîgiriyê
maşîn	xwarin, xilas kirin
maşînewe	ramalîn, raheşandin, bi carekê xilas kirin (t dema kesek tiştekî bi tevayî diavêje devê xwe)
maşot	kirmik, kurmik, parazît
maşqe	bn aşqeûmaşqe
mat	mat, ecêb, seyr, sosret, hêbet, heyirî
mat	(bêdeng, kir) mit, kir, bêdeng, bêpêjn
mataw	tavheyv, hîvron, tava heyvê / hîvê, şeva tava heyvê bihêz e
mate	(fêkî / keske / sebze) nîvgihiştî
matemîn	bêmad, bêxulk, aciz, nekêfxweş, bêzewq
matemînî	bêmadî, bêxulkî, acizî, nekêfxweşî, bêzewqî
matik	kil, rengê reş yê mirov li bijangên / mûjangên çavên xwe didin, bn arayiş
matî	matî, ecêbî, seyrî, sosretî, hêbetî, heyirînî
matî	mitî, kirî, bêdengî, bêpêjnî
matî	bêmadî, depresyon
matlî	cûnek tivengan / çekan e
mator	motor
matore	bn pirûpûç
maw	mayî, heyî, sax, nemirî
maw	bermayî, jibermayî, zêde
mawe	heyam, dem, mawe, midet, wext, çax
mawe	qeder dûrî
mawe	delîv, derfet, îmkan, rê
maxolan	xemgîrî, xemgînî, têrxemî, kovandarî
maxolan	bêhedan, nerehetî, nearamî
maxulya	bn maxolan
maye	nirx, biha, maye, sermaye
maye	binas, sedem, semed, sebeb, serekanî, çavkanî
maye	madde
mayepût	rût, rûtbûyî, kesa/ê ti pare yan maliyet nîne yan nemaye, kesa/ê ketiye rewşek kembax (pir xirab) ya aborî
mayedar	mayedar, maldar, malhe, zengîn, dewlemend, kesa/ê di rewşek baş ya aborî de
mayedarî	mayedar, maldarî, malheyî, zengînî, dewlemendî
mayesîrî	bawesîrî, basûrî
mayewar, mayewer	rastîn, heyî, nehewante
mayin	mahîn, mehîn, hespa mê
mayinçe	ling, lûlaq
mayinçe	masûlke
mayis	bn ayar
mazin	bn mezin
mazû	mazî, mazû
mazûlîkêş	xweragir, mukum, dilsoz
me-	ne-, me- (pêşpirtikek e bo fermaniya ne-erênî): meke neke, meke, mebin nebin, mebin
me'amele	bn mamile
mebest	mebest, merem, mexsed, niyaz, armanc, nêt, niyet, daxwaz, hêvî, doz
mebesthên	erênî, avaker, biber, berhemder
meclîs	civîn, meclis, civat, encûmen, kor
meclîs bestin / girtin	civîn li dar xistin
mecrîsok	navê giyayekî ye li mêrg û çîmenan şên dibe
mecûsî	mecûsî, stêrxwîn (astrolog) yan sihrbazên zemanê berê
meçek	zend, bask, meçek, dest
mefreq	bronz, mefreq (cûnek kanza / maden e)
meger	meger, ger ne: Meger xom nekem Ger bi xwe nekim
meges	bn megez
megez	megez, pêşû û mêş û firindokên din yên mîna wan
megezxor	megezxwer, heywanên pêşû û mêş û yên wek wan dixwin
meha	bn mê
mehek	bn sengî mehek
mehik, mehk	mehik, xwîndîtin, xwînçûna ji ber keçan / jinan, bênivêjî
mehîr	şorbe, mehîr, avik
mehkem	mukum, cihgirtî, xurt, tişta bi asanî ji cihê xwe nalive
mehkeme	bn dadge
mehşer	bn rojî mehşer
mekat	bn merane
mekir	bn mekr
mekîne	mekîne, endaz, makîne, alav, amûr, hacet
meko	veşargeh, cihê xwelêveşartinê
xo le meko dan	xwe li ber venan / vedan, xwe li ser rêya kesekî / heywanekî veşartin ta ku ew kes / heywan bêt û bikeve destê kesa/ê xwe veşartiye
mekr	bn fêl
mel	bn balinde
mela	mela, mele, serekên dînî yên misilmanan (hevberî qeşeyên fileyan yan malimên cihûyan)
melamet	melamet, motîv
melamet	binas, sedem, semed, sebeb, ho
melaq	mewîj, mêwîj, tiriyê hişkkirî
melaş	mit, kir, bêpêjn, bêdeng, bêdeng û bêliv
melaşû	pidû, pidî, alûme, panika devî
melayetî	melatî, meletî, karê / pîşeya / jiyana melayan
melayket	bn firîşte
melazade	melaza, ji binemala melayan, zaroka/ê mela
melbend	bn malbend
mele	ajnî, melevanî, avjenkî, sobahî, ajne, ajnê
mele kirdin	ajnîn, melevanî kirin, ajnê kirin, avjenî kirin, xwe di avê xistin, çûn di avê de û tê de pî / ling li hewa gerîn, xwe avêtin avê û tê de pî / ling ji erdê bilindkirî xwe livandin
melega	ajnîgeh, melevanîgeh, hewza / cihê ajnînê / melevanîkirinê
melewan	ajnîzan, ajnîvan, melevan, melevanîzan, kesa/ê dizane di avê de bilive bêyî ku bixeniqe
melewanî	ajnîzanî, ajnîvanî, melevanî, werzişa / spora yan zanîna / hunera livîna di avên kûr de
melezan	bn melewan
melhem	melhem, krêm, merhem, dermanek don e bi leş radidin daku nerm bibe yan ji nesaxiyekê bêt parastin
melkeb	zembîl sepet, selik, zembûlk
melkesen	cûnek kirmikan / kurmikan e
melmel	cûnek çît / qumaş e
mem	guhan, ew pişk ji leşê heywanên mê ya ku şîr tê de ye yan şîr jê tê
memdar	guhandar, ew cûn heywan yên ku guhan hene
meme	bn memk
memîle	serçiçik, sermemik, ew kuna / qula li memikên / bersîngên / bistanên jinan ya ku şîr jê tê
memk	memik, bistan, bersîng, çiç, çiçik, memk, ew pişk ji leşê jinan ya ku şîr tê de ye yan şîr jê tê
memk dan	çiçik dan, şîrê memên / çiçikên xwe bo xwarinê dan zarokekî
memkbend	bermemik, ew parçeya cil ya ku jin dixin ber memikên xwe
memke	memik, meme, botlê / şûşeya şîrê zarokan dikinê û zarok dikare piço-piço ji kunika wî şîrî bimêje û vexwe
memkole	memkok, çiçkok, memên / çiç(ik)ên biçûk
men	min, mine, pîvanek giraniyê / qursiyê ya nêzî 3 kîlograman e
men	vê gotinê de: Her kes menî malî xoyetî Her kes hosteyê karên xwe ye
mencel	mencel, amanek mezin e t ji mis / sifir tê çêkirin
menceloke	mencelok, mencelên biçûk
-mend	-mend, paşbendikek e bo çêkirin hin navdaran ku wateya "kesa/ê tiştekî dike / dizane" dide: hunermend, karmend
mendebûr	pîs, genî, girewî, fistewî
mendîl	cûnek çît / qumaş e
mene	bermayî, jêmayî, zêde
menê	giyayek bênxweş yê xwerbar e
meng	kûr (av û hwd)
mengaw	hewz, cihê av tê
mengene	mengene, alavek e bo şidandina / dewsandina hin tiştan
mengî	kûrî, kûrahî, kûratî
mengîl	bn mendîl
mengul	mengul, zengul û mengul, gulîfank, hin tişt in bo xemilandina dîwaran yan cihên din
meqam	miqam, kilam, stran
meqest	meqes, miqes (alavek pêbirînê ye)
mer	mî, mih
meran	bn yasemîn
merane	mihane, mekat, baca mihan
merc	merç, şert, şirût, şert û merc, şert û şirût
merd	gernas, egîd, mêr, mêrxas, wêrek, biste, aza
merd	merd, kesa/ê amade ye malê xwe bo alîkarîkirina xelkê xerc bike, dijw temah, çepel, nemerd
merdayetî	mêranî, mêrxasî, wêrekî, bistehî, gernasî, egîdî, azayî
merdayetî	merdî
merdim	mirov, meriv, mere, ademza, benîadem, ademîzad, însan
merdum	bn merdim
mere	azar, jan, êş, elem
merekeb	ximav, hibir, mirekeb,
merexes	destûrdayî, berdayî, bexşandî
merexesî	destûr, xatir, îzin
merez	merez, mixayir, mohaîr
mereze	zeviya birinc
merg	merg, mirin, neman
mergemûş	jehrek e t bo kuştina mişkan / curdan tê bikaranîn
merheba	merheba, silav
merkane	merkane (cûnek ceran / cerikan e)
merkez	navend, merkez
merkezî	navendî
mermer	mermer (cûnek kevirê bihadar e)
mesîhî	file, mesîhî, xrîstiyan
merûmalat	terş, tewal, sewal, terşûtewal, kerî, pez
merz	tixûb, sinor, bn sinûr
merze	catir, catirî, catirk (navê giyayekî ye)
merzekêwîle	bn merzingoş
merzingoş	catira dêmî / beyaristanê / kûvî
merzewan	tixûbvan, sinorvan, kesa/ê çavdêriya / sereguhiya sinoran / tixûban dike
merzewan	sinorî, tixûbî, kesa/ê li ber / ser sinoran dijî
mesek	bn mûşek
mesel	mesel, metel, nimûne, mînak, wekok, wêne
mesela	mesele, bo nimûne, wek mînak
mesîne	mesîn, amanek avê yê lûlîdar e
mest	mest, serxweş, kesa/ê ketiye bin bandora alkoholê yan tilyakê (her wiha mecazî: kesa/ê bi kirina tiştekî zêde kêfxweş bûye)
mestî	mestî, serxweşî
meşkale	bn meşkole
meşke	meşk, pîstê / çermê / postê hin heywanan (t yê bizinan / çêlan) yê bo kêşana avê yan kana / kilana / kiyana mast daku bibe dew û don / nîvişk
meşke jendin	meşk kan / kilan / kiyan / kilandin / kiyandin / hejandin / livandin / anîn û birin daku mastê tê bibe dew û don / nîvişk
meşkole	meşkok, pîstok, postik, canteyek biçûk e ji pîstê / çermê hin heywanan tê çêkirin û hin xwirakên hişkkirî (bo nimûne hejîrên hişkkirî) tê de tên parastin
meşq	rahênan, ra-anîn, temrîn, meşq, xwefêrkirin, xwehînkirina bi kirinê / çêkirinê li derî dema bi rastî bûyerek diqewime, li derî dema pêşbaziyê / lîstikê
meşqbîn	rahênanker, meqşker, kesa/ê xwe bi meşqan fêr dike, kesa/ê bi meşqan tê hînkirin
meşdader	meşqder, rahênander, kesa/ê kesek dî bi meşqan fêr / hîn dike
metarêz	xendek, çeper, cihê leşker / pêşmerge bo xwe koliye û tê de li benda dijmin dimîne yan xwe ji dijmin diparêze
metel	mamik, tiştonek, têderxistinok, metel, metelok
metel dahênan	mamik pirsîn
metel helhênan	tê derxistin, mamik zanîn, bersiva mamikekê rast dan
meth	meth, pesn
metirsî	metirsî, tirs, fikar, endîşe
metirsî	xeterî, talûkeyî, metirsî
mewda	dev, devik (parçeya tûj / birek ji kêrê / şûr û hwd)
mewda	mijar, babet
mewlû, mewlûd	mewlûd, mewlîd, pîrozkirina (jidayik)bûna Hz. Mihemed pêxember
mexaze	mexaze, mixaze, dikan (t yên cilfiroşiyê)
mexlûq, mexlûqat	afirandî, mexlûq, mexlûqat, heyber, xelk, hemû tiştên heyî yên jîndar
mexşel	pêtal, meşale, agirê mirov li gel xwe dimeşîne daku rêya mirov ron bike (wek sembol jî tê bikaranîn)
mexte	aheng, aştî, lihevî, tenahî
mexte girtin	li hev kirin, li hev hatin, aşt bûn, pêk hatin, aheng (di navbera du kesan / aliyan de) çêbûn / peyda bûn
mey	mey, bade, şerab, ereq, raq, alkol, alkohol, vexwirak, vexwarinên alkol tê
meyan	navber, navbeyn
meyan	nav, nêv, navend
meyan	dever, navçe, herêm, cih, war
meydan	bn meydan
meyandin	meyandin, mehandin, tiştek ruhn / avî kirin tiştek nîvziwa (t şîr kirin mast)
Meyandûaw	Mezra Botan, Mezopotamya, Nêvduav, devera dikeve navbera Çemê Dîcle û Çemê Firat
meyane	navincî, navîn, nave, nêve, ya ne zêde mezin û ne jî zêde biçûk
meyane	têkilî, nasîn
meyanero	rênerm, navrê, sernerm, dijw rêhişk, tundraw, ekstremîst, serhişk
meyaneroyî	rênermî, navrêyî, sernermî, dijw rêhişkî, tundrawî, ekstremîzm, serhişkî
meyaneyî	navincî, navîn, naveyî, nêveyî
meyaneyî	rênerm, navrê, sernerm
meydan	meydan, gorepan, mêdan, rastgeh, çare, cihê pan (û rût, t bêdar)
meydan	delîv, derfet, îmkan, rê
meydandar	şerker (t di pevçûna navera du kesan de)
meydandarî	pevçûn, lêkketin, lihevxistin, şerê navbera du yan çend kesan
meyfiroş	meyfiroş, badefiroş, kesa/ê meyê / badeyê difiroşe, xwediya/ê dikana meyê / badeyê
meygêr	meygêr, badegêr, saqî, kesa/ê meyê / badeyê raber dike
meyî	meyî, mehî, tiştê ku meyiye yan hatiye meyandin
meyîn	meyîn, mehîn, tiştek ruhn / avî bûn nîvziwa (t şîr bûn mast)
meyl	hewes, gêwl, arezû, hez, dil, daxwaz, xwezî, xwestik, meyl
meymûn	meymûn, mêmûn, hin cûn heywanên destdar in
meymûn	peyvek neşirîn e bo mirovan
meymûnewan	meymûnvan, kesa/ê meymûnan xwedî dike yan dielimîne
meynet, meynetî	dijwarî, bela, êş û jan, kul û derd, tengasî, tengavî, bêçaretî
meysaz	meyçêker, meysaz, badeçêker, badesaz, hosteya/ê çêkirina meyê / badeyê
meysazî	meysazî, meyçêkirin, badeçêkirin, badesazî, hostetiya çêkirina meyê / badeyê
meyser	misoger, tekîd, te'kîd, bêguman, bêşik, pişrast
meyser kirdin	bi cih anîn, misoger kirin, tekîd kirin
meystan	meygeh, badegeh, meyistan, badestan, cihê mey / bade lê tê çêkirin
meyter	tîmarker, seyîs, meyter, kesa/ê matî ji hespan dike, kesa/ê sereguhiya / çavdêriya hespan dike, xulamê hespên axayê xwe û / yan mêvanên wî av û alif dide
meyterî	tîmar, seyîs, meyterî, sereguhîkirina hespan, matîkirina ji hespan, av- û alifdana hespan
meyyan	bn meydan
mezat	mezat, bazara lê tê gazîkirin ka kî dixwaze tiştekî bi bihayek girantir bikire ew tişt tê firotin wî kesî yê amade ye herî zêde pare pê bide
mezatxane	mezatxane, cihê mezat lê tê kirin
mezbete	gilî, gazin, gazinc, gazind, xwenerazîkirin
meze	çêj, tam, tehm
meze lê cûlan	tam lê (xweş) hatin, çêj lê (xweş) hatin, jê hez kirin, li ber dilî xweş bûn
mezedar	çêjdar, bitam, tamdar, biçêj, tamxweş, çêjxweş
mezin	bn mezn
mezirge	mezirge, cih, dever (t yên pîroz / dînî)
mezn	gir, girs, giring
mezn	mezin
meznayî	bn meznî
meznî	mezinî, mezinahî, mezinayî
meznî	girî, girsî, giringî
meznîxwaz	mezinîxwaz, jixwemezintir, jixwezêde, kesa/ê her dixwaze (bi hêza / navdariya xwe) mezintir bibe tevî ku derfetên di dest de kêm in bo ku bigihe armancên xwe
mê	mê, dijw nêr
mê	(mer) mî, mih, dijw beran
mêbaz	jinbaz, mêrê têkiliyên ne berdewam li gel jinan hene, mêrê "her roj" bi jinek nû re ye, mêrê "ji jinekê dibeze ya dî"
mêbazî	jinbazî, têkiliyên ne berdewam yê mêrekî li gel jinan
mêçke	serejin, jinanî, zelamê bi reftar û tevgera xwe ve mîna jinan
mêgel	kerî, celeb, pez, koma mihan
mêj	mêj, berê, berî demek dirêj
le mêjewe	ji mêj ve, ji berê ve, demek dirêj e / bû ku...
mêjelak	mejox, mejî (tenê bi wateya konkret)
mêjû	dîrok, mêjû, tarîx, zanista yan serpêhatiyên li ser demên berê yan bûyerên qewimî
mêjûnas	dîroknas, pisporên dîrokê
mêjûnasî	dîroknasî, zanista li ser dîrokê
mêjûyî	dîrokî, mêjûyî, tarîxî
mêkut	mîrkut, mîrqut, alavek mîna bivir e lê serikê wî girovir e
mêkute	xurî, xurîk (êşek e)
mêlak	hesk, mifsik, moçik, heskû, alavek ji kefçiyan mezintir e xwarin pê ji qazanan / qûşxanan dikin sênîkan
mênge	bn mê
mêrd	mêr, şû, helal, zelamê di zewacê de mêrê jinekê
mêrd kirdin	mêr kirin, şû kirin, (keç / jin) zewicîn
be mêrd dan	dan şû, (jin / keç) zewicandin
mêrddar	bimêr, mêrkirî, şûkirî, mêrdar, jina zewicî / zewicandî
mêrdezime	bn moteke
mêrg	mêrg, çîmen, çayir, giyastan
mêrgole	mêrgok, mêrga biçûk
mêrguzar	şên, hêşîn, giyadar, cihê gul û giya lê şên dibin
mêrguzar	baxçe, gulistan
mêrû	kêzik, hemû cûnên kêzikan yên difirin û dimeşin
mêrûgir	kêzikgir, giyayên kêzikgir / kêzikxwer
mêrûle	mêrî, mûrî, morî, gêle, gêre, gêrik, mûr, mûhî (zool. Formicidae)
mêrûle kirdin	kizîn, kizkizîn, kizkiz kirin, hêdîka li ser agir kelîn
mêrûxor	kêzikxwer, heywanên kêzikan dixwin
mêslezergo	jale, lork, rolk, lavlavk (giyayek e)
mêş	mêş, lawirek firok ya biçûk e
mêşesî	cûnek firindeyan e
mêşk	mejî, mêjî, mêşk
mêşk	hiş, aqil
mêşk birdin	mejî reş kirin, wa kesek aciz / zivêr kirin ku êdî nizane çawan / çi bike
mêşk birîn	aqil (ji tiştekî) birîn, bawer kirin ku tiştek baş e
mêşk çûn	gêj bûn, hay ji xwe neman
mêşk xoşe kirdin	mejî şûştin, aqil xirandin
mêşkole	mejîk, mejîçk, pişka biçûk ya mejî
mêşrewên	mêşrevînk, tiştên tên bikaranîn bo dûrxistina mêşan ji tiştekî
mêtulke	cûnek kêçan / spihan e
mêw	mêw, dara tirî pê ve çêdibe
mêw	find, şem, mûm, maddeyê find jê tên çêkirin
mêwerd	zevî, zeviya tovkirî ya piştî yekem barana payizê kêlayî
mêwîn	findî, mûmî, şemayî
mêwuj, mêwûj	mewîj, mêwîj, tiriyê hişkkirî
mêx	mîx, sing, kelem, bizmar, arêx, spîn
mêxek	navê hin cûn gulên mîxdar e
mêxoş	tirş-û-şirîn
mêye	bn mê
mêyîne	zayendmê, mêyîn, di rêzimanê de navdêrên mîna peyva "jin" ditewin
mêz	mase, mêze, xwank, xank
mêz	bn mîz
mêzgird	suhbeta li dor maseya / mêzeya girovir
mêzgird	panel
mêzgird	gotûbêj
mi'arize	opozîsyon, mixalife
micewir	micewir, berdestiyê / berdestkê mizgeftê
micro	bn kiwêr
mift	belaş, herwe, bêpare, bêheq
mift	pir erzan
miftî	miftî, muftî, zanayek îslamê
mihamî	parêzer, avûkat
mij	pêl, qurta / qurça li cigareyê yan qelûnê tê dan
mij lê dan	pêl lê dan, pêlek jê kêşan: Mijêk le cigarekey xoy da Pêlek li cigareya xwe da
mij	mij, moran, dûman
mijdane	xelata didin kesa/ê mizgîniyekê radigihîne
mijde	mizgînî, mizgîn, nûçeya / peyama / xebera xweş / xêr
mijdegar	mizgînîber, kesa/ê mizgîniyan diîne
mijer	mêjer, kesa/ê tiştekî dimêje
mijer	mêjerk, alava tiştekî dimêje
mijîn	mêtin, mêjan, mêhtin (zarok: şîr ji memikên / çiçikên diya xwe kişandin devê xwe
mijîn	têjikên heywanên guhandar: şîr ji guhanên maka xwe kişandina devê xwe)
mijîn	mêjîn, av yan tiştek yê ruhn çûn di nav tiştekî re û êdî bûn beşek ji wî tiştî û wisan wenda bûn (t dema piçek av di nav axa ziwa re hişk dibe, hingê "av dimêje erdê")
mijok	mêjok, tişta tiştek din dimêje xwe (t per ango kaxeza bo xiwakirina avê tê bikaranîn)
mil	sto, hustu
mil	gerden
milç, milçemilç, milçehûr	milçemilç, xwarina / cûna / cûtina bi dengê bilind
milk	milk, malûmilk, mal, erazî, dewlet, heyîn
milkûmal	malûmilk
miloziman	lewçe, zimandirêj
milwanke	gerdenî, ristika gerdenê, kolye
mijîn	mêtin, mêjîn
mil	stu, hustu, sti, sto, stû, stuh, ew pişka ji leşê mirovan yan lawiran ya ku serî bi leşî ve girê dide (Agadarî: di kurmancî de peyva "mil" wateyek cuda dide: mil ew cih e ji leşî yê ku destên mirovan yan lawiran lê bi leşî / kelexî ve girêdayî ne)
mil berew cêgayek / şitêk nan	berê xwe dan ciyekî / tiştekî, ber bi aliyekî meşîn / bi rê ketin
mil le çeqo sûtin	stuyê xwe dan ber kêrê, serê xwe xistin belayê, xwe xistin talûkeyan / xeteriyan
mile	pêşbazî, pêşbirk, misabeqe, sîbaq
milego	bn milwanke
milek	bn şêr
milema	nefes, hilm, bên, henase, bênvedan, anîn û birina bênê / nefesê
milema nîştin	bên(a kesekî) hatin, piştî bênbiserketinê dîsan bên vegerînê normaliyê: Hêşta milemam nenîştibû, wutî: "Debê dîsan rabikeynewe." Hê bêna min nehatibû, got: "Divê em dîsan bibezin."
mileqorte	stulk, stuyê zirav û dirêj (yê firindeyan yan ji qerfî yê mirovan)
milequtê kirdin	stuyê xwe dirêj kirin (daku tiştekî bibîne)
milewan	stubend, benda / benê li dor gerdenê / stuyî tê alandin
milhur	stustûr
milhur	serhişk, înato
milkeç	sernerm, dijw serhişk
milkeç	serşor, dijw serbilind
milmilanê	hevrikî, rikeberî, milmilanê, berxwedan, dijberî, berevanî
milûçe	jan, êş, azar
milûçe kirdin	arîn, azirîn, êşîn, hest bi êşê / janê / azarê kirin
milwanke	gerdenîk, ristik, benî, ristika / zincîrka zêrîn yan zîvîn ya t jin dikin gerdena / stuyê xwe
min	ez: Min kurd im Min nazanim Ez nizanim
min	min: Min nemdezanî Min nedizanî, Le min gewretir e Ji min mezintir e
minal	zar, zaro, zarok, zêç, biçûk, tifal, mirovên di jiyê / temenê kêm de
minal	keç û kurên kesekî, qîz û lawên kesekî
minal	aqilsivik, kêmaqil, nezan, negihiştî, xeşîm, nefehma, cahil
minalane	zarokane, zarokşib, mîna / wek zarokan
minaldan	zarokdank, cihê zarok tê de berî ku bêt dinyayê
minalî	zarî, zaroyî, zarotî, zarokî, zaroktî, heyama kesek zarok e / bû: Be minalî zor şîrîn bû Di zarotiya xwe de pir şirîn bû / Dema zaro bû, gelek şirîn bû
minaloçke	zarok, zarê biçûk, sava, biçkok
minare	minare, birca bilind ya mizgeftan
mindal	bn minal
mine kirdin	piştrast kirin, saxtî kirin, teselî kirin, axulme kirin, lê vekolîn daku bizane ka çawan e / rast e
minet	minet, qencî
minet	minet, texsîrî
minet bûn	Minetit nebê, çî ekeyt, bîke! Bêminet be, çi dikî bike (ez ji te natirsim)!
minetbar	minetbar, qencîbar, kesa/ê qenciyek lê hatiye kirin û ji ber hindê (hest pê dike ku) erkê wê / wî ye qenciyekê li kesa/ê qencîkirî bike
minetbar	spasdar, kesa/ê ji qenciya li wê / wî hatiye kirin pir razî ye û dixwaze spas bike
minetbarî	minetbarî, qencîbarî
minetbarî	spasdarî
minêwnî	bn xoperest
mingin	minminî, kesa/ê bi dengek nezelal (t yê ji kepê / difinê / pozê tê) yê mîna "minemin" dipeyive / diaxive
mingeming	minmin, peyivîna bi dengek nezelal yê mîna "minemin" dipeyive / diaxive
minho	guharto, versiyon, varyant
minox	sexte, sixte, neresen, neheqîqî, nerast
minoxî	sexteyî, sixtekarî, neresenî, nerastî
minûtoyî	cudatî, formalîte (t dema kesek dixwaze ku formalîte di navbera wî û hevalên / hevkarên wî de nemîne): Em minûtoyiye bo çi ye? Ma ev formalîte bo çi ye? Em bira ne! Em heval in!
miqomiqo	birdebird, suhbeta dengnizm di navbera du yan çend kesan de daku kesên din yên li nêzî wan suhbeta wan nebîzin
mir	mir, mirîşk û firindeyên din yên wek wê
mirî sere	mirîşka kurk
mir	têr, têrtijî, kesa/ê yan heywanê hindî xwestiye xwariye
mir man	xwe li ber (tiştekî) venan, lê pan, li tiştekî sekinîn yan li benda tiştekî man ta ku bêt û kesê bendewar xwe lê bide yan werbigire
mirad	mirad, daxwaz, hêvî
mirandin	mirîn, ji ber enirînê dengê mire-mir ji xwe anîn
mirawî	mirawî, sone, qaza / werdeka mê
mirdar	mirar, kelexê / leşê heywanên mirî
mirdar bûnewe	mirar bûn, heywanên birîndar yan nesax dibin û ji berî bên serjêkirin bimirin û ji ber hindê bo xwarinê ne helal bin
mirdar bûnewe	sekitîn, mirina ne-mirovan
mirdarbû	mirarbûyî
mirdarbû	sekitî
mirdarxor	mirarxwer, kesên yan heywanên goştê heywanên mirarbûyî dixwin
mirdele	spîçolkî, zer, zerik, rengavêtî, ji tirsan serûçav spî bûyî
mirdin	mirin, jiyana xwe ji dest dan, jiyana xwe hinda kirin, hatin kuştin
mirdin sûtan	kirin û nekirin, xwe kuştin û sotin: Mirdim û sûtam, be qisey min nekird Min kir û nekir, wî bi gotina min nekir / Min xwe kuşt û sot, bi ya min nekir
mirdok	mirok, mirbar, dijw nemir
mirdû	mirî, kesa/ê yan heywanê jiyana xwe ji dest daye
mireba	  reçel, mirebe' (peyvek erebî ye)
mirekî	bi coşî, bi dilek germ, ji dil
miremir	dengê "miremir"
mirîşk	mirîşk, firindeyek kêmfir ya kedî ye
mirk	bn enîşk
mirkan	bn damirkan
mirov, mirow	mirov, meriv, mere, beşer, însan, benîadem, ademza, ademîzad
mirovayetî	mirovatî, mirovahî, sirişt û taybetmendiyên mirovan
mirovayetî	hemû mirov bi hev re
mirovdost	bn mirovperwer
mirovî	mirovî, tiştê ku li gor baweriya / sirişta / taybetmendiya / wijdana mirovan e
mirovî	merdî, camêrî, ciwamêrî, qencî
mirovperwer	mirovperwer, mirovdost, kesa/ê ji mirovan hez dike, kesa/ê yan baweriya nirxek bilind dide mirovan û mirovatiyê
mirovzanî	mirovnasî, zanista li ser mirovan
mirûrçe	bn mirûle
mirûrçe kirin	hêdîka kelîn
mirûrçe kirin	kel hatinê
mirûrçe kirin	arîn, azirîn, êşîn
mis	mis, sifir, mîs (cûnek kanza / maden e)
mis tê kiran	mismit bûn, mismitîn, qet nebihîstin tevî ku çend carî bi dengek bilind bêt dubarekirin jî: Elêy giwêt misî tê kirawe! Dibê qey guhê te mismit bûye! (ango: Ma guhê te bi misê helandî hatiye dagirtin!?)
misger	miskar, misger, kesa/ê karê mis / sifir dike
misgerî	miskarî, misgerî, karûbarê kesên miskar
misk	misk, maddeyek bênxweş e (t wek bên-avê tê bikaranîn)
miskî	miskî, tişta ji miskê hatiye çêkirin yan bêna miskê jê tê
miskî	bênxweş
miskî	bêndar
misoger	misoger, piştrast, bêguman, biste, bisteh
misqal	misqal, pirt, pişkek / parçeyek pir biçûk
misqal	misqal yekîneyek pîvanî ye t bo zêr û zîv
mist	navd mist, kulm, destê miçandî / şidandî (t daku wek derbe li tiştekî / kesekî bide)
mist	rengd mist, kulm, lep, tijî / miştî destekî tiştek
miste	mist, kulm, derbe, derbeya / lêdana bi mistê / kulmê
mişar	mişar, birek, alava pêbirîna daran yan asin
mişe	mişe, zehf, pir, gelek
mişexor	berxwer, mişexwer, parasît
mişext	mişext, aware, derbider, sirgûnkirî, koçber
mişextî	mişextî, awareyî, derbiderî, koçberî, sirgûn
mişk	mişk, rawirek biçûk yê kilikdirêj e ku dişibe cirdan / curdan lê ji wan biçûktir e
mişkgire	kolare, qereqûş, xertel, mişkgirk (firindeyek e)
mişt	mist, kulm, destê miçandî / şidandî (t daku wek derbe li tiştekî / kesekî bide)
mişt	rengd mist, kulm, lep, tijî / miştî destekî tiştek
miştax	miştax, cihê tirî li ser tê hişkkirin daku bibe mewîj
miştaxan	miştaxan, rezber, heyama / demsala hişkkirina tirî daku bibe mewîj
mişte	mist, kulm, derbe, derbeya bi mistê / kulmê
miştûmir	birdebird, suhbeta dengnizm di navbera du yan çend kesan de daku kesên din yên li nêzî wan suhbeta wan nebîzin
mişûr	sexbêrî, miqateyî, hişyarî, lixwehişyarî
mit	mit, kir, bêdeng, bêpêjn, bêkipîn
mitmane	mitmane, pêbawerî, xwespartin
miturbe	bn muturbe
mixabin	mixabin, heyf
miyan	bn meyan
miyaw	miyaw, dengê kitikan / pisîkan
miyawandin	miyawîn, miyaw kirin, miyaw-miyaw kirin, dengê kitikan / pisîkan ji xwe anîn
miyawemiyaw	miyaw-miyaw, dengê domdar yê kitikan / pisîkan
miz	miz, meaş, destheq, heq, mehane, pareyê kesek dide kesek din ji ber ku yê pareyan werdigire karek bo yên pareyan dide kiriye yan tiştek dayiyê
mize	mize, destheq (t yê ku ne bi pare tê dan. Bo nimûne: Kesek arê xwe dibe nik aşvan. Aşvan arê wî dihêre. Xwediyê ar ti pare nade aşvan lê hin ji wî arî didiyê. Ev ar "mize"yê aşvan e.)
mizeber	kedkar, pale, mizeber, mizwergir, meaşwergir, mizyar, kesa/ê bi miz / meaş dixebite / dişuxile / kar dike
mizeberî	kedkarî, mizeberî, mizwergirî, meaşwergirî
mizgewt	mizgeft, camî, cam'e, mescid, perestgeha / pîrozgeha / îbadetgeha misilmanan
mizgênî	mizgîn, mizgînî, nûçeya / peyama / xebera xweş / xêr
mizgênî	xelata didin kesa/ê mizgînekê radigihîne
mizr	miz, piçekî tirş
mizrî	mizî, tama piçekî tirş
mizûr	berdestî, berdestk, alîkar, kesa/ê bi pare di karekî de alîkariya kesê pare dike dide
mizûrî	berdestkî, berdestîtî
mizyar	kedkar, pale, mizyar, mizwergir, mizeber,
mizyarî	kedkarî, paletî, mizyarî, mizwergirî, mizeberî, palehî
mîç	(binmîç) ban, serban (t ji alî hindir / jêr ve)
mîç	(çig) kap, kab, kaw, çik, hin hestî ne (t yên mihan ku di hin lîstikan / yariyan de tên bikaranîn)
mîç	şatir, zîrek, şeytan, jêhatî
mîçên	girêçkanê, deqanê, kapanê, lîstika / yariya bi kapan / kaban
mîd	med, mîd, gelek îranî ye ku tê bawerkirin ku bavkalên kurdan in
mîdî	medî, zimanê / çandeya / tiştên medan
Mîdya	Medya, Mîdya, welatê medan / mediyan
mîl	mîl, mayl (pîvek dirêjahiyê ye, 1 mîl 1609 metre ye)
mîl	tîrk, mîl, îbre, ew tiştikê zirav yê di demjimêrkan de dizivire û saetan û deqeyan û saniyeyan diyar dike
mîlî-	milî-, hezarêk, yek ji hezarê: mîlîmetir milîmetre, hezarêk metre, 0,001 metre
mîmber	bn rîxole
mîmk	met, xwişka babê kesekî
mîmk	xalet, xwişka dayika kesekî
mîmkza	kurmet
mîmkza	kurxalet
mîmkza	keçmet
mîmkza	keçxalet
mînek	berbedel, zêdek, mînek
mînekî	mînekî, zêdekî, piştmêr, reservîst, kesên ne pişkek in ji leşkeriyê lê ger pêdivî bi wan hebe belkî bên vexwendin
mîr	mîr, prens, fermandar, kesê emr / ferman di dest de, serok, serokê herêmekê yê ku serokatiya xwe ji bavkalên xwe girtiye
mîr	bernavek rêzgirtinê ye: Mîrim Mîrêm, Mîrê min
mîr-	mîr-, ser-, ya/yê serekî / mezin
mîralay	mîralay, serekek leşkerî ye
mîran	heftem meha ji salnameya kurdî (29 ta 20.10 ji salnameya julyanî)
mîrane	mîrane, mîna / wek mîran
mîranî	mîranî, cûnek govend û dîlana kurdî ye
mîranî	cûnek tirî ye
mîraş	mîraş, aşvanê mezin / serekî
mîraşpez	mîraşpêj, xwarinçêkerê mezin / serekî yê dîwanekê
mîrat	mîrat, mîras, pêmayî, kelepûr, bermayî
mîratgir	mîratgir, kesa/ê dê bibe xwediya/ê maliyetekê dema xwediya/ê wî maliyetî nemîne
mîratî	mîratî, tişta wek mîrat hatiye wergirtin
mîratî	mîratî, nifrînkirî, xezebkirî, lanetkirî
mîratxor	mîratxwer, kesa/ê bûye xwediyê mîratekî yan hin mîratan, kesa/ê bi mîratekî yan mîratan jiyara xwe dike
mîraw	mîrav, ava serekî / mezin
mîraxur	mîraxur, mîrseyîs, xulamê mezin / serekî yê hespên mîr
mîrayetî	bn mîrnişîn
mîre-	mezine-, mîre-
mîredê	mezinegund, gundê mezin
mîrêtî	mîrîtî, mîrtî, pergala / rêbeveriya mîrane
mîrî	mîrî, hikûmî, dewlî, tiştê mîr yan dewletê, tiştê di dest dewletê de
mîrkar	mîrkar, karmend, memûr, kesa/ê di xizmeta mîr / dewletê de dixebite
mîrnişîn	mîristan, mîrnişîn, herêma ji alî mîrekî ve tê birêvebirin
mîrşikar	nêçîrvanê serekî / mezin
mîrza	mîrza, kesa/ê ji binemalek mîran
mîrza	rêzdar, birêz, mîrza, zêdenavek rêz- û qedirgirtinê ye
mîrzayî	mîrzayî, cûnek goreyên hiriyê yên ta çokan dirêj
mît	bn mûş
mîtên	bn mûşên
mîtke	zîlik, gîlik, klîtorîs, parçeyek hesas e ji endamê zayendî / cinsî yê jinan
mîwan	mêvan, mêhvan, mihvan, misafir
mîwandar	mêvandar, kesa/ê mêvan hene, kesa/ê pir mêvan tên mala wan
mîwandar	mazûvan, malovan, kesa/ê mêvanan vedixwîne yan xwedî dike
mîwandar	mêvanperwer
mîwandarî	mêvandarî, mazûvanî, malovanî, vexwendina / xwedîkirina mêvanan
mîwange	mêvangeh, cihê mêvanan
mîwanperwer	mêvanperwer, mêvanhez, kesa/ê pir ji mêvanên xwe hez dike û texsîr nake daku mêvan kêfxweş bin
mîwanperwerî	mêvanperwerî, mêvanhezî, mêvandostî, hezkirina ji mêvanan
mîwanxane	mêvanxane, xaniyê mêvanan
mîwanxane	odeya mêvanan
mîwe	fêkî, fêqî (pirteqal, sêv, xox û hwd)
mîwefiroş	fêkîfiroş, kesa/ê fêkî difiroşe
mîwegenan	bn xermanan
mîz	mîz, destava zirav, ava di endamên cinsî yên mirov û heywanan re ji bedena wan derdikeve
mîz gîran	mîz çikîn, mîz nehatin
mîzan	mîstin, mîzîn, mîz kirin, destava zirav kirin / berdan
mîzeldan	bn mîzildan
mîzgîran	mîzçikî, êşa) mîznehatin(ê), anurya, anuresîs
mîzilan	bn mîzildan
mîzildan	mîzdank, ew beş ji leş yê ku mîz tê de ye
mîzildan	pifdank, balon
mîzin	xwevemîz, xwe-ve-mîz, kesa/ê bi xwe ve dimîze, kesa/ê nikare mîza xwe kontrol bike
moç	bn maç
mol	pir, gelek, zêde, zaf
mol	kom, civiyayî (t mihên serê xwe dane hev)
moleke	mat, hêbet, ecêb, heyr
kewtine moleke	mat man, ecêbgirtî man, hêbitîn, heyirîn
xistine moleke	mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin, heyirandin
moleq	(çavên / awirên) zîq, ziq, biloq, bel, boq, awirên / çavên rikerast li tiştekî dinerin bêyî ku bilivin
molet	bênvendan, mole, muhlet
molet	rê, rêdan, delîv, derfet
molge	kotan, cihê têveparastina pez / terş û tewal
mom	find, şemal, çira, mûm, şemalk, mom, ronahî
mom	mûm, şema
momdan	şemaldank, finddank, çiradank, mûmdank, tişta findan / şemalan tê de bi cih dikin
momin	kilmûşok, kesa/ê bi berdewamî kilmûş bi kepê / difinê / pozê de tê
momîn	mûmîn, mişema, qumaşê ji mûm / şema hatine çêkirin
momîn	bn mêzer
momîne	baranîk, cilek e av tê naçe li baranan mirov li xwe dike daku şil nebe
momnayî	mûmnayî, ozokerît
momya	mûmya
mor	I
mor	navd mor, muhr, nîşan, teqme, leke, îmza, îmze
mor helkendin	mor (lê) kirin, mor (lê) dan
mor	pirçû
mor bûnewe	eniya xwe lê şidandin, rûyê xwe lê tal kirin, madê xwe lê tirş kirin
xo lê mor kirdinewe	eniya xwe lê şidandin, rûyê xwe lê tal kirin, madê xwe lê tirş kirin
moran	moran, mij û moran, bn tem
moteke	kabûs, xof, tirs (xewnên tirsnak yên mirov nivistî / raketî / razayî dibîne)
mox	mox, mejiyê hestî
moz	mûz, moz, banana (fêkiyek e)
moz	zilkêtk, moz (mêşek e)
moz	mirûz, mad, me'd, rû, xwiyang
mubarek	bn pîroz
muhakeme	bn dadpirsî
muherem	miherem, yekem meha salnameya heyvî ya îslamî
murk	meth, pesn, xwemezinî
murk le xo nan	xwe mezin kirin, xwe mezin hesibandin, methên xwe kirin
musulman	misilman, kesa/ê baweriya wî bi îslamê tê
mutala	xwendin, xwendekarî
muturbe	tamandin, patrome, patromandin
muxabin	bn mixabin
muxtar	muxtar, serokê gund
muxtarî	muxtarî, pîşeya yan karûbarên muxtaran
mû	mû, pûrt, pûrtik, pût, por, pirç
mûbeq	metbex, mitfax, xwaringeh, odeya xwarin lê tê çêkirin û xwarin
mûç	bn maçûmûç
mûçax	perûk, mûçax, pirça / porê sexte / neresen / nerast
mûçe	mûçe, miz, meaş, destheq, heq
mûçe	par, behr, pişk
mûçe	cûnek deviyan / teraşan e
mûçing	mûçink, mûkêşk, mûçing, alavek e bo hilkişandina mûyan
mûçing	mûçink, alavek e bo birîna nînokan
mûçirk	lerz, recif, lerzik, recifk, teztezînk
mûçirk piya hatin	teztezînkê lê dan, lerizîn, recifîn, lerzik / recifkê girtin
mûdar	mûdar, têrmû, bimû, mûyî, mûyîn, tiştê yan kesê pir mû pê ve hene
mûjank	mûjank, bijang, mijûlank, mûyên bi qepaxên çavan ve şên dibin
mûkêş	bn mûçing
mûr	libin, blokên ji heriyên bo xanîavakirinê hatine çêkirin
mûr	bn mûredar
mûr	bn murk
mûr	bn mêrûle
mûr	Mûrî Mihemed şerîf! Bila Mihemed (= pêxember) li hawara me bê!
mûredar	qurm(ê darê), kok(a darê)
mûredar	parçeyek stûr û kurt yê darî
mûrege	hestiyê piştê
mûreseng	destikê aşê avî pê tê livandin / sekinandin
mûrês	teşîrêş, mûrês, kesa/ê mûyê bizinan bi teşiyê dirêse
mûrî	bn mêrûle
mûrû	morî, morîk, mircan
mûş	mûş, tebela / mata di lîstika / yariya telebanê / matanê de armanca lêdanê / pêketinê
mûş dakirdin	mûş danîn, mûş bo lêdanê bi cih kirin
mûş xwardin	mûş xwarin, li mûşê dan, bi mûşê ketin
mûşek	mûşek, roket, sarox
mûşekî	mûşekî, balîstîk
mûşên	telebanê, matanê, lîstika bi hin gogên / holên / tepên hûr yên mermerî
mûwar	diyarker, çareder, giring
mûwawî	bn mûdar
mûx	mûx, rêberê dînî yê zerdeştiyan (hevberî melayê misilmanan, qeşeyê fileyan, malimê cihûyan)
mûyîn	bn mûdar
mûzer	mûzer, kesa/ê mûyên leşî zer in (t bo zelaman tê bikaranîn)
-n	ne (forma dema niho ji lêkera "bûn" bo kesên duyem û sêyem yên pirjimar dema peyva ji berî wê bi tîpek dengdar bi dawî bêt): Êwe mamosten | Hûn mamoste ne
-n	Ewan frensîn | Ew frensî ne
-n	paşbendika dema nihoyî bo kesên duyem û sêyem yên pirjimar ger rayê lêkerê bi tîpek dengdar bi dawî bêt: Êwe eken | Hûn dikin, 'Elî û 'Arif nalên |  Elî û Arif nabêjin
na	na, ne, no, nexê, nexêr, dijw belê, erê, be, e, a, ba
na-	na- (pirtikek e di dema nihoyî de dikeve destpêka lêkeran û wateya ne-erênî didiyê): nabim nabim, nakey nakî, naxwa naxwe, naçîn (em) naçin, nakirin nakirin
na-	ne- (pirtikek e dikeve destpêka hin rengdêran û hin navdêrên ji rengdêran çêkirî û dijwateya wan ji wan çêdike): naşîrîn neşirîn, tal
na-	napak nepak, nepaqij, nebijûn, pîs, kirêt
na-	narastî nerastî
na-	namirovî nemirovî (Agadarî: Tenê hin peyvên wiha hatine çêkirin di vê ferhengê de hatine rêzkirin ji ber ku di têgihiştina piraniya peyvên wiha de kurmancîaxiv dê ti zoriyê nekêşin.)
na-	kêm caran dikeve pêşiya hin navdêrên ne ji rengdêran çêkirî û wateya "bê" didiyê: naumêd bêhêvî, bêçare, bêumêd.
naba	neku, ne ku: Naba neyet Neku neyê
nabedil	nebidil, nexwaz, dilnexwaz
nabût	nebût, topavêtî, îflaskirî, ji alî aborî ve ketin rewşek kembax / xirab
nafek	navik, kuna / qula li zikê mirovan
nafek birîn	navik birîn, benê dirêj yê bi navika zarokan ve piştî welidîna wan birîn
nafek kewtin	navik ketin, zik êşîn ji ber westîna / tehibîna bi taybetî ji ber hilgirtina / rakirina tiştên qurs / giran
nahiye	nahiye, bajarok
Nahî	bn Nahîde
Nahîde	Nahîde, Venûs (planet)
-nak	-nak, -dar, bi- (paşpirtikek e dikeve dawiya hin navdêran û rendêran jê çêdike): tirsnak, xeternak, samnak
nal	nal, pêlava / sola / hespan, asinê dixwin binpiyên hespan daku birêveçûna wan ne jandar be
nalandin	nalîn, axîn û oxîn kişandin, ofîn, ji ber janan / xeman dengên nexweş ji xwe anîn
nalbend	nalbend, nalkar, kesa/ê karê wê / wî nalandina / nalkirina hespan e
nalbendî	nalbendî, nalkarî, karê / pîşeya nalandina / nalkirina hespan
nalbeng	bn nalbend
nalçe	nalçe, bizmarên nalan
naldar	naldar, nalkirî, binal
nale, nalenal	nale-nal, nalîn, dengên nalînê
nalîn	bn nalandin
nam	bn yan, ya
nam	(F: nav): Be name Xwa! Bi Xwedê! Bo Xwedê! Bi navê Xwedê!: Be name Xwa zor zîrek e! Bi Xwedê pir zîrek e!
nam-	min na-: nambînî min nabînî, namgirê min nagire, namkujin min nakujin
naman-	me na-: namanbînî me nabînî, namangirê me nagire, namankujin me nakujin
name	name, kaxez, mektûb, rîsale, peyama bo kesekî hatiye şandin / hinartin
name	name: belgename
name	rojname
name	pirtûk
nameber	nameber, peyamber, postevan
namexane	pirtûkxane, cihê pirtûk lê tên xwendin / deynkirin
namexane	pirtûfiroşxane, dikana pirtûkan, cihê pirtûk lê tên firotin
namexane	rojnamexane, cihê rojname lê tên xwendin yan firotin
namîlke	namilke, belavok, pamflet
namo	biyan, xerîb, derekî, derveyî
namobar	biyanbar, biyanbûyî, biyankirî, jêdûrketî, jêqutbûyî, jêqutkirî
namobarî	biyanbarî
namoyî	biyanîtî, xerîbî, derekîtî
namûs	namûs, rûmet, şeref, qedir, qîmet
nan	nan, non
nan	xwarin, zad
nanî beyanî	taşt, têşt, xwarina spêdeyê
nanî êware	şîv, xwarina êvarê
nanî nîwero	firavîn, xwarina nîvro
nan kirdin	nan pehtin
nan pêwe dan	nan li tenûrê dan, nan di tenûrê de patin / pehtin
nan	danîn, danan, deynan
nan	bi cih kirin
nan	çêkirin
nander	nander, merd, mêvanperwer
nanewa	nanpêj, nanvan, nançêker
nanewaxane	nanxane, firne, cihê nan bo firotinê lê tê çêkirin
nanewe	vedan, bi cih kirin (t dav û xefik)
nangên	nandank, amanek e bo parastina nanî tê de
nanker	nanpêj, nançêker
nankerî	nanpêjî, karûbarên pehtina nanî
nankwêr	nankor, neminetdar
nankwêrî	nankorî
nanpêweder	nanpêj (t kesa/ê nanî di tenûrê de dipêje)
nantal	tema, çirûk, nemerd
nar	nar, hinar, henar, darek e ku hin berhemên gilover dide ku pişkên wan yên xwerbar lib-lib in û di nav de ne di bin tîvilî / qelpî ve ne
nar	berhemên van daran
nardin	şandin, hinartin, bi rê kirin, rewane kirin, virêkirin, şiyandin, nartin, dan birin
nardin be şwên kesêk / şitêk	şandin pey / dû kesekî / tiştekî
nardinewe	veşandin, venartin, vehinartin, verêkirin, dîsan şandin / hinartin / nartin
narete	gazi, bang, hawar, hewar
narinc	narinc, pirteqalokên tirş
narincî	narincî, rengê wek yê narincan
narincok	narincok, rumane, granad, cûnek teqemeniyan e
naskirdin	nasîn, nas kirin
nasandin	nasandin, dan nasîn, wa kirin ku kesek / tiştek bêt nasîn
naser	naser, pispor, şareza, bispor, kesa/ê di babetekê / mijarekê de (pir) zana
naserewe	venaser, diyarker, xwiyaker
nasik	bn nask
nasîn	nasîn, niyasîn, nas kirin, zanîn ka filankes kî ye
nasîn	nasîn, têkilî li gel kesekî hebûn
nasînewe	venasîn, veniyasîn, nasîn, wek tiştek berê nas xwiya bûn
nask	nazik, tenik, dijw qayim, qahîm
naskî	nazikî, tenikî
naskole	nazikok, pir nazik
nasname	nasname, belgeya / delîlên kesek / tiştek pê tê nasîn
nasran	hatin nasîn, nas bûn, niyas bûn
nasraw	naskirî
nasraw	navdar
nasyaw	nas, niyas, kesa/ê yan tişta/ê tê nasîn
nasyawî	nasî, niyasî
naşî	naşî, cahil, bêtecrûbe, nezan
naşîrîn	kirêt
naşîrîn	neşirîn
le naşta	nexwer, kesa/ê yan lawira/ê ti tiştî naxwe (bi mecazî: pir qels / lawaz)
naştin	binax kirin, defin kirin, gor kirin, spartin axê
nat-	te na-: natbînim te nabînim, natgirê te nagire, natkujin te nakujin
natan-	we na-: natanbînim we nabînim, natangirê we nagire, natankujin we nakujin
naûmêd	bêhêvî, bêumêd
naw	nav
naw	(di rêzimanê de) navdêr, substantîv
naw ziran	ziyan gihan navê kesekî, nav(ê kesekî) bi xirabî derçûn
naw zirandin	ziyan gihandin navê kesekî
naw	hindir, hinav, hundur, tê de
naw	nav
naw be naw	car-car, carûbar, car-bar
nawaze	nestêle, nestêleh, bêwêne, bênimûne, tek, yekane, yekta, unîk
nawbang	navdarî, navûdeng
nawbijî	navbeynkarî
nawbijîker	navbeynkar, kesa/ê diçe navbera du kesên pevçûyî daku aştî û silhê peyda bike
nawbijîwan	bn nawbijîker
nawbiraw	navhatî, navborî, navbirî, kesa/ê yan tişta/ê navê wê / wî li jor hatiye gotin
nawbire	navbir, navbirk, tiştek ya ku tevaviyekê dike du pişk / parçe
nawçaw	navçav, navbera herdu çavan
nawçe	navçe, dever, herêm, cih, war
nawçe	sektor
nawçewan	enî, navçav
nawçeyî	navçeyî, deverî, herêmî
nawçeyî	sektorî
nawçîn kirdin	kusandin, jê birîn (t pelgên tûtinê)
nawdar	navdar, binavûdeng, meşhûr, kesa/ê yan tişta/ê pir tê nasîn
nawdarî	navdarî, navûdeng, meşhûrî, binavûdengî
nawdes, nawdest	kef(a destî), lep(a destî)
nawekî	navkî, navmalî
nawend	navend, merkez
nawend	navgîn, alav, amûr
nawendî	navendî, merkezî
nawendî	serekî
nawendî	navincî, normal
nawendyar	navbeynkar, avakera/ê sulhê di navbera du aliyan de
nawendyarî	navbeynkarî
nawerast	navîn, navî, navendî: Rojhelatî Nawerast Rojhilata Navîn
nawerast	nîv, nîvek: Le nawerastî mangî dû da hat bo laman Li nîveka meha duyê hat nik me
nawere	bn nawsik
nawerok	naverok, tiştên tê de
nawewe	hindirîn, navîn, hinavîn, hinavî, hindirî, navxweyî
nawgel	navran, navling, navpî
nawincî	navincî, (ji sêyan) ne ya yekem û ne jî ya dawîn, ne ya destpêk û jî ya dawî
nawk	bn nawuk
nawko	gelemper, giştî, ya hemiyan
nawling	bn nawgel
nawmişt	bn nawdes
nawnîşan	navnîşan, adres
nawpare	têkirî, têde, di nav de, pêre, pêve
nawpençik	navpencik, diyafram
nawpişte	ûcax, ejdad, binyat, binemal
nawqed	navteng, newq, kemer
nawsik	hinav, ûr, 'ûr, rîvî, rîvîk, pişkên leşî yên di zikî de
nawşan	navmil, pişka piştê ya dikeve navbera herdu milan
nawtêlane	cihêz, ciyazî, rehal, rihêl, qelen, dermalî
nawtiwêl	bn nawçewan
nawuk	navik
nawuk	pişka navîn / hindirîn ya hin tiştan: nawke şûtî navika zebeşî
nawuk	tov / kakil / berik / tovik (yên hin fêkiyan)
nawuk	hw bn nafek
nawûawaze	bn nawbang
nawûnatore	navên xirab
nawûnatore lê nan	navên xirab lê kirin, bi navên xirab bangî kesekî kirin, bi navên xirab basa kesekî kirin
nawûnîşan	navnîşan, adres, navûnîşan
nawûnîşan	salox, salix, navnîşan, teswîr
nawxo	hindirîn, hundurî, navxwe, xwemal, daxil(î): şerî nawxo şerê hindirîn, şerê navxwe, wezaretî karûbarî nawxo wezareta karûbarên hindirîn
nawxoyî	navxweyî
nawxoyî	hindirîn, hundurî
nawzik	bn nawsik
nax	nav, nêv, hindir, kûrî, daxil, têde: ~ derûn kûriya dil
naxoş	nexweş
naxoş	nesax
naxoşî	nexweşî
naxoşî	nesaxî
naxun	bn nînok
naxunek	kir, kirkir
naxunek lê dan	kirandin, kiritandin, kir-kir xwarin / gezandin
naxunekder	kirîner, kiritîner, ya/yê tiştan dikirîne
nay	ney, bilûr, bilûl (alavek muzîkê ye)
nay	silk
nay	rûl, qamîş, çîqik
nay-	wê na-
nay-	wî nagirim: naybînim wê / wî nabînim, naygirî wê / wî nagirî, naykujin wê / wî nakujin
nayab	rind, hêja, berkeftî, jêhatî, nirxdar
nayab	kêmpeyda, kêmhe, tiştên ji ber kêmiya hebûna xwe binirx in
nayan-	wan na-: nayanbînim wan nabînim, nayangirê wan nagire, nayankujin wan nakujin
nayjen	neyvan, neyjen, kesa/ê li alava muzîkê ya ney dide
naz	naz, delal, berdilî, dilber, şirîn
naz	naz, meth, pesn, xwe bi tiştekî mezin kirin
naz pêwe naz kirdin	xwe pê mezin kirin, xwe pê mezin hesibandin
nazan	nezan
nazaw	şil, ter
nazdar	nazdar, dilber, berdilî, şirîn
nazdar	nazdar, kesa/ê bi asanî dikare bixeyide yan bigirî ger her tişt li gor dilê wê / wî nebe
nazdarî	nazdarî
nazenîn	nazenîn, delal, xweşik, şekir-û-şirîn, xwînşirîn
nazîn	xwe mezin kirin, xwe mezin hesibandin
nazker	nazker, kesa/ê nazdariyan dike
naznaw	naznav, xweşnav, navê bo nazê / pesnê li kesekî hatiye kirin
naznaw	paşnav, navê malbatê yê ji hemî endamên malê re hevbeş
nazûnûz	bn nazdar
 ne	ne, na (nîşana ne-erêniyê / negasyonê), dw belê, erê, e, a, be, ba
ne-	ne- (pêşbendikek e wateya negatîv dide lêkeran): nehat, nedeçû nediçû, nemdezanî min nedizanî
neba	neku, ne wa be ku
nebada	bn neba
neberd	rd çeleng, fêris, egîd, wêrek, gernas, biste, bisteh, xweşmêr
neberd	nd pevçûn, lêkketin, lêkdan, pevketin
neberdî	çelengî, fêrisî, egîdî, wêrekî, gernasî, bistehî, xweşmêrî
nebez	nebez, kesa/ê yan tiştê ti kes nikariyê
nabir	ko, kuh, nebir, deviknexweş
nebûnî	nebûnî
nebûnî	nebûnî hejarî, belengazî, feqîrî
nedar	nedar, hejar, perîşan, feqîr, belengaz
nedîw	nedîtî
nedîw	nediyar, nexwiya, neberçav
nedû	kêmbêj, kêmsuhbet, kesa/ê pir kêm diaxive
nefam	nefam, bêfam, nefehm, bêfêm, negihiştî, kesa/ê tê nagihe, kesa/ê fam nake (t zarok)
negenîw	negihiştî, kerik, fêkiyê hê negihaye wê heyama peresîna xwe ku kêrî xwarinê bêt
negîraw	negirtî
negor	neguher, neguhor, tişta/ê naguhere
neguncaw	kêrnehatî, bêkêr, nekêrhatî
nehat	nehat, hatina xwe bi cih neanî
nehat	bela, bûyerek xirab / hêvînekirî
nehatî	nehatî, ya ku nehat
nehatî	tu nehatî
nehatî	mixabin, çi heyf e ku
nehêl	nehêl, tişta/ê ku rê nade tiştek dî, dij-: topî firokenehêl topa dij-firoke
nehêlan	nehêlan, nehêştin, nehiştin, nehêliştin, rê nedan, rê li ber girtin, destûr nedan, asteng kirin
nefel	nefel (giyayek e)
nefir	borû, lûlî, lûle (alavek muzîkê ye)
nefrîn	nifrîn, kerb, kîn, nalet, xezeb
negbet	bextreş, bêsiûd
negbetî	bextreşî, bêsiûdî
negrîs	rezîl, riswa
negrîs	çill, çepell, çirûk
negrîsî	rezîlî, riswayî
negrîsî	çillî, çepellî, çirûkî
neheng	neheng, hût, cûnê mezintirîn candarên deryayî
nejad	nijad, ejdad, binyat, rêgez, nifş, tov, tuxm, serekanî, serçav
nejadî	nijadî, ejdadî, binyatî, rêgezî, nifşî, tovî, tuxmî
nejadî	resen, heqîqî, orijînal, serekî
nejadperest	nijadperest, rêgezperest, rasîst
nejadperestî	nijadperestî, rêgezperestî, rasîzm
nejnew	ker, nebihîz, kesa/ê (baş) guh li dengan nabe
nejnewa	neguhdar, kesa/ê bi gotina / fermana / şîreta kesek dî nake
nejnewayî	neguhdarî
nek	ne, ne ku, nek: Min awim dewê, nek nan Min av divê, ne nan
nekeroz	hên, hênik, hîn, hûnik, tişta/ê ne zêde sar û ne jî zêde germ
nekute!	nemînî! qeda li te bikeve! Xwedê te nehêle!
nem-	min ne-: nemwut min negot, nemkird min nekir, nemxward min nexwar
nemam	şiv, şivik, şitil, dara kêmtemen
neman	neman, hindabûn, mirin, pûçbûn
neman-	me ne-: nemanxwênd me nexwend, nemanbirjand me nebiraşt / nebirijand, nemanparast me neparast
nemande-	me nedi-: nemandexwênd me nedixwend, nemandebirjand me nedibiraşt / nedibirijand, nemandeparast me nediparast
nemane-	bn nemande
nemaw	nemayî, tişta/ê nemaye
nemaze	nemaze, nexasme, bi taybetî
nemde-	min nedi-: nemdewut min nedigot, nemdekird min nedikir, nemdexward min nedixwar
neme-	bn nemde-
nemir	nemir, kesa/ê yan tişta/ê namire (t mecazî)
ne'na	nane, ne'ne', mînt
nenasraw	nenas, kesa/ê yan tiştê nayê nasîn yan zanîn
nene	pîrê (bangkirina li dapîran)
neng	fihêt, fedî, şerm, hetik, eyb
neng	kêmasî, kêmûkasî
neng	rexne
nengdar	şermîn, şermok, fihêtker, fedîker
nengdar	bikêmasî, netemam
nengname	(wêjeya / hunera) qerf, henek, pêkenî, satîr, îronî
nenk	dapîr, pîr, dayika / diya babê / diya kesekî
neperûşk	pencirk, pencik, nînok (t yên tûj yên firindeyan)
neqar	kevirkir, berbir, kesa/ê keviran / beran dibire daku kêrî avahiyan / xaniyan bên
neqarî	kevirbirî, berbirî
ner	nêr, dw mê: nereşêr nêreşêr, şêrên nêr
nerandin	nirîn, dengê nire-nir (yên şêran û hin lawirên dî)
nerd	kab, kabik, zar, nerd, tiştikek çaralî ye û li her alî jimarek ji yekê ta şeşê lê hatiye nivîsîn û ev tiştik tê hilavêtin û dema dikeve erdê jimara aliyê serî kîjan be li ber ya hevrikê wî tê ceribandin bo diyar bibe ka yê kê mezintir e ew bi ser ket
nerde	tan, kozik, çeper
nerdeban	pêstirk, pêpelûk, nerdewan, alavek e cihê danîna piyan li ser heye daku mirov pê hilkeve ser banî yan derek dî ya bilind
nerdên	kabanê, zaranê, nerdanê, lîstika / yariya / baziya bi kaban / zaran / nerdan
nere	ne, na, nexê, nexêr, dw erê, belê
nere, nerener	nire-nir, dengê şêran û hin lawirên dî
ne'rete	bn narete
nerît	rêç, rêzik, rêbaz, nerît, edet, irf, irf û edet, dab, dab û nerît, şop, kevneşop
nerîtî	rêçî, rêzikî, rêbazî, rêçikî, edetî, nerîtî, kevneşopî
nerm	nerm, dw req
nermayî	bn nermî
nerme	nerme, cihê nerm: nermey ran nermeyê ranî, parçeya nerm ji ranî
nermenêşk	hên, hênik, hewayê nerm
nermêtî	bn nermî
nermî	nermî, nermatî
nermîle	bn nermole
nermîn	nermîn, kesa nerm û narîn
nermole	nermik, nermok
nerm-û-niyan	nerm û narîn
nerm-û-nol	nerm-û-nol, nerm û xweş
neskene	bn zemîle
nesrîn	nesrîn (gulek û navek keçan e)
nesû	req, hişk
nesû	dijwar
neşm	şêwaz, stîl, dirûv, darişt, awa, reng
neşmîle	delal, rind, xweşik, berkeftî, jêhatî
neşter	nişter (alava nojdaran ya emeliyatkirinê)
neşterger, neşterkar	cerah, emeliyatker
net-	te ne-: netwut te negot, netbird te nebir, nethêna te neanî
netan-	we ne-: netangirt we negirt, netanwîst we nexwest, netanjimard we nejimart / nehijmart
netande-	we nedi-: netandegirt we nedigirt, netandewîst we nedixwest, netandejimard we nedijimart / nedihijmart
netane-	bn netande-
netde-	te nedi-: netdewut te nedigot, netdebird te nedibir, netdehêna te nedianî
nete-	bn netde-
netewe	netewe, milet, gel, xelk
netewe	nijad, ejdad, binyat
neteweperist	neteweperwer, evîndara/ê neteweya xwe
neteweperist	neteweperest, kesa/ê neteweya xwe ji neteweyên din hêjatir dihesibîne
neteweperistî	neteweperwerî
neteweperistî	neteweperistî, nasyonalîzm
netil	bn dij
newa	newa, awaz, melodî, stiran
newa	neba
newa	rehet, xweş, tişta/ê li gor dilê mirovî
newandin	nizmandin, daînan, da-anîn, anîn xwarê, nizm kirin
newaxwên	stiranbêj, newaxwîn, awazxwîn
newazişt	nazdarî, xweşkirina dilê kesekî bi gotinên pir xweş yên ne tam li gor rastiyê
newe	nevî, torin, zarokên zarokên kesekî
newed	not (90), nehwêt, nod, newhêt
newedemîn	notem, notemîn, ya / yê / yên notê / notan
newedhemîn	bn newedemîn
newek	bn  nek
newek	neba
newekû	bn  nek
newekû	neba
newêr	newêr, tirsok, kesa/ê yan lawira/ê newêre
newî	çal, kûrgeh, cihek biçûk yê ji derdorên xwe kûrtir
newîn	daketin, ketin, ketin xwarê, ketin jêr
newîn	noqîn, bin-ax yan bin-av bûn
newîn	dest avêtin (tiştekî), tiştek girtin: Newîm le qulfekey qorîkeke Min dest avêt çembilê çaydankî / Min çembilê çaydankî girt
newr	bn newî
newroz	newroz, nevroz, nûroj, cejna neteweyî ya kurdan û hin gelên dî yên îranî ku li 21ê adara her sala zayînî tê pîrozkirin û pê re salek nû ya newrozî (ango kurdî) dest pê dike
news	nefs, hez, daxwaz, hewes
newsin	nefsmezin, hesûd, kesa/ê pir tiştan dixwaze
newş	dirûv, nîgar, nexş, wêne, şêwe, awa
newşe	bn honrawe
newt	neft, petrol
newtî	neftî, tişta/ê ji neftê yan bi neftê hatiye çêkirin
newtî	neftî, rengê keskî tarî
newîs	necis, pîs, rezîl, riswa
newîstiraw	neviyayî, nehezkirî, tişta/ê jê nayê hezkirin
newûtraw	negotî, tişta/ê nehatiye gotin
newûtraw	nebêjber, tişta/ê nikare bêt gotin
nexêr	na, nexê, nexêr, ne, no, dw belê
nexo	bn neba
nexoş	nesax, nexweş, nisax, xeste
nexoşewan	nexweşvan, nesaxvan, perestyar, hemşîre, kesa/ê çavdêriya nexweşan dike
nexoşî	nexweşî, nesaxî, xesteyî, nisaxî
nexş	nexş, nîgar, dirûv, wêne, şikil
nexşandinewe	nexşandin, dirûvandin, nîgarandin, şikilandin, dirûv / nîgar / nexş / şikil kirin
nexşaw	nexşandî, nîgarkirî, dirûvandî, şikildar
nexşbend	nexşbend, nexşker, kesa/ê nexşan çêdike
nexşdar	nexşdar, binexş, dw sade, yekreng
nexşe	nexşe, xerîte
nexşe	nexşe, plan, bername, program
nexşîn	nexşîn, binexş, nexşandî
nexşîn	delal, xweşik, spehî, rind, bedew
next	piçek, kêm, ne gelek
nexwêndewar	nexwendewar, kesa/ê nizane bixwîne
ney-	wê ne-
ney-	wî ne-: neygirt wê / wî negirt, neysend wê / wî nestand, neyxwênd wê / wî nexwend
neyan-	wan ne-: neyangirt wan negirt, neyansend wan nestand, neyanxwênd wan nexwend
neyande-	wan nedi-: neyandegirt wan nedigirt, neyandesend wan nedistand, neyandexwênd wan nedixwend
neyane-	bn neyande-
neyar	neyar, dijmin
neyde-	wê nedi-
neyde-	wî ne-: neydegirt wê / wî nedigirt, neydesend wê / wî nedistand, neydexwênd wê / wî nedixwend
neye-	bn neyde-
neyî	neyî, ya ku nîne
neyî	ne-erênî, negasyon, negatîv
nezan	nezan, kesa/ê (ti tiştî) nizane
nezanraw	nenas, tişta/ê nayê zanîn / nasîn
nezle	serêş, serêşî
nezok	nezok, stewr, jina zarokan naîne
 	
nezr	bn nizir
nêçîr	nêçîr, rav, seyd, şikar, rahêlan / dandû û girtina / kuştina lawirên kûvî
nêçîrewan	nêxçîrvan, ravkar, şikarvan, seydvan
-nêj-	rayê demên nihoyî ji lêkera naştin
nêjran	binax bûn, defin bûn, bb naştin
nêjraw	binaxbûyî, definbûyî
nêjraw	binaxkirî, definkirî
nêle, nêlenêl	bn nêrg
nêr	nêr, maskûlîn, dw mê
nêr	mêr, wêrek, biste, egîd, gernas
nêr	rz zayendnêr
nêrane	mêrane, bi mêranî
nêrbaz	nêrbaz, mêrgayî, nêrgayî zelamê têkiliyên cinsî bi zelaman re hene
nêrbaz	sodomît
nêrbazî	nêrbazî, mêrgan, nêrgan, sodomî
nêrdiraw	şandî, hinartî, nartî, ya / yê ku hatiye hinartin
nêrdiraw	nûçegihîn, peyamnêr, ragihîner
nêreker	nêreker, kerê nêr, dw maker
nêrekew	nêrekew, kewê nêr, dw mêkew
nêremûk	nêremûk, bîseksuel, kesa/ê têkiliyên cinsî hem bi jinan û hem jî bi zelaman re hene yan dixwaze hebin
nêremûkî	nêremûkî, bîseksuelî
nêrer	şîner, nêrer, hinêrer, birêker, virêker, kesa/ê yan aliyê tiştekî dişîne / dihinêre
nêrewan	nêrevan, zêrevan, çavdêr, sehker
nêrg	gur, geş
nêrge	karîte, kêran, max, garîte, darên serban xwe li ser digire
nêrgele	qelûna avê
nêrgis	bn nêrgiz
nêrgiz	nêrgiz, nêrgis (cûnek gulan e, bot Amaryllidaceae, Narcissus poeticus)
nêrgizcar	nêrgizistan, dera nêrgiz lê şên dibin / bûne
nêrî	nêrî, nêrîtî, maskûlînî
nêrî	nêrî, bizinên nêr
nêrîne	nêrîne, maskûlîn
nêrîne	sereke, serekî: nêrîney aw rûbarê sereke (yê çemekî), xeta serekî ya avê
nêraw	bn nêrdiraw
nêske	meşa hespan, gavên / birêveçûna hespan
nêw	nav, nêv, navber
nêwan	navber: le nêwan ême û êwe da di navbera me û we de
nêwanneteweyî	bn nêwneteweyî
nêwdewlletî	, nêwneteweyî
nêwko	navkom, lobî
nêwkogir	navkomkar, lobîker, lobîst
nêwkoyî	navkomî, têkiliyên navbera koman
nêze	bn rim
nifş	bn newş
nift, niftûniwê	nipînû, pir nû, aniha-derketî
nige	bêrî, hêvî, daxwaz
nihêm	zever, şiyan, taqet, hêz
nihêm	zor, tade
nihêmbexş	tdaeyî, bizor
nihên	raz, nihên, sir, sur, tişta/ê nediyar / nexwiya yan nayê zanîn
nihênbir	razbir, nihênbir, sirbêj, kesa/ê razan / siran diyar dike, nepêbawer
nihênbîn	razbîn, nihênbîn, sirbîn, kesa/ê bi hinêra xwe ya der-siriştî dikare razan diyar / xwiya bike
nihênbînî	razbînî, nihênbînî, sirbînî, hinêra xwiyakirina / diyarkirina siran
nihêngir	razgir, nihêngir, sirgir, razparêz, kesa/ê razan / nihênan diparêze ango nahêle diyar bibin
nihênî	razber, nihênî, veşartî, nediyar, nexwiya
nihênpoş	razpoş, nihênpoş, sirpoş, kesa/ê yan tişta/ê dikare razan veşartî / nediyar bihêle / biparêze
nihênyar	razyar, kesa/ê ji parastina razan / nihênan hez dike yan / û wan diparêze
nihom	qat, tebeq, çîn
nij	nij, noj, nişter, alava pêbirîna leşî ji alî doktoran ve
nijar	kelek, dîwarê bêserban yê ji keviran / beran hatiye çêkirin (t li dor zeviyekê yan ava coyekê)
nijdar	nijdar, nojdar, cerah
nijdar	pizîşk, bijîşk, doktor, hekîm, luqman
nikandin	kinîn, kinkin ji xwe anîn, kirin kinkin (t dema li ber girînê ye lê nagirî)
nike, nikehûr, nikenik	(dengê) kinkin
nikûl	haşatî
nikûl kirdin	hatî kirin, gotin filan tişt ne rast e yan ne wa ye
nim	çip, dilop, lib (t dilopên baranê yên hûrik)
nimayişt	nimayîş, pêşkêşî, pêşangeh
nimdar	şil, dw ziwa, zuha
nime	bn nim
nimebaran	hûrebaran, baran hûr-hûr dibare
nimek	xwê, xweyê
nimek	minet
nimekbeheram	bn nimekkwêr
nimekdan	xwêdank, amana xwê tê de tê parastin
nimekkwêr	bêminet, kesa/ê ji qenciya xelkê lê kiriye ne spasdar e
nimekkwêrî	bêminetî
nimeknas	minêkar, spasdar, minetkar, kesa spasiya xelkê dike bo qenciya li wî hatiye kirin
nimend	betenî (nivîn)
nimendmal	betenîçêker
nimendzîn	sercil (cila li hespan / keran tê kirin)
nimînek	bn nimûne
nimre	jimare, nimre, reqem
nimûne	nimûne, mînak, mîsal, modêl, prototîp
nimûneyî	nimûneyî, mînakî, tişta/ê ku mînaka / nimûneya tiştine dî ye yan dikare bibe nimûne bo wan
niqandin	axîn kişandin, kirin "ax"
niran	(passîv ji nan II) hatin danîn / danan / deynan
niran	bi cih bûn, hatin bicihkirin
niran	çêbûn, diristbûn
nirk, nirke	bn nalenal
nirkandin	bn nalandin
nirkenirk	bn nalenal
nirkûhûr	bn nalenal
nirtûniwê	nipînû, pir nû
nirx	nirx, biha, qîmet, fiyet
nirxdar	nirxdar, bihadar, binirx, biqîmet, bihagiran, nirxbilind
nisar	bn nizar
nisê	bn sîber
nişêw	nişîv, berjêr
nişîmen, nişînge	jîngeh, nişîngeh, war, lêmangeh, cihê jiyana kesekî yan tiştekî
nişk	nişk, zû, tavil, di cih de, bn kutupir
niştecê	niştecî, niştevan
nişustî	F şkest, têkçûn, derbe, dw serketin, serkeftin
niwale	gurz, qeft, destik (t çilû yan pel yên bi hev ve hatine girêdan)
niwandin	bn nivandin, razandin, wa kirin ku kesek binive / raze
niwê	nû, nuh
niwê	taze, ter, teze dw kevn
niwêj	nivêj, nimêj, lava, dua
niwêjen	nûjen, modern, hevçerx, hevdem
niwêjga	nivêjgeh, mizgeft, nimêjgeh, xaniyê / odeya bi taybetî bo nivêjan hatiye bijartin
niwêjî	binivêj, binimêj, kesa/ê leşê wê / wî paqij e û kêrî nivêjkirinê tê
niwêjker	nivêjker, nimêjker, kesa/ê misilman ya / yê pênc nivêjên xwe yên ferz rojane dike
niwêkar	nûkar, piyoner
niwêkar	modernîst
niwêkar	reformîst
niwên	nivîn (doşek, lihêf, betenî, balguh û hwd yên mirov li ser yan li bin dinive / radize, bi xwe dadide yan datîne bin serê xwe)
niwêner	bn nuwêner
niwêroj	newroz, nûroj, nevroz, (roja / cejna) sersala kurdan û hin gelên din yên îranî
niwêxwaz	nûxwaz, reformîst
niwêxwaz	nûjenxwaz, modernîst
niwêxwazî	nûxwazî, reformîzm
niwêxwazî	nûxwazî, modernîzm
niwêyî	nûyî, nuhî, nûyîtî
nixun	sernişîv, serberjêr, tişta/ê serê wê / wî li jêr û binê wê / wî li jor
niyan	jêkvekêş, elastîk, fleksîbel
niyan	cûnek giya ye
niyar	niyar, fikir, hizir, raman, pûnij
niyar	şano, dik, sehne, tiyatro
niyarî	niyarî, fikrî, ramanî
niyarî	şanogerî, karûbarên şanoyê / tiyatroyê
niyaz	niyaz, niyet, nêt, daxwaz, hêvî
niyazkar	niyazkar, hêvîdar, umêdewar
niye	nîne, tine ye, niye
niza	tika, lava, rica, daxwaz, hêvî
niza	nifrîn, nalet, hêviyên xirab
nizar	nizar, betena / aliyê bersîber yê çiyayî / girikî, dw beroj
nizim	bn nizm
nizir	soz, soz û peyman, sond
nizîk	nêz, nêzîk, nêzing, dw dûr
nizîkan	lem nizîkane (da) / bem nizîkane (da) li van nêzîkan, li van demên herî dawîn, ne ji mêj ve
nizîke	nêzî, nêzîkî, derdorî, hema bêje, teqrîben: nizîkey sed kes nêzî sed kes
nizîkî	nêzîkahî, nêzî, nêzîkî
nizm	nizm, dw bilind
nizmayî	bn nizmî
nizmî	nizmî, nizmatî, dw bilindî, bilindahî
nizûle	bn niza
nîga kirdin	çav lê gerandin, berê xwe danê, lê nerîn (bi lez û bez, ne kûr û dirêj)
nîgadar	balkêş, mereqdar
nîgadar	nêrevan, zêrevan, çavdêr, sehker
nîgar	nîgar, nexş, wêne, resim, fotograf
nîgarga, nîgarge	nîgargeh, galerî
nîgargir	wênegir, fotografer
nîgarkêş	nîgarkêş, wênekêş, resam, resimçêker
nîgarxane	bn nîgarga
nîgeran	bitirs, nearam, bêhedan, biguman (ji ber ku ditirse dê belayek biqewime)
nîgeranî	bêhedan, nearamî, nerehetî, tirs, şik, guman
Nîl	Nîl, Çemê Nîl
nîl	bn heş
nîlufer	nîlufer, sosina avî
nîm	nîv
nîm	nîv-nû, bikarînayî, destê duyê
nîmçe-	nîv-: nîmçedorge nîvgirav, nîmçemela nîvmela, nîvmele
nîmçe-	qaşo, xwedêgiravî, hesaba xwe, bi qewlê xwe: nîmçeroşinbîr qaşo-ronakbîr, kesa/ê ne ronakbîr lê xwe ronakbîr dihesibîne yan xwe ronakbîr dide nasandin
nîmdaşt	nîv-nû, bikarînayî, destê duyê, kevnenû
nîmekîşwer	nîvkîşwer, nîvparzemîn, parçeyek ji parzemînekê
nîmrû	hêkrûn, hêka di nav donî / rûnî de hatiye qelandin
nîmten	kurtecakêt
nîn	(em) ne, ne ... ne: Ême amade nîn Em ne amade ne
nînok	nînok, neynûk, nênûk, tiştê bi serê tilan ve şên dibe û pişka wan ya zêde bi mûçinkan tê birîn
nîre, nîrew	co, cok, cihê av tê re diherike (t bo ser / nav zeviyan)
nîreng	sihir, cadûyî
nîrû	zever, şiyan, hêz, hinêr, taqet, karîn, qiwet
nîrûdar	bizever, bişiyan, bihêz, bihinêr
nîs	nîn, tine, neyî, dw heyî, peyda
nîsan	avrêl, nîsan, çarem meh ji salnameya romî
nîsanok	nîsanok, gulek jîkurt / temenkin e li meha avrêlê / nîsanê peyda dibe û vedimire
nîsk	nîsk (bot Lens culinaris)
nîşan	nîşan, nîşe, not, îşaret, haje, hişyarî, sembol, remz
nîşane	nîşanî, merasîma diyarkirina keç û kurekî ji hev re berî ku bizewicin
nîşt	bn nîştecê
nîştecê	akincî, rûniştvan, şênî, kesa/ê li cihekî dijî
nîştecêtî	akincîtî, rûniştvanî, şênîtî
nîştenî	bn nîştecê
nîştiman	niştiman, welat, warê bavkalan, welatê bavûbapîran
nîştimanî	niştimanî, neteweyî, welatî
nîştimanperwer	welatperwer, niştimanperwer, welatevîn, welatparêz, kesa/ê dilsoza/ê welatê xwe, kesa/ê ji welatê xwe hez dike
nîştimanperwerî	welatperwerî, niştimanperwerî, welatparêzî, welatevînî, dilsoziya hemberî welatî / niştimanî
nîştimen	niştimen, devera kêrî jiyanê tê, cihê mirov dikare lê bijî
nîştin	bi cih bûn, sekinîn, niştin, rawestîn (t doz / şekira neheliyayî li binê çayê)
nîştin mil yek	pev çûn, xwe avêtin hev, lêk dan
nîştinewe	dadan, veniştin (firoke li ser erdê bi cih bûn, firinde li ser çeqê darê rawestîn û hwd)
nîw	nîv (1/2, 0,5)
nîwawnîw	nîv-û-nîv, nîv no kesekî / aliyekî û nîva dî bo kesek / aliyek din
nîwawnîw	nîve, nîvî, nîv-tijî, bernîve, nîv-tijî û nîv-vala
nîweçil	nîvco, nîvûnor, nîvî, netemam
nîwegiyan	nîv-mirî
nîwego	nîvgog, hemîsfer
nîwekol	nîvkeliyayî
nîwekol	nîvkelandî
nîwero	nîvro, nîro, nîvroj, nîva rojê, derdorî demjimêr 12 bi roj
nîweroxew	xewa nîvro, nîvroxew, sîesta
nîwetîre	nîvtîre, radîus
nîwîşk	nîvişk, rûn, qeymax
nîxandin	bên bi ser ketin, pir westîn û dengê hilma wê / wî bilind bûn
nîzîk	nêz, nêzîk
no	neh (9)
no-	nû-: nobûk nûbûk, bûka nû, bûka taze
nobend	nûbend, gayê nû fêrî / hînî cotkirinê bûye
nobere	nûxwirî, nûxurî, nexrî, nerxî, nixurî, nuxurî, zarokê (t kurê) yekem / mezin
nohem	bn noyem
nohemîn	bn noyem
nok	nok, nuhk, nehk, nik
-nok	-ok, -onek: paşbendikek e pê rengdêr ji hin navdêran tên çêkirin: tirsnok tirsok, tirsonek
noker	xulam, berdestî, xizmetkar, berdestk
nokerî	xulamî, berdestkî
nol	bn nerm-û-nol
noma	canî, canîk, ciwanîk (mehîna hê ne temen-temam e)
nomal	nûmal, mala nû (t ya jin û mêrên nû-zewicî)
nomîne	bn noyem
nore	dor, ger, sira: Norey kê ye? Dora kê ye?
norehêl	bn norerist
norerist	sira, dorerist
noş	noş, nîç, afyet: Noş! (gotinek e tê bikaranîn dema du yan çend kes perdaqên xwe li hev didin û carinan pê re hêviyan dikin) Noşî giyanit bê! Noşî can(ê te) be! (Li te) afyet be!
noş kirdin	noşîn, vexwarin
noş kirdin	nîç kirin
noşîn	noşîn, vexwarin, nîç kirin (t alkol)
not	nîşe, not, nîşan, nivîs
note	embar, dav, dab, bindav, serdav, cihê lêparastina tiştên neberdest
note	bn not
noyem	nehem, ya / yê / yên nehê / nehan
noyemîn	bn noyem
nozde	nozde, nozdeh (19)
nozdehem	bn nozdemîn
nozdemîn	nozdem, nozdemîn, ya / yê / yên nozdê / nozdan
nukte	henek, qerf, pêkenî, tinazî, tirane, galte
numre	bn nimre
nuqte	bn nuxte
nustin	nivistin, raketin, razan, xew kirin, xewîn, xewtin, xeftin
nustû	nivistî, razayî, raketî, di xew
nusxe	kopî, nisxe, jibergirtî
nuştan	bn nuştanewe
nuştandin, nuştandinewe	çemandin, tewandin, veçemandin, xwehr kirin
nuştanewe	çemîn, tewîn, veçemîn, çemiyan, tewiyan
nuştawe, nuştawî	çemî, tewî, veçemî, çemiyayî, tewiyayî, veçemiyayî, xwehr, xwar
nuştawe, nuştawî	pêldar
nuşte	nivişt, nivişte, niviştî, tilism, tiberk, tiştek e dua û lava pê ve tên xwendin yan li ser tên nivîsîn û kesên nesax bi xwe re hildigirin daku ta û nesaxiyên dî bela xwe jê vekin
nutuniwê	nipînû, pir nû, nû-derketî, nû-çêbûyî
nuw...	bn niw
nuqlane	nîşan, delîl (t yên belayan / xirabiyan)
nuqul	şekirok, şirîniyên req
nuqum	noq, niqim, nuqim, bin-avbûyî
nuqum bûn	noqîn, niqimîn, bin-av bûn
nuqum kirdin	noqandin, niqimandin, bin-av kirin
nuqurç	qurîncîk, qurincik, quncirik, qurçî, nuquç, şidandina bi nînokan, kişandina (parçeyek ji leşî) bi nînokan / tilan
nuwandin	nîşan dan, pêşkêş kirin, nimandin, raber kirin
nuwêner	nûner, temsîlkar
nuwênerayetî	nûnerî, temsîlkarî
nuwênraw	nîşandayî, nimandî, pêşkêşkirî, raberkirî
nuxro	bn nuxum
nuxşe	nexşe, aqûbet: Nuxşet lê bêt Nexşe li (serê) te be! Aqûbet li te be! Înşellah nesîbê te jî wiha be!
nuxte	nuqte, niqte, xal
nûç birdin	hilingivîn, likumîn, tehisîn, hilisîn, hilingiftin
nûçanewe	çemîn, tewîn (ser)
nûçanewe	(çok) dan, vedan (erdê)
nûjen	bn niwêjen
nûjenî	nûjenî, modernîzm, hevçerxî, hevdemî
nûk	serik (yê tûj yê pênivîskan / derziyê / şûjinê / rimê û hwd)
nûkandin	kinîn, kinkinîn, bi dengê kin-kin girîn
nûke, nûkenûk	(dengê giriyê) kinkin
nûkenûkker	kinkinî, kesa/ê bi dengê kin-kin digirî
nûn	navê tîpa N di alfabeya kurdî-erebî de
nûn	qusûr, kêmasî, 'êb
nûqan	(çav) neqîn, miçîn, niqîn, ketin ser hev, hatin girtin
nûqandin	neqandin, miçandin, niqandin, girtin
nûqaw	neqî, neqiyayî, çiçî, miçiyayî, girtî
nûqênraw	neqandî, miçandî, niqandî, girtî
nûrandin	nirîn, (dengê) nirenir jê hatin
-nûs	-nivîs: çîroknûs çîroknivîs, kesa/ê çîrokan dinivîse, romannûs romannivîs, şanonûs şanonivîs
nûsan	zeliqîn, pêve man, pêve bûn, pêve hatin girêdan
nûsan	(deng) ketin, wa li kesekî hatin ku dengê wî êdî normal dernekeve
nûsandin	zeliqandin, pêve nan, pêve kirin, pêve girêdan
nûsaw	zeliqiyayî, pêvemayî
nûsaw	dengî nûsaw dengê ketî
nûser	nivîskar, nivîsevan, kesa/ê karê wê / wî nivîsîn(a pirtûkan) e
nûser	nivîser, daner, kesa/ê tiştek nivîsiye
nûsênraw	zeliqandî, pêvekirî, pê re
nûsge	nivîsgeh, daîre, ofîs, cihê karê fermî
nûsîn	nivîsîn, nivêsîn
nûsînewe	venivîsîn, nivîsînve, dîsan nivîsîn, kopî kirin, ji ber girtin, heman berhem bi awayek nû nivîsîn
nûsînge	bn nûsge
nûstin	bn nustin
nûsraw	nivîsî, nivîsandî, tişta/ê hatiye nivîsîn
nûsyar	nivîsar, miqale, babet, tişta/ê hatiye nivîsîn
nûşte	nivişte, niviştî
nûtek	reş, tarî, reş û tarî (t mecazî)
nûtekî	tarîtî, reşatî
nûwa	bn pêş
nûwandin	bn nuwandin
nûwarîn	nerîn, nêrîn, berê xwe dan (tiştekî / derekê), fekirin, hêv kirin, seh kirin, nêrtin, nihêrtin
nûzandin	nizîn, (dengê) nizzz jê hatin
o!	o! oh! ev / ew çi ye / bû!
obal	berpirsiyarî
obal	tawan, guneh
ode	bn hode
of	of, ax, ox, oy, wey!
ohe!	ahe! ohe! (bangkirina li hin heywnan, t çêlan)
oksicîn	oksîjen (gazek bêreng û bêbên e)
omet	umet, civat, peyrew
oqre	aramî, rehetî, tenahî, hêwirî, hêminî
oqre	bênfirehî, baldarî, sebr
oqre girtin	sebr kirin, sebra yekî hatin
oqyanûs	okyanos, deryayên mezin
ordû	bn artêş, leşkir
orkêstra	orkestra, komek muzîkê ya mezin e ku her çend ji endamên wê cûnek alavên muzîkê dijenînin û kesek jî serkêşiya wan dike
Orşelîn	Orşelîn, Quds, Yerûsalem (serbajarê Israîlê)
otomobîl	tirimpêl, erebe, otomobîl
ox!	ox, ax, wey, wax!
oxir	oxir, sefer, birêketin, çûn
axirî û oxirî	taliyê, dawiya dawîn
oy	oy, ox, ax, ay, wey, waw!
oye	oye, tentene, dantel, nexş
oyin	lêb, xap, fêl, fen, cam, dekûdolab, hîle, lihb, xapandin, oyin
oyin	lîstik, yarî, bazî
